Yekemîn danişîna rojnameger Gok ku bi cezayê 20 salan tê darizandin hat dîtin

  • rojane
  • 13:17 23 Sibat 2021
  • |
img

AMED – Yekemîn danişîna rojnameger Abdurrahman Gok ku wêneyê kêliya qetilkirina Kemal Kûrkût a ji aliyê polisan ve kişandibû û bi cezayê 20 salan tê darizandin, hat dîtin. Kontrola edlî ya li ser Gok hat rakirin. 

Rojnameger Abdurrahman Gok, di Newroza 2017’an a Amedê de wêneyê kêliya qetilkirina xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût a ji aliyê polisan ve kişandibû. Ji ber hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan re, parvekirinên li ser medya civakî û daxuyaniyên şahidên nepen bi angaşta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz li Gok hatibû vekirin. Yekemîn danişîna Gok li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin. 
 
Gok ku bi parêzerê xwe Resûl Tamûr re tevlî danişînê bû. Nûnerê Herêmê yê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Mahmût Oral û rojnamegeran jî danişînê şopandin. Bi hinceta vîrûsa koronayê nehiştin Berdevka Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê  (MKGP) Ayşe Guney, Hevseroka Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firat (DFG) Dîcle Muftuoglû, Edîtorê Kurdî yê Ajansa Mezopotamyayê Kadrî Esen negirtin eywana danişînê. 
 
SÛCDARÎ XEBATÊN ROJNAMEGERIYÊ NE
 
Di danişînê de Gok parastina xwe kir û û da zanîn ku 17 sal in rojnamegeriyê dike û wiha got: “Heta îro nûçeyên ku min çêkirine nehatine derwandin û pê nehatime darizandin. Lêpirsînên ku hatine destpêkirin jî bi biryara neşopandinê bi dawî bûne. Sûcdariyên di doznameyê de hemû xebatên min ên rojnamegeriyê ne. Dozger, qebûl dike ku hevdîtinên min ê xebatên rojnamegeriyê ne. Ev jî cihê kêfxweşiyê ye ji bo min. Hevdîtinên ku hemû rojnameger dikin û nûçeyên xwe pê piştrast dikin ji bo min weke delîla endamtiya rêxistinê hatiye hesibandin.”
 
‘EZ HEWLD DIDIM TEVAHIYA HEQÎQETÊ DIBÎNIM’ 
 
Li ser pirsa ku şahidê nepen “Sabir” wî weke berpirsyarê çapameniya KCK’ê nîşan daye jî Gok, ev tişt anîn ziman: “Di sala 2018’an de jî ji dosyayeke din ev daxuyaniyên şahidê nepen “Sabir” ji min hatin pirsîn, lê ev dosya bi bêşopandinê bi dawî bû.  Angaştên şahidên nepen “Sabir” bê bingeh in. Ji sala 2014’an ve li Irak, Îran û Sûriyeyê li qadên pevçûnan rojnamegeriyê dikim.” Li ser pirsa serokê dadgehê ya “Hûn nûçeyên ku çidikin li gorî nêrînên Ocalan çênakin?” jî Gok ev bersiv da: “Ez li gorî prensîbên rojnamegeriyê yên gerdûnî yên bi sedan salan e hene nûçeyan çêdikim.” Piştî vê bersivê serokê dadgehê mudaxaleyî Gok kir û got ku herkes li gorî prensîbên gerdûnî nûçeyan çêdike. Gok, bi van gotinan bersiv da serokê dadgehê: “Rast e.  Herkes hewl dide parçeyekî heqîqetê bide. Ez jî hewl didim bi tavahî heqîqetê bibînim.”
 
‘PÎŞEYA ROJNAMEGERIYÊ DIKIM’ 
 
Herî dawî têkildarî sûcdariyên ku nûçeyên wî di Rojnameya Ozgur Polîtîkayê de hatine weşandin û wêneyên YPG’iyan weşandiye jî Gok, ev tişt got: “Beriya niha di ajansa dîhaberê de niha jî di Ajansa Mezopotamyayê de dixebitim. Nûçeyên min di van her du ajansan de hatine weşandin. Weşanên cuda ji van ajansan nûçeyên min girtine. Wêneyan jî min li qadê kişandiye û wê demê YPG’ê ji aliyê dewletê ve li derveyî qanûnan nedihat dîtin. Rojnameger im, pîşeya rojnamegeriyê dikim. Beraeta xwe dixwazim.”
 
DANIŞÎN TALOQÎ 3’Ê HEZÎRANÊ BÛ
 
Piştî Gok parêzerê wî Resûl Tamûr jî parastina muwekîlê xwe kir û daxwaz kir ku biryara qedexeya derketina derve û kontrola edlî ya li ser muwekîlê wî bê rakirin û amûrên wî yên dîjîtal ên hatine desteserkirin lê bên vegerandin. 
 
Piştî parastina Gok û parêzerê wî dozger xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên derbaskirin. 
 
Dadgehê, biryara da ku qedexeya derketina derve û kontrola edlî ya li ser Gok bê rakirin û şahidê nepene “Sabir” di danişîna bê de guhdarkirin û pirsên ku parêzer Gok jê bike di nav 14 rojan de ji dadgehê re ragihîne. 
 
Dadgehê danişînê taloqî 3’ê hezîranê kir. 
 
 

Sernavên din

25/02/2021
12:10 Rojnamegeran negirtin danişîna doza Îpek Er
12:06 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:00 Di 3 rojan de 6 hezaran zêdetir îmze hatin komkirin
11:06 Li Enqereyê mirina bi guman a jinekê
10:39 Jinên Ciwan ‘Seferberiya Xemrî’ vediguhêzin 8’ê Adarê
10:07 Malên dîrokî ku nayên restorekirin tune dibin
09:53 Ji 10 saziyên jinan daxuyaniya Gulistan Şaylemez
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê koma 19'emîn dewr girt
09:07 Dêra Hanefîş Kaya bûye wargeha defînegeran
09:06 Zeytun: Ji bo edaletê em bi hev re têbikoşin
09:04 Xwendekar: Deriyên hatin kelemçekirin, ji tacîzkaran re hatine vekirin
09:04 Turkay: Kelemçeya elektronîk remza kole-efendî ye
09:04 'Em ji gotinên Zengînê fam dikin ku çima cinayet naqedin'
09:04 'Em ê li dijî xerakirina xaniyên Ben û Senê kon vedin'
09:04 Pisporê Psîkiyatriyê Hacimûsalar: Em li dijî xwekuştinê bi hev re têbikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2021'Ê
24/02/2021
20:30 72 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:37 Beştaş: Bi polîtîkayên şer welat nagihîje tu derî
17:11 PDK’ê siyasetmedarê kurd Bartan radestî Tirkiyeyê kir
16:54 Hevserokê HDP’ê yê bajêr di nav de ji 8 kesan re 56 sal cezayê girtîgehê
16:47 Li Hezex û Cizîrê TJA'yê jin vexwend starta 8’ê Adarê
16:27 Rojnameger Cengîz Altûn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Dadgehê danişîna Hevşaredara Yenîşehîrê Dîken taloq kir
16:05 Banga tevlîbûna 8’ê Adarê
15:43 Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê giliya Notera ku agahiyên wan parve kiribû kir
15:30 Ji Platforma Jinan a Enqereyê banga 8’ê Adarê
15:17 Ji ber pirtûka ‘Mehmet Tûnç û Bêkes’ ceza li Alinak hat birîn
15:06 Girtiyê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:06 Rojnamegerên ku Heşdî Şabî wan desteser kiribû hatin berdan
14:39 Doza sereke ya Yuksekdag bi doza Kobanê re kirin yek
14:15 DÎK’ê tecrîd bi çalakiya rûniştinê protesto kir
13:45 Kujerê Hanîfe Yenîsû hat girtin
13:34 Karkerên Mîgrosê 51 roj in di çalakiyê de ne
13:26 Rojnameger Boltan beraet kir
13:15 Şentop: 33 fezlekeyên nû hatin Meclîsê
13:13 Dadgehê danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kir
12:56 Kaplan: 48 şaredarî bi destê AKP'ê hatin xezpkirin
12:09 HDP’iyan bertek nîşanî girtina ciwanan dan
11:50 Ji YE’yê daxuyaniya HDP’ê
11:49 Rêveberiya Nisêbînê ya Partiya Pêşerojê îstîfa kir
11:35 Nûçegîhanên Rûdawê hatin desteserkirin
11:29 Dayika rojnameger Aktaş ku li Cizirê hatibû qetilkirin: Êdî bila ev zilm xelas bibe
11:27 Li Miduriyeta Tapo ya Siwêregê operasyona nelirêtiyê
11:17 Kujerên rojnameger Cengîz Altûn bi salane nayên cezakirin
10:47 Rojeva Jinan 8’ê Adarê ye
10:47 Çalakiya piştgiriya Asayişa Êzidxanê di roja 85'an de didome
10:11 Çalakiya greva birçîbûnê 3 meh li pey xwe hişt
09:54 Ji ber erêkirina hevserokatiyê endamên AKP’î hatin darizandin
09:02 Çelê veguherandine 'girtîgeha vekirî'
09:02 Rewşa bazarê: Kes nikare tiştekî bikire
09:02 Avakirina civakeke demokratîk bi têkoşîna jinê pêkan e
09:02 Bi tena serê xwe daristanek çêkir
09:02 Dengbêj Yilmaz: Divê dengbêjî bidome
09:02 Dr. Îlhan: Li dijî krîza avê, çareyên xwezayê divê
09:02 Jinên sendîkayî wê di 8'ê Adarê de dest bi têkoşîneke nû bikin
09:02 Meta girtiya nexweş: Hêj ku cenazeyê wê derneketiye bila bê berdan
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2021'AN
23/02/2021
22:25 Kesê ku Yencer kuştibû hat zevtkirin
21:14 Îro 9 hezar û 107 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:02 Danişîna rojnameger Demîr hat taloqkirin
17:01 Piştevaniya Mor: Ji înadê re azadî ji înadê re tekoşîn
16:41 Malpera ajansa me carek din hat astengkirin
16:41 HDP çû serdana malbata Akbaşli
16:31 HDP'a Kocaelî: Dest nedin vîna min
16:30 Hatîmogûllari: Bi yekitiya neteweyî êrîş dikarin bên astengkirin
16:17 Tabloya tundiya zilam îro jî neguherî
15:43 TJA'yê banga beşdariya starta 8'ê Adarê li jinan kir
15:23 Esnafên Wanê ewil xwestin deriyê sînor vekin
15:20 Onlu: Em ê bênavber têbikoşin
14:44 Platforma Jinan a Îskenderûnê: Dê serhildana me daneyê
14:44 Piştî 5 mehan cenazeye Înce radestî malbata wî hat kirin
14:24 Karkeran biryara xwe ya greve bi deriye şaredariyê ve kirin
14:10 Bûldan: Ji Garê direvin, çimkî sûcdar in
Heke em wan sozê we daye me eşkere nekin, em jî nemerd in
13:52 Derbarê Ozhasekî û Şener de serlêdana sûc
13:19 Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F îdiaya întîharê
13:17 Yekemîn danişîna rojnameger Gok ku bi cezayê 20 salan tê darizandin hat dîtin
13:00 Piştgiriya ji bo Gergerlîoglû: Em ê meşa parastina mafê mirovan bidomînin
11:58 Mele Îzzettîn Ege hat binçavkirin
11:50 Li Amedê kesek hat binçavkirin
11:17 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
11:10 Li Mîdyadê êrîşeke çekdarî
10:44 Wê HDP rapora qeyûman aşkera bike
09:13 Berwarî: Xeyalên Erdogan û Neo-Osmanî li Garê têkçûn
09:13 Dayikên girtiyan: Tecrîdê rakin
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 89'emîn de didome
09:12 Xizmên girtiyan: Em dengê xwe bilind bikin da ku em bi ser bikevin
09:11 Noémy Lévy-Aksû: Bexwedana Bogazîçiyê mafdar û wêrek e
09:11 'Blokên betonî ji bo tirsê tên bikaranîn'
09:10 Pêkhateyên BMG'ê: Tecrîd binpêkirina mafên her kesekî ye
09:09 'Qirkirina jinan ji ber newekheviya cinsî ye'
09:08 Karkera ku ji kar hat derxistin: Kod 29 polîtîkaya tecrîdê ye
09:08 Di şevekê de bi sedan dar rakirin
09:07 Tevdîrên bi têlan hatine girtin kêm in
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2021'AN
22/02/2021
20:47 78 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
17:43 Parazvanên mafên mirovan: Em li cem Gergerlîsoglu ne
Gergerlîoglu: Dixwazin millet bêdeng bikin
17:11 Peyama Roja Zimanê Zikmakî: Ne rojek tenê em her roj li zimanê xwe xwedî derkevin
16:09 TJA: Îftîraya li Taşdemîr hat kirin li têkoşîna azadiya jinê hatiye kirin
15:52 Pervîn Buldan karsaz ziyaret kirin û li wan guhdar kir