Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê

img

AMED - Mizgîn Ronak bi romana "Nobedarê Gulên Kobanê" ku ji Weşanên Sîtav derketibû, bişirînekê datîne ser lêvan. Lê hîna ev bişirîn di dil de bi cih nebûye, bi dengê gurmîn û teqînan nîvco dimîne.

 
Romana Mizgîn Ronak a bi navê "Nobedarê Gulên Kobanê" ji Weşanên Sîtav derket. Mizgîn Ronak, romana xwe ya "Nobedarê Gulên Kobanê", diyarî hemû leheng û cangoriyên Kobanê dike. Nivîskar Mizgîn Ronak, di girtîgehê de şev û roj li ber radyo û televizyonê guh li Berxwedana Kobanê bel kiriye û êş, azar, kêfxweşî û serkeftina vî bajarê ku berxwedaneke dîrokî ji hemû cîhanê re diyarî kir, ji kezebê hîs kiriye. Bi zanebûna kolanan û hakîmîyeta xwe ya derbarê Kobanê de jî mirov diheyirîne. Mirov dibêje qey nivîskar, gav bi gav li kolanên Kobanê geriyaye û deriyê her hewşê vekiriye. Xwîner, lehengê romanê yê sereke ji nêz ve nas dikin. Ew dînekî wêrek, berxwedêr e. Nivîskar, bi hostayî ji devê vî dînê pakrewan ku wijdanê mirovahiyê ye Kobanê aniye ziman, kiryarên şer lêpirsîn kiriye û rastî raxistiye ber çavan. Carinan bişirînekê datîne ser lêvan, lê hîna ev bişirîn di dil de bi cih nebûye bi dengê gurmîn û teqînan nîvco dihêle:
 
“Dîno nobedarê Kobanê ye, dê çawa biqedînin. Ez nobedarê Kobanê, şivanê nêrgiz, mirîşk û qaza me. Ez bahoza kolanên Kobanê, şêrê Miştenûrê me… Ez difirim, Kobanê difire… Li Kobanê her tişt dikene. Pêlavên hevalan jî dikenin, zikên wan ên birçî jî, toza li ser ser û guhên wan jî…” 
 
Mizgîn Ronak, di romanê de têgehên weke germahî-sarbûn, wêrekî-xemgînî, dilşadî, êş, jan, jiyan-mirin, koledarî-azadî digihîjîne wateya xwe. Hest û jîndarî tev di bîra dilê xwe de dimeyîne û bi hunera peyvan û zimanê hilû diherikîne nava rûpelê romanê: 
 
“Heval dibêjin ‘em bimirin jî ji vir naçin’ û soza xwe pêk tînin û ji cihê xwe nalivin. Piştî teqîn û mirinê, piştî ku tank di ser wan û çeperên wan re derbas dibin jî ew soza xwe pêk tînin. Ez wan dibînim, bibin xwîn û duman jî li ber xwe didin, dikenin, gazî hev dikin, dibin Kurdistan, dibin dinya, dibin beybûn...”
 
Nivîskar, bi navê pirtûkê jî dixwaze peyamekê bide. Gul, sembola xweşikbûn û rengdayina jiyanê û xweparastinê ye. Loma diviyabû gul paqij bimana. Ev kar jî ji Koçeroyê dîn re, Koçerê Kobanê re dimîne: 
 
“Mirov diweste lo! Gul wisa pir in, wisa pir in. Lê ez ji wan aciz nabim. Çimkî ew jî li ber xwe didin. Çete çiqas pir êrîş dikin, ew ewqas pir gur dibin. Wêranxana Kobanê di nav gulan de maye, malên bêkes tije gul in. Li Kobanê rûmet berxwedan e; naçilmise, çok nade erdê. Loma gul jî naçilmisin. Min toza hemiyan girt…”
 
Wisa dixuye xwîner dema vê pirtûkê bigire destên xwe heya neqedîne dê ji destên xwe bernede.
 
MIZGÎN RONAK KÎ YE?
 
Mizgîn Ronak, di sala 1973’yan de li Amedê hatiye dinyayê. Di temenekî ciwan de biryara têkoşînê daye û tevlî refên azadiyê bûye. Di tebaxa 1992’yan de li Amedê hatiye girtin û cezayê muebetê lê birîne. Ligel hemû astengiyan bi salan nivisên xwe yên di rojnameya Azadiya Welat de berdewam kir. Her wiha nivîsên wê di gelek kovaran de jî hatin weşandin. Weke parêzvaneke ziman û wêjeya kurdî tê nasîn û heta niha gelek berhem nivîsîne. Roman, çîrok û helbestên nivîsîne ji hêla weşanxaneyên Lîs, Ar, Sîtav û Aramê ve hatine çapkirin. 
 
MA / Abdurrahman Gok
 

Sernavên din

27/02/2021
13:12 26 salin agahî ji sercerdevanê vexwendin qereqolê nayê girtin
10:31 IPPNW: Divê ekîbek pispor li Garê lêkolîn bike
10:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 93'yemîn de didome
09:40 Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê
09:22 Li Amedê rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê hatin binçavkirin
09:13 Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin
09:12 Bavê ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine: Bila sozên xwe bi cih bînin
09:11 'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî'
09:11 Ma 145 stare dikarin 41 milyon jinî biparêzin?
09:10 Bi kovara Uncireyê hewl didin ku lazkî bi ruh û can bikin
09:09 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar serî li AYM'ê dan
09:09 Da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'AN
26/02/2021
20:52 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Li Sêrtê starta 8'ê Adarê
16:14 Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin
16:13 Dayika girtiyê nexweş Polat: Bila kurê min bê berdan
15:54 Dayikên Aştiyê bi Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn
15:54 Duyemîn danişîna Tahîr Elçî di 3’ê adarê de ye
15:44 Ciwanan kampanya xwe ya “Bikeve tevgerê” bi dawî kirin
15:38 Gergerlîgolû: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:47 Îdianameya ‘Wêneyê Kabe’yê hat amadekirin
14:46 6 sal û 8 meh ceza dan rêveberê HDP’ê
14:36 Polisan bîranîna Aktaş û Yavuzel asteng kirin
14:36 300 xwendekar li Nîjeryayê hatin revandin
14:36 ‘Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Eren Keskîn
14:17 Walîtiya Rihayê lidarxistina çalakiyan 30 rojan qedexe kir
14:12 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Hevseroka MED TUHAD-FED'ê birî
14:07 ‘Bace bi giştî ketiye rewşeke nîqaşê’
13:59 Kişanak: Dosya bi zextên siyasî vebû
13:11 Jinên ciwan ên HDP’î: Em ê çavên xwe li darbeyên Erdogan negirin
12:30 Şivan Perwer: Divê Tirkiye ji kurdan lêborînê bixwaze
12:16 Têkildarî nûçeyên tecrîd û Roboskî dest bi lêpirsînê kirin
11:01 Danişîna Tuncel û Kişanak dest pê kir
10:51 Kurkçu: Piştî operasyona Garê hevsengiya stratejiya navxweyî guherî
09:29 Li Stenbolê 11 kes hatin binçavkirin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 92'yemîn de didome
09:21 Li Dersimê çalakî û şahî mehek din jî hatin qedexekirin
09:03 'Xalê Xizir' ji ber îfadeya kesên sûd ji 'qanûna poşmaniyê' girtine hatiye girtin
09:03 Kaçmaz: Qanûna bingehîn a nû bi peymana civakî pêkan e
09:03 ‘Heya sax bim ez ê dengbêjiyê bikim'
09:03 'Nîqaşên derbarê qanûna bingehîn de ji bo hilbijartinê ne'
09:03 Di seqemê de jî pêlavan temîr dike
09:03 AYM'ê got 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin', lê dozgerî deng ji xwe nayne
09:03 Girtî Çetîn: Heya tecrîd ranebe em ê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2021'AN
25/02/2021
21:33 9 hezar û 572 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:49 Li Şemzînanê çalakiya zîncîra mor
16:36 Derket holê ku jina 10 sal in winda ye hevjînê wê ew qetil kiriye
16:35 Doza Aleyna Çakır: Li xwe mikurhatina derbkirinê
16:17 Hinceta berdana faîlê îstîsmarê: Maç kirin ne tacîz e
16:08 Daxwaza girtina Mûsa Orhan dîsa hat redkirin
15:58 Baydemîr bi Barzanî re hat gel hev
15:58 Bakirhan: Em ê zêdetir li ber xwe bidin
15:50 Bûldan: Baweriya bi AKP’ê nemaye
15:35 Ji Qoserê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
14:44 HDP'iyan giliyê Şener û Ozhasekî kirin
14:42 YDK: Dijminatiya jinan bi destê desthilatê tê asayîkirin
13:44 Ji ÎMO’yê kampanyaya ‘Ji her şantiyeyê re şefek’
13:21 Meclisa Jinan a HDP’ê: Desthilat dixwaze têkçûna xwe ya Garê bi êrişên ser jinan biniximîne
13:14 Artêşa Ermenistanê xwest Paşinyan îstafe bike
12:52 Repbêjê kurd reda xwe ya wijdanî eşkere kir
12:32 Bûldan çû serdana EMEP’ê
12:10 Rojnamegeran negirtin danişîna doza Îpek Er
12:06 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:00 Di 3 rojan de 6 hezaran zêdetir îmze hatin komkirin
11:06 Li Enqereyê mirina bi guman a jinekê
10:39 Jinên Ciwan ‘Seferberiya Xemrî’ vediguhêzin 8’ê Adarê
10:07 Malên dîrokî ku nayên restorekirin tune dibin
09:53 Ji 10 saziyên jinan daxuyaniya Gulistan Şaylemez
09:08 Çalakiya greva birçîbûnê koma 19'emîn dewr girt
09:07 Dêra Hanefîş Kaya bûye wargeha defînegeran
09:06 Zeytun: Ji bo edaletê em bi hev re têbikoşin
09:04 Xwendekar: Deriyên hatin kelemçekirin, ji tacîzkaran re hatine vekirin
09:04 Turkay: Kelemçeya elektronîk remza kole-efendî ye
09:04 'Em ji gotinên Zengînê fam dikin ku çima cinayet naqedin'
09:04 'Em ê li dijî xerakirina xaniyên Ben û Senê kon vedin'
09:04 Pisporê Psîkiyatriyê Hacimûsalar: Em li dijî xwekuştinê bi hev re têbikoşin
09:00 ROJEVA 25'Ê SIBATA 2021'Ê
24/02/2021
20:30 72 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:37 Beştaş: Bi polîtîkayên şer welat nagihîje tu derî
17:11 PDK’ê siyasetmedarê kurd Bartan radestî Tirkiyeyê kir
16:54 Hevserokê HDP’ê yê bajêr di nav de ji 8 kesan re 56 sal cezayê girtîgehê
16:47 Li Hezex û Cizîrê TJA'yê jin vexwend starta 8’ê Adarê
16:27 Rojnameger Cengîz Altûn li ser gora xwe hat bibîranîn
16:06 Dadgehê danişîna Hevşaredara Yenîşehîrê Dîken taloq kir
16:05 Banga tevlîbûna 8’ê Adarê
15:43 Rêxistina HDP’ê ya Osmaniyeyê giliya Notera ku agahiyên wan parve kiribû kir
15:30 Ji Platforma Jinan a Enqereyê banga 8’ê Adarê
15:17 Ji ber pirtûka ‘Mehmet Tûnç û Bêkes’ ceza li Alinak hat birîn
15:06 Girtiyê ku hat angaştkirin întihar kiriye jiyana xwe ji dest da
15:06 Rojnamegerên ku Heşdî Şabî wan desteser kiribû hatin berdan
14:39 Doza sereke ya Yuksekdag bi doza Kobanê re kirin yek
14:15 DÎK’ê tecrîd bi çalakiya rûniştinê protesto kir
13:45 Kujerê Hanîfe Yenîsû hat girtin
13:34 Karkerên Mîgrosê 51 roj in di çalakiyê de ne
13:26 Rojnameger Boltan beraet kir
13:15 Şentop: 33 fezlekeyên nû hatin Meclîsê
13:13 Dadgehê danişîna doza Ozgur Gundemê taloq kir
12:56 Kaplan: 48 şaredarî bi destê AKP'ê hatin xezpkirin