* Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, anî ziman ku heger daxwazên girtiyên di greva birçîbûnê de bên qebûlkirin, dê tevahiya cvakê rihet bibe û wê tevkariyê li demokratîkbûyîna welêt bike. Guven, destnîşan kir ku berî ku tabût ji girtîgehan derkevin demildest divê daxwaz bên qebûlkirin û ji bo vê her kes bi awayekî çalak rola xwe bilîze.
* Parlamenterê HDP’ê Nûsrettîn Maçîn, bi bîr xist ku di destê PKK’ê de leşker û polis hene û ev tişt got: “Ji ber ku dixwazin careke din piştgiriya kesên nîjadperest bigirin, bi taybetî êrişî van desteserkiriyan dikin. Dema ku cenazeyên leşkeran tên AKP-MHP bi van cenazeyan siyaset dikin.”
* Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul, diyar kir ku Xizir tê wateya guhertin, dewrdaîm û jinûve bûnê û got ku baweriya elewîtiyê rêûresmê xwe ji xwezayê û guhêrbariya jiyanê digire.
* Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şenoglû, bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê û got ku vîna Ocalan banga têkoşîna topyekûn e.
* Kevneşopiya Sêva Mêxekrêj ku di dîroja kurdan de remza aştî û evinê ye, ji nifşan derbasî nifşan dibe û zindîbûna xwe diparêze.
* ÎHD, dê têkildarî operasyona Garê û kuştina 13 eskeran li navenda giştî daxuyaniyê bide çapemeniyê. (11.00)
* Rêxistinên HDP'ê dê li gelek bajaran daxuyaniyê bide çapemeniyê û 15'ê Sibatê şermezar bikin. (12.00-13.00)
* Dê 3'emîn danişîna doza kujerê Pinar Gultekin Cemal Metin Avci li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Muglaye bidome. (13.30)
*Rêxistina HDP'ê ya Amedê de bi tevlêbûna hevserokên DBP'ê û wekilên HDP'ê kampanya "Destpêkê Edalet" bi dirûşmeya “Ji tecrîdê re bes e, ji bo jiyanê edalet" li pêş avahiya DBP'ê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê û Meclîsa Dayikên aştiyê ziyaret bikin. (14.00)