* Cotkar Abbas Baglan, îsal kelerim daniye. Lê ji ber ku nikaribûye bifiroşe, bêyî ku berhev bik, erdê xwe jinûve ajotiye. Baglan got: "Heya quweta me bigihêjê em ê vî karî bikin."
* Piştî salekê derbarê Hevseroka HDP'a Mêrdînê Perîhan Agaoglû û hevserokê bajêr ê berê Mûsa Alkan de îdianame hat amadekirin. Dozgeriyê îdianameya xwe spartiye beyanên "şahidê nepen" ku emniyet dike nake xwe nagihînê.
* Xwediyê Rojnameya Son Haberê Hamît Saçar, HDP'a Îskenderûnê û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê hedef girtibû. Derbarê Saçar de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Lê belê dozgeriyê derpêş kir ku li hemberî partî, komele û rêvebirên wan de tu êrîşeke fiîlî çênebûye û derbarê lêpirsînê de biryara neşopadinê da.
* Li Agiriyê welatiyan anî ziman ku şaredariya AKP'î rêyên wan paqij nake û got: "Savci Sayan digot, 'raya xwe bidin, em ê goleke xweş bavêjin.' Sayan, golê avêt me."
* Cîgirê qeyûmê Şaredariya Êlihê Adnan Yoruk, cardin keça xwe Sena Yorukê anî şaredariyê û kir karmend.
* Rêvebiriya qeyûm a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di salekê de li hin deverên bajêr sê caran dar çandin û rakirin.
* Hevserokê SES'ê yê Şaxa Amedê Şiyar Guldîken, bal kişand ser cihêkariya ji bo derziyên Covîd-19'ê û xwest pêvajoya derzîkirinê bi awayekî wekhev bê birêvebirin.
* Navenda Hêvî ya Otîzm û Sendroma Downê ya Kampa Mexmûrê, di şert û mercên dijwar de dixebite. Hevberdevkê navendê ji bo alîkariyê bang kir: "Em dixwazin her kes alîkariya Navenda Hêviyê bike."
* Nûrgul Tûrgal, xwişka Fîgen Şahîn ku berê 96 rojan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de mabû, bal kişand çalakiyên greva birçîbûnê yên cardin dest pê kirine û xwest berî ku mirin çêbibe daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.
* Bavê girtî Emre Can Demîr ê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye Hasan Demîr bang li her kesî kir ku deng bidin qîrîna li girtîgehan.
* Danişîna 18'emîn a doza derbarê 33 ciwanên di teqîna DAIŞ'ê ya li Pirsûsê canê xwe ji dest dabûn dê li Dadgeha Cezayê Giran a 5'emîn a Rihayê were lidarxistin. (10.00)
* Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe dê bi civînek çapemeniyê hûrguliyên kampanya "Destpêkê Edalet" a partiya xwe eşkere bike. (11.00)
* Li navçeya Artemêtanê ya Wanê HDP dê derbarê kampanya "Destpêkê Edalet" û grevên birçîbûnê û tecrîdê de daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)
* Odeyên Bijîşkan a Amedê dê têkildarî danişîna ewil a doza Dr. Şeyhmûs Gokalp a sibê were lidarxistin daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)
* Meclîsa Jinan a HDP'ê yên Edene û Mêrsînê û aktîvîstên TJA'yê dê li ber Girtîgeha Tarûsê daxuyanî bidin û balê bikişînin ser greva birçîbûnê. (13.00)
* Danişîna ewil a doza nûçegihanê me Dîndar Karataş dê li Dadgeha Cezayê Giran a 3'yemîn a Erziromê were lidarxistin. (13.30
* ÇAG, ÇHD, ÎHD û OHD dê derbarê lêgerîna tazî ya du jin li Îzmîrê pê re rûbirû mabûn li dozgeriyê gilî bikin û pişt re dê li ber Edliya Îzmîrê daxuyanî bidin çapemeniyê. (13.30)
* Rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan dê li ber Navenda Çandê ya Turkan Saylan daxuyanî bide çapemeniyê. (17.00)