Jinên ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin wê îsal 8'ê Adarê pîroz bikin

  • jin
  • 09:00 4 Adar 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Endama TAJÊ Hena Elyas, der barê xebatên 8'ê Adarê yên jinên êzidî de axivî û got: "Em ê îsal 8'ê Adarê bi pêşengiya jinên ku ketine destê DAIŞ’ê û rizgar bûne, pîroz bikin." 

Bi rasthatina 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li seranserî cîhanê jin amadekariyên daketina qadan dikin. Yek ji van deran jî Şengal e. Li Şengalê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) îsal wê bi dirûşmeya "Bi têkoşîna jinên êzidî, azadiya Rêber Apo û xweseriya Şengalê wê mîsoger bibe" li qadan bin. Li Şengalê di 1'ê adarê de ji hêla TAJÊ ve starta xebatan hat dayîn. Endama TAJÊ Hena Elyas der barê naveroka xebatên 8'ê Adarê de agahî dan. Elyas anî ziman ku îsal wê bi beşdarbûna jinên ku ji aliyê DAIŞ'ê ve hatin revandin dê 8'ê Adarê pîroz bikin. 
 
JINÊN KU JI HÊLA DAIŞ'Ê VE HATIN REVANDIN WÊ PÊŞENGIYÊ BIKIN
 
Hena Elyas anî ziman ku piştî fermana dawî ya li ser êzidiyan daxwaza azadiya jinan li nav jinên êzidî dest pê kir û ew ê bi daxwaza azadiya jinan dakevin qada 8’ê Adarê. Elyas bi bîr xist ku wan di 1’ê adarê de dest bi xebatên 8’ê Adarê kirine û got: “Piştî ewqas zor û zehmetî pîrozkirina 8'ê Adarê ji bo me girîng û bi wate ye. Îsal ew jinên ku ketine destê DAIŞ'ê û pişt re hatine rizgarkirin, wê  li Şengalê amade bin û em ê bi hev re 8'ê Adarê pîroz bikin. Ev jî ji bo me jinan kêfxweşiya herî mezin e. Beriya fermanê li Şengalê 8'ê Adar nedihat pîrozkirin. Ji ber ku jinên êzidî her tim bindest bûn û her tim digotin, 'Jina êzidî dara şikestî ye'. Lê di roja me ya îro de jinên êzidî xwe bi rêxistin kirine û di têkoşîna azadiya jinan de pêşengtiyê dikin."
 
'ÎRO JINÊN ÊZIDÎ BI BERXWEDANA XWE TÊN NASÎN' 
 
Elyas destnîşan kir ku ew wek jinên êzidî gefên tu dewletan li ser xwe qebûl nakin û jinên êzidî di hedefa dewletan de ne. Elyas got berê kesî jinên êzidî nas nedkirin lê îro têkoşîna jinên êzidî li tevahiya cîhanê belav bûye û wek jinên berxwedêr û têkoşer ên li dijî zilma DAIŞ’ê sekinîne tên nasîn. Elyas da zanîn ku rizgarkirina jinên êzidî yên di destê DAIŞ’ê de ji bo cîhanê bersiva herî mezin bû. Elyas got serdest naxwazin jinên êzidî bi rêxistin û azad bibin û her tim dixwazin desthilatdariya xwe li ser wan ava bikin. Elyas bang li jinên êzidî kir ku vegerin ser axa xwe û werin li li ser axa xwe azad bijîn. Elyas got ew kesên ku tiliya wan di qetilkirin û revandina jinên êzidî de heye divê li tavilê werin darizandin. 
 
Elyas bang li jinan kir ku dest bidin destê hev û li qadên 8’ê Adarê azadiyê biqîrin û daxwazên xwe bînin ziman. 
 
'EM Ê BÊNAVBER LI QADAN BIN' 
 
Edlê Şemo a ji bo azadiya jinan têdikoşe jî anî ziman ku jin di daxwaziya azadiyê de pêşengiyê dikin û got: “Divê her jinek di meşa azadiyê de cihê xwe bigire. Jinên êzidî ne wek berê ne. Jina êzidî rabûye ser piyan. Em hêvîdarin ku wê jin bi ser bikevin. Îro jinan serî rakiriye û ber bi azadiyê ve dimeşin. Jin bi zane û bi rêxistin bûne. Kesên ku digotin 'Jin nikare bike' bila li Şengalê binêrin. Di her qadên jiyanê de jin pêşengiyê dikin. Zerîfe Asê jî jinek bû. Wê jî li ber xwe da û dijî serdestiya zilam rabû. Em jin jî niha ber bi riya wê ve dimeşin. Bi perspektîfa birêz Ocalan ya bîrdoziya rizgarkirina jinê, îro jin di daxwaziya azadiyê de bi israr in. Di vê daxwazê de rola birêz Ocalan geleke. Em jî bi vê nêrîn û baweriyê wê heta 8'ê Adarê bênavber li qadan bin.” 
 
MA / Zeynep Dûrgût 
 
 
 
 

Sernavên din

05/03/2021
09:00 Fiyet du qat biha bûn, esnaf hindik maye top bavêje
09:00 Ne tenê rojek, her roj têkoşîn
09:00 'Êm ê bi karekî biewle, jiyaneke bêtahde û wekheviyê dakevin qadan'
09:00 Dev Yapi-Îş: Ji bo em nemirin, çare tenê rêxistinbûyîn e
09:00 Xurdefiroşên li sîteya pîşesaziyê 15 sal in li benda çareseriyê ne
09:00 Piştevaniya jinê rengeke din li Xana Pîlavlioglûyê bar kiriye
09:00 Piştî tundî û hewî hat serê, di jiyana wê de rûpelek nû vedibe
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2021'Ê
04/03/2021
23:11 Di operasyona li dijî MEBYA-DER'ê de 2 kes hatin girtin
21:14 Ma Muzîkê 4’emîn salvegera xwe bi konserekê pîroz kir
20:25 Cenazeyê Çîçek Benzerê piştî 5 mehan dan malbatê
18:44 Li Bedlîsê helîkopterek ket: 11 esker mirin
16:33 Aksoy a li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
16:09 Karkeran TÎS şermezar kirin
16:05 Jin li qadane: Têkoşîna Rozayan, Sêvêyan dewam dike
15:19 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bi çoş didomin
15:14 OHD: Operasyona li dijî MEBYA-DER’ê derveyî hiqûqê ye
15:01 Serokwekîlên Koma HDP’ê: Fezleke dewama kompasên siyasîne
14:24 Li Colemêrgê 6 ciwan hatin binçavkirin
14:14 Di qezaya tirafîkê de 4 jinên HDP'î birîndar bûn
14:02 TUAY-DER’ê: Girtî 98 rojin li ber xwe didin
13:44 Li Nigdeyê jinek hat qetilkirin
13:37 Xwendekara beşdarî çalakiya Bogazîçiyê bû 27 roj in di tecrîdê de ye
13:13 Sefîrê Avûstralyayê li Şirnexê hin seredan kirin
12:44 Serlêdana parêzerên Ocalan carek din hat redkirin
12:31 Rapora DFG’ê: Li 6 rojnamevanan 26 sal ceza hat birîn
12:25 Danişîna rojnamevan Arîf Aslan hat taloqkirin
12:19 Kesê di bin çavan de îşkence dît bi ‘dijderketina polîsan’ hat sûcdarkirin
11:24 Li şûna polîsên ku xwestin zarok pelçiqînin li HDP’ê lêpirsîn vekirin
11:20 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
11:17 “Doza KCK’ê ya Çapemeniyê” taloq bû
11:08 Rojnamevan Oktay Candemîr hat beraetkirin
11:05 Danişîna rojnameger Kaya cara 14’emîn taloq bû
11:05 Tifaqa Kurdistanî banga xwedîderketina li HDP'ê kir
10:00 Meclîsa Jinan a HDP’ê: 8’ê Adarê roja hesab pirsînê ye
09:40 Derbarê dema girtina Dundar de fezleke amade kirine
09:15 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 98'emîn de ye
09:14 Ji hişekî bîrewerî welidî li derdora welatekî bênav tevnek raçand: Orok
09:01 Weşanxaneya Darayê pirtûkek nû çap kir: Cizîrnasî
09:01 Ji dêvla alîkariyê krediya bifaîz daye
09:01 Gelo Akbaşli hatiye kuştin?
09:01 Berdevka ÎSÎG'ê: Kardêr bi çavê perçeyên makîneyan li karkeran dinêrin
09:01 Malnişîn tiştên li ser çopan berhev dikin
09:01 Destdirêjî, taciz û tecawizên bi destê dewletê û bêcezatî
09:01 Hosteya înşeatan Dûrû
09:01 ‘Ji bo qanûneke bingehîn a demokratîk divê pêşiya Ocalan bê vekirin'
09:01 Ji bo Zarok Ma’yê banga alîkariyê
09:00 Daxwaz û hêviya jinan: Em cîhanek bêtundî dixwazin
09:00 Jinên ji destê DAIŞ’ê hatin rizgarkirin wê îsal 8'ê Adarê pîroz bikin
09:00 Piştî operasyona Garê girtî derp kirin
09:00 ROJEVA 4'Ê ADARA 2021'AN
03/03/2021
21:32 Îstinafê 6 sal û 3 meh ceza li Hevşaredarê Geverê Sari birî
21:25 65 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:30 Di doza Elçî de derbarê 3 polîsên bersûc de biryara qedexekirina derketina derveyî welêt
17:21 Bi kuçîkan bi ser mala rêveberê MEBYA-DER’ê de girtin
17:07 ‘Em ji tecrîdê re dibêjin hodrî meydan’
16:21 Dozger binçavkirina rêveberên MEBYA-DER'ê 4 rojên din dirêj kir
15:47 Jin li qada ne: Serhildan didome
15:37 Ozel: Divê dewlet di doza Elçî de berpirsyartiya xwe bi cih bîne
15:24 Yaşar a qeyûm tayînê cihê wê hatibû kirin: Îdîaname senaryo ye
14:49 Doza Adalet Kaya hat lidarxistin
14:49 TMMOB: Her roj 35 kedkar jiyana xwe ji dest didin
14:32 10 fezlekeyên nû hatin Meclîsê
14:28 Li Amedê piştgirî dan greva birçîbûnê
14:08 Xwendekar tevlî çalakiya hîndekaran bûn
14:01 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bênavber didomin
13:56 Dadgehê 6 sal ceza li hevşaredara berê birî
13:48 Doza rojnameger Yalçin hat taloqkirin
13:46 Hevşaredarê Qereçobanê hat berdan
13:39 Danişîna Ferhat Tûnç hat dîtin
13:36 TJA: Bi polîtîkayên zilmê, wê bi dayikan nekarin
12:42 Tîryakî: Dadgeha Bilind bi zexta desthilatê ket tevgerê
12:41 Turkan Elçî: Ji bo em di ewlehiyê de bijîn bila berpirsiyar werin cezakirin
12:39 Ondul ‘Plana Çalakiyê ya Mafê Mirovan’ nirxand: Pirsgirêka baweriyê heye
12:38 Serlêdana parêzerên Ocalan hat redkirin
12:37 Danişîna doza rojnameger Eser hat taloqkirin
12:09 ‘Plana Çalakiyê ya Mafên Mirovan îtîrafnameyeke’
11:46 Di rojekê de 66 rojnameger derdikevin pêşberî dadger
11:21 Di fezlekeyên Kobanê de sûcdariyên 10 sal berê hene
11:12 Danişîna 2’yemîn a doza Tahîr Elçî dest pê kir
10:28 Di meha Sibatê de 24 jin hatin qetilkirin
10:04 Li dijî MEBYA-DER’ê operasyona duyemîn: Rêveberê 81 salî û gelek kes hatin binçavkirin
09:50 Hevşaredarê Amedê Mizrakli: Bihar nêz e aşîtî nêzik e
09:28 Ji bo kujerê Fatma Altinmakas cezayê girankirî hat xwestin
09:27 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 97'emîn de ye
09:27 8 welat 8 jin: Em bi hev re dikarin bi ser bikevin
09:26 Bîra jinê: Jineolojî
09:26 Jinên Behra Reş xwe ji bo 8'ê Adarê amade dikin
09:25 ‘Bi qayîşê qirika wî jidandin, lêgerîna tazî lê ferzkirin'
09:24 ‘Li girtîgehan rêgezên sereke yên hiqûqa cezayî tên binpêkirin'
09:21 ‘Bidawîbûna tecrîdê, wê pêşî li ber demokrasiyê veke'
09:20 Ji bijîşkan banga greva birçîbûnê: Mafê jiyanê pîroz e
09:20 Heso Îbrahîm: Ger Êzîdxan tune bibe, wê Kurd jî tune bibin
09:19 Qedexeyan hilberîn jî, qalîte jî xist
09:18 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
09:13 Dengê kolanê: Em dixwazin azad bigerin
09:13 Li girtiyê ku derket axaftina telefonê tekmîl ferz kirin
09:00 ROJEVA 3'YÊ ADARA 2021'AN
08:18 Dadgehê dayikên 79 salî û 71 salî girtin
02/03/2021
20:33 11 hezar û 837 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketine