* Li Girtîgeha Bandirmaya Balikesîrê girtiyê bi navê Naîf Îşçî 11 sal in platîna di lingê wî de nayê derxistin û ji ber wê jî yek lingê Îşçî dirêj dibe û yek jî kurt dimîne. Dayîka Îşçî, Nebahat Îşçî bo kurê xwe got: "Divê platîn li tavilê were derxistin û kurê min û girtiyên nexweş werin dermankirin."
* Ana Îlkîn Yuksel Çaglayan, diyar kir ku loqmeyên di meha Xizirê de tên çêkirin remza yekîtî û bihevrebûnê ne û got: "Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin."
* Aktivîsta mafên jinan a alman Liv Thîele, diyar kir ku şikandina tecrîda li ser Ocalan peywirek e ji bo hemû enternasyonalîstan û kesên azadîxwaz. Thîele got: "Divê em her kêliyê şer bikin, ji bo azadiya Ocalan."
* Habîb Gokdag ku ji bo tevli malbatên li ber avahiya HDP'a Amedê tên rûniştandin bibe 5 hezar TL teklîfî wî hatiye kirin, anî ziman ku polîsan jê re gotiye: "Em ê 5-6 hezar TL'yî bidin te, biçe Amedê. Mesrefên te hemû aydê me."
* Hevserokê SES'ê yê Şaxa Şîşliyê Abûzer Aslan, bal kişand ser rewşa girtî û girtîgehan û got: "Em SES, dibêjin gere hesasiyetek ji bo mafê jiyanê hebe."
* Hevserokê TÛAY-DER a Şaxa Sêrtê Tahîr Cengîz, ji bo xwedîderketina li çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan bang kir û got: "Ji bo em bibin dengê girtiyan, divê bibin yek."
* Xwendekaran destnîşan kirin ku weziyeta rektorê qeyûm Melîh Bûlû ne ew weziyet e ku bi îradeya xwe îstifa bike.
* Serokê Baroya Stenbolê ê berê Tûrgût Kazan, destnîşan kir ku îqtidar ne qanûneke bingehîn a nû, dixwaze rejîma sultaniyê ava bike.
* Parlementerê HDP'ê Mûrat Sarisac ku berê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ketibû greva birçîbûnê, diyar kir ku çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e. Sarisaç, bang li kesên edaletxwaz û aştîxwaz kir ku li dijî tecrîdê rabin.
* Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurd Eyyup Sûbaşi diyar kir kuz iman bîr û dîroka miletan e û ji bo parastina ziman statû şert e.
* Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay dê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
* Xwendekar ji bo rektorê qeyûm ê Zanîngeha Bogazîçiyê protesto bikin dê li avahiya Şaxa ÎHD'a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)
* Şandeya KCD, DBP û HDP'ê dê li navçeya Artûklûya Mêrdînê xebata yekîtiya neteweyî ya kurd birêve bibe. (13.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê dê di çarçoveya kampanya "Destpêkê Edalet" de serdana Komeleya Elewiyên Demokratîk a Şaxa Stenbolê bike. (13.00)
* Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dirûşma "Ji bo jinên girtî edalet" dê li ber Edliya Çaglayana Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. (13.00)
* Têkildarî binpêkirina mafan û îşkenceya li ser girtî Mûrat Aktaş ê li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin dê li avahiya Şaxa ÎHD'a Stenbolê civîna çapemeniyê were lidarxistin.
* Li Amed û Stenbolê dê bi boneya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî yê Cîhanê dê daxuyanî werin dayîn. (13.00-17.00)