Daxwaz û hêviya jinan: Em cîhanek bêtundî dixwazin

  • jin
  • 09:00 4 Adar 2021
  • |
img

AMED - Jinên amedî gotin ew di erefeya 8’ê Adarê de hêvî dikin ku jin neyên qetilkirin û xwestin zordarî û kedxwariya li ser jinan bê rakirin û qanûn bên pêkanîn. 

Jinan bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re li bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê starta çalakî û şahiyan dan. Jin wek her sal wê îsal jî li dijî pergala zilam, newekhevî, kedxwarî û tundiya zilam û dewletê dengê xwe bilind bikin. Me di erefeya 8’ê Adarê de têkildarî girîngiya 8'ê Adarê ji jinan pirs kir û wan jî nêrîn û daxwazên xwe anîn ziman. 
 
LI DIJÎ NEWEKHEVIYÊ
 
Sûltan Tekîn a li Cadeya Ekîncîler a navçeya Yenîşehîrê ku ji mîkrofona me re axivî diyar kir ku li gel bi salan têdikoşîn jî hêj mafên ku jinan negirtine hene û wiha axivî: “Ji paşêrojê heta niha di bingeha civakî de pergala baviksalariyê bi cih bûye. Li hemû cîhanê ev derbasdar e. Ji ber wê yekê jin ji vê pêvajoyê berpirsyar tên girtin. Lê ne tenê jin hemû beşên civakê divê li dijî vê pergalê têbikoşin. Ji ber ku di civakeke ku jin û zilam newekhev bin tenê jin bêsiûd nabin.”
 
MAFÊN JINAN TUNE
 
Çîgdem Demîr jî da zanîn ku li Tirkiyeyê girîngiya 8’ê Adarê nemaye û wiha got: “Em di televîzyonan de dibînin ku bi sedan jin tên qetilkirin. Ji ber wê yekê li Tirkiyeyê tu mafên jinan tune ye. Li vî welatî jin ne azad in.”
 
Demîr diyar kir ku li Bazara Jinan dixebite û wiha axivî: “Ez hewl didim ku ser lingên xwe bisekinim lê niha dixwazin bazara jinan ji jinan bistînin û bidin zilaman. Li Tirkiyeyê mafê ku didin jinan eve. Sedemê bi dehan qetilkirinan jinan a li Tirkiyeyê nebûna azadiya jinan a aboriyê. Ji 8’ê Adarê tu hêviyên me nînin ji ber ku li Tirkiyeyê maf tune ye.”
 
BILA PEYMANA STENBOLÊ BÊ SEPANDIN
 
Sîpan Satiç jî bi bîr xist ku 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi bedelên mezin hatiye heta roja îro û got: “Dixwazim ku kedxwarî û zordariya li ser jinan bê rakirin. Li welat rêjeya tundiya li ser jinê gelek zêde ye. Ez dixwazim li dijî vê yekê Peymana Stenbolê bê sepandin.”
 
CÎHANEKE BÊTUNDÎ
 
Sûltan Yildiz jî destnîşan kir ku 8’ê Adarê ji bo jinan gelek girîng e û wiha axivî: “Bi taybetî di demekî ku zilam xwe ji jinan serdesttir dibînin de 8’ê Adarê girîngtir e. Tenê daxwaziyeke me ji 8’ê Adarê heye ku ji niha û şunde tu jin tundiyê nebine, zarok di temenê biçûk de neyên zewicandin û hemû jinên me xwe li ser lingên xwe bigirine.”
 
CÎNAYETÊN JINAN ZÊDETIR BÛNE
 
Hatîce Yalçinkaya jî anî ziman ku di 20 salan de cînayetên jinan zêdetir bûne û wiha got: “Divê hikumeta AKP'ê bizivire li pratîkên xwe binêre. Beriya 100 salan jî jin dihatin pelçikandin niha jî ev zext berdewam dike. Divê êdî ji vê re bêjin bes. Bila cînayetên jinan çênebin.”
 
HELWESTA DARAZÊ
 
Sena Katkan jî ji bo 8’ê Adarê hêvî kir ku ji niha ve tundî li tu jinan neyê kirin û neyên kuştin û wiha got: “Mixabin di nava mehekê de 30-40 jin hatin qetilkirin. Zilamên ku tundiyê li jinan dikin çend rojan radizin û derdikevin. Hemû zilam jî li derve digerin. Lê jin nikarin şev rehet bigerin, ji cilên li xwe dikin tên darizandin. Ji bo ku ev were guhertin divê ewilî dadgeh cezayên pêximker bide û pişt re jî divê hişmendiya zilam were guhertin.”
 
MA / Eylem Akdag - Cahît Ozbek
 

Sernavên din

07/03/2021
16:54 Jin vexwendin mîtîngên Amed û Wanê
16:40 Di meha Sibatê de 138 karkeran jiyana xwe ji dest dan
16:09 5’emîn Konsera Amîda diyarî jinan hat kirin
15:16 Dozger xwest aktîvîstên li Kadikoyê hatibûn binçavkirin, bên girtin
15:15 Dema binçavkirina MEBYA-DER'iyan cara duyemîn hat dirêjkirin
14:38 ÎHD’ê serdana Hevseroka KCD’ê Guven kir
14:11 5 sal in bersûcên Fatma ya 13 salî nayin dîtin
12:34 Amed ji bo mîtînga 8’ê Adarê amade ye
12:03 Li Girtîgeha Tarsûsê, dest danîn ser helbesta greva birçîbûnê
10:06 Papa derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bû
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê 101 roj in berdewam dike
09:04 Girtîgeh ji bo çûna nexweşxaneyê şert danî ber girtiyan: Dest ji grevê berdin
09:04 ‘Em ê bi nasnameya xwe ya LGBTÎ+î dakevin Taksîmê
09:03 Li Wanê jin ji bo 8'ê Adarê amade ne: Ê dengê me bigihê ezman
09:03 Esnafên jin ên Mazgêrdê: Daxilî nav jiyana xebatê bibin
09:02 Li Behra Reş cotkar dest ji çandiniyê berdidin
09:02 ‘Daraz di zimanê cinsiyetparêz de îsrar dike'
09:01 Ji bo betalkirina rêziknameya derbarê hikûmxwaran de serî li Şûraya Dewletê da
09:01 Penaberê afganî û xwendekarê tibê ji bo debara xwe hemaltiyê dike
09:00 ROJEVA 7'Ê ADARA 2021'Ê
06/03/2021
20:32 Îro 11 hezar û 770 kes bi Covîd-19'ê ketin
17:12 ANYAKAY-DER: Dewlet kesên li mafên xwe digerin krîmînalîze dike
17:09 Hevdîtina jinan a mezin dest pê kir: Dilê me ji bo azadiyê lê dide
17:02 Hevserokên MEBYA-DER'ê 8 rojin li Midûriyeta Polîsan tên girtin
16:23 Li Wanê daxuyaniya roja 100’emîn: Tecrîd bila bê rakirin
16:20 Jinan li Qamişlo mîtînga 8’ê Adarê li dar xist:
Ji bo Ocalan û jin azad bibin emê têbikoşin
16:09 Ber bi 8'ê Adarê ve: Di sedsala 21'emîn têkoşîn mezin dibe
15:58 Efser: Helîkoptera li Şirnexê ket jî wekî qeza nîşan dan
15:47 Perîhan Pûlat bi qurnefîlan hat bibîranîn
15:46 ÎHD: Rewşa 61 jinên girtî giran in
15:29 ‘Ma di destên dayikan de çek hebûn?’
15:03 Leyla Guven: Em ber bi azadiyê ve dibezin
14:35 Rewşa girtiyên jin ên nexweş girantir dibe
14:34 MED TUHAD-FED: Bila tecrîd rabe û daxwazên girtiyan bên bicihanîn
13:40 Dayikên Şemiyê aqûbeta jinên winda pirsîn
13:22 Wezareta Perwerdehiyê ji bo kurdî tenê 3 mamoste tayîn kir!
12:23 Papa bi Rêberê Olî yê Şîeyên Iraqê Ayetullah Elî Sîstasî re hevdîtin kir
12:16 Xizmên Windayan li kujerên Bedriye Gumuş pirsîn
12:07 Dede: Heta ku daxwazên girtiyan werin qebûlkirin em ê têbikoşin
12:06 Ji Ayla Akat Ata peyama 8’ê Adarê: Wê dengê me bi dengê jinan re olan bide
11:46 Esnafên Amedê: ‘Asayîbûyîn’ wê nekare kavilê salekê rake
11:02 Ji bo vegerin karê xwe di nobetê de ne
11:02 Di 28 salan de 38 helîkopter ketin an hatin xistin
10:40 Sarisaç ê li ber walîtiyê çalakî li dar xist: Em ê paş ve gav neavêjin
10:28 Ji bo mîtînga 8’ê Adarê ya Wanê destûr hat dayîn
10:19 Çîroka dayika Ferîde
10:12 ‘Zilam’ zextê li Bazara Semtê ya Jinan dikin
10:00 48 jinên rojnamevan 8’ê Adarê li girtîgehan pêşwazî dikin
09:33 50 car hat binçavkirin û 3 caran ket girtîgehê
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê 100 roj in berdewam dike
09:07 Bijîşk Şîn: Ê rehawet hejmara pêketiyan zêde bike
09:07 'Ê ku dibêjin xizanî tune, bila werin li halê me binêrin'
09:06 ‘Kes nikare têkoşîna jinan asteng bike'
09:04 Bi awayê onlayn kurdî hînî 4 hezar kesî kirin
09:04 Êlih ji bo 8'ê Adarê amade ye
09:03 Karkerên tekstîlê yên jin: Em ne gotinên xemilandî, mafê xwe dixwazin
09:02 '20 sal in çandinî her diçe kêm dibe'
09:01 'Bi têkoşîna bi hev re serketin pêkan e'
09:00 ROJEVA 6'Ê ADARA 2021'AN
05/03/2021
23:56 Di operasyona li dijî MEBYA-DER'ê de 3 kesên din jî hatin girtin
21:03 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 28 hezar û 901
16:39 Jin xwe ji 8'ê Adarê re amade dikin: Tu hêz nikare berxwedana jinan bişikîne
16:25 Dozgeriyê demê binçavkirina HDP’iyan dirêj kir
16:25 Endama Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Can hat binçavkirn
16:18 Wezareta Edaletê: Tecrîd nayê pirsîn
15:53 Papa Francis li Bexdayê ye
15:48 Di lêkolîna Doza Kobanê de banga li dijî DAIŞ’ê wek delîltiya şênber hat hesibandin
15:16 Başaran: Di nêrîna jinan de tu girîngiya desthilatdariyê nemaye
15:08 Li Botanê jinan lezdan xebatên 8'ê Adarê
14:35 Bûldan û Sancar: Girtina partiyê wê krîzan kûrtir bike
14:31 Li gorî rapora Freedom House’yê Tirkiye li paş maye
14:16 Li Bedlîsê mirina jinekê ya biguman
14:07 Ji ber ku sûcdarî ber bi qeyûm ve çû biryara beraetê derket
13:52 Destûr nadin kes biçe cihê ku helîkopter lê ket xwarê
13:48 3 girtî bi îşkenceyê sewqî Îzmîrê kirin
12:54 Sefîrê Avûstralyayê li Mêrdînê hin seredan kirin
12:34 Wekîlên HDP’ê li ber avahiya walîtiyê dest bi çalakiyê kirin
11:46 Doza Hrant Dînk a li bendêbû biryar bê dayîn hat taloqkirin
11:35 Gergerlîoglû serî li AYM’yê da
11:13 Polîsan kolana avahiya Rêxistina HDP'ê ya Wanê dorpêç kirin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 99'emîn de ye
09:00 Banga ji bo mîtînga 8'ê Adarê: Em qadê bi reng û tilîliyên xwe bixemilînin
09:00 Dayika ku cezayê girtîgehê lê hat birîn: Em ji malên xwe derkevin
09:00 Dayikên Aştiyê: Ne tecrîd, em aştiyê dixwazin
09:00 Fiyet du qat biha bûn, esnaf hindik maye top bavêje
09:00 Ne tenê rojek, her roj têkoşîn
09:00 'Êm ê bi karekî biewle, jiyaneke bêtahde û wekheviyê dakevin qadan'
09:00 Dev Yapi-Îş: Ji bo em nemirin, çare tenê rêxistinbûyîn e
09:00 Xurdefiroşên li sîteya pîşesaziyê 15 sal in li benda çareseriyê ne
09:00 Piştevaniya jinê rengeke din li Xana Pîlavlioglûyê bar kiriye
09:00 Piştî tundî û hewî hat serê, di jiyana wê de rûpelek nû vedibe
09:00 ROJEVA 5'Ê ADARA 2021'Ê
04/03/2021
23:11 Di operasyona li dijî MEBYA-DER'ê de 2 kes hatin girtin
21:14 Ma Muzîkê 4’emîn salvegera xwe bi konserekê pîroz kir
20:25 Cenazeyê Çîçek Benzerê piştî 5 mehan dan malbatê
18:44 Li Bedlîsê helîkopterek ket: 11 esker mirin
16:33 Aksoy a li Amedê hatibû binçavkirin hat berdan
16:09 Karkeran TÎS şermezar kirin
16:05 Jin li qadane: Têkoşîna Rozayan, Sêvêyan dewam dike
15:19 Li Botanê xebatên 8'ê Adarê bi çoş didomin