Welatiyên jin: Em birçîbûnê qebûl dikin lê xerakirinê qebûl nakin

  • jin
  • 09:16 1 Adar 2021
  • |
img

AMED - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi dirûşmeya "Li Sûrê vejîn dest pê dike" dest bi xerakirina xaniyên taxa Ben û Senê kiriye. Lê şêniyên taxê yên jin li dijî xerakirina taxê ne. Jinan anîn ziman ku ew qayilin birçî bibînin, lê qebûl nakin ku xaniyê wan bê qerakirin. 

Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Taxa Şehîtlik a Navçeya Yenîşehîr a Amedê, bi dirûşmeya "Li Sûrê vejîn dest pê dike" bi navê "Restorasyonê" dest bi xerakirina xaniyên li ben birçên Ben û Senê kiriye. Welatiyên jin ên li taxê li dijî xerakirina xaniyan bi bertek in. Welatiyan anîn ziman ku qeyûm war û xaniyên wan bi 50- 90 hezar tl dikire, lê bi 300 - 800 hezar tl difiroşe wan. Webatiyên semta Ben û Sen'ê yên jin anîn ziman ku xaniyê wan xera bibe dê bê cih û bê war bibînin. Jinan destnîşan kirin ku ew dê destûr nedin xerakirinê. 
 
Şeniya Semtê Şemsihan Ugur, anî ziman ku 22 salin li semta Ben û Senê dijî û wiha got: "Aboriya min nebaş e. Bi rêk û pêk nikarin debara xwe bikim. Ez dayika 5 zarokan im. Qeyrana abori herî zêde bandorê li ser jinan dike. Êdî em nikarin pêdiviyên mutbexa xwe temîn bikin. Hemû barê debara malê li ser milê min e. Ez nikarin fatûra av û ceyranê bidim. Em naxwazin ji tax û xaniyên xwe derkevin." 
 
 
Şêniya semtê Gulcan Kayadelen jî anî ziman ku ew li vir di xaniyê kirê de ye û wiha got: "Em niha xwe amade dikin ku bar bikin. Lê heqê em pê bar bikin tune. Ez nikarin şîr ji zarokên xwe re bikirim. Em nikarin rûpoş jî bistînin. Em herçarin her rûpoşê 4-5 rojan bidin ber devê xwe. Em jin bêtir mexdûr dibin. Ev yek bandorê hem li beden û hem jî li ruhê me dike. Ez dayika 3 zarokan im. Nikarin debara malê bikim. Hemû xebatkarên dewletê ji vê qeyrana aborî berpirsiyar in. Mehê 20 hezar tl distînin. Ji bo wan qeyran tune. Lê ji bo me qeyran heye. " 
 
Şêniya taxê Şahime Kaymaz jî anî ziman ku qeyrana aborî herî zêde bandorê li ser wan dike û wiha got: "Ji ber hevjînê min bi qumarê lîst me dest ji hev berda. Debara malê ez dikim. Heta nîvê şevê ez û keça xwe karê dirûnê dikin û debara xwe dikin. Em dixwazin birçî bimînin. Lê em naxwazin xaniyê me xera bibe. "
 
 

Sernavên din

04/03/2021
15:14 OHD: Operasyona li dijî MEBYA-DER’ê derveyî hiqûqê ye
15:01 Serokwekîlên Koma HDP’ê: Fezleke dewama kompasên siyasîne
14:24 Li Colemêrgê 6 ciwan hatin binçavkirin
14:14 Di qezaya tirafîkê de 4 jinên HDP'î birîndar bûn
14:02 TUAY-DER’ê: Girtî 98 rojin li ber xwe didin
13:44 Li Nigdeyê jinek hat qetilkirin
13:37 Xwendekara beşdarî çalakiya Bogazîçiyê bû 27 roj in di tecrîdê de ye
13:13 Sefîrê Avûstralyayê li Şirnexê hin seredan kirin
12:44 Serlêdana parêzerên Ocalan carek din hat redkirin
12:31 Rapora DFG’ê: Li 6 rojnamevanan 26 sal ceza hat birîn
12:25 Danişîna rojnamevan Arîf Aslan hat taloqkirin
12:19 Kesê di bin çavan de îşkence dît bi ‘dijderketina polîsan’ hat sûcdarkirin
11:24 Li şûna polîsên ku xwestin zarok pelçiqînin li HDP’ê lêpirsîn vekirin
11:20 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
11:17 “Doza KCK’ê ya Çapemeniyê” taloq bû
11:08 Rojnamevan Oktay Candemîr hat beraetkirin
11:05 Danişîna rojnameger Kaya cara 14’emîn taloq bû
11:05 Tifaqa Kurdistanî banga xwedîderketina li HDP'ê kir
10:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: 8’ê Adarê roja hesab pirsînê ye
09:40 Derbarê dema girtina Dundar de fezleke amade kirine
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 98'emîn de ye
09:14 Ji hişekî bîrewerî welidî li derdora welatekî bênav tevnek raçand: Orok
09:01 Weşanxaneya Darayê pirtûkek nû çap kir: Cizîrnasî
09:01 Ji dêvla alîkariyê krediya bifaîz daye
09:01 Gelo Akbaşli hatiye kuştin?
09:01 Berdevka ÎSÎG'ê: Kardêr bi çavê perçeyên makîneyan li karkeran dinêrin
09:01 Malnişîn tiştên li ser çopan berhev dikin
09:01 Destdirêjî, taciz û tecawizên bi destê dewletê û bêcezatî
09:01 Hosteya înşeatan Dûrû
09:01 ‘Ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk divê pêşiya Ocalan bê vekirin'
09:01 Ji bo Zarok Ma’yê banga alîkariyê
09:00 Daxwaz û hêviya jinan: Em cîhanek bêtundî dixwazin
09:00 Jinên ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin wê îsal 8'ê Adarê pîroz bikin
09:00 Piştî operasyona Garê girtî derp kirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2021'AN
03/03/2021
21:32 Îstinafê 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Geverê Sari birî
21:25 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:30 Di doza Elçî de derbarê 3 polîsên bersûc de biryara qedexekirina derketina derveyî welêt
17:21 Bi kuçîkan bi ser mala rêveberê MEBYA-DER’ê de girtin
17:07 ‘Em ji tecrîdê re dibêjin hodrî meydan’
16:21 Dozger binçavkirina rêveberên MEBYA-DER'ê 4 rojên din dirêj kir
15:47 Jin li qada ne: Serhildan didome
15:37 Ozel: Divê dewlet di doza Elçî de berpirsyartiya xwe bi cih bîne
15:24 Yaşar a qeyûm tayînê cihê wê hatibû kirin: Îdîaname senaryo ye
14:49 Doza Adalet Kaya hat lidarxistin
14:49 TMMOB: Her roj 35 kedkar jiyana xwe ji dest didin
14:32 10 fezlekeyên nû hatin Meclîsê
14:28 Li Amedê piştgirî dan greva birçîbûnê
14:08 Xwendekar tevlî çalakiya hîndekaran bûn
14:01 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bênavber didomin
13:56 Dadgehê 6 sal ceza li hevşaredara berê birî
13:48 Doza rojnameger Yalçin hat taloqkirin
13:46 Hevşaredarê Qereçobanê hat berdan
13:39 Danişîna Ferhat Tûnç hat dîtin
13:36 TJA: Bi polîtîkayên zilmê, wê bi dayikan nekarin
12:42 Tîryakî: Dadgeha Bilind bi zexta desthilatê ket tevgerê
12:41 Turkan Elçî: Ji bo em di ewlehiyê de bijîn bila berpirsiyar werin cezakirin
12:39 Ondul ‘Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan’ nirxand: Pirsgirêka baweriyê heye
12:38 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:37 Danişîna doza rojnameger Eser hat taloqkirin
12:09 ‘Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan îtîrafnameyeke’
11:46 Di rojekê de 66 rojnameger derdikevin pêşberî dadger
11:21 Di fezlekeyên Kobanê de sûcdariyên 10 sal berê hene
11:12 Danişîna 2’yemîn a doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Di meha Sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Li dijî MEBYA-DER’ê operasyona duyemîn: Rêveberê 81 salî û gelek kes hatin binçavkirin
09:50 Hevşaredarê Amedê Mizrakli: Bihar nêz e aşîtî nêzik e
09:28 Ji bo kujerê Fatma Altinmakas cezayê girankirî hat xwestin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 97'emîn de ye
09:27 8 welat 8 jin: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:26 Bîra jinê: Jineolojî
09:26 Jinên Behra Reş xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin
09:25 ‘Bi qayîşê qirika wî jidandin, lêgerîna tazî lê ferzkirin'
09:24 ‘Li girtîgehan rêgezên sereke yên hiqûqa cezayî tên binpêkirin'
09:21 ‘Bidawîbûna tecrîdê, wê pêşî li ber demokrasiyê veke'
09:20 Ji bijîşkan banga greva birçîbûnê: Mafê jiyanê pîroz e
09:20 Heso Îbrahîm: Ger Êzîdxan tune bibe, wê Kurd jî tune bibin
09:19 Qedexeyan hilberîn jî, qalîte jî xist
09:18 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
09:13 Dengê kolanê: Em dixwazin azad bigerin
09:13 Li girtiyê ku derket axaftina telefonê tekmîl ferz kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2021'AN
08:18 Dadgehê dayikên 79 salî û 71 salî girtin
02/03/2021
20:33 11 hezar û 837 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine
17:22 Bi hezaran jin li Kobanê û Hesekê meşiyan
16:59 OHD: Nameyên Kurdî nadin girtiyan
16:40 Sefirê Avûstralyayê Innes-Brown serdana HDP'ê kir
16:36 Baş: Meclîs dê nebe studyoya A Haberê
16:28 Navnîşana ajansa me carek din hat astengkirin
16:22 Polîsan Hevseroka HDP'a Bazîdê binçav kir
16:10 Çalakî û şahiyên 8’ê Adarê berbelav dibin: Êriş û zext bi me nikarin
16:01 Rêxistina HDP'ê, binçavkirinên li Mêrsînê şermezar kir
15:49 Polîsan li Mêrdîn êrîşa zayendî kir
15:23 Dadgeha Bilind piştî bangan derbarê HDP’ê de lêpirsîn da destpêkirin
15:18 Parlamentoya Iraqê sûcên DAIŞ`ê yên li dijî êzidiyan weke qirkirin qebûl kir
14:46 Sancar: Dawiya dawî HDP wê bibe hevparê rêveberiya welat
14:43 Jin Bi Hevre Bi Hêzin: Ji hêza me ditirsin
14:00 MEBYA-DER’ê bertek nîşanî binçavkirinan da
13:52 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li hevseroka HDP’ê birîn
13:40 TJA’yê li Cizîrê bernameya dengbêjiyê li dar xist