STENBOL - Nivîskara Rojnameya Evrenselê Ayşen Şahîn, bi hinceta agahî li ser medya civakî parve kirine, binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Şahîn piştî îfade da serbest hat berdan.
Polîsan şevê din Nivîskara Rojnameya Evrenselê Ayşen Şahîn, bi hinceta agahî li ser medya civakî parve kirine, binçav kirin. Şahîn agahiya binçavkirinê li ser hesabê xwe yê Twitter parve kir û got: "Hevalno polîs li ber derî ye. Min dibin Midûriyeta Polîsan a Vatan a Stenbolê. Ez niha cilê xwe diguherim û derdikevim."
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatih Polat jî diyar kir ku Şahîn birin Nexweşxaneya Alîkariya Ewil a Taksimê û dê wê bibin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.
Nivîskar Ayşen Şahîn piştî îfade da serbest hat berdan.