'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'

img

ENQERE - Ana Îlkîn Yuksel Çaglayan, diyar kir ku loqmeyên di meha Xizirê de tên çêkirin remza yekîtî û bihevrebûnê ne û got: "Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin." 

 
Niha em di meha Xizirê de ne ku di elewîtiyê de meheke girîng e. Meha Xizirê heya dawiya Sibatê didome û di vê mehê de rojî tê girtin, cem tê kirin û loqme tên belavkirin. 
 
Ji Ocaxa Kureyşenê Ana Îlkîn Yuksel Çaglayan, he sal bi derfetên xwe haziriyên meha Xizirê dike. Çaglayan li Almanyayê dimîne, lê belê her sal tê Tirkiyeyê. Çaglayan ku ji Dersimê ye, derdora mala xwe bi mûmikan xemilandiye û loqmeyên çêdike belav dike. 
 
Çaglayan, diyar kir ku loqme di serê meha Xizirê de jî tên çêkirin û got: "Tu xewnekê dibînî, ji Xizirê doza tiştekî dikî, serê zarokê te di belayê de ye an jî nexweş e... tu loqmeyan çêdikî. Gava em loqmeyan çêdikin, li gor baweriya me Xizir tê." Çaglayan, anî ziman ku loqmeyê bi arvan, xwê, av û rûn çêdikin û got: "Ji lewra em mirovên loqmeyê ne û di dest me de çi hebe em loqmeyê bi wî çêdikin. Gava em çêdikin em gazî Xizir dikin. Di meha Xizirê de tu en emcbûrî qurbanê ser jê bikî. Her kes dikare loqmeyê çêbike." 
 
YEKÎTÎ Û BIHEVREBÛN 
 
Çaglayan, destnîşan kir ku gava mirov loqmeyan çêdikin qethiyen ji bo xwe tiştekî naxwazin û got: "Pêşî ji bo kesên di zor û zehmtiyê de dixwazin. Em dibêjin 'Xizir were bibe melhem, bibe derman', dû re em dibêjin 'were ji me re bibe melhem.' Ji lewra em bawer dikin ku heger cînarê me baş be, ê ew başî bandorê li me jî bike. Yekîtî û bihevrebûn heye, di loqmeyê Xizir de. Tu dev ji takekesiyê berdidî. Ev taybetmendiya loqmeyê ye. Ji lewra Xizir diyardeyeke pir girîng e, di dilê elewîtiyê de. Di vê diyardeyê de takekesî tune ye. Em û Xizir dibin yek." 
 
'XIZIR HEBÛN E' 
 
Çaglayan bal kişand ser wateya Xizir jî û got: "Xizir, hebûn bixwe ye. Li cem me Xizir gavekê li pêşiya Hz. Mihemed û Hz. Elî ye. Xizir, hez e, şefqet e, yekîtî ye, parvekirin e. Xizir, aramî ye, ax e, hêşînahî ye. Xizir 7 rengên keskesorê di xwe de dihewîne. Xizir, hêvî bixwe ye. Kesê bixwe nizanibe ê bi kesî jî nizanibe." 
 
‘EM HEZKIRINÊ BELAV BIKIN' 
 
Çaglayan ku got ""Em ewladên ronahiyê ne" got: "Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin. Em mirovên aştiyê ne. Meha Xizirê, her kesî vedixwîne evînê, hezkirinê. Çavên me dunyewî ne. Gava em çavên xwe bigirin, em ê li wir hezê bibînin. Em vê hezkirinê belav bikin." 
 
 MA / Zemo Aggoz 

Sernavên din

22/02/2021
12:52 Derbarê lêpirsîna rojnamevan Altay de biryara dozvenekirinê
12:32 DÎB: Divê ji bo Garê lêpirsîn were destpêkirin
12:23 Faîlê destdirêjkar ji binpêkirinê hat girtin
12:14 Bûldan: Divê Deriyê Sînor ê Kapikoyê li tavilê were vekirin
10:52 Dîmenên şikefta li Garê hatin weşandin
10:40 Li Farqînê 21’ê Sibatê bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin
09:46 Li Mêrdînê qedexeya derketina derve
09:05 Mexdûrên erdhejê: Dewletê alîkarî nekir
09:05 Dayikên Aştiyê banga xwedî derketina greva birçîbûnê kirin
09:05 Hunermend piştgiriyê didin Bogazîçiyê: Heta ku derê tirs û bindestî?
09:05 Jinên ji bo zimanên xwe têdikoşin: Ji bo parastina zimanan em hatine ba hev
09:00 ROJEVA 22'YÊ 2021'AN
07:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 88'emîn de didome
21/02/2021
20:36 77 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:53 Zarokê 17 salî Kadir Akar li girtîgehê darvekirî hat dîtin
Parêzer: Ev zarok 17 salî bû, ne kesê xwe darve bike ye
15:13 Li naverasta kolanê tundiya polîsan!
14:35 Şandeya Şengalê serdana Tevgera Goran kir
14:25 Karkerên înşatê li dijî bişaftinê ziman diparêzin
13:57 CHP: Îqtîdar dîsa li Torosên Spî xwedî derdikeve
12:37 Malên Gel xelat da ajansa me
12:01 DEMDER: Qirkirina ziman sûcê mirovahiyê ye
12:00 Ji bo kurdî kampanya îmzeyan didin destpekirin
11:29 Atabey: Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî pêdiviyek bingehîn e
11:04 Wezîran 12 hezar û 627 pêşniyarname bê bersîv hiştin
10:37 Soylû wê kir armanc, serdozgeriyê jî lêpirsîn da destpêkirin
10:10 'Gora Cemîl hêj vekirî ye'
10:09 Ji bo xezîneyê tirbeya 700 salî hat rûxandin
09:48 'Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikare pirsgirêka kurd çareser bike'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 87'emîn de didome
09:31 Farqînî: Ziman gava neyê axaftin winda dibe kor dibe
09:06 Walîtiya Mêrdînê çalakî û şahî qedexe kirin
09:04 ‘Tiştên li Bogazîçiyê û tiştên li Colemêrgê qewimîn girêdayî hev in'
09:04 Pirsgirêka sereke ya penaberan ziman e
09:03 Ji ber heman çalakiyê derbarê 7 kesan de îdianame, derbarê 3 kesan de biryara neşopandinê
09:03 ‘Heger zimanê me bê jibîrkirin em ê nemînin'
09:03 Derba kuştinê lêxist, lê hat berdan
09:02 Bi hinceta 'mesafeya fîzîkî' 296 hezar TL ceza birîn
09:02 Ocalan: Asta pêşketina ziman asta pêşketina jiyanê ye
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2021'AN
20/02/2021
22:18 Li Hezexê kesek hat kuştin
21:13 Li Tirkiyeyê 80 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:09 Ji Gunay bersiva Ozhasekî: Hûn ê biçin
15:35 Walitiya Êlihê daxwaza edaletê wekî “navtêdanê” dît
15:33 Bersiva pêşnûmepirsa Komkujiya Parîsê: Wezaret berpirsyar e
15:30 Bav û kur dawî li jiyana xwe anîn
15:15 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 65 salî Altinmakas
14:15 'Girtiyê nexweş Îpek serbest berdin'
14:07 Dayikên Şemiyê: Ez bûm hestera gora kurê xwe
14:06 Wezîrê Tenduristiyê: Pêvajoya asayîbûnê wê di 1’ê adarê de dest pê bike
13:03 HDP’ê dest bi perwerdehiya kurdî ya navxweyî dike
12:43 Xizmên Windayan: Faîlê Mahmut Kaya bibînin
11:44 Mûzîk ji bo pêşxistina ziman û çandê pirek e
11:00 ‘Ji bo aştiyê perwerdeya zimanê zikmakî girîng e’
09:59 Rêyên ku qeyûm peznê wan dide tev herî ne
09:49 Samî Tan: Duzimanîbûna çapemeniya kurd dibe sedema lewazbûna zimanê kurdî
09:44 Gund 3 meh in bê av e: Trîlyonek tl heqê avê dixwazin
09:38 Çalakiya greva birçîbûnê koma 18’emîn dewr girt
09:19 Wardozê 'Seta Folklora Kovaran: Hawar - Ronahî - Roja Nû' çap kir
09:15 'Divê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxife'
09:14 'Mirina biguman tune ye, dewlet ser wê dinixumîne'
09:14 ‘Ocalan hêvî ye, ji bo hemû gelên azadîxwaz'
09:13 'Divê her kes mamosteyê li dijî asîmlasiyonê be'
09:12 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tazmînatê nade
09:11 Xwendekar: Berxwedana Bogazîçiyê destpêkek e
09:11 Ciwan derî bi derî li kar digerin
09:10 Girtî Akkûrt: Em ê di greva cara 5'a de jî bi ser bikevin
09:09 Ji ber heman parvekirinê 2 îdianame
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2021'Ê
19/02/2021
19:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 903
18:23 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
16:45 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin dê edaleta mêran darizîne
16:44 Derbarê 9 parlamenterên HDP'ê de fezlekeya Kobanê
16:32 Dadgeha Bilind cezayê Gergerlîoglû erê kir
15:51 Giliya li dijî revandina mirovan: Em ê bêdeng nebin
15:43 Komelaya Ziman û Çandê: Tunekirina ziman kêrî kesî nayê
15:43 Saziyên ziman û wêjeyê: Ji bo ziman, çand û nasnameya xwe li ber xwe bidin
15:12 Li Amedê xebatkarekî tenduristiyê ji vîrusa korona jiyana xwe ji dest da
15:01 Bûldan: Dengên wan kêm dibin lewma êrişî me dikin
14:53 Hem lê dan û hem lêpirsîn vekirin
14:38 Komeleya Lekolînên Kurdî : Li dijî polîtikayên qirkirinê li zimanê xwe xwedî derkevin
13:58 Xwendekaran banga îstîfayê li Melîh Bûlû kir
13:50 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya edaletê kir
13:46 Beştaş, mînakên lêgerîna tazî ji Zengîn re rêz kir
13:33 Walitiya Colemêrgê jî qedexeya xwe nas nekir
12:56 23 sal ceza li cerdevanê îstîsmarkar hat birîn
12:43 Gunay: Erdogan û şirîkên xwe meseleya Garê îstîsmar dikin
12:12 Pekîn îtîraf kir ku MÎT’ê Komkujiya Parîsê kiriye
11:37 Jeffrey: Dê têkiliyên DYA û Tirkiye ne wekî serdema Trump bin
10:12 Kurtulan: Operasyona li Garê encama polîtîkaşên şer e
10:05 Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e
10:05 Operasyona li Amanosê hat bidawîkirin
09:42 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye
09:23 Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin
09:23 Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e
09:22 Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike
09:21 ‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek'
09:20 SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin
09:20 Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin
09:20 Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e