HATAY - Operasyona eskerî ya li Çiyayên Amanosê ku li Hatay, Osmaniye û Dîlokê hatibû destpêkirin hat bidawîkirin.
Operasyona bi navê ‘Eren-8 Operasyona Amanosan’ ku li Çiyayê Amanosê yê li Hatay, Osmaniye û Dîlokê di 8’ê sibatê bi hezar 670 leşker û tîmên taybet hatibû destpêkirin, hat bidawîkirin. Fermandariya Cendermeyan a Edeneyê diyar kir ku bi ÎHA û SÎHA’yan li şikeftan xebatên lêgerînê hatine kirin.