Çawîşê ku zarokê 18 mehî kuşt, xwe avêt bextê 'komployê'

  • rojane
  • 09:01 11 Sibat 2021
  • |
img

AMED - Çawîşê bi navê Hakan A., Mehmet Ûytûnê 18 mehî kuştibû. Piştî kuştina Ûytûn bi 11 salan Çawîş Hakan A., hatibû darizandin. Hakan A., di îfadeya xwe de ji bo fîşeka gazê ya li cihê bûyeri jî parast ku kesên dilxerab fîşeka gazê danîne wir. 

 
Di 9'ê Cotmeha 2009'an de li navçeya Cizîr a Şirnexê Mehmet Ûytûnê 18 mehî gava di hemêza dêya xwe de di xew de bû, hatibû kuştin. Ji ber kuştina Ûytûn, Çawîş Hakan A. tê darizandin. Çawîş Hakan A. di îfadeya xwe de parast ku wî bera dîwar daye. Her wiha Hakan A. ji bo fîşeka gazê ya li cihê bûyerê hatiye dîtin jî derpêş kir ku hin kesên dilxerab xwestina komployê lê bigerînin û fîşek danîn wir. 
 
Piştî ku dosyeya dozê ji Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) hat, Dozgeriya Komarê ya Cizîrê cardin lêpirsîn dabû destpêkirin. Piştî 11 salan îdianame hatibû amadekirin. Di îdianameyê de gumanbar ÇAwîş Hakan A. bi sûcê "kuştinê" tê tawanbarkirin. 
 
Di danişîna li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 1'emîn a Cizîrê de, hatiye diyarkirin ku roja bûyerê bi boneya salvegera 9'ê Cotmehê, ku di vê dîrokê de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hatibû derxistin, çalakî hatine lidarxistin û ji ber vê li derdora Daîreya Bacê ya Cizîrê cendirme hatine bicihkirin. Di îdianameyê de hatiye bilêvkirin ku di dema çalakiyan de fîşeka gazê li Mehmet Ûytûn ketiye û hatiye tespîtkirin ku fîşeka gazê aydê çeka cendirmeyekî bûye. Her wiha di îdianameyê de îfadeya dayik Kevzer Ûytûn jî cih girtiye. 
 
‘DI HEMÊZA MIN DE BÛ' 
 
Kevzer Ûytûn jî di îfadeya xwe de diyar kir ku kurê wê li şaneşînê bûye û ji ber ku şihitiye dilê wê dibe ku bikeve rahiştiye wî û ew xistiye hêza xwe. Ûytûn, aniye ziman ku gava tam wê têketa hundir fîşekek gazê hatiye li serê kurê wê ketiye û ew fîşek pengiziye çûye ketiye hundirê kîsikê nan. 
 
Çawîş Hakan A. jî di îfadeya xwe de derpêş kiriye ku ji bo qeleblaxî belav bibe bera dîwar daye û fîşeka ku li dîwar ketiye pengiziye çûye li nav rê ketiye û gava qelebalixî belav bûye jineke  di hemêza wê de zarokeke umrê wî li dor du salan daketiye kuçeyê û qîriyaye. 
 
RAPOR 
 
Piştî bûyerê fîşeka gazê ji Midûriyeta Laboratûvarê ya Krîmînalê ya Polîsan a Amedê re hatiye şandin. Midûriyetê di 17'ê Sibata 2010'an de raporek amade kiriye û diyar kiriye ku kapsula ku tê gotin li cihê bûyerê hatiye dîtin ji tivingeke bi tambûr hatiye avêtin. 
 
DESTÛRA JI BO LÊPIRSÎNÊ 
 
Di îdianameyê de hatiye diyarkirin ku di 17'ê Tîrmeha 2012'an de ji bbo lêpirsîn bê destpêkirin destûr ji Qeymeqamtiya Cizîrê hatiye xwestin, lê belê qeymeqamtiyê bi hinceta ku delîl kêm in destûra lêpirsînê nedaye. Di îdianameyê de hatiye bibîrxistin ku piştî vê serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn A(YM) hatiye dayîn û piştî ku AYM'ê biryara binpêkirinê daye, lêpirsîn hatiye destpêkirin. 
 
'KESÊN DILXERAB DANÎN WIR'
 
Di îdianameya hatiye amadekirin de Çawîş Hakan A. di îfadeya xwe de diyar kiriye ku li cihê bûyerê ji xeynî wî bi tu kesî re çeka gazê tune bûye. Lê belê Hakan A. cardin jî derpêş kiriye ku ew fîşeka li serê Ûytan ketiye ne aydê wî ye, komplo lê hatiye gerandin û gotiye: " Kesên dilxerab fîşeka gazê danîne wir. "
 
Di îdianameyê de hatiye xwestin ku ji 2 salan heya 6 salan ceza li Çawîş Hakan A. bê birîn. 

Sernavên din

15/02/2021
13:25 Karkerê ji qata 8’an ket jiyana xwe ji dest da
13:20 Tirkiyeya ji bo eskerên xwe tiştek nekir, ji bo eskerê îsraîlê bû qasid
13:00 ÎHD: Li Garê sûcê şer hatiye kirin
12:47 Li gelek bajaran polisan bi ser malan de girtin: 45 kes hatin binçavkirin
12:31 Jinên cîhanê ji bo Ocalan name ji CPT re şandin
12:08 Heso Îbrahîm: Li derdora Şengalê tevgera leşkerî zêde bûye
12:08 TJA: Heta tecrîd neyê hilweşandin azadî nayê
11:30 Di doza Ozgur Gundemê de 21 sal ceza hat birîn
10:51 Mêran li Manisa 2 jin kuştin
10:36 Li Şirnexê 10 kes hatin binçavkirin
10:29 Polîsan tecawizî wê kir û xwişka wê derb kirin
10:19 Li Bazîdê 13 kes hatin binçavkirin
10:00 Polîsê di operasyona Garê de jiyana xwe ji dest daye berê hatiye îxrackirin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 81'an de ye
09:01 Remza aştî û evînê: Sêva Mêxekrêj
09:01 Vîna Ocalan banga têkoşînê ye
09:01 Nûsrettîn Maçîn: AKP-MHP bi cenazeyên leşkeran siyaset dikin
09:00 Bulbul: Baweriya elewîtiyê rêûresmê xwe ji xwezayê digire
09:00 Leyla Guven: Wê bi qebûlkirina daxwazên girtiyan civak aram bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2021'AN
14/02/2021
23:13 Li Wanê 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
22:00 Ji kesên li Dîlokê hatibûn binçavkirin 11 jê hatin berdan
19:13 Li Êlihê 4 kes hatin berdan
18:59 Derbarê Kaya û Gergerlîoglû de lêpirsîn Garê dan destpêkirin
17:31 HDP: Divê îqtîdar ji bo operasyona Garê hesab bide
17:25 Kaya: Heqîqet evqas tên berovajîkirin
16:41 Akademîsyenên Oxfordê: Qeyûm jahrkirina demokrasiyê ye
16:13 Walî navê polîs û eskerên li Garê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir
15:42 Platforma Demokratîk: Tev li şermezarkirina 15'ê sibate bibin
14:57 Yaylali: Operasyona Garê komkujî ye
14:56 Polîsan li Wanê 27 kes binçav kirin
14:55 Karsazekî xebatkara xwe ya jin a endezyar derp kir
12:36 Li Amedê operasyona medya civakî: 7 binçavkirin
12:35 Li Aydinê jinên HDP’î hatin binçavkirin
12:24 Cerdevanan êrişî êzidiyê ku xwest vegere gundê xwe kirin
11:36 Leşker û polisên di destê HPG’ê de di Operasyona Garê de jiyana xwe ji dest dan
11:06 Li Samsûnê zilamekî jinek kuşt
11:03 Polisan li Êlihê 7 kes binçav kirin
10:42 Turkdogan: Ji bo makeqanûna Demokratîk divê tecrîd rabe
09:37 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 80'yan de ye
09:10 MED-DER: Em kurdî bigihînin zarokan
09:09 Daristanên mayî yên Stenbolê jî dixin ber îmarê
09:09 Rewşa girtiya ku bi weremê ketiye xirab dibe
09:08 Piştî 2 salan teşxîskirina polîsên îşkencekar dest pê kir
09:07 ‘Ocalan bi berxwedana li zindanê komplo pûç kir'
09:06 'Em ê bi bedena xwe li dor zindanan bibin xelek'
09:06 Dengbêjî jiyana wî ya tarî ronî dike
09:06 Rojnivîska Berxwedana Kobanê: Ji çavên fermandarekî
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2021'AN
13/02/2021
20:43 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 377
16:38 Şaredarê Stenbolê yê berê Kadîr Topbaş wefat kir
16:21 Êrişî şaredarê AKP’yî hat kirin
16:20 Jina ku îtîrafkarê fîrarî ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê derket
16:05 Derbarê komeleyên bi KHK’ê hatibûn girtin de lêpirsîn: Biryara binçavkirina 60 kesan dan
15:35 ÎHD: Rayedar girtiyê nexweş ê 62 salî derman nakin
15:26 Girtîgeha Tarsûsê 5 girtî sewq kirin
15:13 Tanboga yê bûye 30 kîlo serbest berdin
14:31 Xizmên eskerên di destê PKK'ê de: Operasyonan rawestînin
14:26 Afîşên 'Ji Bo Her Kesî Edalet’ bi êrişê re rûbirû man
14:03 Li Stenbolê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
13:55 Ji bo Cemîl Îvrendî yê nexweş banga berdanê hat kirin
13:52 Dayikên Şemiyê kujerê Ridvan Karakoç ê 26 sal berê hat kuştin pirsîn
13:35 Sînem Bedirxan: Kurdistanek azad bi yekîtiya kurdan mimkin e
13:23 Polîsan endamê HDP'ê Dal binçav kir
13:11 QSD: Tirkiye bi êrişan vejîna DAIŞ’ê amade dike
12:57 Komên çekdar li Serêkaniyê dest avêtin jineke Ereb
12:49 Li 3 bajaran pêla operasyonê: Bi dehan kes hatin binçavkirin
12:48 Faîlên ku li Hesekê 2 jin kuştin hatin girtin
12:28 'Kontrayên dewletê Mehmet kuşt'
12:17 Piştî 11 salan bersûcên Çetîn hatin cezakirin
11:56 Li ser êzdiyatiyê 5 pirtûkên nû hatin çapkirin
11:17 Ciwanên HDP'ê li dijî tecrîdê bi meşaleyan meşiyan
11:15 Li Çinarê ji ber şerê malbatan 12 kes hatin girtin
11:04 Ocalan her ku got aştî, şer hat spartin
10:51 Wezareta Dadê: Kesên kartên wan ên serokkomariyê tune bin, ne rojnamegerin
10:38 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 79'an de ye
09:57 Bariş: Divê her kes xwedî erk bin ku mafê Ocalan biparêzin'
09:15 'Girtî doza heq, edalet û hiqûqê dikin'
09:14 Nerazîbûna ji bo nêçîrkirin û kuştina 'Malê Xizir': Nekujin, heyf e, guneh e
09:14 Ciwanên di hepsa malê de ne: Cîhanê dengê ciwanên berxwedêr bihîst
09:13 Dilbahar: Ji bo kurdî helwesteke hîn zelaltir divê
09:12 Beştaş: Qanûna qala wê tê kirin dê ji bo Tirkiyeyê talûka mirinê be
09:11 Temellî: Li dijî tecrîdê têkoşîna neteweya demokratîk divê
09:10 Baş: Ma em ê çawa bi AKP'ê re Destûra Bingehîn nîqaş bikin?
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2021'AN
12/02/2021
21:22 97 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 ‘3’yemîn şerê cîhanê ewil li dijî Ocalan dest pe kir'
16:13 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat berdan
15:58 Karkeran Şaredariya Bakirkoyê dawetî masa TÎS'ê kir
15:47 Girtiyên PKK'î û PAJK'î: Bibin dengê berxwedana me
15:21 HDP’ê serî li AYM’ê da: Dev ji helwesta cihêkar berdin
15:20 Di çalakiya ‘rektorê qeyûm’ de 19 kes hatin binçavkirin
14:33 HDK'ê êrişên nifrînê şermezar kir
14:33 Ciwanê leşkeran ew birîndar kir: Piştî heqaretê gule berdan min
14:25 Girtiyên îşkence ragihandin xistin ber lêpirsînê
13:51 Dozger ji Melek Îpek re di nava 18- 24 salan de cezayê hepsê xwest
13:22 Li çoltera Şirnex û Sêrtê operasyon hat destpêkirin
12:38 HDP’ê xwest zagona TMK'ê bê guhertin
12:34 Îtîrafkarê JÎTEM’ê, Cîgira Ciwanên AKP'ê bi giranî birîndar kir
12:34 Polîsan li Kocaeliyê 13 HDPî binçav kirin