Sarisaç ê li ber walîtiyê çalakî li dar xist: Em ê paş ve gav neavêjin

img

WAN – Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç ê duh bi dorpêç û zextên polîsan re rûbirû mabû got: “Heta ku em li kolanan bin wê îqtidar li gorî dilê xwe otorîteya xwe pêk neyne. Em ê paş ve gav neavêjin”. 

 
Parlamenterên HDP’ê yên Wanê Mûrat Sarisaç û Muazzez Orhan duh seranserî rojê li ber avahiya Walîtiya Wanê çalakî li dar xistin û ji 15 rojan carek qedexeya çalakî û şahiyan ku tê dirêjkirin şermezar kirin û xwestin dorpêçkirina avahiya HDP’ê were rakirin. Parlamenteran li ser rakirina dorpêçê çalakiya xwe bi dawî kirin.
 
Polîsan kêlî bi kêlî xwestin çalakiya parlamenteran asteng bikin. Polîsan destûr neda ku parlamenter pirsên rojnamevanan jî bibersivînin. Lê ya balkêş ew bû ku polîsên Sarisaç dorpêç kiribûn û kom bi kom digeriyan hişyariya “mesafeya sosyal” ne li xwe li Sarisac dikirin. Tevî hemû astengî û zextên polîsan jî parlamenteran dengê xwe li navenda bajêr ragihandin. Mûrat Sarisaç ê ku duh bi wê tabloya dorpêçkirî re rûbirû ma nirxand. 
 
HÊCET NÎNE 
 
Sarisaç destnîşan kir ku duh ew zext û dîmenên ew pê re rûbirû ma nîşaneya polîtîkaya sepandina li ser kurdan û HDP’ê ye û got: “Ew dîmenên duh di heman demê de bi awayek fiîlî girtina HDP’ê nîşan dide. Bêyî ku tu hêcetê nîşanî me bidin avahiya partiya me dorpêç kirin. Me jî li dijî vê xwest li ber walîtiyê çalakî li dar bixin ku qedexe, astengî û dorpêçkirina li bajêr û ser partiya me were rakirin. 5 sal in em bi qedexeyên li bajêr re rûbirû ne û qedexe li ser qedexe derdixin pêşiya me.” 
 
‘NAHÊLIN KU ROJNAMEVAN WÊNE Û DÎMEN BIGIRIN’ 
 
Sarisaç anî ziman ku wî xwestiye bersiva pirsên rojnamevanan bide lê ev jî hatiye astengkirin û got: “Nahêlin ku rojnamevan pirsek bike û em bersivê bidin. Nahêlin ku rojnamevan wêne û dîmenan bigirin. Wan dûr dikin. Objektîfên wan asteng dikin. Li ser HDP’ê û çapemeniyê zextên giran hene û em sedemê vê yekê jî baş dizanin.” 
 
‘EM Ê PAŞ VE GAV NEAVÊJIN’ 
 
Sarisaç anî ziman ku ev qedexeyên li bajêr tenê partiyan wan û muxalîfan eleqedar dike û got: “AKP û alîgirên xwe ji vê yekê muaf in. Hin însanên ji aliyek diyar anîn ber avahiya me. Serokê Rêxistina Navçeyê ya MHP’ê anîbûn ber avahiya me. Serokê Navçeya MHP’ê tê li vir dikare beşdarî daxuyaniyê bibe û xelkê provoke dike. Li şûna ku hesab ji îqtidarê bixwazin lê tên ber avahiya HDP’ê ya ku aştî, azadî û wekheviyê diparêze hesab dipirsin. Çiqas zext û zilm hebe bila hebe lê em ê her tim li kolanan bin. Divê HDP’ê neşibînin partiyên din. Em her roj li kolanan di nava xelkê xwe de ne. Bêhiqûqiyê li partiya me dikin. Îro ne walîtî, ne polîs û ne jî daraz tu hêcetê nîşan nade. Rêyên rewabûnê nemane. Ev tişt ne nû tên serê kurdan. Ev polîtîka di salên 90’î de jî hatibûn sepandin. Lê belê em ê paş ve gav neavêjin. Çimkî em mafdar û rewa ne. Her ku diçe em mezin dibin. Ez bang li tevahiya partî û rêxistinên sivîl ên muxalîf dikim kul i dijî vê helwesta qedexeyî ya li ser bajaran rabin.” 
 
 

Sernavên din

10/03/2021
16:47 Hefsa malê ya Hevşaredarê Bêgiriyê hat rakirin
16:35 Dadgehê doza komkujiya 10'ê Cotmehê taloq kir
Malbatên kuştiyan: Em ê her tim edaletê bixwazin
16:27 Jinên HDP’yî tacîzê teşhîr kirin
16:26 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anî
15:59 Dê giliyê serdegirtin û îşkenceyê bikin
15:57 Şandeya HDP’ê serdana esnaf û cotkaran kir
15:46 Doza bobelata keştiyê hat taloqkirin
15:46 Rojnamevan Guzupek hat binçavkirin
14:57 Li Girtîgeha Metrîsê êriş li girtiyê nexweş hat kirin
14:44 Tosûn: Pêwîste em ji tecrîd û greva birçîbûnê re bêdeng nemînin
13:44 Di danişîna Komkujiya Enqereyê de serokê dadgehê eywan terk kir
13:27 Kelepçe şikandin: Li hemberî berxwedêran kes nikare raweste
13:24 Koordînasyona Greva Birçîbûnê: Ji bo rakirina tecrîdê gav biavêjin
12:49 Seroka 10 Ekîm-Der'ê: 5.5 sal in hêj kujer nehatine girtin
12:18 Doza faciaya keştiyê dest pê kir: Zenkirine turîstên penaberin!
12:05 Li Mêrsînê ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ dest pê kirin
11:51 Endamê HDP’ê Masyan hat binçavkirin
11:37 Li Sasonê serwîsa dibistanê qelibî: 2 mirî, 24 birîndar
11:37 Endamê Unite The Union Burke: Bêdengiya Ewropa ya li dijî tecrîdê rûreşî ye
11:34 Li du bajaran tundiya zilam: Mirina biguman, êriş û îşkence
10:54 Malbata Şenyaşar a daxwaza ‘edaletê’ dike cardin di nobetê de ye
10:22 Li kontrola leşkerî du caran bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:05 Rê ji kort û koncalan, perav ji çopan xalî nabe
09:38 Li diyarê findiqan Gîresûnê HES robaran ziwa dikin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê 104 roj in berdewam dike
09:03 Dayika Aştiyê Kaygûsûz sal û nîveke girtî ye
09:01 Eleqeya ji bo kampanyaya îmzeyan a ji bo kurdî: 12 hezar û 500 îmze
09:00 'Bi şikandina tecrîdê re yê mirovahî bi ser bikeve'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2021'AN
09/03/2021
16:33 Qeyûm hevserokên Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Amedê îxrac kirin
16:15 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
16:13 Ji endama MEBYA-DER’ê pirsa ‘cenazeyê keça te kê şûşt’ kirin
16:00 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê: Tecrîd li ser hemû civakê belav bûye
15:37 Ji UNICEF’ê hişyariya zêdebûna zewicandinên bi zorê
15:33 Bi benzîn û heste gef li hunermend Çat xwarin
15:16 Derbarê êrişa li ser Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
15:13 Cîgirê Hevserokên HDP'ê li pirsgirêkên dikandaran guhdar kir
15:12 Li Amedê ‘ekîba taybet’ zextan li girtiyan dike!
15:01 Bûldan: HDP destkeftiyan têkoşîna jinan e.
14:57 Nûçegihana NûJINHA xelat wergirt
14:54 Dozger ji ber wekaleta muwekilên xwe li 18 parêzeran lêpirsîn vekir
14:37 Cîhangîr Îslam tevlî CHP’ê bû
14:37 5 roj in ji jina ciwan agahî nayê girtin
14:35 Malbata Şenyaşar li pêş Edliya Rihayê ne: Êdî sebrê me nema
14:11 Ruhê berxwedana 8’ê Adarê wê li Newrozê jî nîşan bidin
13:30 Li Çewlikê bi pîleya 4,2 erdhej çêbû
12:58 HDP’ê ji Wezareta Dadê pirsî: Penasekirina we ya tecrîdê çi ye?
12:57 Êrişa li dijî rojnameger Gultekîn şermezar kirin
12:41 Bi sedema ‘çaya qaçax’ welatiyekî hem kelemçe kirin hem jî derp kirin
12:06 Doza rojnamevan Evren hat taloqkirin
11:41 Hevserok û endamên MEBYA-DER’ê anîn edliyeyê
11:26 Parlementera AKP’ê: Zilam ji jinan zêdetir tên kuştin
11:18 Danişîna rojnameger Topaloglû û Eser hat dîtin
11:00 Hiqûqzanên jin kovara ‘Fanjin’ weşandin
09:50 Li çar perçeyan jin daketin qadan û 8'ê Adarê pîroz kirin
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê 103 roj in berdewam dike
09:30 Di 75 rojan de 875 nan çûn çopê
09:25 Daxwaza hevpar a jinan: Azadî
09:20 Hem bi PKK'ê û hem bi FETO sûcdar kirin
09:15 Danişîna yekem a doza derbarê keştiya noqî Gola Wanê bû de sibê ye
09:10 'Em kampanyaya ji bo kurdî berbelav bikin'
09:05 Hozan Canê: Ez li ser çoka Şakiro û li ber dengê Meryemxanê mezin bûm
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2021'AN
08/03/2021
22:35 64 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:07 Bi hezaran jin daketin Taksîmê
17:16 Jinan ji Enqerê bang kirin: Têkoşîn didome
16:45 Ayşe Gokkan: 8’ê Adarê serhildan e
16:32 Jinên Êlihê qedexeya walîtiyê nas nekirin û meşiyan
16:29 Jinan di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de bertek nîşanî tecrîdê dan
16:15 Aydenîz: Em ê li dijî tecrîdê bêdeng nemînin
15:31 Jinan ji qadan bang kirin: Em ê bi tekoşînê azad bibin
14:39 Yuksekdag: Em li ku bin jî di heman dilî de tên ba hev
14:17 Çûbûk a ji bo 8’ê Adarê hefsa xwe ya malê bi dawî kir: Em ê serbikevin
13:59 Li gel qedexeya reklamê jî afişê Erdogan bi Sûran ve kirin
13:55 Jin bi reng û dengê xwe dimeşin mîtingê
13:53 Jinan li Botanê 8'ê Adarê pîroz kir: Em ê tecrîdê têk bibin û azadiyê pêk bînin
13:27 Ji Şentop daxuyaniya Gergerlîoglû
13:24 Dozger xwest kujerê Şîrîn Tosûn heta hetayê were cezakirin
13:12 Li YE’yê ji bo berdana Demîrtaş kampanya dan destpêkirin
13:10 Ji jinên baroyan peyama 8'ê Adarê: Em hebûn, em hene emê hebin
12:53 Midurê Giştî yê Borsaya Stenbolê Hakan Atîlla îstîfa kir
12:23 Coşa 8'ê Adarê li Wanê dest pê kir
11:38 Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê: Em li vir in û bi hev re ne
11:25 50 girtî sewgî girtîgehên din kirin
11:04 Di zimanên xizmetê yên KADES’ê de kurdî tuneye
10:46 Li Wanê bi pîleya 3,6 erdhej çêbû
09:45 Li Farqînê qezaya duyemîn a trafîqê: 2 birayên hev jiyana xwe ji dest dan
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê 102 roj in berdewam dike
09:00 ‘Em ê li zanîngehan rê nedin tundiya zilaman’
09:00 Dadgehê ji doza Onkol Wezareta Karên Hundir mahkûm kir
09:00 Piştî 16 salan atolyeya xwe ya tekstîlê vekir
09:00 Li dijî cihêkariya zayendî jin li her derê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2021'AN
07/03/2021
22:00 Beriya 8’ê Adarê jinên di greva birçîbûnê de silav kirin
20:05 Li Midyadê kesekî dawî li jiyana xwe anî
19:58 Hejmara qurbaniyên koronayê ji 29 hezarî derba bû
19:32 Li Amedê qezaya trafîqê: 2 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:19 Kesên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Li Dîlokê meşa 8'ê Adarê: Em natirsin û îtaet nakin
17:29 Li Enqerê jinek hat qetilkirin