'Pergala birêz Ocalan pergala herî bi nirx e'

img

ŞIRNEX - Parlamenterê HDP’ê Hasan Ozguneş di panela mijara wê tecrîd bû axivî û got: “Pergala ku îro birêz Ocalan di sedsala 21'emîn de li pêş dixe pergala herî pîroz û bi nirx e." 

 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan girtiyan daye destpêkirin di roja 69'emîn de berdewam dike. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Silopiya derbarê tecrîd û çalakiyên grevên birçîbûnê de panel li dar xist. Di panelê de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hat daliqandin. Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Uysal di panelê de panelîst bûn û Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, Dayîkên Aştiyê, aktîvîstên TJA û rêveberên rêxistinên HDP'ê yên navend û navçeyên Şirnexê û gelek kes beşdar bûn. Panel bi rêzgirtinê dest pê kir. 
 
'AVABÛNA ÎMRALIYÊ NE JÎ RÊZE YE'
 
Di panelê de ewil ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Newroz Uysal axivî. Uysal bal kişand ser tecrîda girînkirî ya li ser Ocalan tê sepandin û wiha axivî: "Îro divê em du tiştan ji hev du cuda bikin. Di hêla siyasî û hiqûqî de di şexsê birêz Ocalan de gelê kurd di bin tecrîdê de ye. Birêz Ocalan ji ber ku keseke girtî ye hin mafên wî hene. Hem mafê wî yên navxweyiya Tirkiyeyê û hem jî di asta navnetewî de mafên wî hene. Ev 22 sal in dewleta Tirkiyeyê hem bi hêzên xwe û hem jî bi hêzên navnetewî li gorî polîtîkayên xwe yên siyasî, rewşa hiqûqî vediguhere. Ev veguhertin bi awayeke neyînî didome. Îro em di asteke wisa de ne ku, em wek parêzerên wî, malbata wî nikarin hevdîtin pêk bînin. Ev saleke tu agahiya me ji Îmraliyê tune ye. Roj bi roj dengê birêz Ocalan ji malbata wî û gelê wî qût dikin. Îro girtina birêz Ocalan ne tişteke ji rêzê ye. Di heman demê de avabûna Îmraliyê jî ne avabûneke ji rêzê ye. Ev 22 sal in tiştên ku li Îmraliyê pêk tên bi polîtîkayeke ve girêdan e. Weke ku birêz Ocalan jî di axaftinên xwe de digot ‘Ez kurdek azad im, ez azadiya gelê kurd dixwazim, ez ne gelê xwe teslîmî tu hêzan nakim’. Ev 22 sal in sekna birêz Ocalan ev e. Erê dilgirtî ye, erê di Giravekê de tenê girtî ye, erê şert û mercên giran de dijî, lê birêz Ocalan bi sekna xwe ya azad heta vê demê hatiye."
 
'DIJ DERKETINA TECRÎDÊ XWESTEKA ÇARESERIYA DEMOKRATÎK E'
 
Uysal di berdewamê axaftina xwe de anî ziman ku di cîhanê de mînaka tecrîda li Îmraliyê tune ye û got: "Li girtîgehan û gelek deverên cîhanê li dijî tecrîdê grevên birçîbûnê hatine destpêkirin. Daxwaziya wan bidawîkirina tecrîdê ye. Ev xwestek xwestekeke demokratîk, rewa ye û ne sûc e. Di peymanên navnetewî de jî ev wisa tê gotin. Kesên ku ev çalakî dane destpêkirin mafdar in. Ev çalakî îro ketiye roja 69'emîn. Rewş bi vî awayî derbas bibe wê bi xwe re neyîniyan bîne. Ji bo ku pêşiya neyîniyan were girtin divê em di warî siyasî de hem jî di warê hiqûqî de ji tecrîdê fêm bikin. Dij derketina tecrîdê xwesteka çareseriya demokratîk û aştiyê ye." 
 
'PERGALA OCALAN PERGALA HERÎ BI NIRX E' 
 
Piştî Uysal, Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozgûneş axivî. Ozguneş jî bal kişand ser rol û mîsyonan Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û wiha got: "Divê di serî de em pirsa hêzên navxweyî û navtewî çima li dijî gelê kurd û birêz Ocalan komployeke wiha amade kirin bikin? Yek sedemê vê pergala ku birêz Ocalan ava kir, pergala xweseriya demokratîk e, netewa demokratîk û konfedaralîzma demokratîk e. Dewletên emperyal û netewdewlet li ser xeta yek dewlet, yek ol, yek al û yek nijad û yek ziman avabuyî neyarê gelek tişta ye. Ev pergal jî pergala serdestan e. Di heman demê de neyarên gelan in. Ev pergala wan xwînmij e û şerker e. Dewletên emparyalîst û netewperest ev in. Gel, jin û ciwanan ji xwe re weke kole dibînin. Birêz Ocalan pergala xweseriya demokratîk, konfedaralîzma demokratîk û Netewa demokratîk û dijîtiya şer dike û anîna aştiyê li pêş xistiye û bi vê pergalê dixwaze, li şûna xîzanî û birçîbûnê bextewariyê bîne. Xwezayê diparêz e. Ev sermaye dixwaze pêşiya vê pergalê bigire. Ji ber wê pêdivî bi vê komployê dîtin û ji ber wê îro tecrîdê giran dikin. Pergala ku îro birêz Ocalan di sedsala 21'emîn de li pêş xistiye pergala herî pîroz û bi nirx e. Bi vê komplo û tecrîdê dixwazin Rojhilata Navîn ji nûve dîzayn bikin. Ji ber wê divê em li dijî pergala xwînmêj têkoşîna xwe mezin bikin."
 
Piştî axaftinan panel bi pirs û bersivan berdewam kir. Panel bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû. 
 

Sernavên din

06/02/2021
14:08 'Bila girtiyê nexweş Abî yê rewşa wî giran dibe bê berdan’
13:38 4’emîn Konserên Amîda wê îşev bê weşandin
13:31 37 salin li heviya hatina bavê xwe ye
13:20 Li Şirnexê sîxur hat dîtin
12:54 Paylan: Dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye
12:53 2 endamên HDP'ê yên Meclîsa Bajar a Mûşê ji peywirê dûr xistin
11:35 Li dijî zordariya li ser girtiyên Kurd ên Rojhilat kampanya haştagê
10:46 Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin
09:59 Bi fermana Erdogan li Helebê zanîngeh tê vekirin
09:58 Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin
09:31 Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye
09:30 Bi destûra Erdogan rektor tayînî 11 zanîngehan kirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 72'an de didome
09:17 Êzidî ji ber zordestiya eşîretê nikarin erdên xwe biajon
09:16 Li kesên tevli meşa yekîtiyê bûbûn 41 hezar TL ceza hat birîn
09:16 Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din
09:13 Hevjîna Mehmet Tûnç: Em ê serî netewînin
09:13 Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû
09:12 Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye
09:12 'Bi qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê girtin'
09:11 Eksîk: Bi tecrîdê hêviya ji bo aştiyê tê tunekirin
09:10 Seyla Benhabîb: AKP, mafê xwerêvebirinê yê zanîngehan bin pê dike
09:10 Xebatên xwe bi koma xwendinê didomînin
09:09 Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin
09:08 Weşanên Avesta 3 jê werger 5 pirtûkên nû çap kir
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2021'AN
08:52 Polîsan 2 jinên ku li Îzmire binçav kirin tazî kirin
08:40 30 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/02/2021
19:56 110 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:03 Xwendekarên Hacettepeyê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
16:29 Li Wanê di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:12 HDP: Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin
16:06 Dozger ji Demîrtaş re ceza xwest
16:05 Ji ber mirina gumanbar a jinekê kesek hat binçavkirin
16:04 Polîsan li Enqereyê mudaxileyî çalakiya Bogazîçiyê kir
15:32 OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin
15:05 Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin
14:59 Dozgeriyê derbarê hedef nîşandana HDP'ê de biryara neşopandinê da
14:58 Xwendekarên Enqerê: Çavên me wê li asîman, azadiyê be
14:45 Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin em û li pêşberî hiqûqê hesab bipirsin
14:14 Li Îzmîrê ‘Hevdîtinên kar û nan’ didomin
14:13 Li Bedlîsê sercerdevan hatin binçavkirin
14:03 Akademîsyenên ODTU piştgirî dan Bogazîçî
13:24 Akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê
13:06 Nûçegihana me Rojîn Altay hat berdan
13:06 Di salekê de160 ciwan hatin revandin: Kesên nepen kî ne?
13:05 Melek Îpek: Keçên min edî bêtir aram in
13:04 HDP: Bêhiqûqiyên li Cizîrê pêk hatine bila bên lêkolînkirin
12:48 Rejîma Îranê 3 kolberên din jî birîndar kir
12:33 Eskeran di operasyona Liceyê de 13 welatî binçav kirin
12:02 HDP çû serdana CHP’ê
12:00 Dozgerê Enqereyê li Ahmet Şik lêpirsîn vekir
11:42 Chomsky piştgirî da xwendekarên Bogazîçiyê: Berxwedana wan wêrek û bi rûmet e
10:51 Li Girtîgeha Turkoglû serê girtiyan şikandin
10:41 Dadgeha herêmî îşkence red kir wî jî serî li AYM'ê da
10:25 'Di 2017'an de faşîzma postalê û di 2021'an de jî faşîzma kelepçeyê'
10:25 Îdianameya derbarê 33 jinan de ji paragrafekê pêk tê
10:14 Ozsoy: CPT'î wê şopdarê Îmraliyê be
10:10 HDP di 8’ê sibatê de wê bêje ‘Ji Bo Her Kesî Edalet’
09:55 Xwekujê DAIŞ’ê hatiye binçavkirin û berdan!
09:36 Eskerên Îranê kolber Xalid kuşt
09:32 Koma 15'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:07 ‘Em li dijî tecrîdê mil bidin milê hev û têbikoşin’
09:07 Koma Whatsappê û stranên kurdî sûc hesibandin!
09:07 Xwendekarên berxwedêr: Zext dê nikaribin me bitepisînin
09:07 Dadgehê ji bo jina ku tecawizî wê hat kirin got, 'bi dilê wê bûye'
09:07 Dayika Aştiyê Altan: Em jî tên tecrîdkirin
09:07 Polîsên Enqereyê mexdûrê KHK'ê Konûk bi awayekî kêfî asteng dikin
09:07 Di qawîşa karantînayê de ne balîf ne jî rûnivîn heye
09:07 ATK: Tespîtkirina çeka ku Yildirim pê hatiye kuştin, di warê tibî de ne pêkan e
09:07 Malbat bi hêviya ku dê bê berdan çû, lê hîn bû ku înfaza wî hatiye şewitandin
09:07 Yadîgarên Komara Kurdistan: Hevpeyvîn, bîranîn û wêneyên arşîvê
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2021'AN
08:35 74 akademîsyenên Zanîngeha Calabrîayê azadiya Ocalan xwestin
08:23 Dadgehê 2 kesên rektorê qeyûm şermezar kirin girt
08:07 Polîsan 65 kes binçav kirin
04/02/2021
21:18 Hêzên Têkoşîna Yekbûyî di dorpêça hezaran polîsan de ava bû
20:12 113 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:21 Zilamê Sureyya Buyuk qetil kir hat binçavkirin
16:00 HDP: Desthilatdariyê ji karesata aşûtê ders dernexist
15:44 Li Bûrsayê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:09 Li jinên ku gotin ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ doz hat vekirin
15:04 Li Licê operasyona eskerî
14:58 'Windabûna derziyan bi me re gumanê çêdike'
14:46 Ji rêxistinên civakî bang: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:41 'Em tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin'
14:37 KESK’iyên gihan Enqerê: Sîrgûnan rawestînin
14:12 Xwendekarên Îzmîrê: Em serî natewînin
14:09 Balûken ji dadgehê xwest biryara DMME'ê lêkolîn bike
14:00 Li gel dorpêçê jî çalakiya xwendekaran didome
13:51 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:34 Li Nisêbînê rageşiya DEDAŞ’ê
13:20 162 pêşniyazpirsên HDP’ê ji bo Demîrtaş dabû hatin redkirin
13:13 Meclîsa Tenduristiyê ya HDK'ê: Tecrîdê bi dawî bikin girtîgehan vala bikin
13:12 Bêyî agahiya parêzerên Medenî Yildirim cihê bûyerê keşf kirin
12:31 Îdiayên îşkenceya li Licê di rojeva Meclîsê de ne
12:30 Rawest : Li herêmê kesên ku deng didin AKP’ê ji 4’an 1’ê wan jê dûr ketine
11:52 Bavê ku kurê wî tevlî DAIŞ’ê bû: Derbasî Tirkiyeyê bûye, dibe ku erişa xwekujiyê pêk bîne
11:38 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Rakirina tecrîdê daxwaza jinane jî
11:38 Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de hate girtin