Gergerlîoglû: Ewlehiya canê min bi gefan re rûbirû maye

  • rojane
  • 10:24 16 Sibat 2021
  • |
img

ENQERE - Ji ber parvekirina têkildarî operasyona Garê ya TSK’ê de derbarê Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû de lêpirsîn hat destpêkirin. Gergerlîoglû da zanîn ku ew di mijara ewlehiya canê xwe de bi gefan re rûbirû maye. 

H3ezên Çekdar ên Tirk (TSK) di 10’ê Sibatê de li dijî devera Garê ya girêdayî Herêma Başûrê Kurdistanê de operasyon li dar xistibû û di vê operasyonê de 13 leşker, polîs û endamên MÎT’ê yên desteserkirî jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatên van 13 kesan gelek caran serdana Meclîsê kiribûn û xwestin ji bo zarokên wan gav werin avêtin. Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû têkildarî 13 kesan di hesabê xwe yê meyda civakî de peyamek belav kiribû û gotibû: “Xwedê rehma xwe li wan bike. Xemgîn im, xwezî me li ser vê axê ji bo hewldanên xwe yên çareserî û aştiyê bersivek bidîta. Ji leşkerek desteserkirî du sal û nîv berê wiha digot. Kî dibe bila bibe divê bijiya, bi mirinê çareserî nabe, divê em însanên xwe bidin jiyandin.” Ji ber vê parvekirinê derbarê Gergerlîoglû de lêpirsîn hat destpêkirin.
 
‘KONSEPTA ÎQTIDAR Û DEWLETÊ YE’  
 
Gergerlioglû anî ziman ku têkildarî van leşker, polîs û endamên MÎT’ê bi salan e ji bo wî serlêdan tên kirin û ew mijarê ji nêz ve dişopand û got: “Ez wek mirovek ji bo vê yekê bi aştiyane bigihînim encamê gelek xemgîn im. Ji ber vê yekê parvekirina ewilî min kir. Pişt re jî ji ber ku min rastiyê got, min kirin hedef. Beriya niha jî ev rewşên wiha qewimîbûn. Qet nebe encamek hatibû bidestxistin. Malbatên wan demek dirêj bû li bendemayîna wan bûn. Beyanên malbatan pir eşkere ye û 6 sal bûn perîşan bûbûn. Diçûn her cihî. Du caran bi serokkomar re hevdîtin kirine lê tiştek jê derneketiye. Her tim gotine ‘bisekinin’. Li deriyê her partiyê jî dan lê deriyek vekirî nedîtibûn. Dikaribin wan sax teslîm bigirin. Nexwê ne li gorî konsepta dewlet û îqtîdara niha ye û rabûne tiştek wiha kirin. Çimkî niha ferasetek şer serdest e û di encamê de jî tiştek wiha xemgîn qewimî.” 
 
‘EZ LI ÇARESERIYÊ DIGERIYAM’ 
 
Gergerlîoglû yê bi nasnameya xwe ya parêzvaniya mafê mirovan û di heman demê de endamê Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê ye wiha got: “Her tim min digot wê ev pirsgirêk çawa çareser bibe. Min li meseleyê dipirsî, lêkolîn dikir, ketim pey meseleyê û dema min bûyera mirinê bihîst jî li dijî îqtidarê hêrsa min çêbû. Min du tweet belav kir. Bi tu awayî min heqaret li kesî nekir. Bêyî heqaret bikim min rewşê vegot û dikaribûn canê van însanan rizgar bikin. Min peyamek mirovî da. Lê ji ber van tweetên min qiyamet rabû. Derbarê min de kampanyaya lînçê dan destpêkirin. Gefan li min xwarin û heqaret li min kirin. Em di vî derbarî de karûbarên hiqûqî yên pêwîst dikin. Lê belê me kirine hedef. Qey meriv dibêje min sûcek kiriye derarê min de lêpirsîn dan destpêkirin. Di kî dera tweeta min de sûc heye? Bi temamî tweetek mirovî û wîjdanî ye. Min xemsariyê rexne kiriye. Lê dîsa jî min kirin armanc û parlamenteriya min asteng dikin. Di warê ewlehiya canê xwe de ez bi gelek gefan re rûbirû mame. Em di rewşek wiha de parêzvaniya mafê mirovan dikin. Kî dibe bila bibe em mafê wan ê mirovî diparêzin.” 
 
MA / Dîren Yûrtsever
 

Sernavên din

16/02/2021
16:20 Li Geverê çalakiya komploya 15’ê Sibatê
16:16 Serlêdana daxwaza hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
15:42 Polîsan mudaxileyî jinên zanîngehê kir
15:21 Li Mûşê 2 jin hatin girtin
15:17 7 hezar û 80 TL cezayê pere li seroka TTB’ê birîn
14:49 Şandeya Yekîtiya Neteweyî li Nisêbînê dest bi gera li Mêrdînê kir
14:31 Ji ber pere ji bavê xwe yê girtî re şandiye di bin çavan de ye
14:18 Derbarê rojnamevan Sancili û Kizilkaya de lêpirsîn
14:07 Ji Rojnameger Çoban re ceza hat xwestin
14:02 Sancar: Operasyona Garê komkujî ye
13:46 Gulistan Şaylemez berî ku bê qetilkirin serî li emniyetê daye
13:29 DFG: Cezayên doza Ozgur Gundemê nayên qebûlkirin
13:17 Walitiyê Şirnexê der barê teqîna Cizîrê de daxuyanî da
12:49 Ji bo rojnameger Bariştiran ceza xwestin
12:34 Li Dersimê ciwanek mirî hat dîtin
12:29 Li gundek Amedê koronaya bi mutasyonî hat tespîtkirin
12:03 Komîsyona 21’ê Sibatê: Em ji bo statûya zimanê kurdî kampanya îmzeyan didin destpêkirin
11:38 Doza serdegirtina Ozgur Gundem taloq bû
11:12 Huseyîn Ozcan ê bav û pîrika xwe kuşt hat girtin
10:48 Li Girtîgeha Duzceyê gardiyanan bi ser qawişan de girtin
10:24 Gergerlîoglû: Ewlehiya canê min bi gefan re rûbirû maye
09:56 Piştî 130 derbarê wan de dozname hat amadekirin
09:03 Jinên sosyalîst: Ji bo maf û azadiyan divê tecrîd bê rakirin
09:03 Ciwanên ku ji kurdî dûr ketine, dengbêjî bala wan nakişîne
09:03 Stenbolî: Erdogan Tirkiyeyê perîşan kiriye
09:03 'Dewlet dibêje bila esnafên biçûk bimire, ê mezin bijîn'
09:03 Xizmê girtî Bakir: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:03 Unal ê ku hat berdan: Helwesta me têkoşîn e
09:03 Ozmen ê êzidî ku nikare biçe gundê xwe: Ez ê bêdeng nemînim
09:03 Xeyala wan ew e ku rojek amûrên muzîkê ji bo xwe bikirin
09:00 ROJEVA 16'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 82'yan de ye
08:07 Hevseroka HDP'ê ya Qersê Subaşi hat girtin
15/02/2021
23:27 Li Hewlêrê teqîn
21:32 Li Cizîrê teqîneke dijwar
21:04 Li hember deriyê Edliyeya Amedê jinek hat kuştin
20:56 91 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:12 Li Stenbolê şermezarkirina 15'ê Sibatê: Em ê tecrîdê bişikînin
16:54 Li Rihayê jinek hat kuştin
16:05 Wezareta Karên Hundir: Li 40 bajaran 718 kes hatin binçavkirin
16:04 Li Êlihê 3 kesên din jî hatin berdan
15:47 Di 22’emîn salvegera komploye de ji Ocalan re azadî xwestin
15:04 Li Amedê protestoya 15’ê Sibatê
15:00 Qursên Quranê derveyî qedexê hatin hiştin
14:53 Serokê TUÎK’ê Şîrîn ji peywirê hat girtin
14:50 Hat xwestin Velî Yildiz were berdan
14:44 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Heta tecrîd bi dawî nebe demokratîkbûn nepêkan e
14:39 Zilamê ku tundî li endezyar Tosûn kiribû li ser bertekên zêde hat binçav kirin
14:20 Guven: Ne ji ber em sûçdar in, ji ber em Kurd in dadgeh vê biryarê dide
14:08 Li Êlihê polisan bi ser avahiyên HDP’ê de girt
13:40 Li gel berfê jî Akademîsyenan careke din pişta xwe da rektoriyê
13:26 Kayayê ku bi KHK’ê hatibû îxrackirin bi merasîma dewletê hat veşartin
13:25 Polîsan li Colemêrgê 8 kes binçav kirin
13:25 Karkerê ji qata 8’an ket jiyana xwe ji dest da
13:20 Tirkiyeya ji bo eskerên xwe tiştek nekir, ji bo eskerê îsraîlê bû qasid
13:00 ÎHD: Li Garê sûcê şer hatiye kirin
12:47 Li gelek bajaran polisan bi ser malan de girtin: 45 kes hatin binçavkirin
12:31 Jinên cîhanê ji bo Ocalan name ji CPT re şandin
12:08 Heso Îbrahîm: Li derdora Şengalê tevgera leşkerî zêde bûye
12:08 TJA: Heta tecrîd neyê hilweşandin azadî nayê
11:30 Di doza Ozgur Gundemê de 21 sal ceza hat birîn
10:51 Mêran li Manisa 2 jin kuştin
10:36 Li Şirnexê 10 kes hatin binçavkirin
10:29 Polîsan tecawizî wê kir û xwişka wê derb kirin
10:19 Li Bazîdê 13 kes hatin binçavkirin
10:00 Polîsê di operasyona Garê de jiyana xwe ji dest daye berê hatiye îxrackirin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 81'an de ye
09:01 Remza aştî û evînê: Sêva Mêxekrêj
09:01 Vîna Ocalan banga têkoşînê ye
09:01 Nûsrettîn Maçîn: AKP-MHP bi cenazeyên leşkeran siyaset dikin
09:00 Bulbul: Baweriya elewîtiyê rêûresmê xwe ji xwezayê digire
09:00 Leyla Guven: Wê bi qebûlkirina daxwazên girtiyan civak aram bibe
09:00 ROJEVA 15'Ê SIBATA 2021'AN
14/02/2021
23:13 Li Wanê 15’ê Sibatê hat şermezarkirin
22:00 Ji kesên li Dîlokê hatibûn binçavkirin 11 jê hatin berdan
19:13 Li Êlihê 4 kes hatin berdan
18:59 Derbarê Kaya û Gergerlîoglû de lêpirsîn Garê dan destpêkirin
17:31 HDP: Divê îqtîdar ji bo operasyona Garê hesab bide
17:25 Kaya: Heqîqet evqas tên berovajîkirin
16:41 Akademîsyenên Oxfordê: Qeyûm jahrkirina demokrasiyê ye
16:13 Walî navê polîs û eskerên li Garê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir
15:42 Platforma Demokratîk: Tev li şermezarkirina 15'ê sibate bibin
14:57 Yaylali: Operasyona Garê komkujî ye
14:56 Polîsan li Wanê 27 kes binçav kirin
14:55 Karsazekî xebatkara xwe ya jin a endezyar derp kir
12:36 Li Amedê operasyona medya civakî: 7 binçavkirin
12:35 Li Aydinê jinên HDP’î hatin binçavkirin
12:24 Cerdevanan êrişî êzidiyê ku xwest vegere gundê xwe kirin
11:36 Leşker û polisên di destê HPG’ê de di Operasyona Garê de jiyana xwe ji dest dan
11:06 Li Samsûnê zilamekî jinek kuşt
11:03 Polisan li Êlihê 7 kes binçav kirin
10:42 Turkdogan: Ji bo makeqanûna Demokratîk divê tecrîd rabe
09:37 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 80'yan de ye
09:10 MED-DER: Em kurdî bigihînin zarokan
09:09 Daristanên mayî yên Stenbolê jî dixin ber îmarê
09:09 Rewşa girtiya ku bi weremê ketiye xirab dibe
09:08 Piştî 2 salan teşxîskirina polîsên îşkencekar dest pê kir
09:07 ‘Ocalan bi berxwedana li zindanê komplo pûç kir'
09:06 'Em ê bi bedena xwe li dor zindanan bibin xelek'
09:06 Dengbêjî jiyana wî ya tarî ronî dike