Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin

img
STENBOL - Endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê diyar kirin ku desthilata AKP’ê û MHP’ê di serî de ciwan li dijî hemû civakê polîtîkayên şerê taybet bi rêve dibe û anîn ziman ku wê li dijî vê hişmendiyê têkoşîna xwe mezintir bikin.
 
Her roja ku diçe zextên li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) zêde dibin. Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay di axaftina xwe ya rojekê berê de daxuyand ku tenê di meha sibatê de nêzî 800 partiyîyên wan hatine binçavkirin û ji wan nêzî 40 partiyî hatine girtin. Para herî mezin a zext, binçavkirin û girtinan jî dikeve berê endamên Meclîsa Ciwanan. Ciwanên HDP’î ên diyar dikin ku binçavkirin û girtin perçeyekî polîtîkayên şerê taybet e, li gel her tiştî jî bi biryar in ku dest ji têkoşînê bernedin. 
 
Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Muhammed Unal, da zanîn ku zextên li ser ciwanan xwe li her derê didin nişandan û mînaka xwendekarên ku piştî şermezarkirina rektorê qeyûm ê Zanîngeha Bogazîçiyê hatin binçavkirin da.
 
‘CIWAN TÊN TERORÎZEKIRIN’
 
Ûnal, bi bîr xist ku heta niha 11 xwendekar hatine girtin, ji 35’an re jî ‘hefsa malê’ hatiye dayîn û wiha axivî: “Bi hinceta ‘sûcê rûreşiyê’ hefsa malê dane xwendekaran. Desthilata AKP’ê û MHP’ê di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet te ciwanên li ber xwe didin û partiya me weke ku ‘sûcên rûreşiyê’ kiribin terorîze û krîmînalîze dikin. Em van qebûl nakin. Li dijî van pêkanînan heta serkeftinê em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
  
LI GELEK QADAN ‘QIRKIRIN’ HEYE
 
Unal, anî ziman ku desthilatê li gelek qadan “qirkirin” pêk anî ye û wiha berdewam kir: “Desthilata AKP’ê li dijî çand û ekolojiyê şer daye destpêkirin. Mînak stranbêjên kolanan her roj xwe dikujin. Desthilat ciwanên ku li dijî van dengê xwe dernexîne, van neke rojev û ne têbikoşe dixwaze. Em polîtîkayên wan ên ku me ji civakê dûr dixînin red dikin û li dijî wan têkoşîna xwe didomînin.”
 
‘DIVÊ BÊDENG NEMÎNIN’
 
Unal, destnîşan kir ku desthilat li ser jinan jî polîtîkayên taybet bi rêve dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji 8'ê Adarê re demekî kurt ma. Wezîrê Karên Hûndir her ku 8’ê Adarê nêzîk dibe radibe dibêje ‘PKK partiyeke jinê ye’. Anku dixwaze jinan ne derxîne qadan û şerê vê yekê yê dêrûnî dimeşîne. Li dijî vê jî jin heta dawiyê têdikoşin. Divê li dijî van bêdeng nemînin.”
 
JI RÊXISTINBÛNA CIWANAN DITIRSIN
 
Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê yê Stenbolê Vedat Guleşçî jî diyar kir ku desthilat dixwaze ciwanan bike sîxûr û wiha got: “AKP û MHP ketina serdema têkçûnê, ji ber vê yekê ser ciwanan de tên. Ji ber ku baş dizanin ku heke biçin wê ji aliyê hêza pêşenga civakê ve biçin. Tişta herî zêde jê ditirsin rêxistinbûna ciwanan e.”
 
NÊZÎ 800 KESAN BINÇAVKIRIN
 
Guleşçî, destnîşan kir ku hişmendiya ku desthilat li wan ferz dike qebûl nakin û wiha axivî: “Em dixwazin paradîgmayeke demokratik, ekolojik û azadiya jinê were pêk anîn û têkoşîna vê didin. Di vê pêvajoya dawî de endamên Meclîsa Ciwanan jî di nav de nêzî 800 kesan hatin binçavkirin. Li dijî van hemû zextan jî Meclîsa Ciwanan dest ji xebatên xwe berneda û piştevaniya têkoşîna hemû beşên civakê jî dike.”
 
 

Sernavên din

05/03/2021
09:00 Fiyet du qat biha bûn, esnaf hindik maye top bavêje
09:00 Ne tenê rojek, her roj têkoşîn
09:00 'Êm ê bi karekî biewle, jiyaneke bêtahde û wekheviyê dakevin qadan'
09:00 Dev Yapi-Îş: Ji bo em nemirin, çare tenê rêxistinbûyîn e
09:00 Xurdefiroşên li sîteya pîşesaziyê 15 sal in li benda çareseriyê ne
09:00 Piştevaniya jinê rengeke din li Xana Pîlavlioglûyê bar kiriye
09:00 Piştî tundî û hewî hat serê, di jiyana wê de rûpelek nû vedibe
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2021'Ê
04/03/2021
23:11 Di operasyona li dijî MEBYA-DER'ê de 2 kes hatin girtin
21:14 Ma Muzîkê 4’emîn salvegera xwe bi konserekê pîroz kir
20:25 Cenazeyê Çîçek Benzerê piştî 5 mehan dan malbatê
18:44 Li Bedlîsê helîkopterek ket: 11 esker mirin
16:33 Aksoy a li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
16:09 Karkeran TÎS şermezar kirin
16:05 Jin li qadane: Têkoşîna Rozayan, Sêvêyan dewam dike
15:19 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bi çoş didomin
15:14 OHD: Operasyona li dijî MEBYA-DER’ê derveyî hiqûqê ye
15:01 Serokwekîlên Koma HDP’ê: Fezleke dewama kompasên siyasîne
14:24 Li Colemêrgê 6 ciwan hatin binçavkirin
14:14 Di qezaya tirafîkê de 4 jinên HDP'î birîndar bûn
14:02 TUAY-DER’ê: Girtî 98 rojin li ber xwe didin
13:44 Li Nigdeyê jinek hat qetilkirin
13:37 Xwendekara beşdarî çalakiya Bogazîçiyê bû 27 roj in di tecrîdê de ye
13:13 Sefîrê Avûstralyayê li Şirnexê hin seredan kirin
12:44 Serlêdana parêzerên Ocalan carek din hat redkirin
12:31 Rapora DFG’ê: Li 6 rojnamevanan 26 sal ceza hat birîn
12:25 Danişîna rojnamevan Arîf Aslan hat taloqkirin
12:19 Kesê di bin çavan de îşkence dît bi ‘dijderketina polîsan’ hat sûcdarkirin
11:24 Li şûna polîsên ku xwestin zarok pelçiqînin li HDP’ê lêpirsîn vekirin
11:20 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
11:17 “Doza KCK’ê ya Çapemeniyê” taloq bû
11:08 Rojnamevan Oktay Candemîr hat beraetkirin
11:05 Danişîna rojnameger Kaya cara 14’emîn taloq bû
11:05 Tifaqa Kurdistanî banga xwedîderketina li HDP'ê kir
10:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: 8’ê Adarê roja hesab pirsînê ye
09:40 Derbarê dema girtina Dundar de fezleke amade kirine
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 98'emîn de ye
09:14 Ji hişekî bîrewerî welidî li derdora welatekî bênav tevnek raçand: Orok
09:01 Weşanxaneya Darayê pirtûkek nû çap kir: Cizîrnasî
09:01 Ji dêvla alîkariyê krediya bifaîz daye
09:01 Gelo Akbaşli hatiye kuştin?
09:01 Berdevka ÎSÎG'ê: Kardêr bi çavê perçeyên makîneyan li karkeran dinêrin
09:01 Malnişîn tiştên li ser çopan berhev dikin
09:01 Destdirêjî, taciz û tecawizên bi destê dewletê û bêcezatî
09:01 Hosteya înşeatan Dûrû
09:01 ‘Ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk divê pêşiya Ocalan bê vekirin'
09:01 Ji bo Zarok Ma’yê banga alîkariyê
09:00 Daxwaz û hêviya jinan: Em cîhanek bêtundî dixwazin
09:00 Jinên ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin wê îsal 8'ê Adarê pîroz bikin
09:00 Piştî operasyona Garê girtî derp kirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2021'AN
03/03/2021
21:32 Îstinafê 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Geverê Sari birî
21:25 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:30 Di doza Elçî de derbarê 3 polîsên bersûc de biryara qedexekirina derketina derveyî welêt
17:21 Bi kuçîkan bi ser mala rêveberê MEBYA-DER’ê de girtin
17:07 ‘Em ji tecrîdê re dibêjin hodrî meydan’
16:21 Dozger binçavkirina rêveberên MEBYA-DER'ê 4 rojên din dirêj kir
15:47 Jin li qada ne: Serhildan didome
15:37 Ozel: Divê dewlet di doza Elçî de berpirsyartiya xwe bi cih bîne
15:24 Yaşar a qeyûm tayînê cihê wê hatibû kirin: Îdîaname senaryo ye
14:49 Doza Adalet Kaya hat lidarxistin
14:49 TMMOB: Her roj 35 kedkar jiyana xwe ji dest didin
14:32 10 fezlekeyên nû hatin Meclîsê
14:28 Li Amedê piştgirî dan greva birçîbûnê
14:08 Xwendekar tevlî çalakiya hîndekaran bûn
14:01 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bênavber didomin
13:56 Dadgehê 6 sal ceza li hevşaredara berê birî
13:48 Doza rojnameger Yalçin hat taloqkirin
13:46 Hevşaredarê Qereçobanê hat berdan
13:39 Danişîna Ferhat Tûnç hat dîtin
13:36 TJA: Bi polîtîkayên zilmê, wê bi dayikan nekarin
12:42 Tîryakî: Dadgeha Bilind bi zexta desthilatê ket tevgerê
12:41 Turkan Elçî: Ji bo em di ewlehiyê de bijîn bila berpirsiyar werin cezakirin
12:39 Ondul ‘Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan’ nirxand: Pirsgirêka baweriyê heye
12:38 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:37 Danişîna doza rojnameger Eser hat taloqkirin
12:09 ‘Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan îtîrafnameyeke’
11:46 Di rojekê de 66 rojnameger derdikevin pêşberî dadger
11:21 Di fezlekeyên Kobanê de sûcdariyên 10 sal berê hene
11:12 Danişîna 2’yemîn a doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Di meha Sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Li dijî MEBYA-DER’ê operasyona duyemîn: Rêveberê 81 salî û gelek kes hatin binçavkirin
09:50 Hevşaredarê Amedê Mizrakli: Bihar nêz e aşîtî nêzik e
09:28 Ji bo kujerê Fatma Altinmakas cezayê girankirî hat xwestin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 97'emîn de ye
09:27 8 welat 8 jin: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:26 Bîra jinê: Jineolojî
09:26 Jinên Behra Reş xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin
09:25 ‘Bi qayîşê qirika wî jidandin, lêgerîna tazî lê ferzkirin'
09:24 ‘Li girtîgehan rêgezên sereke yên hiqûqa cezayî tên binpêkirin'
09:21 ‘Bidawîbûna tecrîdê, wê pêşî li ber demokrasiyê veke'
09:20 Ji bijîşkan banga greva birçîbûnê: Mafê jiyanê pîroz e
09:20 Heso Îbrahîm: Ger Êzîdxan tune bibe, wê Kurd jî tune bibin
09:19 Qedexeyan hilberîn jî, qalîte jî xist
09:18 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
09:13 Dengê kolanê: Em dixwazin azad bigerin
09:13 Li girtiyê ku derket axaftina telefonê tekmîl ferz kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2021'AN
08:18 Dadgehê dayikên 79 salî û 71 salî girtin
02/03/2021
20:33 11 hezar û 837 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine