Kîn û rika wan a ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye: Gelek doz, bi salan ceza

  • rojane
  • 09:06 17 Sibat 2021
  • |
img

STENBOL - Eren Keskîn û Înan Kizilkaya ku di doza Rojnameya Ozgur Gundemê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" ceza li wan hat birîn, bal kişandin ser bêhiqûqîtiya cezayê hatiye birîn û destnîşan kirin ku rik û kîna ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye. 

Di doza sereke ya Rojnameya Ozgur Gundemê de ku bi KHK'ê hatibû girtin, bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" 6 sal û 3 meh ceza li Hevgerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameyê Eren Keskîn û li Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya û bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" 2 sal û mehek jî ceza li Gerînendeyê Weşana Giştî Zana (Bilir) Kaya ku piştî Keskînê bûbû gerînendeyê weşanê, hat birîn. 
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û Midûrê Karên Nivîsan ê Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya nerazîbûna xwe ya ji bo cezayê navbirî anîn ziman. 
 
143 DOZ Û 17 SAL CEZA 
 
Keskîn, anî ziman ku ji roja ku Rojnameya Ozgur Gundemê dest bi weşana xwe kiriye heya niha parêzertiya rojnameyê kiriye. Keskîn, diyar kir ku Ozgur Gundem rojnameyeke wisa ye ku bi zext û zoriyên herî dijwar re rû bi rû maye û got: "Rojnameyeke ku bîranên min e. Apê Mûsa, Ferhat Tepe, rojnamevanên hatin kuştin, bombekirina rojnameyê... Hingî bi tiştên pir giran re rû bi rû ma, ji emcbûrî gelek caran navê xwe guherand." 
 
Keskîn, bilêv kir ku piştî ku rojnameyê di sala 2013'an de cardin bi navê Ozgur Gundemê dest bi weşana xwe kiriye, pêşniyaza Hevgerînendetiya Weşana Giştî lê hatiye kirin û wê jî bi dilxweşî qebûl kiriye. Keskîn got: "Ji lewra min tim werê hîs dikir ku ez deyndarê van rojnamevana me. Di pêvajoya aştiyê de qet doz li rojnameyê nekirin. Lê piştî ku ev pêvajo qediya, doz li ser dozê lê kirin. Ji xeynî doza sereke, derbarê min de 143 doz hene û 17 sal û 2 meh cezayê hepsê û 450 hezar TL jî cezayê pereyî heye." 
 
‘PÊVAJOYEKE DÛRÎ AQILAN' 
 
Keskîn, bilêv kir ku di doza sereke de jî ewilî bi xala 302'yan bi cezayê muebetê hatine darizandin û dû re veguheriye "endamtiya rêxistinê" û got: "Asoxîn bi endamtiya rêxistinê ceza birîn. Çi li gor Dadgeha Bilind çi jî li gor qanûnan, şert û mercên endamtiya rêxistinê hene. Ji bo ku bi endamtiya rêxistinê ceza bê birîn, divê ew kes bi telîmatan di nav rêxistinê de cih girtibe û vîna xwe teslîmî rêxistinê kiribe. Ji bo vê jî delîlên berbiçav divên. 30 sal in ez di nav tevgera mafên mirovan de me. Ji xeynî ÎHD'ê ne endama tu rêxistinê me. Cîhan hemû bi vê dizane. Ev, êdî tiştekî dûrî aqilan e. Fealiyetên rojnamevaniyê wekî endamtiya rêxistinê dihesibînin. Ev dûrî aqilan e. Ev, hem li dijî hiqûqa navxweyî ya Tirkiyeyê hem jî li dijî peymanên navneteweyî ye ku Tirkiyeyê îmze daniye binî wan. Nikarin kesî qaneh bikin. Lê mixabin pêvajoyeke werê dûrî aqilan heye. Bi tu hiqûq û bi tu feraseteke mafên mirovan nayê ravekirin. Lewma ji ber vê biryarê şaş nemam." 
 
‘NAÇIM' 
 
Keskîn, destnîşan kir ku bi pêvajoya tirsê tê xwestin ku mirov ji Tirkiyeyê birevin û got: "Dibêjin, heger hûn neçin hûn ê bên girtin. Lê ez naçim tu derî jî." 
 
'DENG Û BÊHNA BINDESTAN BÛ'
 
Midûrê Karên Nivîsan ê rojnameyê Înan Kizilkaya jî anî ziman ku ji roja ku darizandinê dest pê kiriye heya pêvajoya cezakirinê ne mimkun e ku mirov behsa hiqûqê bike. 
 
Kizilkaya, destnîşan kir ku ji lewra cezakirina Ozgur Gundemê tenê nayê cezakirina saziyekê û got: "Ev ceza, tê wateya cezakirina hemû gelên li axa Mezopotamyayê. Rojname dengê hemû gelên Anatolyayê û Mezopotamyayê bû. Deng û bêhna bindestan bû ku çapemeniya îqtidarê berê kadraja xwe nedida wan. Her wiha xwedî helwesteke demokratîk bû di warê vîna jiyana bi hev re ya gelê kurd. Di rojnamevaniyê de îşaret bi rastiyên Tirkiyeyê dikir. Lê belê piştî 7'ê Hezîranê, li hemberî çapemeniya ku li ber îqtidarê serî neditewand êrîşîne topyekûn dest pê kirin. Me jî nesîb ji van êrîşan girt." 
 
KÎN Û RIK NEQEDIYA 
 
Kizilkaya, bilêv kir ku ji dozên derbarê wan de jî tê fêmkirin ku kîn û rika îqtidarê ya ji bo Rojnameya Ozgur Gundemê neqediyaye û got: "Kîn û rikek wan heye ji bo çapemenia ku polîtîkayên wan dide ber lêpirsînê. Vê kîna xwe bi her awayî didin der. Cezakirina me, helwesteke faşîzan e ku tu delîleke wê ya berbiçav û hincetek wê ya hiqûqî tune ye. Ev tacîza darazê ye li hemberî çapemeniya kurd. Tiştên tên kirin di warê mafên mirovan de sûc in. Bi vî awayî dixwazin rojnameyê biqedînin. Tacîzeke darazê ye." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan - Rojîn Altay

Sernavên din

19/02/2021
12:12 Pekîn îtîraf kir ku MÎT’ê Komkujiya Parîsê kiriye
11:37 Jeffrey: Dê têkiliyên DYA û Tirkiye ne wekî serdema Trump bin
10:12 Kurtulan: Operasyona li Garê encama polîtîkaşên şer e
10:05 Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e
10:05 Operasyona li Amanosê hat bidawîkirin
09:42 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye
09:23 Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin
09:23 Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e
09:22 Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike
09:21 ‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek'
09:20 SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin
09:20 Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin
09:20 Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e
09:19 'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'
09:18 Girtî ye û 11 sal in platîn di lingê wî de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Betali bû sedema întîhara muzîkarekî
18/02/2021
21:16 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Hevserokê HDP’a Kerboranê yê berê hat girtin
16:36 Bûldan: Li dijî faşîzmê pêwîstî bi hevpariyê heye
16:31 Doza kuştina ciwanê ji Sûriyê hat taloqkirin
16:05 Du xwendekarên hatibûn revandin hatin dîtin
15:54 Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e
15:19 Sancar: Divê em li dijî şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin
15:15 Li Enqereyê ji sê xwendekaran agahî nayê wergirtin
14:48 DFG'ê rojnamevan Kiliç li ser gora wî ew bibîr anî
14:43 Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê hat betalkirin
14:34 Ji Demîrtaş daxuyaniya Garê: Ne HDP divê îqtidar hesab bide gel
14:29 HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir
13:50 Rojnamevan Kaya: Hevsengî çep zîvirî
13:46 Belgefîlma Nû Jîn carek din tê darizandin
13:36 Çalakiya xelkê Şengalê didome
13:28 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
13:22 328 rêxistinên civakî zanîngeha xweser xwestin
13:03 Nobeta akademîsyenan a li dijî Rektorê Qeyûm didome
12:51 Gergerlîoglû: Operasyona li Garê neserketî ye
12:48 AYM'ê biryar da ku tazminata manevî bidin rojnameger Kural
12:34 Dozger ji efserê Dîlek Kaya kuşt re cezayê muebbetê xwest
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:53 DEMDER ava bû: Dem, dema hînbûna kurdî ye
10:05 Li Amedê dubare berf bariya
09:58 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
09:52 13 jinên li Aydinê hatin binçavkirin hatin berdan
09:51 2 cerdevanên jinekê tacîz kiribûn hatin berdan
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 84'emîn de ye
09:18 Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman
09:17 Qeyûm pandemî kir hincet û xebatên jinan da sekinandin
09:17 AA'yê kort û koncalên taxên Geverê nedît
09:16 'Qedexekirina ziman zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî'
09:16 Di 19 salên AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin
09:16 Ji bo debara xwe bikin gûzan dişikînin
09:15 Hunermend: Şikandina tecrîdê şert û peywirek e
09:04 Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
09:03 Jiyanên nîvcomayî: Şerm
09:02 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN
08:03 Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir
17/02/2021
21:31 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li Şirnexê 25 kes hatin berdan
17:15 Girtiyê ku gelek hestiyên wî şikestî ne xwe derp kiriye!
17:01 Xebata yekîtiya neteweyî li Mehsert û Stewrê hat birêvebirin
16:39 Li Wanê 15 rojên din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:22 Bijîşkê ku muayeneya kelemçekirî red kiriye bi gefa cendirmeyan re rûbirû maye
16:12 Ji bo Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniya hevpar dan
15:35 Sancar: Em îtîfaqa edaletê ya li dijî zilmê ava bikin
15:35 Ji Ûca ji bo îqtidarê: Hûnê têk biçin
15:25 Li Amedê biryara zemkirina nan paş ve hat kişandin
15:24 Îmîr: Di şexsê Ocalan de Rojhilata Navîn di taritiyê de ye
15:06 Di qada xizmeta tenduristî û civakî de tundiya li ser jinan zêde bûye
15:01 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser greva birçîbûnê
14:53 Jinan bi tilîliyan polisan şeremzar kir
14:38 Partiyên siyasî: Hefsên malê diyarbûna tecrîda Îmraliyê ye
14:03 Axaftina bi Kurdî her diçe kêm dibe
13:58 Beştaş: Îqtidarê xwest ser sûcê xwe bigire lê nikare bigire
13:38 Temel sûc hesibandina nedayîna nûçeyên magazînê ji Gul pirsî
13:37 ESP ve SGDF: Sîxurî li endamê me tê ferzkirin
12:50 Hevserokên HDP'ê yên Êlihê hatin berdan
12:31 Çîvîroglu: Bi hatina Biden re piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê bi dawî bû
12:30 Li Sêrtê 7 kes hatin berdan
12:18 Parlamenterê PDK’ê ji ber koronayê wefat kir
10:59 CFWIJ: Rojnamegerên girtî berdin
10:56 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 83'emîn de ye
10:56 Li wargeha şengaliyan şewat derket
10:20 Kujerê Gulistan Şaylemez hat girtin
10:16 Nivîskar Zîbechî: Ramanên Ocalan li pêşiya demê ne
10:04 Ozbudun: Divê muxalefet li ser rêgezên hevpar deklarasyonê biweşîne
09:50 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nedîtine cih dane şîroveyan
09:06 Tiştên li dû rojnamevan Kiliç man
09:06 Redkarê wijdanî Bektaş: Li Tirkiyeyê şer bi mîlîtarîzmê tê kirin
09:06 Kîn û rika wan a ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye: Gelek doz, bi salan ceza
09:06 'Dengbêjî, şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye'
09:06 Çima li bajarên herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e?
09:06 Esnafên jin: Ne pandemî, wê birçîbûnî me bikuje
09:06 Girtiyê ket greva birçîbûnê 11 roj ceza kirin
09:06 Plakeya wesayîta ku pê endama HDP'ê revandin 'sexte' ye
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2021'Ê
16/02/2021
20:32 90 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:39 Google ADS reklama bi kurdî red kir
16:43 Roja danişîna doza 5 rojnamegerên li Wane diyar bû
16:28 68 jinan tevî parastin xwestin jî dîsa hatin kuştin