Fîncanci: Daxwazên girtiyan mafên mirovanî ne

  • rojane
  • 11:46 11 Sibat 2021
  • |
img
AMED - Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korur Fincanci, xwest daxwazên girtiyan pêk bên û wiha got: "Ev daxwazên girtiyan raste rast mafên mirovan eleqeder dikin. Wekî TTB'ê ev yek berpirsiyariya me ye jî."
 
Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê nêzî 22 salin bi tena serê xwe di hucreyê de tê girtin. Tecrîdkirina Ocalan her ku diçe girantir dibe. Li dijî tecrîdkirina Ocalan girtiyên siyasî ji 27'ê mijdarê heta niha dest bi greva birçîbûnê kirine. Çalakiya girtiyan 77 rojin didome. Gelek rêxistinên civakî û sivîl li dijî tecrîdê daxuyanî didin û dixwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Lê li gel bertekên li dijî tecrîdê zêde dibin jî heta niha rayedarên hikûmet û dewletê ji bo daxwazên girtiyan û çalakgeran tu daxuyanî nedane. 
 
Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) Şebnem Korur Fincanci, li ser tecrîdê û binpêkirina mafên girtiyan ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re axivî. 
 
Fincanci, anî ziman ku ji ber rê û rêbazên têkoşînê yên wekî din namînin, girtî li girtîgehan ji bo mafê xwe bixwazin dest bi greva birçîbûnê dikin û wiha got: "Girtî bi rêbaza  greva birçîbûnê hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Di vê pêvajayê de jî dewlet dibe xwedî helwestên cuda. Di salên 80'ê, 90'î û di navbera salên 1990-2000'an de dema girtî diketin greva birçîbûnê di navbera rayedarên dewletê û girtiyan de muzakere û diyalog dihatin kirin. Ji bo tenduristiya civakê ev muzakere nebe nabe ye. Di nava van diyalog û muzakereyan de rêveberên TTB'ê jî cih digirtin. Nûnerên TTB'ê diçûn girtîgehê û hekîmên serbixwe çavdêdî dikir. Heyeta ku di navde hekîmên oteyên tabiban hebûn piştî ziyaret û çavdêriyê rewş dinirxandin. Hem ji bo kesên ketine grevê divê li çi baldar bin û hem jî li ser rewşa grevê çalakger ronî dikirin. Lê piştî AKP hat ser îqtîdarê û şûnde mixabin tiştekî wisa tune ye. Herî dawî di sala 2000'an de wekî heyeta serbixwe û hekîmên odeyê çûn li girtîgehan me lêkolîn kir. Piştî wê îqtîdara AKP'ê tu xebatên wisa nekirin." 
 
Fincanci anî ziman ku ji ber şertên çalakiyê nayên amadekirin mirov jiyana xwe ji dest didin û wiha axivî: "Me dit ku hikûmet ji hemû muzakereyan re deriyê xwe girtiye. Me daxwazên xwe bi Wezareta Edaletê, Wezareta Karên Hundir re parve kir û me randewû xwest. Lê daxwazên me red kirin. Lê em ê dîsa daxwazên xwe yên randevûyê berdewam bikin. Em dibêjin bila girtî nekevin greva birçîbûnê. Lê ji xeynî greva birçîbûnê rê û rêbazên tekoşînê ji girtiyan re nayê hiştin. Ji ber vê yekê em dixwazin ku rê û rêbazên ku girtî daxwazên xwebînin ziman û parve bikin bên avakirin. Qadên ku daxwazên xwe bînin ziman bên vekirin. Hemû rêxistinên mafên mirovan, rêxistinên pîşeyi, ked û hiqûqê dixwazin daxwazên girtiyan li ber çavan bên girtin. 
 
Fîncanci, da zanîn ku Lijneya Mafên Mirovan a TTB’ê têkildarî van daxwazên girtiyan, hewl dide hin belgeyên ku karibe nirxandinê bike û daneyên rast kom bike xebatê dike û wiha got: "Vê sertemê zor û zahmetiya herî mezin pêvajoya şewbê ye. Girtî di şertên şewbê de çalakiyê berdewam dikin. Çalakiya girtiyan a di pêvajoya şewbê de rîskek mezin bi xwe re tîne. Divê pergala wan a fêrbûnê pir xurt be. Ji bo çalakiyê pêşniyarên me çûbûn. Me bi rêya parêzeran ragihand. Me xwest girtî pergala xwe ya fêrbûna bedenê xurt bikin. 
 
'HEMÛ CÎHAN DIZANE KU TECRÎD ÎŞKENCE YE' 
 
Fincanci, destnîşan kir ku li vî welatî mirov ji bo daxwaza edaletê dikevin grevê û wiha lê zêde kir: "Ji ber ku li vî welatî darizandina bi edalet û serbixwe tune ye. Dipirsin Dibêjin 'Ma mirov ji bo tecrîdê dikeve grevê? Hemû alem dizane ku tecrîd îşkence ye. Têkildarî vê yekê gelek belge hene. Ji ber vê yekê dikevin grevê. Em wekî hekîmlan, rewşa tenduristiya girtiyan dişopînin. Ji bo girtî daxwazên xwebînin ziman û bê bihîstin, divê parazvanên mafên mirovan çi ji destê wan tê bikin. Xwedî berpirsiyar in. Ev daxwazên girtiyan raste rast mafên mirovan eleqeder dike. Wekî TTB'ê berpirsiyariya me jî heye. Wekî rêxistinên pîşeyî û tendurisityê divê berpirsiyar tev bigerin." 
 
Fincanci, xwest ku mirov xwe bêçare nebîne û rêbazên bêtir bi bandor pêş bixin û neçarî ku bi betena xwe têbikoşe nebîne.
 
 

Sernavên din

15/02/2021
13:25 Karkerê ji qata 8’an ket jiyana xwe ji dest da
13:20 Tirkiyeya ji bo eskerên xwe tiştek nekir, ji bo eskerê îsraîlê bû qasid
13:00 ÎHD: Li Garê sûcê şer hatiye kirin
12:47 Li gelek bajaran polisan bi ser malan de girtin: 45 kes hatin binçavkirin
12:31 Jinên cîhanê ji bo Ocalan name ji CPT re şandin
12:08 Heso Îbrahîm: Li derdora Şengalê tevgera leşkerî zêde bûye
12:08 TJA: Heta tecrîd neyê hilweşandin azadî nayê
11:30 Di doza Ozgur Gundemê de 21 sal ceza hat birîn
10:51 Mêran li Manisa 2 jin kuştin
10:36 Li Şirnexê 10 kes hatin binçavkirin
10:29 Polîsan tecawizî wê kir û xwişka wê derb kirin
10:19 Li Bazîdê 13 kes hatin binçavkirin
10:00 Polîsê di operasyona Garê de jiyana xwe ji dest daye berê hatiye îxrackirin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 81'an de ye
09:01 Remza aştî û evînê: Sêva Mêxekrêj
09:01 Vîna Ocalan banga têkoşînê ye
09:01 Nûsrettîn Maçîn: AKP-MHP bi cenazeyên leşkeran siyaset dikin
09:00 Bulbul: Baweriya elewîtiyê rêûresmê xwe ji xwezayê digire
09:00 Leyla Guven: Wê bi qebûlkirina daxwazên girtiyan civak aram bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2021'AN
14/02/2021
23:13 Li Wanê 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
22:00 Ji kesên li Dîlokê hatibûn binçavkirin 11 jê hatin berdan
19:13 Li Êlihê 4 kes hatin berdan
18:59 Derbarê Kaya û Gergerlîoglû de lêpirsîn Garê dan destpêkirin
17:31 HDP: Divê îqtîdar ji bo operasyona Garê hesab bide
17:25 Kaya: Heqîqet evqas tên berovajîkirin
16:41 Akademîsyenên Oxfordê: Qeyûm jahrkirina demokrasiyê ye
16:13 Walî navê polîs û eskerên li Garê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir
15:42 Platforma Demokratîk: Tev li şermezarkirina 15'ê sibate bibin
14:57 Yaylali: Operasyona Garê komkujî ye
14:56 Polîsan li Wanê 27 kes binçav kirin
14:55 Karsazekî xebatkara xwe ya jin a endezyar derp kir
12:36 Li Amedê operasyona medya civakî: 7 binçavkirin
12:35 Li Aydinê jinên HDP’î hatin binçavkirin
12:24 Cerdevanan êrişî êzidiyê ku xwest vegere gundê xwe kirin
11:36 Leşker û polisên di destê HPG’ê de di Operasyona Garê de jiyana xwe ji dest dan
11:06 Li Samsûnê zilamekî jinek kuşt
11:03 Polisan li Êlihê 7 kes binçav kirin
10:42 Turkdogan: Ji bo makeqanûna Demokratîk divê tecrîd rabe
09:37 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 80'yan de ye
09:10 MED-DER: Em kurdî bigihînin zarokan
09:09 Daristanên mayî yên Stenbolê jî dixin ber îmarê
09:09 Rewşa girtiya ku bi weremê ketiye xirab dibe
09:08 Piştî 2 salan teşxîskirina polîsên îşkencekar dest pê kir
09:07 ‘Ocalan bi berxwedana li zindanê komplo pûç kir'
09:06 'Em ê bi bedena xwe li dor zindanan bibin xelek'
09:06 Dengbêjî jiyana wî ya tarî ronî dike
09:06 Rojnivîska Berxwedana Kobanê: Ji çavên fermandarekî
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2021'AN
13/02/2021
20:43 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 377
16:38 Şaredarê Stenbolê yê berê Kadîr Topbaş wefat kir
16:21 Êrişî şaredarê AKP’yî hat kirin
16:20 Jina ku îtîrafkarê fîrarî ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê derket
16:05 Derbarê komeleyên bi KHK’ê hatibûn girtin de lêpirsîn: Biryara binçavkirina 60 kesan dan
15:35 ÎHD: Rayedar girtiyê nexweş ê 62 salî derman nakin
15:26 Girtîgeha Tarsûsê 5 girtî sewq kirin
15:13 Tanboga yê bûye 30 kîlo serbest berdin
14:31 Xizmên eskerên di destê PKK'ê de: Operasyonan rawestînin
14:26 Afîşên 'Ji Bo Her Kesî Edalet’ bi êrişê re rûbirû man
14:03 Li Stenbolê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
13:55 Ji bo Cemîl Îvrendî yê nexweş banga berdanê hat kirin
13:52 Dayikên Şemiyê kujerê Ridvan Karakoç ê 26 sal berê hat kuştin pirsîn
13:35 Sînem Bedirxan: Kurdistanek azad bi yekîtiya kurdan mimkin e
13:23 Polîsan endamê HDP'ê Dal binçav kir
13:11 QSD: Tirkiye bi êrişan vejîna DAIŞ’ê amade dike
12:57 Komên çekdar li Serêkaniyê dest avêtin jineke Ereb
12:49 Li 3 bajaran pêla operasyonê: Bi dehan kes hatin binçavkirin
12:48 Faîlên ku li Hesekê 2 jin kuştin hatin girtin
12:28 'Kontrayên dewletê Mehmet kuşt'
12:17 Piştî 11 salan bersûcên Çetîn hatin cezakirin
11:56 Li ser êzdiyatiyê 5 pirtûkên nû hatin çapkirin
11:17 Ciwanên HDP'ê li dijî tecrîdê bi meşaleyan meşiyan
11:15 Li Çinarê ji ber şerê malbatan 12 kes hatin girtin
11:04 Ocalan her ku got aştî, şer hat spartin
10:51 Wezareta Dadê: Kesên kartên wan ên serokkomariyê tune bin, ne rojnamegerin
10:38 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 79'an de ye
09:57 Bariş: Divê her kes xwedî erk bin ku mafê Ocalan biparêzin'
09:15 'Girtî doza heq, edalet û hiqûqê dikin'
09:14 Nerazîbûna ji bo nêçîrkirin û kuştina 'Malê Xizir': Nekujin, heyf e, guneh e
09:14 Ciwanên di hepsa malê de ne: Cîhanê dengê ciwanên berxwedêr bihîst
09:13 Dilbahar: Ji bo kurdî helwesteke hîn zelaltir divê
09:12 Beştaş: Qanûna qala wê tê kirin dê ji bo Tirkiyeyê talûka mirinê be
09:11 Temellî: Li dijî tecrîdê têkoşîna neteweya demokratîk divê
09:10 Baş: Ma em ê çawa bi AKP'ê re Destûra Bingehîn nîqaş bikin?
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2021'AN
12/02/2021
21:22 97 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 ‘3’yemîn şerê cîhanê ewil li dijî Ocalan dest pe kir'
16:13 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat berdan
15:58 Karkeran Şaredariya Bakirkoyê dawetî masa TÎS'ê kir
15:47 Girtiyên PKK'î û PAJK'î: Bibin dengê berxwedana me
15:21 HDP’ê serî li AYM’ê da: Dev ji helwesta cihêkar berdin
15:20 Di çalakiya ‘rektorê qeyûm’ de 19 kes hatin binçavkirin
14:33 HDK'ê êrişên nifrînê şermezar kir
14:33 Ciwanê leşkeran ew birîndar kir: Piştî heqaretê gule berdan min
14:25 Girtiyên îşkence ragihandin xistin ber lêpirsînê
13:51 Dozger ji Melek Îpek re di nava 18- 24 salan de cezayê hepsê xwest
13:22 Li çoltera Şirnex û Sêrtê operasyon hat destpêkirin
12:38 HDP’ê xwest zagona TMK'ê bê guhertin
12:34 Îtîrafkarê JÎTEM’ê, Cîgira Ciwanên AKP'ê bi giranî birîndar kir
12:34 Polîsan li Kocaeliyê 13 HDPî binçav kirin