MÊRDÎN - Xebatkara Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê Emîne Aksoy a ku li Amedê hatibû binçavkirin, hat berdan.
Xebatkara Komeleya Çandê ya Mezopotamyayê Emîne Aksoy, duh li Amedê di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dabû destpêkirin hatibû binçavkirin. Aksoy a ku polîsan ji bo îfade girtinê, anîn Mêrdînê, piştî îfade da dozger sewqî dadgehê hat kirin. Dadgehê derbarê Aksoy de biryara berdanê da.