Ozguneş: Ji pergala birêz Ocalan ditirsin

  • rojane
  • 15:51 11 Sibat 2021
  • |
img

ŞIRNEX - Parlementerê HDP'ê Hasan Ozguneş di panela têkildarî tecrîdê de axivî û got: “Birêz Ocalan konfedaralîzma demokratîk ava dikir, ev jî ji wan re bû tirseke mezin. Ji pergala Ocalan tirsiyan. Ji ber wê komplo pêk anîn û tecrîd giran kirin."  

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Qilebanê derbarê tecrîd û çalakiyên grevên birçîbûnê de li avahiya xwe panel li dar xist. Di panelê de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hat daliqandin. Panelîstên panelê parlementerê HDP'ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş û Huseyîn Kaçmaz bûn. Endam û rêveberên HDP'ê yên navend û navçeyan tevlî panelê bûn. Panel bi deqîqeyeke rêzgirtinê destpêkir.
 
'MÎNAKA ÎMRALIYÊ LI TU DEVERÊN CÎHANÊ NINE' 
 
Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz mijara di qada hiqûqî de tecrîd nirxand û destnîşan kir ku di hiqûqê de tecrîd sucê mirovahiyêye û wiha axivî: "Di destûra bingehîn de mafê her girtiyekî heye ku bi malbata xwe re hevdîtinên telefonê bike. Her wiha mafê her girtiyekîye ku bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk bîne. Lê her kes dizane ku dema ku biryara komploya navnetewî hatiye dayîn, wê pêkanînên wê jî ji derveyî hiqûqê bên. Daxwaza netewdewletan ew bû ku birêz Ocalan îdam bikin û vê bikin mêriyetê. Bi vê planê xwestin ku di navbera gelên Rojhilata Navîn de dijminahiyê ava bikin. Lê sekna birêz Ocalan ev komplo pûç kir. Ji sala 1999'an heta niha dewleta Tirkiyeyê û dewletên desthilatdar bi girankirina tecrîdê yasayên xwe binpê dikin. Îro tecrîd ne tenê li Îmraliyê heye, li her deverên Tirkiyeyê heye. Mînaka Îmraliyê li tu deverên cîhanê nehatiye dîtin. Lê birêz Ocalan bi fikreke azad ev tecrîdê têk biriye."
 
'JI PERGALA OCALAN TIRSIYAN'
 
Pişt re Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî. Ozgûneş jî bal kişand ser armanca komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Dema ku dewleta Sovyet têk çû, dewletên emperyalîst rabûn gotin, hewceye ku ji bo NATO xwe ser lingan bigire neyarek ji wan re hewce dike. Heta niha neyarê wan Sovyet bû. Lê ew çûn. Rabûn pirtûkek dan nivîsandin û gotin şerê medeniyetan. Şerê medeniyetan jî çibû? Di dîrokê şerê îslam û xiristiyanan bû. Di şerê xaceperestan de gotin, cîhan hemû bû kapîtalîst, pêwîste ku em Rojhilata Navîn ji xwe re weke dijmin nîşan bidin. Gotin, hewceye ku îslam bi me re be û em wan bi rêve bibin. Em şer bikin, çekan biforoşine, şer bikin bajarên wan xerab bikin. Pişt re em faîz bidin wan û bibêjin em ê riyên we çêbikin. Weke Musul û Helebê wê dît. Wê demê birêz Ocalan ji wan re got, ‘Me bi sedan salan Rojhilata Navîn bi împaratorî bi rêve bir. Werin em weke dewletên Rojhilata Navîn rê nedin dewletên kapîtalîst. Heger hûn bixwazin ku em li Rojhilatanavîn pergaleke demokratîk ava bikin, em dikarin li dijî dewletên Ewropayî bisekinin’. Birêz Ocalan riyeke însanî nîşanî wan hemûyan da Ji Kadafî re, Saddam re name şand. Di heman demê de bi Beşar Esad re yek û yek têkiliya wî hebû. Lê guh nedanê. Nikarîn xwe ji jehra dewletên netewperestan rizgar bikin. Desthilatdariyê ev hêzên Rojhilata Navîn har kirin. Encamên vê jî giran bûn. Birêz Ocalan konfedaralîzma demokratîk ava dikir, ev jî ji wan re bû tirseke mezin. Ji pergala Ocalan tirsiyan. Ji ber wê komplo pêk anîn û tecrîdê giran kirin."
 
Panel bi dirûşmeya "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.
 
 

Sernavên din

15/02/2021
13:25 Karkerê ji qata 8’an ket jiyana xwe ji dest da
13:20 Tirkiyeya ji bo eskerên xwe tiştek nekir, ji bo eskerê îsraîlê bû qasid
13:00 ÎHD: Li Garê sûcê şer hatiye kirin
12:47 Li gelek bajaran polisan bi ser malan de girtin: 45 kes hatin binçavkirin
12:31 Jinên cîhanê ji bo Ocalan name ji CPT re şandin
12:08 Heso Îbrahîm: Li derdora Şengalê tevgera leşkerî zêde bûye
12:08 TJA: Heta tecrîd neyê hilweşandin azadî nayê
11:30 Di doza Ozgur Gundemê de 21 sal ceza hat birîn
10:51 Mêran li Manisa 2 jin kuştin
10:36 Li Şirnexê 10 kes hatin binçavkirin
10:29 Polîsan tecawizî wê kir û xwişka wê derb kirin
10:19 Li Bazîdê 13 kes hatin binçavkirin
10:00 Polîsê di operasyona Garê de jiyana xwe ji dest daye berê hatiye îxrackirin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 81'an de ye
09:01 Remza aştî û evînê: Sêva Mêxekrêj
09:01 Vîna Ocalan banga têkoşînê ye
09:01 Nûsrettîn Maçîn: AKP-MHP bi cenazeyên leşkeran siyaset dikin
09:00 Bulbul: Baweriya elewîtiyê rêûresmê xwe ji xwezayê digire
09:00 Leyla Guven: Wê bi qebûlkirina daxwazên girtiyan civak aram bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2021'AN
14/02/2021
23:13 Li Wanê 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
22:00 Ji kesên li Dîlokê hatibûn binçavkirin 11 jê hatin berdan
19:13 Li Êlihê 4 kes hatin berdan
18:59 Derbarê Kaya û Gergerlîoglû de lêpirsîn Garê dan destpêkirin
17:31 HDP: Divê îqtîdar ji bo operasyona Garê hesab bide
17:25 Kaya: Heqîqet evqas tên berovajîkirin
16:41 Akademîsyenên Oxfordê: Qeyûm jahrkirina demokrasiyê ye
16:13 Walî navê polîs û eskerên li Garê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir
15:42 Platforma Demokratîk: Tev li şermezarkirina 15'ê sibate bibin
14:57 Yaylali: Operasyona Garê komkujî ye
14:56 Polîsan li Wanê 27 kes binçav kirin
14:55 Karsazekî xebatkara xwe ya jin a endezyar derp kir
12:36 Li Amedê operasyona medya civakî: 7 binçavkirin
12:35 Li Aydinê jinên HDP’î hatin binçavkirin
12:24 Cerdevanan êrişî êzidiyê ku xwest vegere gundê xwe kirin
11:36 Leşker û polisên di destê HPG’ê de di Operasyona Garê de jiyana xwe ji dest dan
11:06 Li Samsûnê zilamekî jinek kuşt
11:03 Polisan li Êlihê 7 kes binçav kirin
10:42 Turkdogan: Ji bo makeqanûna Demokratîk divê tecrîd rabe
09:37 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 80'yan de ye
09:10 MED-DER: Em kurdî bigihînin zarokan
09:09 Daristanên mayî yên Stenbolê jî dixin ber îmarê
09:09 Rewşa girtiya ku bi weremê ketiye xirab dibe
09:08 Piştî 2 salan teşxîskirina polîsên îşkencekar dest pê kir
09:07 ‘Ocalan bi berxwedana li zindanê komplo pûç kir'
09:06 'Em ê bi bedena xwe li dor zindanan bibin xelek'
09:06 Dengbêjî jiyana wî ya tarî ronî dike
09:06 Rojnivîska Berxwedana Kobanê: Ji çavên fermandarekî
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2021'AN
13/02/2021
20:43 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 377
16:38 Şaredarê Stenbolê yê berê Kadîr Topbaş wefat kir
16:21 Êrişî şaredarê AKP’yî hat kirin
16:20 Jina ku îtîrafkarê fîrarî ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê derket
16:05 Derbarê komeleyên bi KHK’ê hatibûn girtin de lêpirsîn: Biryara binçavkirina 60 kesan dan
15:35 ÎHD: Rayedar girtiyê nexweş ê 62 salî derman nakin
15:26 Girtîgeha Tarsûsê 5 girtî sewq kirin
15:13 Tanboga yê bûye 30 kîlo serbest berdin
14:31 Xizmên eskerên di destê PKK'ê de: Operasyonan rawestînin
14:26 Afîşên 'Ji Bo Her Kesî Edalet’ bi êrişê re rûbirû man
14:03 Li Stenbolê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
13:55 Ji bo Cemîl Îvrendî yê nexweş banga berdanê hat kirin
13:52 Dayikên Şemiyê kujerê Ridvan Karakoç ê 26 sal berê hat kuştin pirsîn
13:35 Sînem Bedirxan: Kurdistanek azad bi yekîtiya kurdan mimkin e
13:23 Polîsan endamê HDP'ê Dal binçav kir
13:11 QSD: Tirkiye bi êrişan vejîna DAIŞ’ê amade dike
12:57 Komên çekdar li Serêkaniyê dest avêtin jineke Ereb
12:49 Li 3 bajaran pêla operasyonê: Bi dehan kes hatin binçavkirin
12:48 Faîlên ku li Hesekê 2 jin kuştin hatin girtin
12:28 'Kontrayên dewletê Mehmet kuşt'
12:17 Piştî 11 salan bersûcên Çetîn hatin cezakirin
11:56 Li ser êzdiyatiyê 5 pirtûkên nû hatin çapkirin
11:17 Ciwanên HDP'ê li dijî tecrîdê bi meşaleyan meşiyan
11:15 Li Çinarê ji ber şerê malbatan 12 kes hatin girtin
11:04 Ocalan her ku got aştî, şer hat spartin
10:51 Wezareta Dadê: Kesên kartên wan ên serokkomariyê tune bin, ne rojnamegerin
10:38 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 79'an de ye
09:57 Bariş: Divê her kes xwedî erk bin ku mafê Ocalan biparêzin'
09:15 'Girtî doza heq, edalet û hiqûqê dikin'
09:14 Nerazîbûna ji bo nêçîrkirin û kuştina 'Malê Xizir': Nekujin, heyf e, guneh e
09:14 Ciwanên di hepsa malê de ne: Cîhanê dengê ciwanên berxwedêr bihîst
09:13 Dilbahar: Ji bo kurdî helwesteke hîn zelaltir divê
09:12 Beştaş: Qanûna qala wê tê kirin dê ji bo Tirkiyeyê talûka mirinê be
09:11 Temellî: Li dijî tecrîdê têkoşîna neteweya demokratîk divê
09:10 Baş: Ma em ê çawa bi AKP'ê re Destûra Bingehîn nîqaş bikin?
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2021'AN
12/02/2021
21:22 97 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 ‘3’yemîn şerê cîhanê ewil li dijî Ocalan dest pe kir'
16:13 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat berdan
15:58 Karkeran Şaredariya Bakirkoyê dawetî masa TÎS'ê kir
15:47 Girtiyên PKK'î û PAJK'î: Bibin dengê berxwedana me
15:21 HDP’ê serî li AYM’ê da: Dev ji helwesta cihêkar berdin
15:20 Di çalakiya ‘rektorê qeyûm’ de 19 kes hatin binçavkirin
14:33 HDK'ê êrişên nifrînê şermezar kir
14:33 Ciwanê leşkeran ew birîndar kir: Piştî heqaretê gule berdan min
14:25 Girtiyên îşkence ragihandin xistin ber lêpirsînê
13:51 Dozger ji Melek Îpek re di nava 18- 24 salan de cezayê hepsê xwest
13:22 Li çoltera Şirnex û Sêrtê operasyon hat destpêkirin
12:38 HDP’ê xwest zagona TMK'ê bê guhertin
12:34 Îtîrafkarê JÎTEM’ê, Cîgira Ciwanên AKP'ê bi giranî birîndar kir
12:34 Polîsan li Kocaeliyê 13 HDPî binçav kirin