Xizmên girtiyan: Em dengê xwe bilind bikin da ku em bi ser bikevin

  • rojane
  • 09:12 23 Sibat 2021
  • |
img

ENQERE - Xizmên girtiyan ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan bang kirin û gotin: "Em ê bitêkoşin. Ji lew ra em ancax bi vî awayî dikarin bi ser bikevin. Em dengê xwe bilind bikin ku em karibin bi ser bikevin." 

Li girtîgehan çalakiyên greva birçîbûnê yên girtiyan ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatine destpêkirin, di roja 89'an de ne. Xizmên girtiyan, ji bo çalakiyên girtiyan bang kirin. 
 
Fatma Tûran ku li Taxa Yakacik a navçeya Yenîmahalleyê dimîne, diyar kir ku biraziyê wê 4 sal in girtiye û nexweş e. Tûran, bilêv kir ku îdareya girtîgehê nahele biraziyê wê malbata xwe bibîne û xwest rojek berî rojekê ev bêhiqûqîtî û zext ji holê rabin. Tûran, anî ziman ku zextên sîstematîk ên li ser kurdan li her derî belav bûne û got: "Kurd nikarin derkevin derve. Nahêlin di partiya xwe de jî bixebitin. Şaredariyên me digirin. Em di hilbijartinê de bi ser dikevin, dû re radibin dest datînin ser şaredariyên me. Çi qas xerabî hebin dikin. Her ku kurd diaxifin, êrîşê dibin ser wan. Kî zilma li wan tê kirin bîne ziman, bi êrîşê re rû bi rû dimîne. Em van zext û zoriyan û vê zilmê qebûl nakin. Divê kurd rabin ser pêyan û aliyê hev bikin. Ji lew ra heger em dengê xwe bilind bikin û nekin jî heqaretê li me dikin." 
 
'NE JI QENALÊN EWROPAYÊ BE Ê HAYA ME JÊ TUNE BE'
 
Mahsûr Bozyel jî ku li Yakacikê dimîne, anî ziman ku ne ji qenalên ku li Ewropayê weşana xwe dikin be, dê haya wan ji çalakiyên greva birçîbûnê tune be. Bozyel, rewşa heyî şiband koletiyê û got: "Gelek wekîlên me û gelek jî mirovên me niha girtî ne. Em newêrin du peyvan bilêv bikin. Di cî de me binçav dikin û dibin. Em dixwazin gotina xwe bibêjin. Em dixwazin daxwazên girtiyan bên qebûlkirin." 
 
Bozyel, anî ziman ku birayê wê Taner Bozyel 11 sal in girtiye û niha di Girtîgeha Bandirma ya T-1'ê de ye û got: "Birayê min heya niha çend caran ketiye greva birçîbûnê. Ji ber grevên berê mîdeya wî nerihet bûye. 97 rojan di grevê de mabû. Niha ji ber ku nexweş e, heger têkevê jî ji me re nabêje. Em nizanin belkî niha jî tê de be. Em tenê bi telefonê bi hev re diaxifin. Lewma qet behs nake." 
 
Bozyel, bilêv kir ku dê û bavên wê nexweş in û niha li Qersê ne û got: "Ne dikarin biçin girtîgehê ne jî dikarin bi telefonê pê re biaxifin. Me daxwazname da, lê kesî guh lê nekir. Tu dibêjî qey me ne welatyê vî welatî ne." 
 
‘TECRÎD ZILMEKE MEZIN E' 
 
Bozyel, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Hadê em bêjin kesekî sûcek kir, ê cezayê sûcê xwe bikişîne. Lê heqê wî heye bi malbata xwe re biaxife û hevdîtinê bike. Ev zilmek pir mezin e. Ev rejîma koletiyê ye. Hêvîdar im berî ku mirin çbibe em mafên xwe bi dest bixin. Em dixwazin Abdullah Ocalan, wekîlên me yên girtî û girtiyên din ên siyasî hemû bên berdan." 
 
Bozyel di dawiya axaftina xwe de got: "Em ê bitêkoşin, em ancax dikarin bi vî awayî bi ser bikevin. Em dengê xwe bilind bikin ku em karibin bi ser bikevin." 
 
‘DAYIKÊ TÊRA XWE GIRIYAN' 
 
Rahîme Gur ku got "bila êdî dayik negirîn" got: "Ez aştî û aramiyê dixwazim. Ma dayik têra xwe negiriyan?"
 
Gur, diyar kir ku kurê wê yê girtî tev li çalakiya beriya ya niha bûye û got: "Kurê min par di girtîgehê de bû. 87 rojan di greva birçîbûnê de ma. Gava kurê min di greva birçîbûnê de bû, em jî li vir di greva birçîbûnê de bûn. Me nan nedixwar. Gava em diçûn grtîgehê, kezeba min diperitî. Ma qey 87 roj hindik e? Hema em rojekê jî xwarinê nexwin, em ji birçîna dimirin. Hevjînê min nexweş ket. Hat serê me, hêvîdar im neyê serê tu kesê din." 
 
Gur, xwest rojek berî rojekê tecrîda li ser Ocalan bi dawî bibe. 
 
TÊKOŞÎN 
 
Habîb Gokdag, bal kişand ser bêdengiya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê û got: "Êdî divê kurd şiyar bibin, rabin ser pêyan. Ma yê hîn çi bikin ji me? Divê em bi dil û can bibin dengê wan. Divê têkoşîn tenê ne li girtîgehan be. Em jî divê li derve rabin ser pêyan." 
 
‘EM SERÎ NETEWÎNIN' 
 
Gokdag bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û got: "Em naxwazin şer çêbibe. Em dixwazin rêya diyalogê vebe. Bi her awayî zilmê û îşkenceyê ferz dikin. Êdî em naxwazin serê xwe bitewînin." 
 
MA / Ceylan Şahînlî - Hakan Yalçin

Sernavên din

24/02/2021
13:13 Dadgehê danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kir
12:56 Kaplan: 48 şaredarî bi destê AKP'ê hatin xezpkirin
12:09 HDP’iyan bertek nîşanî girtina ciwanan dan
11:50 Ji YE’yê daxuyaniya HDP’ê
11:49 Rêveberiya Nisêbînê ya Partiya Pêşerojê îstîfa kir
11:35 Nûçegîhanên Rûdawê hatin desteserkirin
11:29 Dayika rojnameger Aktaş ku li Cizirê hatibû qetilkirin: Êdî bila ev zilm xelas bibe
11:27 Li Miduriyeta Tapo ya Siwêregê operasyona nelirêtiyê
11:17 Kujerên rojnameger Cengîz Altûn bi salane nayên cezakirin
10:47 Rojeva Jinan 8’ê Adarê ye
10:47 Çalakiya piştgiriya Asayişa Êzidxanê di roja 85'an de didome
10:11 Çalakiya greva birçîbûnê 3 meh li pey xwe hişt
09:54 Ji ber erêkirina hevserokatiyê endamên AKP’î hatin darizandin
09:02 Çelê veguherandine 'girtîgeha vekirî'
09:02 Rewşa bazarê: Kes nikare tiştekî bikire
09:02 Avakirina civakeke demokratîk bi têkoşîna jinê pêkan e
09:02 Bi tena serê xwe daristanek çêkir
09:02 Dengbêj Yilmaz: Divê dengbêjî bidome
09:02 Dr. Îlhan: Li dijî krîza avê, çareyên xwezayê divê
09:02 Jinên sendîkayî wê di 8'ê Adarê de dest bi têkoşîneke nû bikin
09:02 Meta girtiya nexweş: Hêj ku cenazeyê wê derneketiye bila bê berdan
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2021'AN
23/02/2021
22:25 Kesê ku Yencer kuştibû hat zevtkirin
21:14 Îro 9 hezar û 107 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:02 Danişîna rojnameger Demîr hat taloqkirin
17:01 Piştevaniya Mor: Ji înadê re azadî ji înadê re tekoşîn
16:41 Malpera ajansa me carek din hat astengkirin
16:41 HDP çû serdana malbata Akbaşli
16:31 HDP'a Kocaelî: Dest nedin vîna min
16:30 Hatîmogûllari: Bi yekitiya neteweyî êrîş dikarin bên astengkirin
16:17 Tabloya tundiya zilam îro jî neguherî
15:43 TJA'yê banga beşdariya starta 8'ê Adarê li jinan kir
15:23 Esnafên Wanê ewil xwestin deriyê sînor vekin
15:20 Onlu: Em ê bênavber têbikoşin
14:44 Platforma Jinan a Îskenderûnê: Dê serhildana me daneyê
14:44 Piştî 5 mehan cenazeye Înce radestî malbata wî hat kirin
14:24 Karkeran biryara xwe ya greve bi deriye şaredariyê ve kirin
14:10 Bûldan: Ji Garê direvin, çimkî sûcdar in
Heke em wan sozê we daye me eşkere nekin, em jî nemerd in
13:52 Derbarê Ozhasekî û Şener de serlêdana sûc
13:19 Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F îdiaya întîharê
13:17 Yekemîn danişîna rojnameger Gok ku bi cezayê 20 salan tê darizandin hat dîtin
13:00 Piştgiriya ji bo Gergerlîoglû: Em ê meşa parastina mafê mirovan bidomînin
11:58 Mele Îzzettîn Ege hat binçavkirin
11:50 Li Amedê kesek hat binçavkirin
11:17 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
11:10 Li Mîdyadê êrîşeke çekdarî
10:44 Wê HDP rapora qeyûman aşkera bike
09:13 Berwarî: Xeyalên Erdogan û Neo-Osmanî li Garê têkçûn
09:13 Dayikên girtiyan: Tecrîdê rakin
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 89'emîn de didome
09:12 Xizmên girtiyan: Em dengê xwe bilind bikin da ku em bi ser bikevin
09:11 Noémy Lévy-Aksû: Bexwedana Bogazîçiyê mafdar û wêrek e
09:11 'Blokên betonî ji bo tirsê tên bikaranîn'
09:10 Pêkhateyên BMG'ê: Tecrîd binpêkirina mafên her kesekî ye
09:09 'Qirkirina jinan ji ber newekheviya cinsî ye'
09:08 Karkera ku ji kar hat derxistin: Kod 29 polîtîkaya tecrîdê ye
09:08 Di şevekê de bi sedan dar rakirin
09:07 Tevdîrên bi têlan hatine girtin kêm in
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2021'AN
22/02/2021
20:47 78 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
17:43 Parazvanên mafên mirovan: Em li cem Gergerlîsoglu ne
Gergerlîoglu: Dixwazin millet bêdeng bikin
17:11 Peyama Roja Zimanê Zikmakî: Ne rojek tenê em her roj li zimanê xwe xwedî derkevin
16:09 TJA: Îftîraya li Taşdemîr hat kirin li têkoşîna azadiya jinê hatiye kirin
15:52 Pervîn Buldan karsaz ziyaret kirin û li wan guhdar kir
15:52 Li Edeneyê starta kampanya “Ji bo jinan edalet” hat dayîn
15:39 Komeleya Jinan a Starê: Bêcezakirin kujeran wêrek dike
15:38 Xwendekaran li dijî qeyûman kampanya dan destpêkirin
15:29 Li Dêrazorê jinek bi îşeknceyê hat qetilkirin
15:12 HDP’a Cizîrê dersa kurdî da
14:39 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Jiyan Taş birî
14:34 Ji Taşdemîr ji bo Soylû: Dîmen li ku derê ne?
14:33 TJA, di 26 Sibatê de dest bi xebatên 8'ê Adarê dike
14:07 Lînka kampanya ji bo zimanê kurdî hat belavkirin
14:00 Faîlê tundiyê piştî 6 rojan hat girtin
13:46 Ceza li Hevşaredara Sûrê Bûlûttekîn birîn
13:45 Gergerlîoglu: Ez serî natewînim
13:30 Li Pendîkê jinek hat qetilkirin
13:07 Kampanya îmzeyan dest pê kir: Bila zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwedehiyê
12:52 Derbarê lêpirsîna rojnamevan Altay de biryara dozvenekirinê
12:32 DÎB: Divê ji bo Garê lêpirsîn were destpêkirin
12:23 Faîlê destdirêjkar ji binpêkirinê hat girtin
12:14 Bûldan: Divê Deriyê Sînor ê Kapikoyê li tavilê were vekirin
10:52 Dîmenên şikefta li Garê hatin weşandin
10:40 Li Farqînê 21’ê Sibatê bi fîşekên hewayî hat pîrozkirin
09:46 Li Mêrdînê qedexeya derketina derve
09:05 Mexdûrên erdhejê: Dewletê alîkarî nekir
09:05 Dayikên Aştiyê banga xwedî derketina greva birçîbûnê kirin
09:05 Hunermend piştgiriyê didin Bogazîçiyê: Heta ku derê tirs û bindestî?
09:05 Jinên ji bo zimanên xwe têdikoşin: Ji bo parastina zimanan em hatine ba hev
09:00 ROJEVA 22'YÊ 2021'AN
07:29 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 88'emîn de didome
21/02/2021
20:36 77 kesên din jî ji ber koronayê mirin
16:53 Zarokê 17 salî Kadir Akar li girtîgehê darvekirî hat dîtin
Parêzer: Ev zarok 17 salî bû, ne kesê xwe darve bike ye
15:13 Li naverasta kolanê tundiya polîsan!
14:35 Şandeya Şengalê serdana Tevgera Goran kir
14:25 Karkerên înşatê li dijî bişaftinê ziman diparêzin
13:57 CHP: Îqtîdar dîsa li Torosên Spî xwedî derdikeve
12:37 Malên Gel xelat da ajansa me
12:01 DEMDER: Qirkirina ziman sûcê mirovahiyê ye