Kurtulan: Operasyona li Garê encama polîtîkaşên şer e

  • rojane
  • 10:12 19 Sibat 2021
  • |
img
MÊRSÎN - Parlamentera HDP'ê Fatma Kurtulan a ku 8 eskerên di operasyona li Omeramê de ketibûn destê PKK'ê, teslîm girtin, sedem û encama operasyona li Garê nirxand û anî ziman ku operasyona Garê encama polîtîkaşên şer e û wiha got: "Îqtîdarê pratîka sûc kiriye û dixwaze vî sûcî bavê ser partiya me." 
 
Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) di 10'ê Sibatê de ji milê Herêma Federe a Kurdistanê li dijî qada Garê operasyon li dar xist. Di operasyonê de kampa ku 13 endamên esker, polîs û MÎT'ê yên di destê PKK'ê de bombe kir û 13 esker û polîs kuştin. Lê hem medya hawiz û hem jî îqtîdara AKP-MHP'ê hewl dide ku vê yekê berovajî nîşan bide û wekî serkeftinek mezin bi dest xistibe nîşan dide. Parlamentera HDP'ê Fatma Kurtulan a ku 8 eskerên di operasyona li Omeramê ya 2007'an de ketibûn destê PKK'ê, teslîm girtin, têkildarî sedem û encama operasyona TSK'ê ya li dijî Garê nirxandin kir. Wê demê heyeta ku di navde parlamenzerên DTP’ê jî hebûn çûbûn 8 esker paşve girtibûn. Parlamentera HDP'ê ya Mêrsînê Fatma Kurtulan, qala wê demê kir û wiha got: "Em heyeta ku ji Tirkiye çûn me bi YNK û PDK'ê re ketin têkiliyê. Piştre me bi rayedarên PKK'ê re têkilî çêkir. Li ser van têkiliyan me esker bi saxî teslîm girtin û me radestî malbatnên an kirin. Dema em vegeriyan Tirkiyeyê der barê me de kampanya lîncê dan destpêkirin. Wê demê wekî partiyê me fedekariyek mezin kir. Tevî hemû talûke û lîstikan em çûn herêma şer. Me eskerên ku PKK’ê ew dîl girtibûn teslîm girtin û bi saxî anîn. Me li gorî peymanên navneteweyî gav avêt. Dema me esker girtin me merasimek fermî pêk anî li gorî proseduran gav avêtin. Esker ji aliyê DYA'yê ve bi balafiran anîn Tirkiyeyê."  
 
MIZÎN BÛ DARBEST 
 
Kurtulan, operasyona Garê rexne kir û wiha got: "Di encama operasyona eskerî ya li Garê de 13 esker, polîs û endamên MÎT'ê yên di destê PKK'ê de hatin kuştin. Ji bo Tirkiye karibe esker û polîsên dîl bi saxî teslîm bigire tenê rêbazek heye. Ew jî dîyalog e. Lê Tirkiye ev yek nekir û operasyon pêk anî. Ji xeynî diyalogê hemû rê encamê nagirin. Tirkiye nexwest bi PKK'ê re bibe muxatab. Ji ber vê yekê rêbaza diyalogê red kir. Tirkiye rizgarkirina bi saxî ya esker û polîsên xwe ji bo xwe nake derd. Bi polîtîkayên ewlekarî û şer tev digere. Rayedaran gotin em ê agahiyên mizgîniyê bidin. Lê mizgînî bû darbest û li malbatan vegeriya. Li vir berpirsiyariya siyasetê pir zêde ye. Ev teqez sûc e. Vî sûcê xwe niha davên ser partiya me. Partiya me tawanbar dikin."  
 
Kurtulan, da zanîn ku malbatên zarokên wan dîl hatine girtin bi salan serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) didin û wiha lê zêde kir: "Malbatan serî li hemû partiyên siyasî dan. Eger erk û peyvir dabûna partiya me, dê partiya me ev yek pêk anîbûya. Me dê ev esker û polîs bi saxî teslîmî malbatan kiribûya. Niha Soylu ÎHD’ê dike hedef. Lê ÎHD'ê ji bo wan kesan bi saxî teslîmî malatan bike gelek têkoşiya. Li gel malbatan serî li hemû deriyên rayedaran dan. Lê mixabin bi 20 balafiran herêm bombe kirin. Cenazeyê wan teslîmî malbatan kirin. 
 
'LI ŞÛNA HESAB BIDIN HESAP DIPIRSIN' 
 
Kurtulan, da zanîn ku AKP, MHP û 2 wezîrên wan li deriyê partiyan digerin û ji berpirsiyariyê direvin û wiha axivî: "Niha sûc û berpirsiyariya xwe davên ser derdorê. Partiya me dikin hedef. Gefan li partiya me dixwin û dixwazin partiya me bigirin. Dixwazin daraz têkeve nava liv û tevgerê. Bi van rêbazan nikarin serê gelê Kurd û HDP’ê bitewînin. Niha dixwazin hêzên muxalif perçe bikin. Dixwazin CHP û HDP'ê bînin beramberî hev. Dixwazin Partiya Îyî, Saadetê  û partiyên din bînin cem xwe. " 
 
'EM DEST JI TÊKOŞÎNA AŞTIYÊ BERNADIN' 
 
Kurtulan, herî dawî destnîşan kir ku hem kurd û hem hemû beşên civakê ji van polîtikayên şer û tundiyê zerarê dibînin û wiha bi dawî kir: "Ji bo bûyerên wekî Garê dubare nebe divê şer bi dawî bibe. Eger Tirkiye dixwaze esker û polîsê xwe ji destê PKK'ê bigire divê bi PKK'ê re têkeve diyalogê. Rêya vê yekê diyalog e. Divê şer bi dawî bibe. Ji bo şer bi dawî bibe pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe emê têkoşîna xwe ya aştiyê heta dawî berdewam bikin." 
 
MA / Omer Akin 
 

Sernavên din

19/02/2021
12:12 Pekîn îtîraf kir ku MÎT’ê Komkujiya Parîsê kiriye
11:37 Jeffrey: Dê têkiliyên DYA û Tirkiye ne wekî serdema Trump bin
10:12 Kurtulan: Operasyona li Garê encama polîtîkaşên şer e
10:05 Ji bo parastina zimanê kurdî statû şert e
10:05 Operasyona li Amanosê hat bidawîkirin
09:42 Li Îzmîrê jinek hat kuştin
09:24 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 85'emîn de ye
09:23 Kazan: Ne qanûnûneke bingehîn a nû, dixwazin rejîma sultaniyê ava bikin
09:23 Sarisaç: Çavkaniya bêedaletiyê tecrîd e
09:22 Xwendekarên Zanîngehê: Bûlû nikare bi îradeya xwe îstifa bike
09:21 ‘Ji bo em bibin dengê girtiyan divê em bibin yek'
09:20 SES: Dive hesasiyeta ji jiyanê esas bê girtin
09:20 Ji bo biçe li ber HDP'ê rûnê pere teklîfî wî kirin
09:20 Aktivîsta mafên jinan Thîele: Şikandina tecrîdê peywirek e
09:19 'Divê em dev ji aştî û hezkirinê bernedin'
09:18 Girtî ye û 11 sal in platîn di lingê wî de ye
09:00 ROJEVA 19'Ê SIBATA 2021'AN
08:38 Betali bû sedema întîhara muzîkarekî
18/02/2021
21:16 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Hevserokê HDP’a Kerboranê yê berê hat girtin
16:36 Bûldan: Li dijî faşîzmê pêwîstî bi hevpariyê heye
16:31 Doza kuştina ciwanê ji Sûriyê hat taloqkirin
16:05 Du xwendekarên hatibûn revandin hatin dîtin
15:54 Dayikên Aştiyê: Pêkanîna aştiyê bi rakirian tecrîdê mimkin e
15:19 Sancar: Divê em li dijî şer têkoşîna aştiyê ya hevpar ava bikin
15:15 Li Enqereyê ji sê xwendekaran agahî nayê wergirtin
14:48 DFG'ê rojnamevan Kiliç li ser gora wî ew bibîr anî
14:43 Projeya li ser Kaniyên Mûnzûrê hat betalkirin
14:34 Ji Demîrtaş daxuyaniya Garê: Ne HDP divê îqtidar hesab bide gel
14:29 HDP’ê rapora zemê aşkere kir: 4 hezar û 801 kesan ji ber qeyrana aborî întîxar kir
13:50 Rojnamevan Kaya: Hevsengî çep zîvirî
13:46 Belgefîlma Nû Jîn carek din tê darizandin
13:36 Çalakiya xelkê Şengalê didome
13:28 Li Dîlokê jinek hat qetilkirin
13:22 328 rêxistinên civakî zanîngeha xweser xwestin
13:03 Nobeta akademîsyenan a li dijî Rektorê Qeyûm didome
12:51 Gergerlîoglû: Operasyona li Garê neserketî ye
12:48 AYM'ê biryar da ku tazminata manevî bidin rojnameger Kural
12:34 Dozger ji efserê Dîlek Kaya kuşt re cezayê muebbetê xwest
12:19 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:53 DEMDER ava bû: Dem, dema hînbûna kurdî ye
10:05 Li Amedê dubare berf bariya
09:58 Li Antalyayê jinek hat qetilkirin
09:52 13 jinên li Aydinê hatin binçavkirin hatin berdan
09:51 2 cerdevanên jinekê tacîz kiribûn hatin berdan
09:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 84'emîn de ye
09:18 Dengbêj Selahattîn: Bila ciwan guh bidin kilaman
09:17 Qeyûm pandemî kir hincet û xebatên jinan da sekinandin
09:17 AA'yê kort û koncalên taxên Geverê nedît
09:16 'Qedexekirina ziman zirarê dide yekpareyiya hiş û hîsî'
09:16 Di 19 salên AKP'ê de 7 hezar û 455 jin hatine kuştin
09:16 Ji bo debara xwe bikin gûzan dişikînin
09:15 Hunermend: Şikandina tecrîdê şert û peywirek e
09:04 Ji bo zarokan dest bi kursa kurdî dikin
09:03 Jiyanên nîvcomayî: Şerm
09:02 ROJEVA 18'Ê SIBATA 2021'AN
08:03 Li Bûrsayê bijîşkekî, li Çewlîkê jî ciwanekî întîhar kir
17/02/2021
21:31 86 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:20 Li Şirnexê 25 kes hatin berdan
17:15 Girtiyê ku gelek hestiyên wî şikestî ne xwe derp kiriye!
17:01 Xebata yekîtiya neteweyî li Mehsert û Stewrê hat birêvebirin
16:39 Li Wanê 15 rojên din jî çalakî û şahî hatin qedexekirin
16:22 Bijîşkê ku muayeneya kelemçekirî red kiriye bi gefa cendirmeyan re rûbirû maye
16:12 Ji bo Roja Zimanê Zikmakî daxuyaniya hevpar dan
15:35 Sancar: Em îtîfaqa edaletê ya li dijî zilmê ava bikin
15:35 Ji Ûca ji bo îqtidarê: Hûnê têk biçin
15:25 Li Amedê biryara zemkirina nan paş ve hat kişandin
15:24 Îmîr: Di şexsê Ocalan de Rojhilata Navîn di taritiyê de ye
15:06 Di qada xizmeta tenduristî û civakî de tundiya li ser jinan zêde bûye
15:01 Bi çalakiya rûniştinê bal kişandin ser greva birçîbûnê
14:53 Jinan bi tilîliyan polisan şeremzar kir
14:38 Partiyên siyasî: Hefsên malê diyarbûna tecrîda Îmraliyê ye
14:03 Axaftina bi Kurdî her diçe kêm dibe
13:58 Beştaş: Îqtidarê xwest ser sûcê xwe bigire lê nikare bigire
13:38 Temel sûc hesibandina nedayîna nûçeyên magazînê ji Gul pirsî
13:37 ESP ve SGDF: Sîxurî li endamê me tê ferzkirin
12:50 Hevserokên HDP'ê yên Êlihê hatin berdan
12:31 Çîvîroglu: Bi hatina Biden re piştgiriya siyaseta Tirkiyeyê bi dawî bû
12:30 Li Sêrtê 7 kes hatin berdan
12:18 Parlamenterê PDK’ê ji ber koronayê wefat kir
10:59 CFWIJ: Rojnamegerên girtî berdin
10:56 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 83'emîn de ye
10:56 Li wargeha şengaliyan şewat derket
10:20 Kujerê Gulistan Şaylemez hat girtin
10:16 Nivîskar Zîbechî: Ramanên Ocalan li pêşiya demê ne
10:04 Ozbudun: Divê muxalefet li ser rêgezên hevpar deklarasyonê biweşîne
09:50 Parêzerên rojnamevanan: Sûc nedîtine cih dane şîroveyan
09:06 Tiştên li dû rojnamevan Kiliç man
09:06 Redkarê wijdanî Bektaş: Li Tirkiyeyê şer bi mîlîtarîzmê tê kirin
09:06 Kîn û rika wan a ji bo Ozgur Gundemê neqediyaye: Gelek doz, bi salan ceza
09:06 'Dengbêjî, şopa dîrokî ya jiyana kurdî ye'
09:06 Çima li bajarên herêmê rêjeya derzîkirinê kêm e?
09:06 Esnafên jin: Ne pandemî, wê birçîbûnî me bikuje
09:06 Girtiyê ket greva birçîbûnê 11 roj ceza kirin
09:06 Plakeya wesayîta ku pê endama HDP'ê revandin 'sexte' ye
09:00 ROJEVA 17'Ê SIBATA 2021'Ê
16/02/2021
20:32 90 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:39 Google ADS reklama bi kurdî red kir
16:43 Roja danişîna doza 5 rojnamegerên li Wane diyar bû
16:28 68 jinan tevî parastin xwestin jî dîsa hatin kuştin