Foza Yûsiv: DAÎŞ û Tirkiye ji Şoreşa Jinê ditirsin

img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama Dîwana Hevseroktiyê ya PYD'ê Foza Yûsiv, li ser helwesta Tirkiyeyê û DAIŞ'ê ya li dijî jinên Kurd û Ereb ên şoreşger rawestiya û got: "Tirkiye û çeteyên DAÎŞ ji şoreşa li Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê ya bi pêşengiya jinên Kurd û Ereb ditirsin. Ji ber vê yekê jinên Kurd û Ereb kirine hedefa êrîşên xwe." 
 
Dema pêvajoya dagirkirina Efrînê bedena bêrih a Barîn Kobanê ji hêla Tirkiyeyê ve hate teşîrkirin. Dema êrîşên li ser Girê Spî û Serêkaniyê, 12'ê Cotmeha 2019'an Sekretera Giştî ya Partiya Dahatuyê ya Sûriyê Hevrîn Xelef bi rengekî hovane hate qetilkirin. Li Efrînê sê salên dema dagirkirinê bi kêmanî 67 jin hatin qetilkirin, destdirêjî li 68 jinan hate kirin. Jinên Kurd û Ereb ên li Bakur-Rojhilatê Sûriyê, li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ku hatine dagikirin bi destê komên çekdar ên Tirkiyeyê jinên li qadên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê jî jin bi destê TSK û DAÎŞ'ê têne qetilkirin. Sê jinên ku di rêveberiya Kongra Star de 23'yê Hezîrana 2019'an li Kobanê bi 'SÎHA'yên Tirk hatin qettilkirin. DAÎŞ'ê jî 22'yê Çile li Hesekê li qada Dêşîşê 2 jinên Ereb ku xebatên Rêveberiya Xweser dikirin hatin revandin û qetilkirin.
 
Endama Dîwana Hevseroktiyê ya PYD'ê Foza Yûsiv, têkildarî êrîşên Tirkiyeyê û DAIŞ'ê yên li dijî jinên Kurd û Ereb ji ANF'ê re nirxandin kir. Yusiv, anî ziman ku Tirkiye û DAÎŞ ên ku qira jinan tînin wê nikaribin gavekê bi vîna jinan û têkoşîna azadiyê bidin avêtin û bersiva herî xweş a li qeleço û komkujiyan wê geşkirina rêxistiniya jinan, parastina şoreşê û destkeftiyên jinan be. Yusiv wiha got: ''Jinên li qadên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê, ji bo hemû jinên cîhanê dibine hêvî. Destkeftiyên li vir jî yên hemû jinan in. Divê hemû jin li vê şoreşê xwedî derkevin.''
 
 
Yûsiv anî ziman ku Tirkiye Şorea Rojava dike hedef û got: ''Şoreşa li vir a jinan jehrkuja nîjatperestiyê ye. Hêzên bi kontrola dewleta Tirk li Rojavayê Kurdsitanê û Bakur-Rojhilatê Sûriyê herî pir jinan dike hedef, ji ber ku jinan di Şoreşa Rojava û qadên Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Sûriyê de bi risteke pêşeng rabûn û niha jî ji bo berevaniya şoreşê û nirxên civakî ji bo geşbûna şoreşa civakî bi risteke pêşeng radibin. Dewleta Tirk dizane hêza sereke ku şoreşê li ser piyan dihêle jin in, ji ber vê jinan dike hedef.''
 
Yûsiv, diyar kir ku Tirkiye ji pêşveçûna jinan ditirse, ji ber vê şoreşa jinê û geşedana civakî ji bo xwe weke talokeyê dibîne û wiha got: "Tirkiye naxwaze geşedanên li Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê karîgeriyê li ser civaka Tirkiyê û gelên Rojhilata Navîn bike. Bi her rengî bi êrîşa ser jinan dixwaze şoreşa jinê qesl bike, bi vê jiyana paşverû û tarî li ser jinan ferz bike. Jinên Ereb di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de û azadkirina qadan de û piştre di geşkirina sazûmaniya Rêveberiya Xweser de bi risteke dîrokî û pêşeng rabûn. Li nav civaka Ereb hêza herî şoreşger a jinan e. Ji bo hilweşandina pergala DAÎŞ'ê, tertûbelavkirina tarîtiya wê û feşkilandina wê ya li ser qadên çandî û civakî jinên Ereb kêfareteke mezin kirin. Bi vê têkoşînê re li nav civaka Ereb guherîneke mezin heye. Li vir roleke sereke ya jinan û ciwanan e. Heke îro bi hezaran jin derdikevin qadan, têdikoşin ev nîşan dide li nav jinên Ereb û civaka Ereb hêzeke mezin heye. Ev hêz her ku diçe mezin dibe. Bi vê hêz û vînê bi pêşengiya jinê ji bo ku guherîna civakî dibe dijminên me du hevalên me yên jin kirin hedef.''
 
Yûsiv diyar kir êrîşên Tirkiyeyê û DAÎŞ'ê ku qira jinan aniye wê nikaribe vîna jian bişkînin û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku cara pêşî ye ku li qadên me dikarin xwe rê ve bibin û jiyana azad bijîn. Bi Şoreşa Rojava û Rêveberiya Xweser re cara peşî ye ku jin rêxistiniya xwe dikin, biryarên xwe didin û li qadên jiyanê vîna xwe nîşan didin. Li nav jinên li herêmên me bîrewerî û vîneke wiha çêbû ku li ber ti êrîşê serê xwe natewînin û bi paş ve gav navêjin. Berevajî zêdtir li jiyana azad radiwestin.''
 
Yûsiv, herî dawî bibîr xwist ku bersiva herî xweş a jinan ku bidin qeleço û komkujiyên dewleta Tirk û çeteyên wan DAÎŞ'ê ew e ku şoreşê û destkeftinên jinan biparêzin û wiha bi dawî kir: "Ew ê li qadên xwe ji bo ku destkefiyên jinan û pergala Rêveberiya Xweser, pergala jinê biparêzin wê têbikoşin, têkoşînê geş bikn û bi paş ve gav neavêjin, bi şehîdetan wê pergala azadiyê û têkoşîna xwe geştir bikin. Geşkirina rêxistinî, çalakî û azadiya jinan xebata me ya sereke ye. Cihê hevalên me yên şehîd wê vala nemÎne, bi hezaran jin wê şûna wan dagirkirin. Divê dijminên me zanibin bi van rêbazên gemarî wê nikaribin vîna me bişkînin û encamê bi dest ve bînin. Ti tişt ji jiyana bi koledarî ne zehmetir e, ji ber vê zilm û zordarî nikare me rawestîne. Jinên li Rêveberiya Xweser a Rojava, Bakur-Rojhilatê Sûriyê ji bo hemû jinên cîhanê bûnee hêvî, destkeftiyên wan ên hemû jinan in û bang li hemû jinên cîhanê kir ku bi hev re Şoreşa Rojava, pergala jinan biparêzin." 
 
 

Sernavên din

09/02/2021
14:23 Nûçegihanê me Dîndar Karataş hat berdan
14:15 Malbatê cenazeyê Leyla Kaya ji goristana Kilyosê wergirt
14:08 Polisan mudaxaleya bîranîna li Cizîrê kir
13:57 HDP dê li dijî tecrîdê li 3 bajaran meşê li dar bixe
13:53 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
13:33 ‘Daxwaza girtiyan daxwaza me ye’
13:09 Ji HDP’ê pêşniyarqanûna rakirina YOK’ê
13:01 Rojnamevan Kamer cara duyemîn hat beraetkirin
12:57 Bersûcê komkujiya Pirsûsê ‘peydakerê bombeya hatibû bikaranîn’ nas nekir
12:55 Akademîsyenên Bogazîçiyê carek din pişta xwe dan rektoriyê
11:47 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
10:48 Malbata Arslan ji bo cenazeyê li Sûrê hat dîtin serî li dozgeriyê da
10:41 Jinên siyasetmedar: Li dijî tecrîdê têkoşîneke giştî şert e
10:27 Saziyên jinan ji aliyê zilaman ve tên birêvebirin!
10:25 7 girtiyan xwestin ji Girtîgeha Şirnexê biçin Îmraliyê
10:11 3 sal in Tirkiye rapora GREVÎO’yê wernagerîne
09:47 Dr. Gokalp, sibê derdikeve peşberî dadger
09:37 Di çalakiyên şermezarkirina Melîh Bulu de 563 xwendekar hatin binçavkirin
09:06 ‘Deng bidin qîrîna li girtîgehan’
09:06 Malbat: Em li cem xizmên xwe yên girtî ne
09:06 Navenda Hêvî ya Mexmûrê li benda alîkariyê ye
09:06 Hevserokê Şaxa SES'ê Guldîken: Li herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e
09:06 Qeyûm di salekê de li heman cihî 3 caran dar çandine û rakirine
09:06 Cîgirê qeyûma careke din keça xwe kir karmend
09:06 Li Agiriyê kesên raya xwe dane AKP'ê: Savci golê avêt me
09:06 Kesê ku HDP û ÎHD'ê hedef nîşandabû, dozgeriyê ew parast
09:06 Bi beyanên 'şahidê nepen' îdianame hat amadekirin
09:06 Kelerima îsal bû para heywanan
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2021'AN
08:18 Greva birçîbûnê di roja 75'emîn de ye
08:04 Girtî: Gardiyanan bi dijwarî êrîşî me kirin û serê min li erdê xistin
07:44 Nivîskara Evrenselê Ayşen Şahin piştî îfade da hat berdan
07:36 33 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08/02/2021
20:54 Îro 8 hezar û 103 kes bi Covîd-19'ê ketin
17:10 Dadgehê derbarê 29 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê da
16:54 Meclîsa Jinan a KESK’a Amedê: Em ê qet serê xwe netewînin
16:32 Turk: Ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan xwedî rolek girîng e
16:00 Daxuyaniya BMG’ê polîsan asteng kir
15:52 KESK’ê xwest kedkarên îxrackirî vegerin ser karê xwe
15:42 Hejmara 11’emîn a Kovara Zrîngê derket
15:19 Li Dersimê ‘qedexeya walitiyê’ hat şermezarkirin
14:58 Li Şirnexê sînevîzyona komploya 15’ê Sibatê hat nîşandan
14:51 Koordînasyona Girtîgeha Mêrsînê: Sepanên kêfî zêde bûne
14:36 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em dest bi seferberiya edaletê dikin
14:30 Xwestin Dr. Gokalp serbest were berdan
14:21 ÎSÎG’ê rapora meha çile eşkere kir: 199 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:35 Zilamê Gonca Akbûlût qetil kir hat girtin
13:24 HDP’ê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin: Ji bo me edaleta rastî lazim e
13:24 Li Licê binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
12:54 HDP kampanyeya xwe ya 'Destpêkê Edalet' aşker kir
12:46 Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê
12:37 SKB 8’ê Adarê bi greva jinan pêşwazî dike
12:06 Bernameya kampanya ‘Destpêkê Edalet’ a HDP’ê dest pê dike
12:05 Ji nivîskaran piştgiriya xwendekarên Bogazîçiyê : Em li cem berxwedanê ne
11:55 Li Amanosan dest bi operasyona eskerî hat kirin
11:43 Ji STO'yên li Amedê daxuyaniya greva birçîbûnê
10:25 Ahmet Şik: Ciwan axa mirî radikin
09:16 Greva birçîbûnê di roja 74'emîn de ye
09:03 Nûnerên rêxistinên çapemeniyê: Divê Dîndar Karataş serbest were berdan
09:03 ‘Polîsan xwest milên min bişkînin’
09:03 ‘Divê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan berteka civakî li pêş bikevin’
09:03 Porf. Sulikowski: Li Bogazîçiyê ne terorîzm berxwedan heye
09:03 Bîlmez: Neçûna CPT’iyê ya Îmraliyê kêmasiyek mezin e
09:01 26 sal in li hestiyê keça xwe digere
09:01 Qeyûmê Mêrdînê pere dane burokrat, endamên darazê, operasyon û AKP’iyan
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/02/2021
20:58 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Unal hat girtin
20:57 112 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:56 Li Erdexanê jinek hat qetilkirin
17:56 Eskeran ciwanê 20 salî birîndar kir
16:14 HDP wê sibe starta kampanyeya “Ji bo her kesî edalet” bide
16:05 83 rêxistinên civakî piştgirî dan Zanîngeha Bogazîçî
15:49 Li Omeryan liv û tevgera eskerî dewam dike
15:16 Kesên hatin binçavkirin: Daxuyaniya Walî bê bingeh e
13:43 Xwendekara Mîmar Sînan Bûldag hat binçavkirin
13:13 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Unal hat binçavkirin
11:52 Qeyûmê Amedê îhale dan şîrketên Konya û Enqereyê
10:08 Li Sûrê cenazeyek hat dîtin
09:27 Prz. Çîçek: Girtî bi baweriya azadiya fîzîkî ya Ocalan ketine grevê
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 73'yemîn de didome
09:04 5 sal in li cenazeyê Hacera xwe digere
09:03 Doza Qeyûmê Mêrdînê: Gava Yaman çûye tenê 1 TL di qaseyê de hiştiye
09:02 Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol derket
09:02 Jina ku ji bo zanistê têkoşiya: Marie Curie
09:02 Gulum: Êrîşên li ser HDP'ê nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye
09:01 Egîtîm Sen: Ne dersa bijarte, perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 ‘Daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê hiqûqî ye’
09:01 Jinên pêşengiya meha Xizir dikin: Duayên me ji bo aştiyê ne
09:01 Rojnameger Karataş dertê pêşberî dadger: Em ê rojnamegeriyê nedin darizandin
09:00 Pereyê ji bo daweta xwe kom kiriye dide kirê
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2021'AN
06/02/2021
19:24 108 kes mirin, 7 hezar û 897 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Hevseroka HDP'a Sûltangaziyê Zadsan hat girtin
17:17 4 kesên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:16 Komîsyona ÎHD: Girtiyên nexweş ne xistin teqwîma derzîkirinê
17:11 6 kesên li Semsûrê hatibûn kuştin hatin veşartin
14:50 ÎHD'ê faîlên Ayşenûr Şîmşekê pirsî
14:48 Hêj 12 salî bû binçav kirin û winda kirin
14:42 Li gorî rêjeya nifûsê derzîkirina herî kêm li bajarên herêmê tê kirin
14:11 88 rojnameger girtî ne
46 rojnameger hatin darizandin