Dayika Aktaş: Dixwazim kurê xwe bibînim

img
AMED - Dayika girtî Veysî Aktaş ê li Girtîgeha Îmraliyê Faîke Aktaş, diyar kir ku 6 sal in kurê xwe nabîne û ev tişt got: “Ma tiştek ji aştiyê xweştir heye? Daxwaza min ew e ku tecrîd li ser serokê me rabe û berî mirina xwe kurê xwe bibînim.”  
 
Veysî Aktaş, 26 sal in girtî û bi Hamîlî Yildirim û Omer Hayrî Konar re di 15’ê adara 2015’an de wekî “sekreterya” sewqî Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê hat kirin. Aktaş, ji roja ku sewqî girtîgehê hatiye kirin ve tenê 3 caran bi malbat xwe re hevdîtina vekirî pêk aniye û carek jî bi telefonê bi malbata xwe re axiviye. 
 
Hevdîtina vekirî ya herî dawî ya bi Aktaş re di 3’yê adara 2020’an de ji ber şewata li Girava Îmraliyê çêbûbû, pêk hatibû. Axaftina bi telefonê jî di 27’ê nîsana 2020’an de pêk hatibû. Ji 3'yê adara 2020'an ve malbatan ji bo hevdîtinê 45 caran serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dane û hemû serlêdanên wan hatine redkirin. 
 
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê girtî ne li dijî vê tecrîda ku li Îmraliyê di meriyetê de ye di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Girtî dixwazin ku ev tecrîd bê rakirin û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan derketine asta herî jor bên bidawîkirin.  
 
‘DIXWAZIM BERÎ MIRINA XWE KURÊ XWE BIBÎNIM’
 
Dayika Veysî Aktaş, Faîke Aktaş (73) û xwişka wî Sabîha Aslan, derbarê tecrîda li Îmraliyê û çalakiya greva birçîbûnê de axivîn. Dayik Aktaş, diyar kir ku 6 sal in kurê xwe nabîne û wiha got: “Ev şeş sal in ez kurê xwe nabînim. Ez nedizanim heye nedizanim tune ye. Ez nexweşim jî. Ev çi tecrîde li ser serokê me. Ma tiştek ji aştiyê xweştir heye? Daxwaza min ew e ku tecrîd li ser serokê me rabe û berî mirina xwe kurê xwe bibînim.”
 
TECRÎD BANDOREKE MEZIN DIKE
 
Xwîşk Aslan jî diyar kir ku tecrîd bandoreke mezin li ser wan dike û wiha axivî: “Dilê me ne rehet e, kezeba me dişewite. Em bêriya deng û axaftinên birayê xwe dikin. Em dixwazin herin wî bibînin. Her tim di bîra me de ye. Heke hevdîtin nebe jî em dixwazin bi telefonê agahiyekê jê bigirin. Em her carê nameyan jî dişînin jê re lê bersiv ji me re nayê. Em nizanin digihîjin destê wî an nagihîjin. Berî vê nexweşiyê mereqa me û hesreta me carek bû piştî vê nexweşiyê bûye 10 car. Ji ber vê nexweşiyê jî em pir mereqa wan dikin. Tecrîd li ser temamê zindanan belav kirine. Bila êdî dewlet dev ji tiştên bêhiqûqî berde. Em dixwazin êdî agahiyekê ji birayê xwe bigirin û ev tecrîd li ser wan rabe.”
 
‘AN WÎ NAVÎ SER XWE RAKE AN JÎ PEYWÎRA XWE BI CIH BÎNE’
 
Aslan, neçûyîna Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê (CPT) ya Îmraliyê jî rexne kir û axaftina xwe wiha domand: “CPT peywîra xwe ya ji bo me pêk nayne. Tiştekî ku mirov bêje kiriye tune ye. Hatina wê vala ye. Hatiye lê tiştek çareser nekiriye û tu peywirên xwe bi cih naniye. Peywîra te çi be divê tu wê bi cih bînî. An jî wî navî ser xwe rake. Heke tu hebî divê tu peywîra xwe bi cih bînî.”
 
‘DIVÊ HERKES PEYWÎRA XWE BI CIH BÎNIN’
 
Aslan, da zanîn ku ji bo daxwaziyên girtiyan ên ku di çalakiya greva birçîbûnê de bi cih bên divê saziyên sivîl ên civakî karê xwe bikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji xwe barê girtiyan pir girane. Ji aliyekî ev nexweşî heye. Ji aliyekî jî hêj ji ber greva birçîbûnê ya din bedena girtiyan rehet nebûye. Ev bar ne barê wan tenê ye. Barê me ye jî û barê saziyên sivîl in jî. Saziyên Ewropayê jî peywîra xwe bi cih naînin.” Aslan, ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan daye dest pê kirin ev bang kir: “Divê herkes peywîra xwe pêk bîne. Kes li mala xwe nerûne. Çi hewce bike divê bê kirin.”
 
‘CIHÊ ÇARESERIYÊ ÎMRALÎ YE’
 
Aslan, xwest ku tecrîda li ser Îmraliyê rojek berî rojekê bê rakirin û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Divê tecrîd rabe û hevdîtin bi serokatî re çêbibin. Wexta ku hevdîtin pê re çêbibin wê Tirkiye jî baş bibe. Aborî, birçîbûn, xizaniya wê jî girêdayî tecrîdê ye. Heke tecrîd ji ser Îmraliyê ranebe tu tiştê Tirkiyeyê jî baş nabe. Cihê çareseriyê Îmralî ye.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç-Cengîz Ozbasar
 

Sernavên din

03/02/2021
11:40 Li Wanê 7 kes hatin girtin
11:36 Meclîsa Jinan a HDP'ê wê li qadan bin
Ji bo parastina jiyanê dê serhildanê mezin bikin
11:29 Malpera înternetê ya Gazete Alinterî hat astengkirin
11:28 Melîh Bûlû yê AKP’î: Nafikirim ku îstifa bikim
11:28 Qeyûm bi serokê AKP’ê re derket kontrolê
11:18 Koç: Destûra bingehîn a AKP-MHP’ê wê bi kêrî civakê neyê
10:13 Li Enqere 83 kesên binçavkirî hatin berdan
10:08 76 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:04 Nameya rojnameger Ugur bi 'fikare' dîtin
09:39 'Yên ku dibêjin komplo bi ser ket bila li Rojava binêrin bes e’
09:38 OHD wê li dijî dirêjkirina ceza doz veke
09:09 Greva birçîbûnê di roja 69'an de dewam dike
09:08 Endamên Meclisa Ciwanan a HDP’ê Akdag û Ertaş hatin girtin
09:01 Piştî gaz biha bû, eleqeya ji bo sergîn û tepikan jî zêde bû
09:01 262 roj in ji bo karê xwe li ber xwe didin
09:01 Rêwiyên rêya di bin aşûtê de ma: Em xatir ji malê û hevalên xwe dixwazin...
09:01 Jinên ku tevli atolyeyên xweparastinê bûn: Em xwe bihêztir û ewletir hîs dikin
09:01 Çar hawirdorê Mexmûrê di bin dorpêçê de ye
09:01 Çalakiyên karkeran ên li çar hawidorê Tirkiyeyê belav bûne
09:00 ROJEVA 3'YÊ SIBATA 2021'AN
02/02/2021
23:49 Cezayê hepsa malê li 10 xwendekaran hat birîn
22:34 Xwendekaran li dijî êrîşên polîsan li ber xwe dan
19:59 Walîtiya Wanê dema qedexeya ji bo çalakiyan 15 rojên din jî taloq kir
19:42 120 kesên din jî mirin û 7 hezar û 795 kesên din jî pê ketin
19:26 Gelê Hol û Serêkaniyê li dijî êrîşen Tirkiye meşiyan
19:13 Di teqîna li Babê de herî kêm 2 kes mirin
17:36 Baş: Ev berxwedan dê pêşeroja welat diyar bike
16:58 13 girtiyên ku cezayê wan xelas bûne nayên berdan
16:54 Dozger ji Melek a parastina cewherî kir cezayê muebetê dixwaze
16:47 Dozger ji Melek a parastina cewherî kir re cezayê muebetê dixwaze
16:38 TJA’yê Vîyan Soran bi bîr anî
16:20 Başaran ji Wezîrê Dadê pirsî: Tecrîd li gorî we çiye?
16:19 Li Îzmîrê lehî rabû û welatiyekî jiyana xwe ji dest da
16:09 Qaymeqamê Kadikoyê heta 7 rojan çalakiyan qedexe kir
15:46 Xwendekarên jin tundiya polîsan vegot
15:23 Welatiyê deyndar hewl da xwe bikuje
15:10 JI Riha û Edeneyê bang kirin: Heke hûn reforman bixwazin divê hûn tecrîdê rakin
14:51 Piştevaniya ji bo Bogazîçî mezin dibe
14:25 Li dijî sirgun û îxracan sendîkayan dest bi meşa ber bi Enqereyê ve kirin
14:24 Akademîsyen û xwendekaran êriş û binçavkirin protesto kirin
14:09 Rêxistina Efûyê: Zeynep Celaliyan berdin
14:08 Li Edeneyê mireneke bi guman a jinekê
13:53 Xwendekarên hatin binçavkirin: Hûn nikarin serê me bitewînin
13:42 Teqandina boriya qenalîzasyonê kolanê wergerand golê
13:25 Midurê Karên Nivîsê yê ajansa me di danişîna ewil de beraet kir
13:15 Soylû careke din xwendekarên ku ji wan re gotibû “jirêderketî” hedef nîşan da
13:13 Doza Şahîn Oner 3 deqîqe berdewam kir
13:12 Parastvanên maf: Demildest xwendekaran berdan
12:14 Ne girtîgeh navenda îşkenceyê ye!
12:13 Polîsan di bin çavan de îşkence li xwendekarên Bogazîçî kirin
11:37 Jinên Belçîkayê dest bi grevê dikin
11:04 98 xwendekarên Bogazîçiyê hatin berdan
10:43 Li Edeneyê notirvanan zarokekî 17 salî derp kirin
10:09 Kesên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:08 DEDAŞ’ê saetên ceryanê derxist ser dîrekan: Talûke mezin e
09:56 Greva birçîbûnê di roja 68'an de dewam dike
09:23 Dayika Aktaş: Dixwazim kurê xwe bibînim
09:01 ‘Çavkaniyên gel pêşkêşî hin kesan dikin'
09:01 Malbata Bîrdalê ku 142 rojan di greva birçîbûnê de ma: Bibin dengê grevên birçîbûnê
09:01 Armanca girtina Ayşe Gokkan pêşîlêgirtina tevgera jinê ye
09:01 Ji ber qedexekirina zozanan rêya wan 10 qat dirêj dibe
09:01 Îdianameya derbarê nûçegihanê me Aslan de hat amadekirin
09:00 ROJEVA 2'YÊ SIBATA 2021'Ê
00:11 Xwendekarên Bogazîçî li dijî qeyûm li ber xwe dan
Polîs ketin zanîngehê û 159 xwendekar binçav kirin
01/02/2021
23:51 Li Amedê bijîşkek ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest da
21:17 124 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
18:59 Aramê kurmanciya 'Dewran' û 'Leylan' a Demîrtaş çap kir
18:16 Xwendekarên Bogazîçî li dijî Rektorê Qeyûm têdikoşin
Polîsan nêzî 100 xwendekar binçav kirin
18:09 Ji bo çalakiya greva birçîbûnê meşiyan
17:03 Li Êlihê 6 zarok hatin berdan
16:12 Jina ku mîksera betonê wê eciqand jiyana xwe ji dest da
16:11 Hêzên Têkoşîna Yekgirtî starta xebatên xwe dan
16:01 Ji HDP’ê serdana Serokê Meclîsê: Me jê xwest ku piştevaniya siyaseta demokratîk bike
15:08 Pêkhateyên Ked û Demokrasiyê xwest sendîka têkevin tevgerê
14:32 Li Çewlikê jinekê bi aweyekî guman jiyana xwe ji dest da
14:28 VAOB: Zagona qeyûman darbeya demokrasiyê ye
14:22 Doza siyasetmedarên jin ji ber mutaleyê taloq bû
14:09 Wê li Îzmîrê erdhej berdewam bikin
13:56 Karker ji bo mafê xwe 15 roj in li ber xwe didin
12:59 Dadgehê bi biryara 'taybet' Ayşe Gokkan girt
12:54 Ji bo zimanê kurdî daxwaza statûya fermî
12:43 Guzel avahiya li ser hemama dîrokî tê lêkirin bir rojeva meclisê
12:33 Li Îzmîrê bi pîleya 5.2 erdhej çêbû
12:25 DMME’yê ji Tirkiyê parastina Demîrtaş xwest
12:18 Haber-Sen û BTS bi pênç milan ve dê bimeşin Enqereyê
12:03 Dadgehê 4 sal ceza li nûçegîhanê me Sayilgan birî
11:47 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî: Em li cem Ayşe Gokkan in
11:40 'Tirkiye ji bo êrişî Şengal û Dêrikê bike dîplomasî dimeşîne’
10:51 Kesek li Wanê hat girtin
10:21 Silavkirina Taşdemîr a Guven sûc hat hesibandin
09:56 Li Egeyê 3 caran li dû hev erd hejiya
09:47 Li Myanmarê darbeya leşkerî pêk hat
09:33 Hejmara meha Sibatê ya Newaya Jin derket
09:20 Greva birçîbûnê di roja 67'an de dewam dike
09:11 Berdana girtiyan li gorî kêfa girtîgehan ma ye
09:10 Girtiyan li ser hev ceza dikin
09:07 Serokê MHP’î xurdeyê bi 200 hezarî dizî, lê bi du yewmiyan ser bûyerê girtin
09:07 Niştecihên TOKI’yê ji neçarî kuleka sobê di xaniyên xwe de vekirin
09:06 Dayika girtî Arat: Çav û guhên xwe negirin
09:00 ROJEVA 1'SIBATA 2021'AN