Bîra jinê: Jineolojî

img

AMED - Kovara Jineolojiyê di sala 6'an de ye. Endama desteya Weşanê Rojda Yildiz, destnîşan kir ku armanca wan, deşîfrekirina kodên mêraniyê û avakirina pergaleke alternatîf e. 

Kovara Jineolojiyê ku kodên pergala serdest a bavkaniyê deşîfre dike û ji bo jiyaneke demokratîk, azadîxwaz û ekolojîk tevdigere, di 8'ê Aara 2016'an de dest bi weşana xwe kiribû. Endama Desteya Weşanê ya Jineolojiyê Rojda Yildiz, armanca kovarê, bandora wê ya li jinan û nêzîkayiyên ji bo kovarê nirxandin. 
 
PROJEYA HIŞÎ Û SERWEXTBÛNÊ 
 
Yildiz, diyar kir ku 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê wekî rojbûnê dihesibînin û got: "Ji ber ku 8'ê Adarê banga ji bo jiyaneke nû ye, li bara me pir girîng e û ji ber ku me jî bi Jineolojiyê guh li wê bangawaziyê kir, bû roja damezrandina kovarê." Yildiz, diyar kir ku belesebeb vê rojê hilnebijartine û got: "Gava me dest pê kir, me got, 'Em diyarî jinên cîhanê dikin.' Me, tenê pêşengî kir. Lê em fikirîn ku pêdiviya şoreşa jinê ya cîhanê bi awayekî nû yê fikirî û têkoşîneke hebûnê ya nû heye. Armanca me, tenê ne ku em binivîsin û xêz bikin û danberheviyeke entelektuelî deynin holê, jixwe gelek deverên vê dikin hene. Meseleya sereke, ew e ku gelo em dibin çare ji bo pirsgirêkên jinan an jî em jiyaneke nû didin ber wan. Di vî warî de, Jineoloji tam li orta dilê têkoşîna jinan disekine. Tevgera jinan a kurdî jî Jineolojî kiriye rojeva xwe û nîqaş dike. Cografyaya Mezopotamyayê, warê zanyariya jinê ye. Di heman demê de warê rûxandina vê zanyariyê ye jî. A rast ji bo ku em wê hilweşandinê cardin ava bikin, me Jinelojiyê ava kir." 
 
SERPÊHATIYEKE 5 SALAN 
 
Yildiz, destnîşan kir ku a rast xebatên Jineolojiyê xwe dispêrên salên dûr û dirêj û jinên kurd pir zûde ev yek nîqaş kirine û pirsên "Gelê nîqaşa zanista jinê divê çawa be, heqîqeta jinê çi ye, ê dîroka jinê çawa bê aşkerekirin" kirine. Yildiz, bilêv kir ku xwestine van pirsan bi jinan, mêran û gelan re nîqaş bikin û got: "Bi vî awayî me dest bi xebatên kovarê kirine û 5 sal in em bênavber didomînin." 
 
AVAKIRINA JIYANEKE NÛ 
 
Yildiz, destnîşan kir ku bi bertekine pir baş re rû bi rû mane û got: "Gelek jinan anî ziman ku nivîsên kovarê pir bandor li wan kirine û bûne sedem ku jiyana wan veguhere. Çi li ser medyaya civakî, çi jî di hevdîtinên rû bi rû de, herî zêde ev hat gotin; 'Em tu carî bi vî awayî li ser meseleya jinê, zayenda civakî û heqîqeta jinê hûr nebûbûn û me nîqaş nekiribû.' Nîqaş û nêzîkayiyên bi vî rengî, bi xwe re guherîn û veguherînên mezin çêkirin."
 
Yildiz, anî ziman ku bi vî awayî jinan, dît ku dê çawa jiyana xwe ji nû ve ava bikin.
 
Yildiz, bilêv kir ku Jineolojî tenê ji bo rexnekirina pergala heyî nehatiye avakirin û di hemû hejmarên xwe de li ser avakirina jiyaneke bi çi rengî hûr bûne. Yildiz, anî ziman ku esasnegirtina vîna jinan pirsgirêkeke mezin e û got: "Lê em ê çawa çareser bikin? Em ê çawa bibin bersiva van pirsan? Ev pir girîng e. Em di vî warî de xebateke dorfireh dikin. Atolye, panel, pêşkeşî... Tenê ne li Bakurê Kurdistanê, niha li gelek deverên cîhanê xebatên Jineolojiyê tên kirin. Jinên tên atolyeyan, li gel xebatên atolyeyê guh li xebatên kovarê jî dikin. Armanca me, ne tenê em wek weşaneke çapemeniyê bikin an jî tenê wê bifiroşin. Derdê me yê sereke, em ê çawa karibin li vîhaneke nû meseleya jin-mêr nîqaş bikin, em ê çawa karibin van nasnameyan ji nû ve ava bikin. Em li ser asasên van nîqaşan bi rê ketin. Gava me ev kirin, armanca me ew bû ku em vê bi awayekî girseyî bikin." 
 
ELEQEYA JI BO ATOLYEYAN 
 
Yildiz, bilêv kir ku heya niha gelek jin daxilî atolyeyên wan bûne û niha li Amed, Wan, Mêrdîn, Riha, Îzmîr, Stenbol û Kocaeliyê xebatên xwe yên atolyeyê didomînin û b rihetî dikare bibêje heya niha zêdetirî hezarî jin tev li atolyeyan bûne. 
 
Yildiz, destnîşan kir ku li hemû qadên jiyanê kod û têgihên serdestiya bavkaniyê hene û têkoşîna xwe yî li dijî kodên serwer bi vî awayî bilêv kir: "Girêdayî mêraniya bi hezaran salan e. Di nav civakê de çi qas jin hebin, ew ziman jî ew qasî diguhere û vediguhere. Meseleyeke me ya sereke jî ew e ku jin wekî hebûneke civakî û nasnameyeke sereke çalak be. Jixwe ya ku zimanê bavkaniyê hilweşîne jî ev e. Heger hûn xwedî îdiayeke azadiya jinê bin û hûn ji bo vê bixebitin, nexwe pêşî divê hûn zimanê xwe reforme bikin. Divê hûn li cihekî werê bin ku li hemberî kodên bavkaniyê, alternatîfên nû ava dike. Di kovara me de, tenê kedkarên jin hene, ji wergerê bigire heya belavkirinê. Ked, ziman, paratîk û cewhera jinê bi xwe tê avakin. EM li dijî zimanê bavkaniyî bi awayekî yekpare têdikoşin. Lê belê car heye, bêyî ku haya me jê hebe em zimanê bavkaniyî bi kart înin, ji lew re em jî di vê cvakê de mezin bûn û çendî ku em dixwazin xwe jê xelas bikin jî, lê tu bikî nekî em dibînin ku car carinan sîrayetî me jî kiriye." 
 
ARMANC PERGALEKE ALTERNATÎF 
 
Yildiz, destnîşan kir ku armanca wan ew e ku li dijî qirkirina cinsî, avakirina pergaleke alternatîf e û got: "Civak pri riziyaye. Meseleya kuştina jinan heye. Heger pergala heyî têra me neke û ji xeynî mirinê tiştekî nede ber me, nexwe divê em alternatîfekê ava bikin. 8'ê Adarê lewma ev qasî girîng e. Di vê rojê de ev têkoşîna alternatîf herî zêde xuya dibe." 
 
Yildiz, anî ziman ku divê mekanîzmayên îqtidarê yên rê li ber komkujiyan vedikin bên paqijkirin û got: "Û ji bo ku bêhna jinan derkeve divê em qadekê peyda bikin. Meseleya ku Jineolojî nîqaş dike ev e. Li hembr jina ku bi awayekî pasîf hatiye kodkirin, pergaleke bavkaniyî heye û hêza xwe ji jinê digire. Heger em karibin, heqîeta jinê derxin holê, wê çaxê em ê karibin tahdeya bavkaniyî têk bişikînin. 8'ê Adarê, di vê çarçoveyê de ji bo me bangawaziyeke ji bo jiyane nû û ev bangawazî ji bo me pir girîng e. Me Jineolojiyê guh da vê bangawaziyê. Û niha rojbûna me nêz dibe." 
 
Yildiz, 8'ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. 
 
MA / Eylem Akdag
 

Sernavên din

05/03/2021
09:00 Fiyet du qat biha bûn, esnaf hindik maye top bavêje
09:00 Ne tenê rojek, her roj têkoşîn
09:00 'Êm ê bi karekî biewle, jiyaneke bêtahde û wekheviyê dakevin qadan'
09:00 Dev Yapi-Îş: Ji bo em nemirin, çare tenê rêxistinbûyîn e
09:00 Xurdefiroşên li sîteya pîşesaziyê 15 sal in li benda çareseriyê ne
09:00 Piştevaniya jinê rengeke din li Xana Pîlavlioglûyê bar kiriye
09:00 Piştî tundî û hewî hat serê, di jiyana wê de rûpelek nû vedibe
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2021'Ê
04/03/2021
23:11 Di operasyona li dijî MEBYA-DER'ê de 2 kes hatin girtin
21:14 Ma Muzîkê 4’emîn salvegera xwe bi konserekê pîroz kir
20:25 Cenazeyê Çîçek Benzerê piştî 5 mehan dan malbatê
18:44 Li Bedlîsê helîkopterek ket: 11 esker mirin
16:33 Aksoy a li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
16:09 Karkeran TÎS şermezar kirin
16:05 Jin li qadane: Têkoşîna Rozayan, Sêvêyan dewam dike
15:19 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bi çoş didomin
15:14 OHD: Operasyona li dijî MEBYA-DER’ê derveyî hiqûqê ye
15:01 Serokwekîlên Koma HDP’ê: Fezleke dewama kompasên siyasîne
14:24 Li Colemêrgê 6 ciwan hatin binçavkirin
14:14 Di qezaya tirafîkê de 4 jinên HDP'î birîndar bûn
14:02 TUAY-DER’ê: Girtî 98 rojin li ber xwe didin
13:44 Li Nigdeyê jinek hat qetilkirin
13:37 Xwendekara beşdarî çalakiya Bogazîçiyê bû 27 roj in di tecrîdê de ye
13:13 Sefîrê Avûstralyayê li Şirnexê hin seredan kirin
12:44 Serlêdana parêzerên Ocalan carek din hat redkirin
12:31 Rapora DFG’ê: Li 6 rojnamevanan 26 sal ceza hat birîn
12:25 Danişîna rojnamevan Arîf Aslan hat taloqkirin
12:19 Kesê di bin çavan de îşkence dît bi ‘dijderketina polîsan’ hat sûcdarkirin
11:24 Li şûna polîsên ku xwestin zarok pelçiqînin li HDP’ê lêpirsîn vekirin
11:20 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
11:17 “Doza KCK’ê ya Çapemeniyê” taloq bû
11:08 Rojnamevan Oktay Candemîr hat beraetkirin
11:05 Danişîna rojnameger Kaya cara 14’emîn taloq bû
11:05 Tifaqa Kurdistanî banga xwedîderketina li HDP'ê kir
10:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: 8’ê Adarê roja hesab pirsînê ye
09:40 Derbarê dema girtina Dundar de fezleke amade kirine
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 98'emîn de ye
09:14 Ji hişekî bîrewerî welidî li derdora welatekî bênav tevnek raçand: Orok
09:01 Weşanxaneya Darayê pirtûkek nû çap kir: Cizîrnasî
09:01 Ji dêvla alîkariyê krediya bifaîz daye
09:01 Gelo Akbaşli hatiye kuştin?
09:01 Berdevka ÎSÎG'ê: Kardêr bi çavê perçeyên makîneyan li karkeran dinêrin
09:01 Malnişîn tiştên li ser çopan berhev dikin
09:01 Destdirêjî, taciz û tecawizên bi destê dewletê û bêcezatî
09:01 Hosteya înşeatan Dûrû
09:01 ‘Ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk divê pêşiya Ocalan bê vekirin'
09:01 Ji bo Zarok Ma’yê banga alîkariyê
09:00 Daxwaz û hêviya jinan: Em cîhanek bêtundî dixwazin
09:00 Jinên ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin wê îsal 8'ê Adarê pîroz bikin
09:00 Piştî operasyona Garê girtî derp kirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2021'AN
03/03/2021
21:32 Îstinafê 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Geverê Sari birî
21:25 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:30 Di doza Elçî de derbarê 3 polîsên bersûc de biryara qedexekirina derketina derveyî welêt
17:21 Bi kuçîkan bi ser mala rêveberê MEBYA-DER’ê de girtin
17:07 ‘Em ji tecrîdê re dibêjin hodrî meydan’
16:21 Dozger binçavkirina rêveberên MEBYA-DER'ê 4 rojên din dirêj kir
15:47 Jin li qada ne: Serhildan didome
15:37 Ozel: Divê dewlet di doza Elçî de berpirsyartiya xwe bi cih bîne
15:24 Yaşar a qeyûm tayînê cihê wê hatibû kirin: Îdîaname senaryo ye
14:49 Doza Adalet Kaya hat lidarxistin
14:49 TMMOB: Her roj 35 kedkar jiyana xwe ji dest didin
14:32 10 fezlekeyên nû hatin Meclîsê
14:28 Li Amedê piştgirî dan greva birçîbûnê
14:08 Xwendekar tevlî çalakiya hîndekaran bûn
14:01 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bênavber didomin
13:56 Dadgehê 6 sal ceza li hevşaredara berê birî
13:48 Doza rojnameger Yalçin hat taloqkirin
13:46 Hevşaredarê Qereçobanê hat berdan
13:39 Danişîna Ferhat Tûnç hat dîtin
13:36 TJA: Bi polîtîkayên zilmê, wê bi dayikan nekarin
12:42 Tîryakî: Dadgeha Bilind bi zexta desthilatê ket tevgerê
12:41 Turkan Elçî: Ji bo em di ewlehiyê de bijîn bila berpirsiyar werin cezakirin
12:39 Ondul ‘Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan’ nirxand: Pirsgirêka baweriyê heye
12:38 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:37 Danişîna doza rojnameger Eser hat taloqkirin
12:09 ‘Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan îtîrafnameyeke’
11:46 Di rojekê de 66 rojnameger derdikevin pêşberî dadger
11:21 Di fezlekeyên Kobanê de sûcdariyên 10 sal berê hene
11:12 Danişîna 2’yemîn a doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Di meha Sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Li dijî MEBYA-DER’ê operasyona duyemîn: Rêveberê 81 salî û gelek kes hatin binçavkirin
09:50 Hevşaredarê Amedê Mizrakli: Bihar nêz e aşîtî nêzik e
09:28 Ji bo kujerê Fatma Altinmakas cezayê girankirî hat xwestin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 97'emîn de ye
09:27 8 welat 8 jin: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:26 Bîra jinê: Jineolojî
09:26 Jinên Behra Reş xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin
09:25 ‘Bi qayîşê qirika wî jidandin, lêgerîna tazî lê ferzkirin'
09:24 ‘Li girtîgehan rêgezên sereke yên hiqûqa cezayî tên binpêkirin'
09:21 ‘Bidawîbûna tecrîdê, wê pêşî li ber demokrasiyê veke'
09:20 Ji bijîşkan banga greva birçîbûnê: Mafê jiyanê pîroz e
09:20 Heso Îbrahîm: Ger Êzîdxan tune bibe, wê Kurd jî tune bibin
09:19 Qedexeyan hilberîn jî, qalîte jî xist
09:18 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
09:13 Dengê kolanê: Em dixwazin azad bigerin
09:13 Li girtiyê ku derket axaftina telefonê tekmîl ferz kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2021'AN
08:18 Dadgehê dayikên 79 salî û 71 salî girtin
02/03/2021
20:33 11 hezar û 837 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine