22 otobus dê pirtûkxaneya Ocalan li bajaran bigerînin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Bêbextiya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan bi çalakiyên global tê rûreşkirin. Pirtûkxaneya Ocalan wê bi 22 otobusan dest bi tûra xwe ya li Elmanyayê bike, ciwan û înternasyonalîst jî wê ji 5 ta 13´ê Sibatê bê navber çalakiyan bikin. 

Hêzên navdewletî 22 sal berê li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 15´ê Sibatê de bi komployê girtin û şandin girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê. Bi vê minasebetê wê di asta kurewî de çalakî bên lidarxistin. Hevserokê KCDK-E´yê Yuksel Koç, têkildarî çalakiyan ji Nûçegîhanê Yenî Ozgur Polîtîka Denîz Babîr re axivî û diyar kir ku dê çalakî heta 15´ê Sibatê bê navber dewam bikin: Koç, anî ziman ku dê wekî KCDK-E, çalakiyên wan di 1'ê Sibatê de dest pê kirin û wiha got: "Hem di çarçoveya pêngava azadiyê û hem jî bi rasthatina salvegera Bêbextiya Navneteweyî li seranserê dinyayê çalakiyan li dar dixin. Çalakiyên me ji 1'ê sibatê de dest pê kir. Wê heta 15´ê Sibatê bê navber bidomin. Em bi wan çalakiyan bêbextiyê rûreş bikin û doza azadiya Serok Apo bikin." 
 
 
Koç, da zanîn ku meşên dirêj ên ciwan û înternasyonalîstan, îsal ji ber tevdîrên pandemiyê dê li dar nekevin û wiha got: "Ciwan û înternasyonalîstan li welatên Spanya, Efrîkaya Başûr, Filîpîn, Norwêc, Kanada, Awustralyayê gelekî dixwestin beşdarî meşên dirêj bibin. Lê ji ber tevdîrên pandemiyê nikarîn. Dîsa jî, ji 5 ta 13´ê Sibatê, ciwanên Kurd û înternasyonalîstên li Elmanyayê wê çalakiyan li dar bixin." 
 
Koç, da zanîn ku di çarçoveya bernameyê de dê 9 rojan, her roj li bajarekî din çalakîyan pêk bînin û got: "5´ê Sibatê, li Hanauyê piştî bibîranîna 9 ciwanên di êrişa nijadperest a par de qetilkirî, wê mîtîngek li navenda bajêr bê lidarxistin. 6´ê Sibatê li Frankfurtê, 7´ê Sibatê li Mainzê, 8´ê Sibatê li Darmstadtê, 9´ê Sibatê li Mannheimê, 10´ê Sibatê li Esslingenê, 11´ê Sibatê li Bad Cannstattê, 12´ê Sibatê li Freiburgê çalakî hene. Ji ber tevdîrên Coronayê yên li Fransayê kom wê nikaribe biçe bajarê Fransayê Strasbourgê û ji ber wê, kom wê çalakiya xwe 13´ê Sibatê bi mîtîngeke girseyî li Freiburgê bi dawî bike.
 
DÊ 3 ROJAN BIMEŞIN
 
Koç, anî ziman ku dê li gelek bajaran jî meşên sê rojî bên organîzekirin û wiha lê zêde kir: "Li Paytexta Elmanyayê Berlînê, li bajarên wê Hamburg, Bremen, Stuttgart û Kolnê, li paytexta Fransayê Parîsê û li bajarê wê Marsîlyayê, li Swîsre, li Belçîka, Awustralya, Yewnanistan û Skandînavyayê jî meşên 3 rojî wê bên organîzekirin.
 
22 OTOBUS DÊ PIRTÛKXANEYÊN SEYAR LI BAJARAN BIGERINÎNIN 
 
Yuksel Koç, bal kişand ser pirtûkxaneya seyar a ji bo Ocalan û wiha lê zêde kir: "Îsal wê li gelek welatan pirtûkxaneya seyar a Ocalan bigere. Ji bo vê, 22 otobus wê li welatên cihê yên weke Elmanya, Fransa, Belçîka, Holanda, Swîsre, Yewnanistan, Swêd, Norwêc, Danîmarka, Ingilîstan, Kanada, Awustralyayê bigerin. Ev çalakî hem wê balê bibe ser bêbextiya navneteweyî, tecrîdkirina Ocalan û hem jî wê fikrên Ocalan û kitêbên wî bide nasîn. 
 
Pirtûkxaneya seyar a Ocalan li bajarê Elmanyayê Bremenê dest bi gera xwe kir. Otobos îro dê li Oldenburgê be. Otobus sibe wê biçe Hamburgê û bi mîtîngekê wê gera xwe bi dawî bike. Wekî din îro li Stuttgartê otobuseke din wê dest bi gera xwe bike, 7´ê Sibatê yeke din wê li Berlînê dest bi gera xwe bike. Heta 15´ê Sibatê wê kitêbxaneyên seyar ên Ocalan, biçin bi dehan bajaran." 
 
Ji bo protestokirinê dê 13´ê Sibatê li seranserê dinyayê çalakî bên lidarxistin. Di 14´ê Sibatê de bi pêşengiya ciwanan wê meşên bi meşaleyan bên lidarxistin. Di 15´ê Sibatê jî bi pêşengiya TJK-E´yê li ber konsolosxaneyên Tirkiye û Emerîkî wê çalakî bên lidarxistin. Koma Xebatê ya ji bo Kurdan a Efrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Efrîkaya Başûr (COSATU) bi daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kampanyaya şandina nameyan dane destpêkirin. KCDK-E wê bi awayekî çalak destekê bide vê kampanyayê da ku xelk nameyan ji Neteweyên yekbûyê re ji bo azadiya Ocalan bişîne. 
 
 
 

Sernavên din

06/02/2021
14:08 'Bila girtiyê nexweş Abî yê rewşa wî giran dibe bê berdan’
13:38 4’emîn Konserên Amîda wê îşev bê weşandin
13:31 37 salin li heviya hatina bavê xwe ye
13:20 Li Şirnexê sîxur hat dîtin
12:54 Paylan: Dema avakirina pergaleke nû ya aboriyê hatiye
12:53 2 endamên HDP'ê yên Meclîsa Bajar a Mûşê ji peywirê dûr xistin
11:35 Li dijî zordariya li ser girtiyên Kurd ên Rojhilat kampanya haştagê
10:46 Zilamê Sureyya Buyuk kuşt hat girtin
09:59 Bi fermana Erdogan li Helebê zanîngeh tê vekirin
09:58 Şêrko Kanîwar: Ji bo zarokên vî welatî bê muzîk nemînin alîkariya Zarok Ma’yê bikin
09:31 Eliyas: Pêşîlêgirtina fermanek din di dest me de ye
09:30 Bi destûra Erdogan rektor tayînî 11 zanîngehan kirin
09:17 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 72'an de didome
09:17 Êzidî ji ber zordestiya eşîretê nikarin erdên xwe biajon
09:16 Li kesên tevli meşa yekîtiyê bûbûn 41 hezar TL ceza hat birîn
09:16 Qeyûm îhaleyan dide şîrketên bajarên din
09:13 Hevjîna Mehmet Tûnç: Em ê serî netewînin
09:13 Romana nû ya nivîskar Hacay Yilmaz derçû
09:12 Rewşa darazê di mirineke gumanbar de ye
09:12 'Bi qedexeyan ser binpêkirinên mafan tê girtin'
09:11 Eksîk: Bi tecrîdê hêviya ji bo aştiyê tê tunekirin
09:10 Seyla Benhabîb: AKP, mafê xwerêvebirinê yê zanîngehan bin pê dike
09:10 Xebatên xwe bi koma xwendinê didomînin
09:09 Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin
09:08 Weşanên Avesta 3 jê werger 5 pirtûkên nû çap kir
09:00 ROJEVA 6'Ê SIBATA 2021'AN
08:52 Polîsan 2 jinên ku li Îzmire binçav kirin tazî kirin
08:40 30 kesên li Enqereyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
05/02/2021
19:56 110 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:03 Xwendekarên Hacettepeyê piştgirî dan xwendekarên Bogazîçiyê
16:29 Li Wanê di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:12 HDP: Em ê têkoşîn û piştevaniya xwe bidomînin
16:06 Dozger ji Demîrtaş re ceza xwest
16:05 Ji ber mirina gumanbar a jinekê kesek hat binçavkirin
16:04 Polîsan li Enqereyê mudaxileyî çalakiya Bogazîçiyê kir
15:32 OHD û TUHAY-DER: Mafên girtiyan tên binpêkirin
15:05 Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin
14:59 Dozgeriyê derbarê hedef nîşandana HDP'ê de biryara neşopandinê da
14:58 Xwendekarên Enqerê: Çavên me wê li asîman, azadiyê be
14:45 Demîrtaş: Darbe li siyasetê hat kirin em û li pêşberî hiqûqê hesab bipirsin
14:14 Li Îzmîrê ‘Hevdîtinên kar û nan’ didomin
14:13 Li Bedlîsê sercerdevan hatin binçavkirin
14:03 Akademîsyenên ODTU piştgirî dan Bogazîçî
13:24 Akademîsyenan carek din pişta xwe dan rektoriyê
13:06 Nûçegihana me Rojîn Altay hat berdan
13:06 Di salekê de160 ciwan hatin revandin: Kesên nepen kî ne?
13:05 Melek Îpek: Keçên min edî bêtir aram in
13:04 HDP: Bêhiqûqiyên li Cizîrê pêk hatine bila bên lêkolînkirin
12:48 Rejîma Îranê 3 kolberên din jî birîndar kir
12:33 Eskeran di operasyona Liceyê de 13 welatî binçav kirin
12:02 HDP çû serdana CHP’ê
12:00 Dozgerê Enqereyê li Ahmet Şik lêpirsîn vekir
11:42 Chomsky piştgirî da xwendekarên Bogazîçiyê: Berxwedana wan wêrek û bi rûmet e
10:51 Li Girtîgeha Turkoglû serê girtiyan şikandin
10:41 Dadgeha herêmî îşkence red kir wî jî serî li AYM'ê da
10:25 'Di 2017'an de faşîzma postalê û di 2021'an de jî faşîzma kelepçeyê'
10:25 Îdianameya derbarê 33 jinan de ji paragrafekê pêk tê
10:14 Ozsoy: CPT'î wê şopdarê Îmraliyê be
10:10 HDP di 8’ê sibatê de wê bêje ‘Ji Bo Her Kesî Edalet’
09:55 Xwekujê DAIŞ’ê hatiye binçavkirin û berdan!
09:36 Eskerên Îranê kolber Xalid kuşt
09:32 Koma 15'emîn greva birçîbûnê dewr girt
09:07 ‘Em li dijî tecrîdê mil bidin milê hev û têbikoşin’
09:07 Koma Whatsappê û stranên kurdî sûc hesibandin!
09:07 Xwendekarên berxwedêr: Zext dê nikaribin me bitepisînin
09:07 Dadgehê ji bo jina ku tecawizî wê hat kirin got, 'bi dilê wê bûye'
09:07 Dayika Aştiyê Altan: Em jî tên tecrîdkirin
09:07 Polîsên Enqereyê mexdûrê KHK'ê Konûk bi awayekî kêfî asteng dikin
09:07 Di qawîşa karantînayê de ne balîf ne jî rûnivîn heye
09:07 ATK: Tespîtkirina çeka ku Yildirim pê hatiye kuştin, di warê tibî de ne pêkan e
09:07 Malbat bi hêviya ku dê bê berdan çû, lê hîn bû ku înfaza wî hatiye şewitandin
09:07 Yadîgarên Komara Kurdistan: Hevpeyvîn, bîranîn û wêneyên arşîvê
09:00 ROJEVA 5'Ê SIBATA 2021'AN
08:35 74 akademîsyenên Zanîngeha Calabrîayê azadiya Ocalan xwestin
08:23 Dadgehê 2 kesên rektorê qeyûm şermezar kirin girt
08:07 Polîsan 65 kes binçav kirin
04/02/2021
21:18 Hêzên Têkoşîna Yekbûyî di dorpêça hezaran polîsan de ava bû
20:12 113 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:21 Zilamê Sureyya Buyuk qetil kir hat binçavkirin
16:00 HDP: Desthilatdariyê ji karesata aşûtê ders dernexist
15:44 Li Bûrsayê gelek xwendekar hatin binçavkirin
15:09 Li jinên ku gotin ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ doz hat vekirin
15:04 Li Licê operasyona eskerî
14:58 'Windabûna derziyan bi me re gumanê çêdike'
14:46 Ji rêxistinên civakî bang: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:41 'Em tecrîdê bişkînin faşîzmê hilweşînin'
14:37 KESK’iyên gihan Enqerê: Sîrgûnan rawestînin
14:12 Xwendekarên Îzmîrê: Em serî natewînin
14:09 Balûken ji dadgehê xwest biryara DMME'ê lêkolîn bike
14:00 Li gel dorpêçê jî çalakiya xwendekaran didome
13:51 Li Stenbolê jinek hat qetilkirin
13:34 Li Nisêbînê rageşiya DEDAŞ’ê
13:20 162 pêşniyazpirsên HDP’ê ji bo Demîrtaş dabû hatin redkirin
13:13 Meclîsa Tenduristiyê ya HDK'ê: Tecrîdê bi dawî bikin girtîgehan vala bikin
13:12 Bêyî agahiya parêzerên Medenî Yildirim cihê bûyerê keşf kirin
12:31 Îdiayên îşkenceya li Licê di rojeva Meclîsê de ne
12:30 Rawest : Li herêmê kesên ku deng didin AKP’ê ji 4’an 1’ê wan jê dûr ketine
11:52 Bavê ku kurê wî tevlî DAIŞ’ê bû: Derbasî Tirkiyeyê bûye, dibe ku erişa xwekujiyê pêk bîne
11:38 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Rakirina tecrîdê daxwaza jinane jî
11:38 Deriyê Sêmalka yê di navbera Başûr û Rojava de hate girtin