Wezareta Dadê: Kesên kartên wan ên serokkomariyê tune bin, ne rojnamegerin

  • rojane
  • 10:51 13 Sibat 2021
  • |
img

WAN - Dadgeha Bilind ji bo serlêdana takekesî ya nûçegihanê me Cemîl Ûgûr ji Wezareta Dadê nêrîn xwest. Wezareta Dadê jî, di bersiva da de, îdîa kir ku girtina wî ne ji ber 2 gundiyên ji helîkopterê hatine avêtin e û kesên kartên wan ên Serokkomariyê tune bin, ne rojnamegerin.

 
Di 11’ê îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê leşkerên ku derketibûn operasyonê welatiyên bi navê Osman Şiban û Servet Tûrgût binçav kiribûn û piştre îşkence li wan kiribûn û wan ji helîkopterê avêtibûn. Ji welatiyan Servet Tûrgût piştî demekê ji ber îşkenceya ku lê hatibû kirin û ji helîkopterê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest da û Osman Şiban jî ji ber îşkenceya lê hatiye kirin hê jî nexweş e û nikare tevger bike.
 
Parêzerên nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Abî û rojnameger Nazan Sala yên di 9’ê Cotmehê de ji ber ku Osman Şiban û Servet Tûrgût ê jiyana xwe ji dest da, yên li navçeya Şaxê ya Wanê ji aliyê eskerên derketibûn operasyonê ve hatibû binçavkirin, piştî îşkenceya li wan hatibû kirin, ji helîkopterê hatibûn avêtin kiribûn nûçe hatin girtin, di 19’ê Mijdarê de ji bo berdana wan serî li Dadgeha Bilind (AYM) dan.
 
WEZARETÊ: NE ENDAMÊN ÇAPEMENIYÊ NE
 
AYM’ê, di 12’e Kanûnê de, têkildarî serlêdana parêzeran ji Wezareta Dadê nêrîn xwest. Serokatiya Daîreya Mafê Mirovan a girêdayî wezaretê, ji bo serlêdna takekesî ya Cemîl Ûgûr nêrîna xwe pêşkêşî AYM’ê kir.
 
Wezaretê, di nêrîna xwe de îdîa kir ku Ûgûr li cihê ku dixebitî û di telefona xwe de “propagandeya rêxistinê dikir” û “Ûgûr di çarçoveya fermanên KCK’ê de tevdiger, di nava pêkhateya hiyerarşî cih digire û bi wê ve girêdayiye.” Wezaretê, di nêrîna xwe de cih da biryara girtina Ûgûr û da zanîn ku kesên ku navê wan di dosyayê de derbas dibin, tu derbasdariya karta wan a çapemeniyê tuneye.
 
Wezaretê, di dewama vê nêrîna xwe de wiha got: “Serokatiya Ragihandina Serokkomariyê, tenê karta çapemeniyê dide wan kesên ku hemû şertê serokkomariyê bi cih tîne. Ji ber vê ev kes ne endamên çapemaniyê ne.”
 
Wezaretê, ji bo girtina Ûgûr jî got, “Derbarê wî de gumanên sûc ên bi hêz û delîlên bi bawer hene” û da zanîn ku girtina wî li gorî “pîvanê” ye.
 
NÛÇEYA ÎŞKENCEYA 2 GUNDIYAN
 
Wezaretê, diyar kir ku Ûgûr ne ji ber nûçeyên derbarê 2 gundiyan de, hatiye girtin û tu rastiya vê yekê tuneye. Wezaretê ji bo vê rewşê jî ev îdîa kir: “Kesê serî li we da, di 09.10.2020’an de, di lêpirsîna dozgeriyê û hizûra dadger de, îfadeya xwe daye. Di hemû lêpirsînên xwe de pirsa nûçeyên derbarê Osman Şîban û Servet Tûrgût de, nehatine kirine. Di 12.02.2020’an de, bi gumana ev kes cihê xwe di komîteya çapemeniya girêdayî rêxistina terorê ya biçek PKK/KCK’ê de cih digire, derbarê wî de lêpirsîn hatiye vekirin. Ji ber vê yekê ev kes hatiye girtin û îdîaya ji ber nûçeyên çêkirine hatiye girtin ne raste.”
 
PARÊZERAN LI DIJÎ NERÎNA WEZARETÊ NERÎN DAN AYM'Ê 
 
Parêzerên Komeleya Xebatkarên Hihûq û Medyayê (MLSA) ku di heman demê de parêzeriya Ugur dikin, li dijî nerina Wezaretê nerîn dan Dadgeha Destûra Bingehîn. Parêzeran anîn ziman ku Ugur ji ber xebatên rojnamegeriyê hatiye girtin û Tirkiye di milê mafên mirovan de pir lawaz e. Parêzeran Tirkiye ji bo rojnamegeran wekî girtîgeha herî mezin a cîhanê pênase kirin. Parêzeran da zanîn ku bi îlana OHAL'e re zextên li ser çapemenî û rojnamegerên Kurd zêdetir bûne û bêtir kesên li dijî îqtîdarê muxalifiye dike bêtir dibe hedef. 
 
Parêzeran bersîv da gotina Wezaretê ya “Ugur ne rojnameger e." û wiha gotin: "Kesek rojnameger be an ne rojnameger be, bi krîterên Wezareta Ragihandinê ya Serokomariyê nayê diyarkirin. Wezaret nikare vê yekê diyar bike. Kesek xwedi kart be an ne xwedi kart be ne şertên ewil ên rojnamegiriye ye. Li gorî zagona bi dîroka 14/12/2018'an û hêjmara 30625'an a Rojnameya Fermî ne pêwist e kes xwedî kart be. Ji ber vêyekê wezaret nikare diyar bike ku kesek rojnameger e an ne rojnameger e. 
 
Parêzeran anîn ziman ku Cemîl Ugur di Şaxa  Wanê ya Şîrketa Bazirganî, nasîn, weşan û Çapemeniyê ya Ajansa Mezopotamya de rojnamegeriyê dike û wiha gotin: "Dîsa bi dehan nûçe çêkirine. Ev nûçeyên çêkirine li ser malpera înternetê hatine weşandin. Her kes dikare bi hêsanî xwe bigine van nûçmeyan." 
 
 
MA / Gokhan Altay
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/02/2021
09:06 Rojnivîska Berxwedana Kobanê: Ji çavên fermandarekî
09:00 ROJEVA 14'Ê SIBATA 2021'AN
13/02/2021
20:43 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 377
16:38 Şaredarê Stenbolê yê berê Kadîr Topbaş wefat kir
16:21 Êrişî şaredarê AKP’yî hat kirin
16:20 Jina ku îtîrafkarê fîrarî ew birîndar kiribû ji nexweşxaneyê derket
16:05 Derbarê komeleyên bi KHK’ê hatibûn girtin de lêpirsîn: Biryara binçavkirina 60 kesan dan
15:35 ÎHD: Rayedar girtiyê nexweş ê 62 salî derman nakin
15:26 Girtîgeha Tarsûsê 5 girtî sewq kirin
15:13 Tanboga yê bûye 30 kîlo serbest berdin
14:31 Xizmên eskerên di destê PKK'ê de: Operasyonan rawestînin
14:26 Afîşên 'Ji Bo Her Kesî Edalet’ bi êrişê re rûbirû man
14:03 Li Stenbolê herî kêm 20 kes hatin binçavkirin
13:55 Ji bo Cemîl Îvrendî yê nexweş banga berdanê hat kirin
13:52 Dayikên Şemiyê kujerê Ridvan Karakoç ê 26 sal berê hat kuştin pirsîn
13:35 Sînem Bedirxan: Kurdistanek azad bi yekîtiya kurdan mimkin e
13:23 Polîsan endamê HDP'ê Dal binçav kir
13:11 QSD: Tirkiye bi êrişan vejîna DAIŞ’ê amade dike
12:57 Komên çekdar li Serêkaniyê dest avêtin jineke Ereb
12:49 Li 3 bajaran pêla operasyonê: Bi dehan kes hatin binçavkirin
12:48 Faîlên ku li Hesekê 2 jin kuştin hatin girtin
12:28 'Kontrayên dewletê Mehmet kuşt'
12:17 Piştî 11 salan bersûcên Çetîn hatin cezakirin
11:56 Li ser êzdiyatiyê 5 pirtûkên nû hatin çapkirin
11:17 Ciwanên HDP'ê li dijî tecrîdê bi meşaleyan meşiyan
11:15 Li Çinarê ji ber şerê malbatan 12 kes hatin girtin
11:04 Ocalan her ku got aştî, şer hat spartin
10:51 Wezareta Dadê: Kesên kartên wan ên serokkomariyê tune bin, ne rojnamegerin
10:38 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 79'an de ye
09:57 Bariş: Divê her kes xwedî erk bin ku mafê Ocalan biparêzin'
09:15 'Girtî doza heq, edalet û hiqûqê dikin'
09:14 Nerazîbûna ji bo nêçîrkirin û kuştina 'Malê Xizir': Nekujin, heyf e, guneh e
09:14 Ciwanên di hepsa malê de ne: Cîhanê dengê ciwanên berxwedêr bihîst
09:13 Dilbahar: Ji bo kurdî helwesteke hîn zelaltir divê
09:12 Beştaş: Qanûna qala wê tê kirin dê ji bo Tirkiyeyê talûka mirinê be
09:11 Temellî: Li dijî tecrîdê têkoşîna neteweya demokratîk divê
09:10 Baş: Ma em ê çawa bi AKP'ê re Destûra Bingehîn nîqaş bikin?
09:00 ROJEVA 13'Ê SIBATA 2021'AN
12/02/2021
21:22 97 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:43 ‘3’yemîn şerê cîhanê ewil li dijî Ocalan dest pe kir'
16:13 Endamê meclîsa şaredariyê yê HDP’î hat berdan
15:58 Karkeran Şaredariya Bakirkoyê dawetî masa TÎS'ê kir
15:47 Girtiyên PKK'î û PAJK'î: Bibin dengê berxwedana me
15:21 HDP’ê serî li AYM’ê da: Dev ji helwesta cihêkar berdin
15:20 Di çalakiya ‘rektorê qeyûm’ de 19 kes hatin binçavkirin
14:33 HDK'ê êrişên nifrînê şermezar kir
14:33 Ciwanê leşkeran ew birîndar kir: Piştî heqaretê gule berdan min
14:25 Girtiyên îşkence ragihandin xistin ber lêpirsînê
13:51 Dozger ji Melek Îpek re di nava 18- 24 salan de cezayê hepsê xwest
13:22 Li çoltera Şirnex û Sêrtê operasyon hat destpêkirin
12:38 HDP’ê xwest zagona TMK'ê bê guhertin
12:34 Îtîrafkarê JÎTEM’ê, Cîgira Ciwanên AKP'ê bi giranî birîndar kir
12:34 Polîsan li Kocaeliyê 13 HDPî binçav kirin
12:21 Pêngava duyemîn a komployê berdewama tecrîdê ye
Parêzer Yurekli: Sekna Ocalan a 22 salan polîtîkayên tecrîdê pûç dike
11:55 Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr hat berdan
11:45 Flîmên ji bo xelata Heyva Zêr bikevin pêşbirkê hatin eşkerekirin
11:37 Scholey: Azadiya Ocalan wê çareseriya mayînde bîne
11:11 Ji Weşanên Aryenê 3 pirtûkên nû derketin
10:36 Cendirmeyan bi ser gundên kurdan de girt: 7 kes binçav kirin
10:36 Rêveberê EMEP’ê yê Meletiyê hat binçavkirin
09:32 Aktîvîstên TJA’yê: Heta tecrîd bişkê û azadî pêk were divê têkoşîn
09:26 Ji ber santrala Ermenîstanê, li Îdirê rêjeya pençeşêrê zêde dibe!
09:23 Hevseroka HDP’ê ya Qersê hat binçavkirin
09:01 Şahîn: Ji bo hiqûq pêk bê, mirov dimirin
09:01 'Îqtidar bi sansurê ser sûcên xwe dinixumîne'
09:01 Tahdeya cinsî: Armanc hilweşandina berxwedana civakî ye
09:01 Serokê KKP'ê Çîftyurek: Tecrîd, perçeyek polîtîkaya şer e
09:01 Cenazeyê Ayşe Bayram nadin malbatê
09:01 'Girtî di qawîşa karantînayê de bi şewbê dikevin'
09:01 Hem cezayê hepsa malê birîn, hem jî şertê îmzeavêtinê danîn ber wê
09:01 Rojnamevan Eliyas: Piştî serdana Tirkiyeyê DAIŞ li herêmê çalak bû
09:00 ROJEVA 12'Ê SIBATA 2021'AN
08:50 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 78'an de berdewam dike
11/02/2021
21:15 Li Dersimê 12 pezkovî kuştine
20:12 Îro 94 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:02 Welatiyê 65 salî Yildiz girtin
17:33 Bayindir: Heke tecrîd neşikê wê polîtîkayên heyî bidomin
16:36 Komîsyona ÎHD’ê ya Jinan: Lêgerîna tazî îşkence ye
16:03 HDP’ê ji bo sûriyeyiyên hatine revandin Lêkolîna Meclisê xwest
15:58 Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Dersimê: Em bi hev re bihêz dibin
15:51 Ozguneş: Ji pergala birêz Ocalan ditirsin
15:32 Berberoglû dîsa bû parlamenter
15:30 Sancar: Dijderketina tecrîdê parastina aştiyê ye
15:12 Doza rojnamevan Aydin hat taloqkirin
14:52 Zilamek li Hatayê hevjîna xwe kuşt
14:52 ÎHD'a Amedê 'Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan a Sala 2020'an eşkere kir
14:41 Operasyona Garê li binkeya PDK'ê tê koordînekirin
13:54 'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'
13:53 Eskeran welatiyê 65 salî binçav kirin
13:52 Xwendekar dê mijara îşkeneyê bibin darazê
13:36 Yuksekdag ji doza ‘Heqaret li Serokkomar kiriye’ hat beraetkirin
13:30 Hîndekaran astengî nas nekirin: Em ê nirxên xwe biparêzin
13:22 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê dîsa serlêdan kirin
13:06 Çîçek hat berdan
12:10 Kampa polîs, esker û endamên MÎT’ê lê tên ragirtin hat bombebarankirin!
11:49 HDP çû serdana DEVA’yê: Pêdivî bi hêza yekîtiyê heye
11:46 Fîncanci: Daxwazên girtiyan mafên mirovanî ne
11:27 Hiqûqnas: Ji bo ku tecrîd bê bidawîkirin têkoşîneke giştî şert e
10:42 'Hûn nikarin roja me tarî bikin'
10:20 Hem di hefsa malê de ye hem jî divê biçe qereqolê îmzeyê!