Li gel şertên dijwar jî ew kevneşopiya koçeriyê didomînin

img

ŞIRNEX – Bi hewaya sar re koçerên ku ji zozanan daketin deştê bi rojên dijwar re rûbirû ne. Koçeran anî ziman ku li dijî hemû karûbar û jiyana dijwar jî ew dixwazin kevneşopiya koçeriyê bidomînin. 

Her sal li gel hatina demsala havînê koçerên ku berê xwe didin zozanên herî bilind, li gel sarbûna hewayî jî ji zozanên bilind tên li deştê bi cih dibin. Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê koçerên ku li ser riya Cizîr û Nisebînê koçeriyê dikin, bi hatina zivistanê re rojên dijwar derbas dikin. Koçeran diyar kir ku ew di şert û mercên herî giran de ji bo debarê û xwedîkirinê tedikoşin û di koçeriyê de demsala herî zehmet zivistan e. 
 
'HERÎ ZÊDE JIN DIWESTIN'
 
Hulya Kaymaz a ku bi salane koçeriyê dike anî ziman ku di koçeriyê de herî zêde jin zehmetiyê dikişînin û wiha axivî: "Em ji Sêrtê hatine. Beriya zivistanê li zozanan bûn. Lê li gel sarbûna hewayî me berê xwe da deştê. Ji payîzê vir ve em li vir in. Piştî ku li herêmê barînan destpê kir, zehmetiyên koçeriyê jî dest pê kirin. Em serê sibehê zû radibin, taştê didin zarokên xwe û pişt re jî em nan dipêjin. Heta êvaran em nasekinin. Heta ku zivistan xelas dibe karê me bi vî awayî didome. Lê di biharan de karê me xweş e. Ji paqijiya malê bigire heta dotina pez tev li ser milê me jinan e. Herî zêde em jin diwestin. Mêr tenê şivantiyê dikin, lê em her tiştî dikin. Ji dapir û bapîrên me heta niha em vî karî dikin, zehmetiyên wê gelek hene, lê bi rastî jî karek hêja ye. "
 
'DI KOÇERIYÊ DE DEMSALA HERÎ ZEHMET ZIVISTAN E'
 
Kaymaz anî ziman ku heger pez nebe ew nikarin debara xwe bikin û wiha domand: “Bi qasî tê bîra min em koçeriyê dikin. Lê demekî me navber da koçeriyê û me dev ji pez xwedîkirinê berda. Lê me pişt re dît ku wiha rêve naçe û me dîsa ji xwe re pez kirî û berê xwe da zozanan. Dema ku mirov karê xelkê dike zirar e. Ji ber wê jî bi salan e em vî karî dikin. Erê, raste di koçeriyê de demsala herî zehmet zivistan e, lê piştî ku  zivistan xelas dibe xweş dibe."
 
'HETA KU DINYA TARÎ DIBE EM DIXEBITIN'
 
Şivanê pez Reşît Kaymaz jî diyar kir ku di koçeriyê de bi her hatina zivistanê re ew bi zoriyan re rûbirû dimînin û got: “Demsala biharê em diçin zozanan. Li zozanan jî em 3-4 mehan dimînin. Di demsala payîzê de du mehan jî em di rê de dimînin. Lê di payîzan de koçerî ne zehmet e. Di zivistanan de jî em berê xwe didin herêma Sîlopî, Cizîr û Nisêbînê. Jiyana koçeriyê carna xweş e û carna jî tu xweşiya wê tune ye. Ji ber ku mirov di bin desthiladariya kesekî de nîne, koçerî xweş e. Lê em di şeveqê de radibin û heta dinya tarî dibe em bênavber dixebitin û ev jî yek nebaşiya wê ye. Zivistanan koçerî zehmet e, lê havînan ne zehmet e. Di zivistanan de herî, şilî heye û ji ber vê tu xweşiya wê tune ye. "
 
'XWEDÎKIRINA HEYWANAN PIR ZEHMET E'
 
Hiznî Kaymaz jî behsa zehmetiyên koçeriyê kir û wiha got: "Em ji Sêrtê hatine vir. Ji ber ku Sêrt pir germ e, havîna nayê kişandin û em berê xwe didin herêma Elkê û Colemêrgê.  Bi rastî jî xwedîkirina heywanan pir zehmet e. Her wiha heta ku em tên van deran jî em bi zoriyan re rûbirû dimînin. Zozanên van deran jî bi pirsgirêk in. Hin zozan hene zû şîn dibin û hin jî hene dereng şîn dibin. Her wiha di van salên dawî de zozan gelek biha kirine. Lê tevî hemû zor û dijwariyan jî di sedsala 21'emîn em kevneşopiya koçeriyê didomînin." 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 
 

Sernavên din

09/02/2021
14:23 Nûçegihanê me Dîndar Karataş hat berdan
14:15 Malbatê cenazeyê Leyla Kaya ji goristana Kilyosê wergirt
14:08 Polisan mudaxaleya bîranîna li Cizîrê kir
13:57 HDP dê li dijî tecrîdê li 3 bajaran meşê li dar bixe
13:53 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
13:33 ‘Daxwaza girtiyan daxwaza me ye’
13:09 Ji HDP’ê pêşniyarqanûna rakirina YOK’ê
13:01 Rojnamevan Kamer cara duyemîn hat beraetkirin
12:57 Bersûcê komkujiya Pirsûsê ‘peydakerê bombeya hatibû bikaranîn’ nas nekir
12:55 Akademîsyenên Bogazîçiyê carek din pişta xwe dan rektoriyê
11:47 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
10:48 Malbata Arslan ji bo cenazeyê li Sûrê hat dîtin serî li dozgeriyê da
10:41 Jinên siyasetmedar: Li dijî tecrîdê têkoşîneke giştî şert e
10:27 Saziyên jinan ji aliyê zilaman ve tên birêvebirin!
10:25 7 girtiyan xwestin ji Girtîgeha Şirnexê biçin Îmraliyê
10:11 3 sal in Tirkiye rapora GREVÎO’yê wernagerîne
09:47 Dr. Gokalp, sibê derdikeve peşberî dadger
09:37 Di çalakiyên şermezarkirina Melîh Bulu de 563 xwendekar hatin binçavkirin
09:06 ‘Deng bidin qîrîna li girtîgehan’
09:06 Malbat: Em li cem xizmên xwe yên girtî ne
09:06 Navenda Hêvî ya Mexmûrê li benda alîkariyê ye
09:06 Hevserokê Şaxa SES'ê Guldîken: Li herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e
09:06 Qeyûm di salekê de li heman cihî 3 caran dar çandine û rakirine
09:06 Cîgirê qeyûma careke din keça xwe kir karmend
09:06 Li Agiriyê kesên raya xwe dane AKP'ê: Savci golê avêt me
09:06 Kesê ku HDP û ÎHD'ê hedef nîşandabû, dozgeriyê ew parast
09:06 Bi beyanên 'şahidê nepen' îdianame hat amadekirin
09:06 Kelerima îsal bû para heywanan
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2021'AN
08:18 Greva birçîbûnê di roja 75'emîn de ye
08:04 Girtî: Gardiyanan bi dijwarî êrîşî me kirin û serê min li erdê xistin
07:44 Nivîskara Evrenselê Ayşen Şahin piştî îfade da hat berdan
07:36 33 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08/02/2021
20:54 Îro 8 hezar û 103 kes bi Covîd-19'ê ketin
17:10 Dadgehê derbarê 29 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê da
16:54 Meclîsa Jinan a KESK’a Amedê: Em ê qet serê xwe netewînin
16:32 Turk: Ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan xwedî rolek girîng e
16:00 Daxuyaniya BMG’ê polîsan asteng kir
15:52 KESK’ê xwest kedkarên îxrackirî vegerin ser karê xwe
15:42 Hejmara 11’emîn a Kovara Zrîngê derket
15:19 Li Dersimê ‘qedexeya walitiyê’ hat şermezarkirin
14:58 Li Şirnexê sînevîzyona komploya 15’ê Sibatê hat nîşandan
14:51 Koordînasyona Girtîgeha Mêrsînê: Sepanên kêfî zêde bûne
14:36 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em dest bi seferberiya edaletê dikin
14:30 Xwestin Dr. Gokalp serbest were berdan
14:21 ÎSÎG’ê rapora meha çile eşkere kir: 199 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:35 Zilamê Gonca Akbûlût qetil kir hat girtin
13:24 HDP’ê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin: Ji bo me edaleta rastî lazim e
13:24 Li Licê binçavkirina 9 kesan hat dirêjkirin
12:54 HDP kampanyeya xwe ya 'Destpêkê Edalet' aşker kir
12:46 Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê
12:37 SKB 8’ê Adarê bi greva jinan pêşwazî dike
12:06 Bernameya kampanya ‘Destpêkê Edalet’ a HDP’ê dest pê dike
12:05 Ji nivîskaran piştgiriya xwendekarên Bogazîçiyê : Em li cem berxwedanê ne
11:55 Li Amanosan dest bi operasyona eskerî hat kirin
11:43 Ji STO'yên li Amedê daxuyaniya greva birçîbûnê
10:25 Ahmet Şik: Ciwan axa mirî radikin
09:16 Greva birçîbûnê di roja 74'emîn de ye
09:03 Nûnerên rêxistinên çapemeniyê: Divê Dîndar Karataş serbest were berdan
09:03 ‘Polîsan xwest milên min bişkînin’
09:03 ‘Divê li dijî tecrîd û binpêkirinên mafan berteka civakî li pêş bikevin’
09:03 Porf. Sulikowski: Li Bogazîçiyê ne terorîzm berxwedan heye
09:03 Bîlmez: Neçûna CPT’iyê ya Îmraliyê kêmasiyek mezin e
09:01 26 sal in li hestiyê keça xwe digere
09:01 Qeyûmê Mêrdînê pere dane burokrat, endamên darazê, operasyon û AKP’iyan
09:00 ROJEVA 8'Ê ÇILEYA 2021'AN
07/02/2021
20:58 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Unal hat girtin
20:57 112 kesên din jî ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
20:56 Li Erdexanê jinek hat qetilkirin
17:56 Eskeran ciwanê 20 salî birîndar kir
16:14 HDP wê sibe starta kampanyeya “Ji bo her kesî edalet” bide
16:05 83 rêxistinên civakî piştgirî dan Zanîngeha Bogazîçî
15:49 Li Omeryan liv û tevgera eskerî dewam dike
15:16 Kesên hatin binçavkirin: Daxuyaniya Walî bê bingeh e
13:43 Xwendekara Mîmar Sînan Bûldag hat binçavkirin
13:13 Endamê Meclîsa Ciwanên HDP'ê Unal hat binçavkirin
11:52 Qeyûmê Amedê îhale dan şîrketên Konya û Enqereyê
10:08 Li Sûrê cenazeyek hat dîtin
09:27 Prz. Çîçek: Girtî bi baweriya azadiya fîzîkî ya Ocalan ketine grevê
09:05 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 73'yemîn de didome
09:04 5 sal in li cenazeyê Hacera xwe digere
09:03 Doza Qeyûmê Mêrdînê: Gava Yaman çûye tenê 1 TL di qaseyê de hiştiye
09:02 Hejmara ewil a Rojnameya Zarokan Solfasol derket
09:02 Jina ku ji bo zanistê têkoşiya: Marie Curie
09:02 Gulum: Êrîşên li ser HDP'ê nîşaneya bêçaretiya AKP'ê ye
09:01 Egîtîm Sen: Ne dersa bijarte, perwerdehiya bi zimanê zikmakî
09:01 ‘Daxwaza rakirina tecrîda li Îmraliyê hiqûqî ye’
09:01 Jinên pêşengiya meha Xizir dikin: Duayên me ji bo aştiyê ne
09:01 Rojnameger Karataş dertê pêşberî dadger: Em ê rojnamegeriyê nedin darizandin
09:00 Pereyê ji bo daweta xwe kom kiriye dide kirê
09:00 ROJEVA 7'Ê SIBATA 2021'AN
06/02/2021
19:24 108 kes mirin, 7 hezar û 897 kes jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Hevseroka HDP'a Sûltangaziyê Zadsan hat girtin
17:17 4 kesên li Licê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:16 Komîsyona ÎHD: Girtiyên nexweş ne xistin teqwîma derzîkirinê
17:11 6 kesên li Semsûrê hatibûn kuştin hatin veşartin
14:50 ÎHD'ê faîlên Ayşenûr Şîmşekê pirsî
14:48 Hêj 12 salî bû binçav kirin û winda kirin
14:42 Li gorî rêjeya nifûsê derzîkirina herî kêm li bajarên herêmê tê kirin
14:11 88 rojnameger girtî ne
46 rojnameger hatin darizandin