Çalakiya greva birçîbûnê di roja 88'emîn de didome

  • rojane
  • 07:29 22 Sibat 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 88 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 67’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 50’yemîn de dewam dikin.

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 18’emîn dewr girtiye di roja 88’emîn de dewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 67’EMÎN DE YE
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 67’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 50'YEMÎN DE YE
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 50'yemîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 ÇIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 9’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 
 
 

Sernavên din

22/02/2021
15:52 Li Edeneyê starta kampanya “Ji bo jinan edalet” hat dayîn
15:39 Komeleya Jinan a Starê: Bêcezakirin kujeran wêrek dike
15:38 Xwendekaran li dijî qeyûman kampanya dan destpêkirin
15:29 Li Dêrazorê jinek bi îşeknceyê hat qetilkirin
15:12 HDP’a Cizîrê dersa kurdî da
14:39 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Jiyan Taş birî
14:34 Ji Taşdemîr ji bo Soylû: Dîmen li ku derê ne?
14:33 TJA, di 26 Sibatê de dest bi xebatên 8'ê Adarê dike
14:07 Lînka kampanya ji bo zimanê kurdî hat belavkirin
14:00 Faîlê tundiyê piştî 6 rojan hat girtin
13:46 Ceza li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn birîn
13:45 Gergerlîoglu: Ez serî natewînim
13:30 Li Pendîkê jinek hat qetilkirin
13:07 Kampanya îmzeyan dest pê kir: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwedehiyê
12:52 Derbarê lêpirsîna rojnamevan Altay de biryara dozvenekirinê
12:32 DÎB: Divê ji bo Garê lêpirsîn were destpêkirin
12:23 Faîlê destdirêjkar ji binpêkirinê hat girtin
12:14 Bûldan: Divê Deriyê Sînor ê Kapikoyê li tavilê were vekirin
10:52 Dîmenên şikefta li Garê hatin weşandin
10:40 Li Farqînê 21’ê Sibatê bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin
09:46 Li Mêrdînê qedexeya derketina derve
09:05 Mexdûrên erdhejê: Dewletê alîkarî nekir
09:05 Dayikên Aştiyê banga xwedî derketina greva birçîbûnê kirin
09:05 Hunermend piştgiriyê didin Bogazîçiyê: Heta ku derê tirs û bindestî?
09:05 Jinên ji bo zimanên xwe têdikoşin: Ji bo parastina zimanan em hatine ba hev
09:00 ROJEVA 22'YÊ 2021'AN
07:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 88'emîn de didome
21/02/2021
20:36 77 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:53 Zarokê 17 salî Kadir Akar li girtîgehê darvekirî hat dîtin
Parêzer: Ev zarok 17 salî bû, ne kesê xwe darve bike ye
15:13 Li naverasta kolanê tundiya polîsan!
14:35 Şandeya Şengalê serdana Tevgera Goran kir
14:25 Karkerên înşatê li dijî bişaftinê ziman diparêzin
13:57 CHP: Îqtîdar dîsa li Torosên Spî xwedî derdikeve
12:37 Malên Gel xelat da ajansa me
12:01 DEMDER: Qirkirina ziman sûcê mirovahiyê ye
12:00 Ji bo kurdî kampanya îmzeyan didin destpekirin
11:29 Atabey: Xizmeta tenduristiyê ya bi zimanê zikmakî pêdiviyek bingehîn e
11:04 Wezîran 12 hezar û 627 pêşniyarname bê bersîv hiştin
10:37 Soylû wê kir armanc, serdozgeriyê jî lêpirsîn da destpêkirin
10:10 'Gora Cemîl hêj vekirî ye'
10:09 Ji bo xezîneyê tirbeya 700 salî hat rûxandin
09:48 'Mafê perwerdehiya bi zimanê zikmakî dikare pirsgirêka kurd çareser bike'
09:36 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 87'emîn de didome
09:31 Farqînî: Ziman gava neyê axaftin winda dibe kor dibe
09:06 Walîtiya Mêrdînê çalakî û şahî qedexe kirin
09:04 ‘Tiştên li Bogazîçiyê û tiştên li Colemêrgê qewimîn girêdayî hev in'
09:04 Pirsgirêka sereke ya penaberan ziman e
09:03 Ji ber heman çalakiyê derbarê 7 kesan de îdianame, derbarê 3 kesan de biryara neşopandinê
09:03 ‘Heger zimanê me bê jibîrkirin em ê nemînin'
09:03 Derba kuştinê lêxist, lê hat berdan
09:02 Bi hinceta 'mesafeya fîzîkî' 296 hezar TL ceza birîn
09:02 Ocalan: Asta pêşketina ziman asta pêşketina jiyanê ye
09:00 ROJEVA 21'Ê SIBATA 2021'AN
20/02/2021
22:18 Li Hezexê kesek hat kuştin
21:13 Li Tirkiyeyê 80 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:09 Ji Gunay bersiva Ozhasekî: Hûn ê biçin
15:35 Walitiya Êlihê daxwaza edaletê wekî “navtêdanê” dît
15:33 Bersiva pêşnûmepirsa Komkujiya Parîsê: Wezaret berpirsyar e
15:30 Bav û kur dawî li jiyana xwe anîn
15:15 ÎHD’ê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş ê 65 salî Altinmakas
14:15 'Girtiyê nexweş Îpek serbest berdin'
14:07 Dayikên Şemiyê: Ez bûm hestera gora kurê xwe
14:06 Wezîrê Tenduristiyê: Pêvajoya asayîbûnê wê di 1’ê adarê de dest pê bike
13:03 HDP’ê dest bi perwerdehiya kurdî ya navxweyî dike
12:43 Xizmên Windayan: Faîlê Mahmut Kaya bibînin
11:44 Mûzîk ji bo pêşxistina ziman û çandê pirek e
11:00 ‘Ji bo aştiyê perwerdeya zimanê zikmakî girîng e’
09:59 Rêyên ku qeyûm peznê wan dide tev herî ne
09:49 Samî Tan: Duzimanîbûna çapemeniya kurd dibe sedema lewazbûna zimanê kurdî
09:44 Gund 3 meh in bê av e: Trîlyonek tl heqê avê dixwazin
09:38 Çalakiya greva birçîbûnê koma 18’emîn dewr girt
09:19 Wardozê 'Seta Folklora Kovaran: Hawar - Ronahî - Roja Nû' çap kir
09:15 'Divê her kes bi zimanê xwe yê zikmakî biaxife'
09:14 'Mirina biguman tune ye, dewlet ser wê dinixumîne'
09:14 ‘Ocalan hêvî ye, ji bo hemû gelên azadîxwaz'
09:13 'Divê her kes mamosteyê li dijî asîmlasiyonê be'
09:12 Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê tazmînatê nade
09:11 Xwendekar: Berxwedana Bogazîçiyê destpêkek e
09:11 Ciwan derî bi derî li kar digerin
09:10 Girtî Akkûrt: Em ê di greva cara 5'a de jî bi ser bikevin
09:09 Ji ber heman parvekirinê 2 îdianame
09:00 ROJEVA 20'Ê SIBATA 2021'Ê
19/02/2021
19:46 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 27 hezar û 903
18:23 Li Cizîrê 2 kes hatin girtin
16:45 Meclîsa Jinan a HDP'ê: Jin dê edaleta mêran darizîne
16:44 Derbarê 9 parlamenterên HDP'ê de fezlekeya Kobanê
16:32 Dadgeha Bilind cezayê Gergerlîoglû erê kir
15:51 Giliya li dijî revandina mirovan: Em ê bêdeng nebin
15:43 Komelaya Ziman û Çandê: Tunekirina ziman kêrî kesî nayê
15:43 Saziyên ziman û wêjeyê: Ji bo ziman, çand û nasnameya xwe li ber xwe bidin
15:12 Li Amedê xebatkarekî tenduristiyê ji vîrusa korona jiyana xwe ji dest da
15:01 Bûldan: Dengên wan kêm dibin lewma êrişî me dikin
14:53 Hem lê dan û hem lêpirsîn vekirin
14:38 Komeleya Lekolînên Kurdî : Li dijî polîtikayên qirkirinê li zimanê xwe xwedî derkevin
13:58 Xwendekaran banga îstîfayê li Melîh Bûlû kir
13:50 Polîsan mudaxileyî daxuyaniya edaletê kir
13:46 Beştaş, mînakên lêgerîna tazî ji Zengîn re rêz kir
13:33 Walitiya Colemêrgê jî qedexeya xwe nas nekir
12:56 23 sal ceza li cerdevanê îstîsmarkar hat birîn
12:43 Gunay: Erdogan û şirîkên xwe meseleya Garê îstîsmar dikin