HDP: Peymana Dolmabahçeyê xelasiya Tirkiyeyê ye

  • rojane
  • 13:42 28 Sibat 2021
  • |
img
ENQERE – HDP’ê, derbarê salvegera Peymana Dolmabahçeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku Peymana Dolmabahçeyê xelasiya Tirkiyeyê ye û ev tişt got: “Divê Tirkiye careke din vegera vîna demokratîk û çareseriya sivîl ku Peymana Dolmabehçeyê afirandiye.”    
 
Lîjneya Birêvebirina Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî salvegera Peymana Dolmabahçeyê ku di 28’ê Sibata 2015’an de di navbera heyeta Îmraliyê û dewletê de hat îmzekirin daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Peymana Dolmabahçeyê di dîroka Tirkiyeyê de pêngava herî giring a ji bo pêkanîna daxwaza demokrasî, aştî û azadiyê ya gelên Tirkiyeyê bûye û tunehesibandina wê bi Tirkiyeyê dide windakirin.  
 
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye: 
“Di ser Peymana Dolmabahçeyê ku ji aliyê Heyeta Îmraliyê û rayedarên Hikûmetê ve di 28’ê Sibata 2015’an de hatibû ragihandin, 5 sal derbas bûn. Peymana Dolmabahçeyê di dîroka Tirkiyeyê de, pêngava herî giring ya ji bo pêkanîna daxwaza demokrasî, aştî û azadiyê ya gelên Tirkiyeyê bû. Ev Peyman ji bo siberojeke ronî, aştiyeke birûmet û biratiya gelan bû û ji niha ve mohra xwe li dîroka Tirkiyeyê xistiye. 
 
AKP’Ê JI BER BERJEWENDIYÊN XWE PEYMANÊ RED KIR
 
Peymana Dolmahçeyê, ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a sed salan û pêkanîna hevkarî û tifaqa hezar salan a Kurd û Tirkan, qonax û werçerxeke dîrokî ye. Ev peyman ne tenê di navbera HDP û AKP’ê de an di navbera birêz Ocalan û AKP’ê de hate îmzekirin. Pêvajoya Peymana Dolmabahçeyê, beriya her tiştî di navbera hemû pêkhateyên HDP’ê, di şexsê birêz Ocalan de bi rayedarên dewletê re hate meşandin. Armanca sereke ya Peymana Dolmabahçeyê çareserkirina pirsgirêka Kurd bû ku ew pirsgirêk pirsgirêka herî giring ya Tirkiyeyê ye, lê di esasê de fersendeke dîrokî  ya bingehîn e ku dikare kartêkeke mezin ji bo demokratîzekirina Tirkiyeyê bike. Lê mixabin AKP, ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî yên şexsî û biçûk, Peymana Dolmabahçeyê înkar dike û pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê dixe bin xetereyê. 
 
PEYMAN POLÎTÎKAYÊN ÎNKARÊ RED DIKE
 
Peymana Dolmabahçeyê di 28’ê Sibatê de hate ragihandin. Ev roj di dîrokî siyasî ya Tirkiyeyê de rojeke dîrokî ye. Ev Peyman beriya her tiştî li hemberî kiryar û polîtîkayên înkar û redkirinê û mekanîzmaya derbeyê, rê û rêbaza çareseriyeke demokratîk bû ku pêkvejiyana gelên Tirkiyeyê misoger dike. Ew îradeya ku li Dolmabahçeyê derket meydanê û ji aliyê gelek pêkhateyên civakê ve hatibû xwestin, paşê ji aliyê AKP’ê ve hat redkirin. Ji ber ku ev Peyman riya çareseriyeke demokratîk û aştiyane nîşan dide û rê li ber hişmendiya otorîter a AKP’ê digire, lewma piştre ev wek tune hat hesibandin. AKP’ê ji ber berjewendiyên xwe yên siyasî, ev Peymana ku riya çareseriyê nîşanî Tirkiyeyê dide red kir û paşê kete bin bandor û hikmê hêz û aliyên derbekarên post-modern a 28’ê Sibatê. Îro jî ew tecrîda giran a li ser Birêz Ocalan tê meşandin û zext û êriş û operasyonên li ser partiya me ji ber vê yekê ye.  
 
TIRKIYE KET NAV ŞEREKÎ BÊ SER Û BIN
 
Di ser Peymana Dolmabahçeyê re 6 sal derbas bûn. Redkirina Peymana Dolmabahçeyê, redkirina îradeya çareseriya demokratîk û ferzkirina polîtîkayên şer û pevçûnê bû. Redkirina vê peymanê heta niha her tim li ber çareseriyê bû bariyereke mezin û ziyaneke mezin da Tirkiyeyê. Ji wê rojê heta niha li Tirkiye alozî zêdetir bûn û gerînekeke tundûtûjiyê li ser gelan hat ferzkirin. Teşebisa derbeyê ya 15’ê Tîrmehê, Rewşa Awarte, rejîma qeyûman, KHK, têkbirina bandor û îradeya Meclisê û reftarên derbeya sivîl hat mayîndekirin, siyaseta demokratîk hat krîmînalîzekirin, maf û azadiya fikr û ramanê hat tunekirin. Ligel vê yekê, qeyrana aborî her ku çû zêdetir bû. Tirkiye li Sûriye, Iraq û Lubnan û Qerebaxê kete nav şerekî bêserûbin. Mehkeme, sazî û dezgehên darazî ketin bin hikmê desthilatiyê. Îradeya gel, hilbijartin hat tunekirin, siyaseta demokratîk bi temamî hat qedexekirin. Hikûmetê bi hêzên derbekar re tifaq ava kirin û ew fikr û ramenên wan hêzên derbekar niha di rêveberiya hikûmetê de tên temsîlkirin. Em îro dibînin ku ew koalîsyon û ew tifaqa ku hatiye avakirin, gefên girtinê li partiya me dixwe. 
 
BANGA XWEDÎ DERKETINA LI PEYMANÊ
 
Tirkiye ne layiq û ne mecbûrî vê rewşa reş û kambax e. Di ser re 6 sal derbas bûn û em îro baştir dibînin ku riya çareseriya demokratîk û rizgariyê ya Tirkiyeyê, xwedîderketina Peymana Dolmabahçeyê û vegera ser riya heq û îradeya çareseriya sivîl e. Îro jî Peymana Dolmabahçeyê dikare bibe bingeha çareseriyeke mayînde. Li Tirkiyeyê aliyên vê Peymanê pêkhateyên civakê, partiyên siyasî û temamî raya giştî bûn. 
 
Wek doh îro jî HDP li îradeya çareseriya demokratîk a li Dolmabahçeyê derket meydanê, xwedî derdikeve. Ev îrade li dijî hişmendiya otorîter, riya çareseriyeke demokratîk, aştiyane û mayînde nîşanî me dide. Bi vê minasebetê em careke din bang dikin ku li vê îradeya çareseriyê xwedî bê derketin û siberoja ronî a Tirkiyeyê bê misogerkirin.
 

Sernavên din

01/03/2021
10:37 3 bersûcên cînayetê hatin girtin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 95'emîn de didome
09:16 Welatiyên jin: Em birçîbûnê qebûl dikin lê xerakirinê qebûl nakin
09:15 Derbarê lêgerîna tazî de gilî kir
09:14 Qeyûm 3 meh in mûçeya xwarina karkeran nade
09:14 Bi rêbaza diyalogê 368 esker hatin rizgarkirin
Bi operasyona Garê 13 esker û polîs hatin kuştin
09:12 Du jinên ku astengî nas nekirin
09:11 'Divê jin mafê xwe bistînin'
09:10 Rojnameger Kaya: Garê derûniya tirsê ji holê rakir
09:09 Malbata Bartan: Çavên wî girêdayî, destê wî kelepçekirî teslîm Tikriyê kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê ADARA 2021'AN
28/02/2021
19:43 Di nava 24 saetan de 66 kesan jiyana xwe ji dest dan
16:40 Li Sîlîvriyê 2 jin hatin qetilkirin
16:19 Di ser Komkujiya Roboskî re 110 meh derbas bûn
14:16 Li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê helîkoptereke Rûsyayê ket
13:57 Qeyûm darên 20 salî birî
13:42 HDP: Peymana Dolmabahçeyê xelasiya Tirkiyeyê ye
13:13 50 nivîskar di pirtûka Antolojiya Çîrokên Mezopotamyayê de hatin gel hev
12:47 HDK’ê Yaşar Kemal bi bîr anî
11:54 Nameya ku Trûmp ji Erdogan re şand bû “propagandaya rêxistinê”!
11:33 Deqeyek rêzgirtin jî bûye hinceta fezlekeye
11:28 Di pirsgirêka kurd de reçeteya çareserkirinê: Peymana Dolmabahçeyê
11:08 Li Qoser û Nisêbînê polisan bi ser malan de girt
11:07 Girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî derketin derp kirin
10:24 Li Heftanînê cerdevanekê mir
10:23 Elîaçik: Zihniyeta 28 Sibatê didome
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 94'emîn de didome
09:19 Ji sala 1919’an heya 2021’an jin jiyan azadî!
09:13 Li Ermenistanê tevahiya artêşê ne li dijî Paşînyan e
09:11 ROJEVA 28'Ê SIBATA 2021'AN
27/02/2021
21:03 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:34 Ji Amedê nameyek ji NASA'yê re şandibû û şaşî rast kiribû
15:20 ÎHD: Girtiyên nexweş serbest berdin
14:40 Şandeya HDP'ê bi Partiya Keskan re civiya
13:55 Li MEBYA-DER’ê 7 saet lêgerîn: Dest danîn ser belgeyên fermî
13:53 Dayika Aydinlar ê windayî: Ez ji kurê xwe têr nebûm
13:41 Ji bo girtiyên nexweş Guneş û Ogur banga berdanê kirin
13:12 26 salin agahî ji sercerdevanê vexwendin qereqolê nayê girtin
10:31 IPPNW: Divê ekîbek pispor li Garê lêkolîn bike
10:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 93'yemîn de didome
09:40 Romana berxwedêriyeke dîrokî: Nobedarê Gulên Kobanê
09:22 Li Amedê rêveberên MEBYA-DER û HDP’ê hatin binçavkirin
09:13 Yusufoglu yê 28 salin girtiye 10 salin nayê derman kirin
09:12 Bavê ku du zarokên wî bi nexweşîna DMD'ê ketine: Bila sozên xwe bi cih bînin
09:11 'Em bibin nefesa nexweşê SMA'yê Mûratê 7 mehî'
09:11 Ma 145 stare dikarin 41 milyon jinî biparêzin?
09:10 Bi kovara Uncireyê hewl didin ku lazkî bi ruh û can bikin
09:09 Ji bo girtiyê ji sedî 98 astengdar serî li AYM'ê dan
09:09 Da dû xeyalên xwe û kargeha xwe vekir
09:00 ROJEVA 27'Ê SIBATA 2021'AN
26/02/2021
20:52 74 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:14 Li Sêrtê starta 8'ê Adarê
16:14 Li Hezexê starta 8'ê Adarê: Em ê têkoşînê mezin bikin û azadiyê pêk bînin
16:13 Dayika girtiyê nexweş Polat: Bila kurê min bê berdan
15:54 Dayikên Aştiyê bi Tanrikûlû re hevdîtin pêk anîn
15:54 Duyemîn danişîna Tahîr Elçî di 3’ê adarê de ye
15:44 Ciwanan kampanya xwe ya “Bikeve tevgerê” bi dawî kirin
15:38 Gergerlîgolû: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
14:47 Îdianameya ‘Wêneyê Kabe’yê hat amadekirin
14:46 6 sal û 8 meh ceza dan rêveberê HDP’ê
14:36 Polisan bîranîna Aktaş û Yavuzel asteng kirin
14:36 300 xwendekar li Nîjeryayê hatin revandin
14:36 ‘Xelata Aştî, Dostanî û Demokrasiyê’ dan Eren Keskîn
14:17 Walîtiya Rihayê lidarxistina çalakiyan 30 rojan qedexe kir
14:12 Dadgehê 6 sal û 3 meh ceza li Hevseroka MED TUHAD-FED'ê birî
14:07 ‘Bace bi giştî ketiye rewşeke nîqaşê’
13:59 Kişanak: Dosya bi zextên siyasî vebû
13:11 Jinên ciwan ên HDP’î: Em ê çavên xwe li darbeyên Erdogan negirin
12:30 Şivan Perwer: Divê Tirkiye ji kurdan lêborînê bixwaze
12:16 Têkildarî nûçeyên tecrîd û Roboskî dest bi lêpirsînê kirin
11:01 Danişîna Tuncel û Kişanak dest pê kir
10:51 Kurkçu: Piştî operasyona Garê hevsengiya stratejiya navxweyî guherî
09:29 Li Stenbolê 11 kes hatin binçavkirin
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 92'yemîn de didome
09:21 Li Dersimê çalakî û şahî mehek din jî hatin qedexekirin
09:03 'Xalê Xizir' ji ber îfadeya kesên sûd ji 'qanûna poşmaniyê' girtine hatiye girtin
09:03 Kaçmaz: Qanûna bingehîn a nû bi peymana civakî pêkan e
09:03 ‘Heya sax bim ez ê dengbêjiyê bikim'
09:03 'Nîqaşên derbarê qanûna bingehîn de ji bo hilbijartinê ne'
09:03 Di seqemê de jî pêlavan temîr dike
09:03 AYM'ê got 'mafê jiyanê hatiye binpêkirin', lê dozgerî deng ji xwe nayne
09:03 Girtî Çetîn: Heya tecrîd ranebe em ê paş de gav neavêjin
09:00 ROJEVA 26'Ê SIBATA 2021'AN
25/02/2021
21:33 9 hezar û 572 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
16:49 Li Şemzînanê çalakiya zîncîra mor
16:36 Derket holê ku jina 10 sal in winda ye hevjînê wê ew qetil kiriye
16:35 Doza Aleyna Çakır: Li xwe mikurhatina derbkirinê
16:17 Hinceta berdana faîlê îstîsmarê: Maç kirin ne tacîz e
16:08 Daxwaza girtina Mûsa Orhan dîsa hat redkirin
15:58 Baydemîr bi Barzanî re hat gel hev
15:58 Bakirhan: Em ê zêdetir li ber xwe bidin
15:50 Bûldan: Baweriya bi AKP’ê nemaye
15:35 Ji Qoserê bang kirin: Deriyên Îmraliyê vekin
14:44 HDP'iyan giliyê Şener û Ozhasekî kirin
14:42 YDK: Dijminatiya jinan bi destê desthilatê tê asayîkirin
13:44 Ji ÎMO’yê kampanyaya ‘Ji her şantiyeyê re şefek’
13:21 Meclisa Jinan a HDP’ê: Desthilat dixwaze têkçûna xwe ya Garê bi êrişên ser jinan biniximîne
13:14 Artêşa Ermenistanê xwest Paşinyan îstafe bike
12:52 Repbêjê kurd reda xwe ya wijdanî eşkere kir
12:32 Bûldan çû serdana EMEP’ê