Dede: Heta ku daxwazên girtiyan werin qebûlkirin em ê têbikoşin

img

ENQERE - Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yê ji Hiqûqê û Mafê Mirovan Berpirsiyar Umît Dede diyar kir ku di roja 100’emîn de greva birçîbûnê didome û heta daxwazên girtiyan werin qebûlkirin ew ê jî têbikoşin. 

 
Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê yê ji Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan Berpirsiyar e Umît Dede li Navenda Giştî ya partiya xwe têkildarî greva birçîbûnê ya di roja 100’emîn de li girtîgehan li dijî tecrîdê û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan berdewam dike daxuyanî da çapemeniyê. 
 
Dede destnîşan kir ku greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger a ji 27’ê Mijdarê ve dest pê kiriye, li 107 girtîgehan bi beşdariya hezaran girtî di roja 100’emîn de didome û ji roja avakirina Komarê ve heta niha herî zêde li girtîgehan binpêkirinên mafan qewimîne. 
 
‘BINPÊKRINÊN MAFAN DERKETINE ASTA JOR’ 
 
Dede anî ziman ku di salên dawî de girtî bi sepanên ku serdemên darbeyê bibîr dixin re rûbirû mane û got: “Bi pêvajoya pandemiyê re binpêkirinên mafan li girtîgehan derketine asta herî jor û şertên girtiyan hatine girankirin. Di salek dawî yê pandemiyê de mafên wek çandî, sportîf û civakî yên girtiyên polîtîk ji destê wan hatine girtin. Hema bêje girtî nikarin ji qawîşên xwe derkevin.” 
 
Dede derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan wiha got: “Divê dema bêhnevedanê û ji roniya rojê sûd werbigirin. Lê berevajî vê tê kirin. Pêdiviya xwarina girtiyan nayê dabînkirin û girtî bi pirsgirêkên xwarinê re rûbirû mane.” 
 
MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN 
 
Dede bal kişand ser mafê tenduristiyê ya ji bo girtiyan û got: “Xizmeta tenduristiyê ji bo girtiyan nayê kirin. Girtî bi kelemçeyan tên muayanekirin. Ji ber karantînaya 14 rojan ew bi tecrîdê re rûbirû dimînin. Lig elek girtîgehan ava germ nîne û kelûpelên paqijiyê nînin. Ev dibe sedema nexweşiyê.”
 
LÊGERÎNA TAZÎ DIDOME 
 
Dede anî ziman ku hemû mafên çandî, sportîf û civakî li girtiyan hatine qedexekirin û gardiyanên bi ser qawîşan de digirin jî girtiyan bi tacîzê re rûbirû dihêlin. Dede da zanîn ku girtî di bin terîda giran de tên hiştin. Dede got yasaya înfazê ya cihêkariyê ku hatiye derxistin girtiyan bi mirinê re rûbirû dihêle. Dede anî ziman ku li ser girtiyan lêgerîna tazî berdewam dike. Dede got girtiyên di grûpên bi rîsk de ne ji derziyên pandemiyê sûd wernagirin û xwest divê girtî demildest werin derzîkirin. 
 
'GREVA BIRÇÎBÛNÊ BERXWEDANA PARASTINA RÛMETÊ YE' 
 
Dede destnîşan kir ku girtî li dijî sepanên rûmeta xwe û binpêkirina mafên xwe 100 roj in di berxwedana greva birçîbûnê de ne û dixwazin rûmeta mirovan biparêz in. Dede anî ziman ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê sepanên dij hiqûqî û yasayî re rûbirû maye û girtî dixwazin tecrîda ji ser Ocalan were rakirin û şertên azadiya wî pêk were. Dede anî ziman ku tecrîda li Ocalan û girtiyan tê kirin îşkence ye. Dede destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê dest pê kiriye bi neçareserkirina pirsgirêka kurd û polîtîkayên şer re girêdayî ye û tecrîda tê sepandin li ser bi hev re jiyankirina civakî, aştiyane û azadî jî bandorê dike. Dede anî ziman ku heta ku daxwazên girtiyan werin qebûlkirin wê ew ê jî wek HDP’ê li ber xwe bidin û ji bo qebûlkirina daxwazên girtiyan têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.
 
 

Sernavên din

10/03/2021
16:47 Hefsa malê ya Hevşaredarê Bêgiriyê hat rakirin
16:35 Dadgehê doza komkujiya 10'ê Cotmehê taloq kir
Malbatên kuştiyan: Em ê her tim edaletê bixwazin
16:27 Jinên HDP’yî tacîzê teşhîr kirin
16:26 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anî
15:59 Dê giliyê serdegirtin û îşkenceyê bikin
15:57 Şandeya HDP’ê serdana esnaf û cotkaran kir
15:46 Doza bobelata keştiyê hat taloqkirin
15:46 Rojnamevan Guzupek hat binçavkirin
14:57 Li Girtîgeha Metrîsê êriş li girtiyê nexweş hat kirin
14:44 Tosûn: Pêwîste em ji tecrîd û greva birçîbûnê re bêdeng nemînin
13:44 Di danişîna Komkujiya Enqereyê de serokê dadgehê eywan terk kir
13:27 Kelepçe şikandin: Li hemberî berxwedêran kes nikare raweste
13:24 Koordînasyona Greva Birçîbûnê: Ji bo rakirina tecrîdê gav biavêjin
12:49 Seroka 10 Ekîm-Der'ê: 5.5 sal in hêj kujer nehatine girtin
12:18 Doza faciaya keştiyê dest pê kir: Zenkirine turîstên penaberin!
12:05 Li Mêrsînê ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ dest pê kirin
11:51 Endamê HDP’ê Masyan hat binçavkirin
11:37 Li Sasonê serwîsa dibistanê qelibî: 2 mirî, 24 birîndar
11:37 Endamê Unite The Union Burke: Bêdengiya Ewropa ya li dijî tecrîdê rûreşî ye
11:34 Li du bajaran tundiya zilam: Mirina biguman, êriş û îşkence
10:54 Malbata Şenyaşar a daxwaza ‘edaletê’ dike cardin di nobetê de ye
10:22 Li kontrola leşkerî du caran bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:05 Rê ji kort û koncalan, perav ji çopan xalî nabe
09:38 Li diyarê findiqan Gîresûnê HES robaran ziwa dikin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê 104 roj in berdewam dike
09:03 Dayika Aştiyê Kaygûsûz sal û nîveke girtî ye
09:01 Eleqeya ji bo kampanyaya îmzeyan a ji bo kurdî: 12 hezar û 500 îmze
09:00 'Bi şikandina tecrîdê re yê mirovahî bi ser bikeve'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2021'AN
09/03/2021
16:33 Qeyûm hevserokên Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Amedê îxrac kirin
16:15 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
16:13 Ji endama MEBYA-DER’ê pirsa ‘cenazeyê keça te kê şûşt’ kirin
16:00 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê: Tecrîd li ser hemû civakê belav bûye
15:37 Ji UNICEF’ê hişyariya zêdebûna zewicandinên bi zorê
15:33 Bi benzîn û heste gef li hunermend Çat xwarin
15:16 Derbarê êrişa li ser Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
15:13 Cîgirê Hevserokên HDP'ê li pirsgirêkên dikandaran guhdar kir
15:12 Li Amedê ‘ekîba taybet’ zextan li girtiyan dike!
15:01 Bûldan: HDP destkeftiyan têkoşîna jinan e.
14:57 Nûçegihana NûJINHA xelat wergirt
14:54 Dozger ji ber wekaleta muwekilên xwe li 18 parêzeran lêpirsîn vekir
14:37 Cîhangîr Îslam tevlî CHP’ê bû
14:37 5 roj in ji jina ciwan agahî nayê girtin
14:35 Malbata Şenyaşar li pêş Edliya Rihayê ne: Êdî sebrê me nema
14:11 Ruhê berxwedana 8’ê Adarê wê li Newrozê jî nîşan bidin
13:30 Li Çewlikê bi pîleya 4,2 erdhej çêbû
12:58 HDP’ê ji Wezareta Dadê pirsî: Penasekirina we ya tecrîdê çi ye?
12:57 Êrişa li dijî rojnameger Gultekîn şermezar kirin
12:41 Bi sedema ‘çaya qaçax’ welatiyekî hem kelemçe kirin hem jî derp kirin
12:06 Doza rojnamevan Evren hat taloqkirin
11:41 Hevserok û endamên MEBYA-DER’ê anîn edliyeyê
11:26 Parlementera AKP’ê: Zilam ji jinan zêdetir tên kuştin
11:18 Danişîna rojnameger Topaloglû û Eser hat dîtin
11:00 Hiqûqzanên jin kovara ‘Fanjin’ weşandin
09:50 Li çar perçeyan jin daketin qadan û 8'ê Adarê pîroz kirin
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê 103 roj in berdewam dike
09:30 Di 75 rojan de 875 nan çûn çopê
09:25 Daxwaza hevpar a jinan: Azadî
09:20 Hem bi PKK'ê û hem bi FETO sûcdar kirin
09:15 Danişîna yekem a doza derbarê keştiya noqî Gola Wanê bû de sibê ye
09:10 'Em kampanyaya ji bo kurdî berbelav bikin'
09:05 Hozan Canê: Ez li ser çoka Şakiro û li ber dengê Meryemxanê mezin bûm
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2021'AN
08/03/2021
22:35 64 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:07 Bi hezaran jin daketin Taksîmê
17:16 Jinan ji Enqerê bang kirin: Têkoşîn didome
16:45 Ayşe Gokkan: 8’ê Adarê serhildan e
16:32 Jinên Êlihê qedexeya walîtiyê nas nekirin û meşiyan
16:29 Jinan di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de bertek nîşanî tecrîdê dan
16:15 Aydenîz: Em ê li dijî tecrîdê bêdeng nemînin
15:31 Jinan ji qadan bang kirin: Em ê bi tekoşînê azad bibin
14:39 Yuksekdag: Em li ku bin jî di heman dilî de tên ba hev
14:17 Çûbûk a ji bo 8’ê Adarê hefsa xwe ya malê bi dawî kir: Em ê serbikevin
13:59 Li gel qedexeya reklamê jî afişê Erdogan bi Sûran ve kirin
13:55 Jin bi reng û dengê xwe dimeşin mîtingê
13:53 Jinan li Botanê 8'ê Adarê pîroz kir: Em ê tecrîdê têk bibin û azadiyê pêk bînin
13:27 Ji Şentop daxuyaniya Gergerlîoglû
13:24 Dozger xwest kujerê Şîrîn Tosûn heta hetayê were cezakirin
13:12 Li YE’yê ji bo berdana Demîrtaş kampanya dan destpêkirin
13:10 Ji jinên baroyan peyama 8'ê Adarê: Em hebûn, em hene emê hebin
12:53 Midurê Giştî yê Borsaya Stenbolê Hakan Atîlla îstîfa kir
12:23 Coşa 8'ê Adarê li Wanê dest pê kir
11:38 Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê: Em li vir in û bi hev re ne
11:25 50 girtî sewgî girtîgehên din kirin
11:04 Di zimanên xizmetê yên KADES’ê de kurdî tuneye
10:46 Li Wanê bi pîleya 3,6 erdhej çêbû
09:45 Li Farqînê qezaya duyemîn a trafîqê: 2 birayên hev jiyana xwe ji dest dan
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê 102 roj in berdewam dike
09:00 ‘Em ê li zanîngehan rê nedin tundiya zilaman’
09:00 Dadgehê ji doza Onkol Wezareta Karên Hundir mahkûm kir
09:00 Piştî 16 salan atolyeya xwe ya tekstîlê vekir
09:00 Li dijî cihêkariya zayendî jin li her derê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2021'AN
07/03/2021
22:00 Beriya 8’ê Adarê jinên di greva birçîbûnê de silav kirin
20:05 Li Midyadê kesekî dawî li jiyana xwe anî
19:58 Hejmara qurbaniyên koronayê ji 29 hezarî derba bû
19:32 Li Amedê qezaya trafîqê: 2 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:19 Kesên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Li Dîlokê meşa 8'ê Adarê: Em natirsin û îtaet nakin
17:29 Li Enqerê jinek hat qetilkirin