Bûldan: Ji Garê direvin, çimkî sûcdar in
Heke em wan sozê we daye me eşkere nekin, em jî nemerd in

img

ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan destnîşan kir ku îqtidar ji ditirse ku hesabê operasyona Garê bide û got: “Ji meseleya Garê direvin, çimkî sûcdar in.” Bûldan têkildarî hedef nîşandana HDP’ê jî got: “Îqtîdarê heke tiştên di pêvajoya çareseriyê de soza wan ji bo me dabû, wextê cih û dema wê were heke em eşkere nekin, em nemerdin.” 

 
Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan di komcivîna partiya xwe li Meclîsê de axivî. Mijarên girîng di rojeva Bûldan de hebûn. Bûldan operasyona Garê nirxand û li ser vê yekê hedef nîşandana HDP’ê şîrove kir. Bûldan bersiva îdiayên Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylû da û di civînê de wêneyên Şandeya Îmraliyê yên li Girava Îmraliyê li gel Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û li Mutabakata Dolmbahçeyê de hatibûn girtin nîşan da û got ev wêne ne HDP’ê dewletê girtiye û belav kiriye. 
 
‘EM ZIMANAN DIPARÊZ IN’ 
 
Bûldan bi wesîleya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê bal kişand ser girîngiya zimanê zikmakî û got: “Ez vê rojê li tevahiya netewan pîroz cikim. Her cûre êrişên li dijî zimanan û hewldana pişaftinê li dijî hebûna însanan e. Lewma meriv dest ji têkoşîna zimanê zikmakî bernade. Ji bo parastin û pêşvebirina zimanê kurdî dest bi perwerdehiya kurdî kir. Em li dijî yekperestiya zimanan pir rengiya zimanan diparêz in.” 
 
‘EM Ê HER HESAB BIPIRSIN’
 
Bûldan geşedanên têkildarî operasyona Garê jî nirxand û wiha got: “Em pir eşkere dibêjin îqtidar ji hesab dayînê ditirse û direve. Em ê her hesabê vê bipirsin. Çimkî Garê xalek pir girîng a têkçûn û şikestinê ye. Niha heke ku îqtidar partiyek din bûya; heke AKP partiyek muxalefetê bûya wê ji bo Garê qiyametê rakira. Em jî wek HDP’ê heman tiştî dikin û li ser navê gel ji îqtidarê hesab dixwazin. Em ê her vî hesabî bipirsin.” 
 
‘ÎQTIDARA AKP’Ê BERPIRSYAR E’ 
 
Bûldan têkildarî Garê axaftina xwe wiha domand: “Berpirsiyar îqtidarê însanan ne mirî divê meriv zindî bîne. Ji ber vê yekê îqtidara AKP’ê ji tiştên li Garê kir jî û tiştên nekir jî berpirsiyar e. Îqtidar dixwaze bi polîtîkaya Garê xwe li ser piya bigire û cihê xwe zexm bike. Ev yek jî baş nîşan dide ku welat ber bi felaketek talûke ve dibin. Her kesî têkçûna wan a li Garê dît. Lê dixwazin Garê bikin şova siyasî. Hêj îqtidarê bersiva pirsên HDP’ê û muxalefetê yên derbarê Garê de nedaye. Ji pirsan direvin. Ji meseleya Garê direvin. Çimkî sûcdar in.”
 
‘ARMANCA WAN NE XILASKIRINA WAN MIROVNA BÛ’ 
 
Bûldan destnîşan kir ku di demên berê de jî 335 leşkerên hatibûn desteserkirin bi rêya diyaloga însanan anîn Tirkiyeyê û got: “Armanca wan ne ew bû ku li Garê wan însanan xilas bikin. Ev pir eşkere li holê ye. Armanca wan xilaskirinbûya wê rêbaz ne ev bûya wê li şûna operasyonê bi rêya diyalogê bianiyan. Di sala 2015’an de ez jî di nav de şandeyek, sê çawişên pispor ên li Licê hatibûn desteserkirin di encama hewldanên me de anî û radestî Qeymeqamiya Licê kir. Ji bo van 13 însanan jî li gel me bang li hikumetê kir jî lê li bang û daxwaza me guhdar nekirin û nexwestin.” 
 
‘TÊKÇÛNA XWE DIZWAZIN DI SER HDP’Ê DE SAFÎ BIKIN’ 
 
Bûldan axaftina xwe berdewam kir: “Aramanca wan ew bû ku ji xwe re çîrokek wê çawa pê xilas bikin ji Garê derxin. Ji bo îqtidara xwe biparêzin çûn Garê. Dixwestin bi zaferek û mizgîniyê ji Garê bizivirin. Lê van 13 însanan kirin armanca berjwendiyên xwe siyasî. Rastiya Garê wisa ye. Negihiştin mexseda xwe, vê car çikirin? Rabûn bi çar aliyan êrişî HDP’ê kirin û van êrişên xwe didomînin. Dijminatiya li dijî kurdan û nefretê dixin rojeva xelkê. Kurdan û HDP’ê li ber çavê xelkê reş dikin. Adeta hebûna xwe girêdane tunekirina HDP’ê. Lê wê nikaribin Tirkiyeyek bê HDP’ê birêve bibin. 
 
EM TE HEWALEYÎ XWEDÊ DIKIN 
 
Em bi îqtidarek êdî hişê xwe winda kiriye re rûbirû ne. AKP’iyek wî avêtin ser sergoyê siyaseta Enqereyê rabûye heqaret li însanên deng dane HDP’ê dike. Ji wî re tenê hevokek me heye. Em te hewaleyî xwedî dikin. 
 
WÊNEYÊ WÊNEHILGIR 
 
Wezîrek van ê wêneyan li destê xwe dibe û tîne û radike heye. Televîzyon bi televîzyonên gemarî digere û wêneyan nîşan dide. Ez ê niha bersiva derew û îftîrayên wî bidim. Li ser wêneyên pêvajoya çareseriyê ku di serdana Qendîlê de hatine girtin, ketiye pey helepitka îdraksaziyê. Pir eşkere nevûyan bi stûyê wekîlek me ve tîne. Xwedî giravî parlamenterek HDP’ê çûye Garê û hatiye siyasetê dike. Ya rast ji vê yekê re jî bes. Ez li vir pir eşkere dibêjim; Ev derewek mezin e, îftira ye û propagandayek reş e. Ketiye pey helepitka veşartina sûcê xwe. Yên ku dixwazin vê propagandaya reş bikin nafikirin ku gelê wê sibê di bin vê de bimînin. 
 
JI WE TÊ IŞTRAST BIKIN 
 
Çi karê parlamentera me li Garê heye? Parlamenterên me dikarin biçin wir tenê cihekî ew jî li Hewlêrê bi Barzanî re hevdîtin bikin e. Ji bo hevdîtinên bi partiyên Başûr re car carna parlamenterên me diçin Hewlêrê. Ji bilî vê diçin Ewropa û Amerîkayê jî. Duh hevala me Dîlan jî îftirayan derewand û bang kir ku derewên xwe piştrast bikin. Ez jî heman bangê dikim; Piştrast bikini heke hûn piştrast nekin hûn bi kêrî tiştekî nayên. Xwedî kesî şaş û maş neke û nexe vê rewşê. 
 
ÇAV BERDA YE QOLTIXÊ ERDOGAN 
 
Hûn dizanin rewşek çawa derbas dikin? Resmen li bin ketine. Di binê çala herî kûr de ne. Ev çala wan a kûr di rojên dawî de li Enqereyê xuya dike. Îftira, kumpas û êrişên wan ên li ser me dişibe serdema cemaetê ku rêbazek li hember me bikar dianîn. Diyar e ku van ji birayên xwe yên cemaetê gelek ders girtine û pir tişt hîn bûne. Derdê vî wezîrê ku wêneyan nîşan dide, çavê wî li qoltixê Erdogan e. 
 
ERDOGAN DIZANE EW WÊNE ÇI NE 
 
Ez li vir bang dikim; şerê îqtidar û qoltixê xwe eşkere bikin. Şerê xwe li ser HDP’ê birêve nebin. HDP destûrê nade vê. Heman wezîrê wênehilgir diçe televîzyonan wêneyên şandeya me ku li ser destûra dewletê çûye serdanan nîşan dide. Hewl dide îdrasaziyê çê bike. Xwezî tu beriya wan wêneyan di televîzyonan de nîşan bidî tu biçûya ji serokê xwe bipirsiya. Te nîşanî Tayyîp Erdogan bida. Te jê bipirsiya Erdogan pêvajoya wan fotografan baş dizane. Bila ew ji te re bêje. 
 
EM BI DESTÛRA HIKUMETÊ DIÇÛN QENDÎLÊ
 
Ez gotinên vî zatî niha yek bi yek dibêjim; baş guhdar bike Soylû baş fêm bike. Di wan serdeman de çi bû? Me pêvajoya çareseriyê bi sê lingan birêve dibir. Lingek Îmrali bû, lingek Qendîl bû û lingek jî li cem hevdîtinên li cem hikumet û dewletê bû. Di wê pêvajoyê de her hevdîtina me li Îmraliyê li gel birêz Ocalan dikir bi destûr û agahiya dewletê pêk dihat. Piştî serdana li Îmraliyê jî em bi destûr û erêkirina dewletê diçûn Qendîlê. Piştî serdana Qendîlê ku em vedigeriyan me encama hevdîtinan ji şandeya dewlet-hikumetê re vedigot. Şandeya dewletê jî beriya em biçin Îmraliyê, ew diçûn Îmraliyê û van agahiyan dibirin û bi birêz Ocalan re parve dikirin. 
 
LI SER SERÊ ME ÎHA DIGERIYAN 
 
Me carek li Qendîlê bi rayedarên PKK’ê re hevdîtin pêk dianî. Me dît ku li asîmanên Qendîlê 2 ÎHA li ser serê me digerin. Ez vê agahiyê ango anekdotê nû parve dikim. Em dizanin ÎHA çi dikin û dikarin çi bikin. Piştî me xwe da alî winda bûn û çûn. Piştî em vegeriyan me hat meseleya ÎHA’yan ji rayedarên hikumetê re got. Ji me re gotin ‘ji bo ewlehiya we biparêz in digeriyan’. Ev hemû di qeydên dewletê de hene. 
 
BAŞ GUHDAR BIKE SOYLÛ EFENDΠ
 
Baş guhdar bike Soylû efendî! Wan wêneyan ne me parve kiriye. Dema em diçûn Qendîl, Îmraliyê û cem şandeya dewletê jî ne makîneyek wêneyan û ne jî telefon bi me re hebûn. Wan wêneyan ne me girtin. Wêneyên li Qendîlê piştî em hatin li çapemeniyê hatin belavkirin. 
 
WÊNEYÊ LI ÎMRALIYÊ KÎ GIRT? 
 
Niha du wêneyan nîşanî te didim. Vî wêneyê li Îmraliyê kî girt? Kî vî wêneyî anî da we? Bila Soylû efendî viya eşkere bike. Wêneyek din. Wêneyê bi şandeya dewlet-hikumetê re jî 28’ê Sibatê di hevdîtina Mutabakata Dolmabaheçyê de hatiye girtin. Vî wêneyî jî ne me girtiye. Rayedaran û însanên tesmîlen li wir bûn girtin. Em li ser van her sê wêneyan bang li Wezîrê Karên Navxweyî dikin. Armanca van her sê wêneyan heman bû û diyar e ji aliyê kî ve hatine girtin. Di Mutabakata Dolmbahçeyê de hûrguliyek balkêş heye. Erdogan diyar kiribû ku wê ew roj kî li ku rûnê. 
 
WEXTÊ ROJA WÊ WERE EM Ê SOZÊN WAN JÎ VEBÊJIN 
 
Tenê bersivek me ji bo wan kesên li ser hewldanên pêvajoya çareseriyê nêzî me dibin heye; Di wê pêvajoyê de ji bo siberoja gelên me, hêsirên çavên dayikên me bisekinin, ji bo beden nekivin bin axê, pêvajoyek bi fedakarî dihat kirinê bû. Îro jî bibe bêyî em çavê xwe bitirsînin bi heman fedekariyê em ê dîsa bikin. Ji bo ku bila pozê însanek me xwîn nebe. Em pir bi bextewar in ku me 3 salan seknek bi rûmet da nîşandan û em li pey kirinên xwe ne. Îqtîdarê heke tiştên di pêvajoya çareseriyê de soza wan ji bo me dabû, wextê cih û dema wê were heke em eşkere nekin, em nemerdin.”
 
‘TOLÊ JI ME HILTÎNIN’ 
 
Bûldan di dewama axaftina xwe de bal kişand ser cezakirina parlamenterê wan Omer Farûk Gerberlîoglû û got tolhildana lêgerînên tazî, îşkence û Garê ji wekîl û partiya wan hiltînin. 
 
XWEST DAWÎ LI TECRÎDÊ WERE 
 
Bûldan bal kişnd ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan a li dijî tecrîdkirina Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafan dane destpêkirin û xwest li tavilê dawî li tecrîdê û binpêkirinên mafan were anîn. 
 
 

Sernavên din

25/02/2021
12:10 Rojnamegeran negirtin danişîna doza Îpek Er
12:06 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:00 Di 3 rojan de 6 hezaran zêdetir îmze hatin komkirin
11:06 Li Enqereyê mirina bi guman a jinekê
10:39 Jinên Ciwan ‘Seferberiya Xemrî’ vediguhêzin 8’ê Adarê
10:07 Malên dîrokî ku nayên restorekirin tune dibin
09:53 Ji 10 saziyên jinan daxuyaniya Gulistan Şaylemez
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê koma 19'emîn dewr girt
09:07 Dêra Hanefîş Kaya bûye wargeha defînegeran
09:06 Zeytun: Ji bo edaletê em bi hev re têbikoşin
09:04 Xwendekar: Deriyên hatin kelemçekirin, ji tacîzkaran re hatine vekirin
09:04 Turkay: Kelemçeya elektronîk remza kole-efendî ye
09:04 'Em ji gotinên Zengînê fam dikin ku çima cinayet naqedin'
09:04 'Em ê li dijî xerakirina xaniyên Ben û Senê kon vedin'
09:04 Pisporê Psîkiyatriyê Hacimûsalar: Em li dijî xwekuştinê bi hev re têbikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2021'Ê
24/02/2021
20:30 72 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:37 Beştaş: Bi polîtîkayên şer welat nagihîje tu derî
17:11 PDK’ê siyasetmedarê kurd Bartan radestî Tirkiyeyê kir
16:54 Hevserokê HDP’ê yê bajêr di nav de ji 8 kesan re 56 sal cezayê girtîgehê
16:47 Li Hezex û Cizîrê TJA'yê jin vexwend starta 8’ê Adarê
16:27 Rojnameger Cengîz Altûn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Dadgehê danişîna Hevşaredara Yenîşehîrê Dîken taloq kir
16:05 Banga tevlîbûna 8’ê Adarê
15:43 Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê giliya Notera ku agahiyên wan parve kiribû kir
15:30 Ji Platforma Jinan a Enqereyê banga 8’ê Adarê
15:17 Ji ber pirtûka ‘Mehmet Tûnç û Bêkes’ ceza li Alinak hat birîn
15:06 Girtiyê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:06 Rojnamegerên ku Heşdî Şabî wan desteser kiribû hatin berdan
14:39 Doza sereke ya Yuksekdag bi doza Kobanê re kirin yek
14:15 DÎK’ê tecrîd bi çalakiya rûniştinê protesto kir
13:45 Kujerê Hanîfe Yenîsû hat girtin
13:34 Karkerên Mîgrosê 51 roj in di çalakiyê de ne
13:26 Rojnameger Boltan beraet kir
13:15 Şentop: 33 fezlekeyên nû hatin Meclîsê
13:13 Dadgehê danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kir
12:56 Kaplan: 48 şaredarî bi destê AKP'ê hatin xezpkirin
12:09 HDP’iyan bertek nîşanî girtina ciwanan dan
11:50 Ji YE’yê daxuyaniya HDP’ê
11:49 Rêveberiya Nisêbînê ya Partiya Pêşerojê îstîfa kir
11:35 Nûçegîhanên Rûdawê hatin desteserkirin
11:29 Dayika rojnameger Aktaş ku li Cizirê hatibû qetilkirin: Êdî bila ev zilm xelas bibe
11:27 Li Miduriyeta Tapo ya Siwêregê operasyona nelirêtiyê
11:17 Kujerên rojnameger Cengîz Altûn bi salane nayên cezakirin
10:47 Rojeva Jinan 8’ê Adarê ye
10:47 Çalakiya piştgiriya Asayişa Êzidxanê di roja 85'an de didome
10:11 Çalakiya greva birçîbûnê 3 meh li pey xwe hişt
09:54 Ji ber erêkirina hevserokatiyê endamên AKP’î hatin darizandin
09:02 Çelê veguherandine 'girtîgeha vekirî'
09:02 Rewşa bazarê: Kes nikare tiştekî bikire
09:02 Avakirina civakeke demokratîk bi têkoşîna jinê pêkan e
09:02 Bi tena serê xwe daristanek çêkir
09:02 Dengbêj Yilmaz: Divê dengbêjî bidome
09:02 Dr. Îlhan: Li dijî krîza avê, çareyên xwezayê divê
09:02 Jinên sendîkayî wê di 8'ê Adarê de dest bi têkoşîneke nû bikin
09:02 Meta girtiya nexweş: Hêj ku cenazeyê wê derneketiye bila bê berdan
09:00 ROJEVA 24'Ê SIBATA 2021'AN
23/02/2021
22:25 Kesê ku Yencer kuştibû hat zevtkirin
21:14 Îro 9 hezar û 107 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:02 Danişîna rojnameger Demîr hat taloqkirin
17:01 Piştevaniya Mor: Ji înadê re azadî ji înadê re tekoşîn
16:41 Malpera ajansa me carek din hat astengkirin
16:41 HDP çû serdana malbata Akbaşli
16:31 HDP'a Kocaelî: Dest nedin vîna min
16:30 Hatîmogûllari: Bi yekitiya neteweyî êrîş dikarin bên astengkirin
16:17 Tabloya tundiya zilam îro jî neguherî
15:43 TJA'yê banga beşdariya starta 8'ê Adarê li jinan kir
15:23 Esnafên Wanê ewil xwestin deriyê sînor vekin
15:20 Onlu: Em ê bênavber têbikoşin
14:44 Platforma Jinan a Îskenderûnê: Dê serhildana me daneyê
14:44 Piştî 5 mehan cenazeye Înce radestî malbata wî hat kirin
14:24 Karkeran biryara xwe ya greve bi deriye şaredariyê ve kirin
14:10 Bûldan: Ji Garê direvin, çimkî sûcdar in
Heke em wan sozê we daye me eşkere nekin, em jî nemerd in
13:52 Derbarê Ozhasekî û Şener de serlêdana sûc
13:19 Li Girtîgeha Wanê ya Tîpa F îdiaya întîharê
13:17 Yekemîn danişîna rojnameger Gok ku bi cezayê 20 salan tê darizandin hat dîtin
13:00 Piştgiriya ji bo Gergerlîoglû: Em ê meşa parastina mafê mirovan bidomînin
11:58 Mele Îzzettîn Ege hat binçavkirin
11:50 Li Amedê kesek hat binçavkirin
11:17 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
11:10 Li Mîdyadê êrîşeke çekdarî
10:44 Wê HDP rapora qeyûman aşkera bike
09:13 Berwarî: Xeyalên Erdogan û Neo-Osmanî li Garê têkçûn
09:13 Dayikên girtiyan: Tecrîdê rakin
09:12 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 89'emîn de didome
09:12 Xizmên girtiyan: Em dengê xwe bilind bikin da ku em bi ser bikevin
09:11 Noémy Lévy-Aksû: Bexwedana Bogazîçiyê mafdar û wêrek e
09:11 'Blokên betonî ji bo tirsê tên bikaranîn'
09:10 Pêkhateyên BMG'ê: Tecrîd binpêkirina mafên her kesekî ye
09:09 'Qirkirina jinan ji ber newekheviya cinsî ye'
09:08 Karkera ku ji kar hat derxistin: Kod 29 polîtîkaya tecrîdê ye
09:08 Di şevekê de bi sedan dar rakirin
09:07 Tevdîrên bi têlan hatine girtin kêm in
09:00 ROJEVA 23'YÊ SIBATA 2021'AN
22/02/2021
20:47 78 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:55 Li Sîlopiyayê mirineke biguman
17:43 Parazvanên mafên mirovan: Em li cem Gergerlîsoglu ne
Gergerlîoglu: Dixwazin millet bêdeng bikin
17:11 Peyama Roja Zimanê Zikmakî: Ne rojek tenê em her roj li zimanê xwe xwedî derkevin
16:09 TJA: Îftîraya li Taşdemîr hat kirin li têkoşîna azadiya jinê hatiye kirin
15:52 Pervîn Buldan karsaz ziyaret kirin û li wan guhdar kir