AGIRÎ - Li Giyadînê, jina bi navê Suna Akakûş a ku hat îdîakirin ji qata 3’yemîn ketiye, bi giranî birîndar bû.
Hat îdîakirin ku dayika 2 zarokan Sûna Akakûş a 27 salî ya li navçeya Giyadîn a Agiriyê dijî, ji qata 3’yemîn a avahiyê ket xwarê. Akakûş a li erda hişk ket, bi giranî birîndar bû û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Akakûş piştî mudaxeleya ewil a li vê derê, rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdê ya Herêma Wanê. Hat destnîşan kirin ku talûkeya jiyana Akakûş dewam dike.
Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de, dest bi lêpirsînê hatiye kirin.