EDENE – Ji Girtîgeha Tarsûsê 5 girtî hefteya bihûrî sewqî Girtîgeha Bunyana Kayseriyê û Girtîgeha Akhîsara Manîsayê hatin kirin.
Ji Girtîgeha Tarsûsa Mêrsînê 5 girtî sewqî du girtîgehên cuda hatin kirin. Girtî Gokhat Çetîn û 2 girtiyên navê wan nehat hînbûn sewqî Girtîgeha Bunyana Kayseriyê ya Tîpa T kirin û girtî Vedat Bektaş û Selahattîn Ortaç jî sewqî Girtîgeha Akhîsara Manîsayê ya Tîpa T kirin. Girtî bi rêya telefonê agahî dan malbatên xwe û wan xistine qawîşên karantînayê. Hêceta sewqa girtiyan jî nehat zanîn.