Kaçmaz: Qanûna bingehîn a nû bi peymana civakî pêkan e

  • rojane
  • 09:03 26 Sibat 2021
  • |
img

ENQERE – Endamê Komîsyona Qanûna Bingehîn a HDP'ê Huseyîn Kaçmaz, anî ziman ku qanûna bingehîn a nû, ancax bi peymaneke civakî pêkan e. 

Piştî ku Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan, cardin qanûna bingehîn xist rojevê, partiyên din ên di meclîsê de jî dest bi amadekariyan kirin. Tê gotin AKP ji bo qanûna bingehîn a nû xebateke 4 merheleyî daye destpêkirin û muxalefet jî destnîşan dike ku ya ku AKP dike tenê ji bo mayindekirina pergala hikûmeta serkomartiyê ye.
 
Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê û Endamê Komîsyona Qanûna Bingehîn Huseyîn Kaçmaz, nîqaşên derbarê qanûna bingehîn de nirxandin. 
 
Kaçmaz, diyar kir ku Tirkiye bi qanûneke bingehîn a darbeyê tê birêvebirin. Kaçmaz, destnîşan kir ku lewma pêdiviya civakê bi qanûneke bingehîn a nû re heye û hemû derdor di vî warî de hevfikr in. 
 
‘PERGALA YEKZILAMÎ' 
 
Kaçmaz, anî ziman ku AKP di 16'ê Nîsana 2017an de bi guherandia qanûna bingehîn re pergala hikûmeta serokomartiyê ava kiriye û bi vê re berbi otorîterbûyînê ve diçe. Kaçmaz, bilêv kir ku di pergala nû de cihêtiyên di navbera qanûnçêkirin, rêvebirin û darazê de ji holê rabûne û ev hemû bo pergala yekzilamî ve hatine girêdan. 
 
Kaçmaz got: "Lê di van şert û mercan de radibin qala qanûneke bingehîn a nû dikin. Qet ne cihê baweriyê ye. Rejîmên otorîter, tim serî li gotinên reform an jî qanûneke bingehîn a nû didin. Ji bo ku ev çê bibin, pêdivî bi feraseteke pêşverû û nû heye. Lê belê reform û qanûna bingehîn a ku îqtidar behsa wê dike, tenê ji bo qewîkirina pergala yekzilamî ne." 
 
Kaçmaz, destnîşan kir ku ji bo qanûneke bingehîn a nû, tiştên bivê nevê ji nû ve bihêzkirina rêgeza 'cihêtiya hêzan' a di navbera qanûnçêkirin, rêvebirin û darazê de ye û got: "Heya ku bêhiqûqîtiyên heyî ji holê ranebin, heya ku zexta li ser darazê neyê şikandin û heya ku cihêtiya hêzan çênebe, dê pêvajoya qanûneke bingehîn a nû ji referandûma 16'ê Nûsana 2017'an wêdetir neçe. Wê çaxê şert û emrcên Rewşa Awarte hebûn. Niha jî Rewşa Awarte di dewrê de ye." 
 
LIHEVKIRINEKE CIVAKΠ
 
Kaçmaz, destnîşan kir ku qanûnên bingehîn "peymanên civakî", lema qanûneke bingehîn ancax bi peymaneke civakî pêkan be. Kaçmaz got: "Li Tirkiyeyê, mixabin hem qanûna bineghîn a darbeyê hem jî pêkanînên îqtidarê, kirin ku polîtîkayên înkarkirinê kûrtir bibin. Destpêka polîtîkayên red û înkarê jî qanûna bingehîn e. Niha di bara qanûna bingehîn de tu hikmê 20-25 milyona kurdan tune ye." 
 
Kaçmaz, anî ziman ku lewma qanûna bingehîn nikare bi tena serê cwe pirsgirêkan çareser bike û got: "Lê gava hemû derdor li hev bikin û xwe tê de bibînin, wê çaxê dibe ku ev yek ji bo qanûneke bingehîn bibe destpêkek." 
 
Kaçmaz, diyar kir ku îqtidar bi nîqaşên bi vî rengî tenê dixwaze umrê xwe dirêj bike. Kaçmaz, anî ziman ku li Tirkiyeyê gel û bawerî bi hev re dijîn, lewma qanûneke bingehîn a tekparêz dê nikaribe pirsgirêkan çareser bike û got: "Pêdivî bi qanûneke ku hemû derdorên civakê xwe tê de bibînin heye." 
 
MA / Bêrîvan Altan

Sernavên din

02/03/2021
13:25 Li ser sînor cenazeyek hat dîtin
13:24 Gergerlîoglû ji parlamenteran re name şand
13:11 Lêgerîna li Şaredariya Qereçobanê bi dawî bû
12:47 Ji bo ku heqdesta xwe bigirin karkeran vîncê desteser kirin
11:42 Dadgehê doza polîsên ji teqîna 5'ê Hezîranê tên darizandin taloq kir
11:42 Di serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin
11:29 Ji 2'ê Adara 94'an heta niha 27 salin şaşî didome
11:22 Ji ber ku aştî xwest, lingê wê kelepçe kirin
11:17 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
10:41 Li Şirnexê leşkerek jiyana xwe ji dest da
10:41 Wê KCDP daneyên xwe yên meya sibatê aşkera neke
10:30 Jina tundî lê tê kirin dixwaze dengê wê were bihîstin
10:26 Li şûna polîsê dest şikand wekîl sûcdar hat dîtin
10:20 Têkildarî Tirkiyeyê name ji rêveberiya DYA'yê re şandin
10:17 PDK’ê nûnerê Mîr’ê êzidiyan avêt Tirkiyeyê
09:53 'Xwişka Perîhan' a Enqereyê jiyana xwe ji dest da
09:34 Polîsan bi ser Şaredariya Qereçobanê de girt: Hevşaredar binçav kirin
09:04 Koma 20'emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:04 Wê jin li dijî serdestiyê 'Mor Mekan' vekin
09:04 Ji ber çalakiya 'mirovê sekinandî' doz li wan vekirin
09:04 Çi hatiye bîra wan daxilî nav fezlekeyan kirine
09:04 Ka 194 saziyên jinan li ku ne?
09:04 Danişîna doza Tahir Elçî sibê ye
09:04 ‘Me bi nûçegihaniya li ser esasên jinê, rêyek nû vekir'
09:03 Navê xwe ji destanek din girt, lê ew bi xwe bû lehenga destanekê
09:03 Li jîngeha şaristaniyê stran û awazên jinan wê olan bidin
09:00 ROJEVA 2'YÊ ADARA 2021'AN
08:23 Polîsan aktîvîsta TJA’yê Onen binçav kirin
01/03/2021
21:37 69 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
17:09 Li Sêrtê şer derket
16:57 Endamê Meclîsa HDP’ê Îdîg hat berdan
16:31 DAKP'ê starta 8'ê Adarê da: Desthilatdariya zilam wê têk biçe
15:37 Jin amadekariya 8'ê Adarê dikin: Em ê dest ji azadiyê bernedin
15:12 Jinên rêxistinên pîşeyî û sendîkayî: Bila 8’ê Adarê bibe roja destûra bi heq
14:41 Ciwanê eskeran birîndar kiribû, ji nexweşxanê derket
14:37 Nobeta hîndekaran ket roja 58’an
14:09 Sancar: Heta ku edalet pêk neyê başî jî pêk nayê
13:20 Tundiya zilam: 2 jin bi giranî birîndar bûn
13:03 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya xwe ya 8'ê Adarê aşkere kir
13:01 Pêveka Jinê ya Yenî Yaşamê bi temaya 8’ê Adarê derket
12:49 Qedexeya çalakiyan a Colemergê dirêj kirin
12:33 Rêveberên MEBYA-DER’ê 3 roj in di bin çavan de ne
12:11 Jinan li Dersimsê starta 8’ê Adarê hat da
12:09 Berdevka HDP'ê Gunay: Îqtidarê Mutabaqata Dolmabahçeyê kir qurbanê desthilata xwe
11:54 Karsazê rastî êrişê hat jiyana xwe ji dest da
11:28 Aktîvîstên TJA'yê ji jinên girtî re qertên 8'ê Adarê şandin
10:53 Zanîngeha ku rapora cînayeta Elçî Amedê kir bertek nîşanî doznameyê da
10:37 3 bersûcên cînayetê hatin girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 95'emîn de didome
09:16 Welatiyên jin: Em birçîbûnê qebûl dikin lê xerakirinê qebûl nakin
09:15 Derbarê lêgerîna tazî de gilî kir
09:14 Qeyûm 3 meh in mûçeya xwarina karkeran nade
09:14 Bi rêbaza diyalogê 368 esker hatin rizgarkirin
Bi operasyona Garê 13 esker û polîs hatin kuştin
09:12 Du jinên ku astengî nas nekirin
09:11 'Divê jin mafê xwe bistînin'
09:10 Rojnameger Kaya: Garê derûniya tirsê ji holê rakir
09:09 Malbata Bartan: Çavên wî girêdayî, destê wî kelepçekirî teslîm Tikriyê kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2021'AN
28/02/2021
19:43 Di nava 24 saetan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:40 Li Sîlîvriyê 2 jin hatin qetilkirin
16:19 Di ser Komkujiya Roboskî re 110 meh derbas bûn
14:16 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê helîkoptereke Rûsyayê ket
13:57 Qeyûm darên 20 salî birî
13:42 HDP: Peymana Dolmabahçeyê xelasiya Tirkiyeyê ye
13:13 50 nivîskar di pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê de hatin gel hev
12:47 HDK’ê Yaşar Kemal bi bîr anî
11:54 Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand bû “propagandaya rêxistinê”!
11:33 Deqeyek rêzgirtin jî bûye hinceta fezlekeye
11:28 Di pirsgirêka kurd de reçeteya çareserkirinê: Peymana Dolmabahçeyê
11:08 Li Qoser û Nisêbînê polisan bi ser malan de girt
11:07 Girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî derketin derp kirin
10:24 Li Heftanînê cerdevanekê mir
10:23 Elîaçik: Zihniyeta 28 Sibatê didome
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 94'emîn de didome
09:19 Ji sala 1919’an heya 2021’an jin jiyan azadî!
09:13 Li Ermenistanê tevahiya artêşê ne li dijî Paşînyan e
09:11 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2021'AN
27/02/2021
21:03 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 Ji Amedê nameyek ji NASA'yê re şandibû û şaşî rast kiribû
15:20 ÎHD: Girtiyên nexweş serbest berdin
14:40 Şandeya HDP'ê bi Partiya Keskan re civiya
13:55 Li MEBYA-DER’ê 7 saet lêgerîn: Dest danîn ser belgeyên fermî
13:53 Dayika Aydinlar ê windayî: Ez ji kurê xwe têr nebûm
13:41 Ji bo girtiyên nexweş Guneş û Ogur banga berdanê kirin
13:12 26 salin agahî ji sercerdevanê vexwendin qereqolê nayê girtin
10:31 IPPNW: Divê ekîbek pispor li Garê lêkolîn bike
10:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 93'yemîn de didome
09:40 Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê
09:22 Li Amedê rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê hatin binçavkirin
09:13 Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin
09:12 Bavê ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine: Bila sozên xwe bi cih bînin
09:11 'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî'
09:11 Ma 145 stare dikarin 41 milyon jinî biparêzin?
09:10 Bi kovara Uncireyê hewl didin ku lazkî bi ruh û can bikin
09:09 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar serî li AYM'ê dan
09:09 Da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'AN
26/02/2021
20:52 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Li Sêrtê starta 8'ê Adarê
16:14 Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin