‘Divê deriye aştiyê bi Îmraliyê bê vekirin’

  • rojane
  • 09:01 11 Sibat 2021
  • |
img

EDENE - Birayê Veysî Kaya ku li dijî tecrîda ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di sala 2006’an de agir berda bedena xwe û jiyana xwe ji dest da, Mûhîttîn Kaya xwest ku tecrîd bê bidawîkirin û wiha got: “Divê deriyê aştiyê bi Îmraliyê bê vekirin.”

Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan 22 sal in bê navber didome. Çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan da destpêkirin, di roja 77’an de didome. Di sala 2006 de li ser nûçeyên “hatiye jehrkirin û jiyana wî di xetereyê de ye” û tecrîdkirina Ocalan gelek çalakî hatibûn lidarxistin. Çalakiyeke xwedîderketinê ya ji bo Ocalan jî Veysî Kaya yê ereb ê 23 salî li dar xistibû. Kaya, ji bo ku tecrîda li ser Ocalan şermezar bike di 9’ê sibata 2006’an de li Edeneyê agir berdabû bedena xwe û di 28’ê sibata 2006’an de jiyana xwe ji dest dabû. Birayê Kaya, Mûhîttîn Kaya ku derbarê çalakiya grevê û tecrîdê de axivî, xwest ku tecrîda li Îmraliyê demildest bê bidawîkirin.
 
‘DIVÊ TIŞTEK BÊ KIRIN’
 
Kaya, diyar kir ku li dijî pêkanînên li ser Ocalan birayê wî agir berdaye bedena xwe û wiha got: “Birayê min weke erebekê di nav xebatên ciwanan û xebatên hemwelatibûna azad de cih girt. Xwişkeke min jî dema di nav têkoşîna kurd de cih digirt, di sala 1996’an de li Dersîmê di pêvçûnekê de jiyana xwe ji dest da. Birayê min kesekî ku her tim li dijî neheqiyan disekinî û têdikoşiya. Veysî weke ciwanekî ereb tecrîda li ser Ocalan û kurdan qebûl nekir û li dijî wê derket. Ji me re her tim felsefeya Ocalan vedigot. Veysi digot ‘divê li dijî tecrîdê tiştek bê kirin’. Li ser nûçeyên derbarê Ocalan ên “hatiye jehrkirin û jiyana wî di xetereyê de ye” de agir berda bedena xwe û dawî li jiyana xwe anî.”
 
‘EV ÇALAKÎ REXNEDAYÎNEKE’
 
Kaya, da zanîn ku birayê wî di xeta “Hûn nikarin roja me tarî bikin” de ji bo tecrîd û zextê bişikîne agir berdaye bedena xwe û wiha berdewam kir: “Cihê ku birayê min agir berda bedena xwe li pêş Komeleya Hemwelatiyên Azad ku li wir xebat bi rê ve dibirin bû. Bi xwe şewitandinê li dijî tecrîdê derket. Li nexweşxaneyê gotinên wî yên ewil ev bûn ‘Ez ne poşman im. Min ev çalakî ji bo tecrîda li ser Serok Apo were şikandin li dar xist. Ev çalakiya ku min li dar xistî hûn weke rexnedayînekê qebûl bikin ez ê kêfxweş bim'.” 
 
‘DIVÊ TECRÎD RABE’
 
Kaya, destnîşan kir ku ji bo mirov nemirin divê tecrîd bê rakirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ocalan Serokê gelê kurd û gelên Rojhilata Navîn e. Di kesayeta Ocalan de hemû civak di bin tecrîdê de ye. Di kesayeta Abdullah Ocalan ku 22 sal in di bin tecrîdê de ye gelê kurd bedelên gelek mezin dide. Çalakiya greva birçîbûnê ya girtîgehan ji bo şikandina tecrîdê berpirsyariyeke dîrokî ye. Gelê kurd bi salan e li dijî tecrîdê li ber xwe dide. Ji bo ku aştiyek were bedelên mezin hatin dayîn. Birêz Ocalan 22 sal in dixwaze aştiyek çêbibe. Tecrîd, bê ehlaqî û bê wijdanî ye. Tecrîd pirsgirêkan çareser nake berovajî kûr dike. Em dibêjin bila mirov nemirin, dayik negirîn êdî bes e. Divê tecrîd bê bidawîkirin û deriyê aştiyê bi Îmraliyê bê vekirin. Di vê bingehê de ji bo ku li Tirkiyeyê mirov nemirin divê berpirsyariyeke dîrokî bê girtin û bibin dengê edalet, azadî û hezkirinê. Dengê vê hezkirinê li Îmraliyê Birêz Abdulah Ocalan e.”
 
MA / Hamdullah Kesen
 

Sernavên din

11/02/2021
09:18 Çalakiya grevê di roja 77'an de berdewam dike
09:15 Dayikên girtiyan: Em bi zarokên xwe re ne, wê bi ser bikevin
09:01 Bi roj etar e, bi şev nivîskar e
09:01 Nerazîbûna ji bo biryara derbarê Somayê de: Edaletê di bin hezazê de hiştin
09:01 Ji malbata Halît Oral piştgiriya ji bo girtiyan
09:01 Tê gotin ku serê Gokçe Kûrbanê hatiye jêkirin
09:01 Çawîşê ku zarokê 18 mehî kuşt, xwe avêt bextê 'komployê'
09:01 Rojnamevan: Gel bi fikrên Ocalan azad dibin
09:01 ‘Divê deriye aştiyê bi Îmraliyê bê vekirin’
09:01 Welatî ji fatureyên ceyranê yên hurgîlî di wan de tunene bi gazind in
09:01 Karataş ê hat berdan: Ne dozger bû qey te digot edîtor e
09:00 ROJEVA 11'Ê SIBATA 2021'AN
10/02/2021
23:54 Li Garê 2 esker mirin
20:49 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 93
17:35 Komeleya Aştiyê ya 10’ê Cotmehê hat damezrandin
16:53 Bayindir: Ev sedsal wê bibe sedsala gelê Kurd
16:09 Dr. Gokalp hat berdan
16:02 Bernameya kampanya ‘ji bo jinan edalet’ diyar bû
15:50 Ji Zanîngeha Galatasarayê piştevaniya ji bo Bogazîçiyê
15:49 Bi hezaran dar kirin qurbana înşaetê
15:29 Danişîna Dr. Gokalp dest pê kir
15:03 Meclîsa Jinan a HDP’ê kampanya ‘Ji bo Jinan Edalet’ da destpêkirin
14:08 Jinan bertek nîşanî astengiya polîsan da: Em ê ji bo girtiyan qîr bikin
13:54 5 xwendekar bi hinceta nivîsandinên li ser dîwaran hatin binçavkirin
13:34 Çalakiya akademîsyenên Bogazîçiyê didome
13:26 9 sal ceza li Hevseroka HDP’a Rezanê ya berê hat birîn
13:06 Wê jin di 5’ê adarê de li Kadikoyê bin
12:52 Meha 64’emîn a 10’ê Cotmehê: Me edalet nedît
12:11 Zema nan amedî bi hêrs kirin
12:11 Kerestecîoglû: Rejîma qeyûm pirsgirêka me hemûyan e
11:27 Girtiya nexweş Tenzîle Acar bi nexweşîna jana zirav ket
11:22 Li Geliyê Teyarê operasyona leşkeri dest pê kir
11:06 Piştî 20 salan DMME’yê Tirkiyeyê mehkûm kir
10:17 Hevşaredar 8 meh in di hefsa malê de ne: Li holê îdianame nîne
09:49 5 welatên YE’yê: Komîteya Destûra Bingehîn a Sûriyeyê bi ser neketiye
09:35 Koma 16'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:10 Mehmet Ocalan: Gotin 'Em ê biqedînin, nehêlin', lê fikirên wî li seranserê cîhanê belav bûn
09:09 Dayikên Laçikspî: Divê deriyên Îmraliyê vebin
09:08 'Li Behra Reş zemîna cinayetê tê amadekirin'
09:07 Piştgiriya Neîll û Cox ji bo berxwedana Bogazîçiyê: Bi hêz û sebr bin
09:06 Tarim Orkam-Sen: Em dikarin 60 hezar darî bi xelasê bixin
09:06 Hunermend: Greva birçîbûnê têkoşîna rûmeta mirovahiyê ye
09:05 Diyanetê xwest, qeyûm jî qebûl kir: Wê bi 22 milyonan du qurs bên çêkirin
09:04 Çima Ocalan kirin armanc?
09:00 ROJEVA 10'Ê SIBATA 2021'AN
09/02/2021
19:20 98 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:29 Nûçegihanê me Karataş ji girtîgehê derket
16:57 Hiqûqnasan bertek nîşanî lêgerîna tazî dan
16:34 Danişîna zilamê faîlê îstîsmara zayendî hat taloqkirin
15:56 Birîna ciwanê ku eskeran ew birîndar kir giran e
15:38 Meclîs Jinan a HDP'ê li Şirnexê kampanya ‘Destpêkê Edalet’ da destpêkirin
15:15 11 sal şunde derbarê kuştina Mehmet Ûytûn ê 16 mehî de doz hat vekirin
14:43 BMG: Pergala qesrê her ku digevize têk diçe
14:23 Nûçegihanê me Dîndar Karataş hat berdan
14:15 Malbatê cenazeyê Leyla Kaya ji goristana Kilyosê wergirt
14:08 Polisan mudaxaleya bîranîna li Cizîrê kir
13:57 HDP dê li dijî tecrîdê li 3 bajaran meşê li dar bixe
13:53 Ji parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtinê
13:33 ‘Daxwaza girtiyan daxwaza me ye’
13:09 Ji HDP’ê pêşniyarqanûna rakirina YOK’ê
13:01 Rojnamevan Kamer cara duyemîn hat beraetkirin
12:57 Bersûcê komkujiya Pirsûsê ‘peydakerê bombeya hatibû bikaranîn’ nas nekir
12:55 Akademîsyenên Bogazîçiyê carek din pişta xwe dan rektoriyê
11:47 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat binçavkirin
10:48 Malbata Arslan ji bo cenazeyê li Sûrê hat dîtin serî li dozgeriyê da
10:41 Jinên siyasetmedar: Li dijî tecrîdê têkoşîneke giştî şert e
10:27 Saziyên jinan ji aliyê zilaman ve tên birêvebirin!
10:25 7 girtiyan xwestin ji Girtîgeha Şirnexê biçin Îmraliyê
10:11 3 sal in Tirkiye rapora GREVÎO’yê wernagerîne
09:47 Dr. Gokalp, sibê derdikeve peşberî dadger
09:37 Di çalakiyên şermezarkirina Melîh Bulu de 563 xwendekar hatin binçavkirin
09:06 ‘Deng bidin qîrîna li girtîgehan’
09:06 Malbat: Em li cem xizmên xwe yên girtî ne
09:06 Navenda Hêvî ya Mexmûrê li benda alîkariyê ye
09:06 Hevserokê Şaxa SES'ê Guldîken: Li herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e
09:06 Qeyûm di salekê de li heman cihî 3 caran dar çandine û rakirine
09:06 Cîgirê qeyûma careke din keça xwe kir karmend
09:06 Li Agiriyê kesên raya xwe dane AKP'ê: Savci golê avêt me
09:06 Kesê ku HDP û ÎHD'ê hedef nîşandabû, dozgeriyê ew parast
09:06 Bi beyanên 'şahidê nepen' îdianame hat amadekirin
09:06 Kelerima îsal bû para heywanan
09:00 ROJEVA 9'Ê SIBATA 2021'AN
08:18 Greva birçîbûnê di roja 75'emîn de ye
08:04 Girtî: Gardiyanan bi dijwarî êrîşî me kirin û serê min li erdê xistin
07:44 Nivîskara Evrenselê Ayşen Şahin piştî îfade da hat berdan
07:36 33 kesên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
08/02/2021
20:54 Îro 8 hezar û 103 kes bi Covîd-19'ê ketin
17:10 Dadgehê derbarê 29 siyasetmedaran de biryara dewama girtinê da
16:54 Meclîsa Jinan a KESK’a Amedê: Em ê qet serê xwe netewînin
16:32 Turk: Ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan xwedî rolek girîng e
16:00 Daxuyaniya BMG’ê polîsan asteng kir
15:52 KESK’ê xwest kedkarên îxrackirî vegerin ser karê xwe
15:42 Hejmara 11’emîn a Kovara Zrîngê derket
15:19 Li Dersimê ‘qedexeya walitiyê’ hat şermezarkirin
14:58 Li Şirnexê sînevîzyona komploya 15’ê Sibatê hat nîşandan
14:51 Koordînasyona Girtîgeha Mêrsînê: Sepanên kêfî zêde bûne
14:36 Hevserokên Giştî yên HDP’ê: Em dest bi seferberiya edaletê dikin
14:30 Xwestin Dr. Gokalp serbest were berdan
14:21 ÎSÎG’ê rapora meha çile eşkere kir: 199 karkeran jiyana xwe ji dest dane
13:35 Zilamê Gonca Akbûlût qetil kir hat girtin