MED TUHAD-FED: Bila tecrîd rabe û daxwazên girtiyan bên bicihanîn

img

AMED - MED TUHAD-FED’ê bal kişand ser roja 100’emîn a çalakiya greva birçîbûnê û xwest daxwazên çalakgeran ên hiqûqî û qanûnî bên bicihanîn û tecrîd bê rakirin.

Federasyona Komeleyên Piştevanî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED), têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan dan destpêkirin û 100 rojin didome, li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Endam û rêveberên Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TÛAY-DER) a Amedê û MED TUHAD-FED’ê beşdarî civînê bûn. Endamê MED TUHAD-FED’ê Ahmet Ogûz di civînê de axivî. Ogûz, bi bîrxist ku çalakiya greva birçîbûnê ji 27’ê Mijdarê heta niha bêdem û bidorveger didome û wiha got: “Li gel rakirina Rewşa Awarte (OHAL) jî, li girtîgehan ev rewş didome. Aşkeraye ku sala 2020’an jî weke salên din ji bo girtîgehan bû sala binpêkirinên mafan. Li girtîgehan bi hinceta pandemiyê polîtîkayên tecrîdê tên birêvebirin. Li gorî raporên saziyên sivîl ên civakî girtîgehan pandemî ji xwe kirine firsendek û girtîgeh tecrîd kirine. Ji ber vê yekê girtiyan li dijî polîtîkayên tecrîdkirinê dest bi çalakiya greva birçîbû kirin.  
 
‘TECRÎD SÛCÊ MIROVAHIYÊ YE’
 
Ogûz, destnîşan kir ku pêkanîna tecrîdê bêhiqûqiye û wiha berdewam kir: “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye û divê demildest bê rakirin. Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan pêk tên rûtin bûne û serlêdanên li dijî van pêkanînan tên kirin jî ji ber zirxê bê cezatiyê bê encam tên hiştin. Lê weke rêxistinên sivîl ên civakî  em ê li dijî van binpêkirinên mafan dengê xwe bilind bikin. Li rex polîtîkaya tecrîdê ya bi taybetî li ser birêz Ocalan û li hemû girtîgehan tê pêkanîn li girtîgehan jî binpêkirinên mafan derdikevin holê.”
 
BINPÊKIRINÊN MAFAN RÊZ KIRIN
 
Ogûz, binpêkirinên mafan ên li girtîgehan wiha rêz kirin: 
 
“*Li girtîgehan ji ber girtî mafên xwe yên qanûnî dixwazin bi awayekî kêfî lêpirsînên disîplînê tên destpêkirin û girtî cezayê disiplînê girtin. 
 
* Li girtîgehan mafê gihanê yê tenduristiyê hatiye bi sînor kirin, şertên tedawiyê yên girtiyên xweş ji holê hatine rakirin. Bi sedemên polîtîk rawestandina înfazên girtiyan hatiye astengkirin. 
 
* Li girtîgehan di bin banê ewlehiyê de gelek sirgûn çêdibin. Girtî sewqî cihên hem ji malbatên wan hem jî ji cihên darizandina wan dûr tên kirin. Bi vî awayî mafên bingehîn ên girtî tên binpêkirin. 
 
* Dîsa li gel di rojevê de ye jî ferzkirina lêgerînên tazî didomin. 
 
* Li girtîgehan kurdî hatiye bi sînor kirin û bi taybetî ji bo wergêra nameyên kurdî tê zanîn ku pereyekî zêde tê xwestin. 
 
*Li hemû girtîgehan bi hinceta pandemiyê xebatên civakî nayên kirin. Ev yek li dijî hiqûq û rêgezên mirovî yên bingehîn in.”
 
‘HUKUMXWAR NAYÊN BERDAN’
 
Ogûz, bal kişand ser zêdebûna binpêkirinên mafan ên ji ber qanûna înfazê ya nû ya bi hejmara 5275’ê derketine holê û wiha pê de çû: “Di meha çileyê de, bi raporên kêfî yên lijneya nêrîn û îdareyê hikumxwarî yên ku divê bên berdan nayên berdan.”
 
DAXWAZ KIRIN
 
Ogûz, weke komele daxwazên xwe wiha rêz kirin: 
 
“Divê polîtîkaya tecrîdê ya di kesayeta birêz Ocalan de tê pêkanîn bê bidawîkirin û daxwazên çalakgeran ên qanûnî û hiqûqî bên bicihanîn.
 
* Divê di seride lijneya rewşa baş, hemû pêkanînên ne hiqûqî û wijdana civakê diêşînin dest jê berdin.
 
* Divê hemû binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bên bidawîkirin û derbarê kesên di çarçoveya binpêkirinên mafan de sûc kirine kirariyên qanûnî bên destpêkirin.
 
* Divê bi qanûneke înfazê ya adil û wekhev bibin bersiva civakê.”
 

Sernavên din

10/03/2021
16:47 Hefsa malê ya Hevşaredarê Bêgiriyê hat rakirin
16:35 Dadgehê doza komkujiya 10'ê Cotmehê taloq kir
Malbatên kuştiyan: Em ê her tim edaletê bixwazin
16:27 Jinên HDP’yî tacîzê teşhîr kirin
16:26 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anî
15:59 Dê giliyê serdegirtin û îşkenceyê bikin
15:57 Şandeya HDP’ê serdana esnaf û cotkaran kir
15:46 Doza bobelata keştiyê hat taloqkirin
15:46 Rojnamevan Guzupek hat binçavkirin
14:57 Li Girtîgeha Metrîsê êriş li girtiyê nexweş hat kirin
14:44 Tosûn: Pêwîste em ji tecrîd û greva birçîbûnê re bêdeng nemînin
13:44 Di danişîna Komkujiya Enqereyê de serokê dadgehê eywan terk kir
13:27 Kelepçe şikandin: Li hemberî berxwedêran kes nikare raweste
13:24 Koordînasyona Greva Birçîbûnê: Ji bo rakirina tecrîdê gav biavêjin
12:49 Seroka 10 Ekîm-Der'ê: 5.5 sal in hêj kujer nehatine girtin
12:18 Doza faciaya keştiyê dest pê kir: Zenkirine turîstên penaberin!
12:05 Li Mêrsînê ‘Hevdîtinên Nan û Kar’ dest pê kirin
11:51 Endamê HDP’ê Masyan hat binçavkirin
11:37 Li Sasonê serwîsa dibistanê qelibî: 2 mirî, 24 birîndar
11:37 Endamê Unite The Union Burke: Bêdengiya Ewropa ya li dijî tecrîdê rûreşî ye
11:34 Li du bajaran tundiya zilam: Mirina biguman, êriş û îşkence
10:54 Malbata Şenyaşar a daxwaza ‘edaletê’ dike cardin di nobetê de ye
10:22 Li kontrola leşkerî du caran bi lêgerîna tazî re rûbirû ma
10:05 Rê ji kort û koncalan, perav ji çopan xalî nabe
09:38 Li diyarê findiqan Gîresûnê HES robaran ziwa dikin
09:30 Çalakiya greva birçîbûnê 104 roj in berdewam dike
09:03 Dayika Aştiyê Kaygûsûz sal û nîveke girtî ye
09:01 Eleqeya ji bo kampanyaya îmzeyan a ji bo kurdî: 12 hezar û 500 îmze
09:00 'Bi şikandina tecrîdê re yê mirovahî bi ser bikeve'
09:00 ROJEVA 10'Ê ADARA 2021'AN
09/03/2021
16:33 Qeyûm hevserokên Şaxa TUM BEL-SEN’ê ya Amedê îxrac kirin
16:15 Ji parêzeran serlêdana Îmraliyê
16:13 Ji endama MEBYA-DER’ê pirsa ‘cenazeyê keça te kê şûşt’ kirin
16:00 Delegasyona Aştiyê ya Îmraliyê: Tecrîd li ser hemû civakê belav bûye
15:37 Ji UNICEF’ê hişyariya zêdebûna zewicandinên bi zorê
15:33 Bi benzîn û heste gef li hunermend Çat xwarin
15:16 Derbarê êrişa li ser Gultekîn de lêpirsîn hat destpêkirin
15:13 Cîgirê Hevserokên HDP'ê li pirsgirêkên dikandaran guhdar kir
15:12 Li Amedê ‘ekîba taybet’ zextan li girtiyan dike!
15:01 Bûldan: HDP destkeftiyan têkoşîna jinan e.
14:57 Nûçegihana NûJINHA xelat wergirt
14:54 Dozger ji ber wekaleta muwekilên xwe li 18 parêzeran lêpirsîn vekir
14:37 Cîhangîr Îslam tevlî CHP’ê bû
14:37 5 roj in ji jina ciwan agahî nayê girtin
14:35 Malbata Şenyaşar li pêş Edliya Rihayê ne: Êdî sebrê me nema
14:11 Ruhê berxwedana 8’ê Adarê wê li Newrozê jî nîşan bidin
13:30 Li Çewlikê bi pîleya 4,2 erdhej çêbû
12:58 HDP’ê ji Wezareta Dadê pirsî: Penasekirina we ya tecrîdê çi ye?
12:57 Êrişa li dijî rojnameger Gultekîn şermezar kirin
12:41 Bi sedema ‘çaya qaçax’ welatiyekî hem kelemçe kirin hem jî derp kirin
12:06 Doza rojnamevan Evren hat taloqkirin
11:41 Hevserok û endamên MEBYA-DER’ê anîn edliyeyê
11:26 Parlementera AKP’ê: Zilam ji jinan zêdetir tên kuştin
11:18 Danişîna rojnameger Topaloglû û Eser hat dîtin
11:00 Hiqûqzanên jin kovara ‘Fanjin’ weşandin
09:50 Li çar perçeyan jin daketin qadan û 8'ê Adarê pîroz kirin
09:35 Çalakiya greva birçîbûnê 103 roj in berdewam dike
09:30 Di 75 rojan de 875 nan çûn çopê
09:25 Daxwaza hevpar a jinan: Azadî
09:20 Hem bi PKK'ê û hem bi FETO sûcdar kirin
09:15 Danişîna yekem a doza derbarê keştiya noqî Gola Wanê bû de sibê ye
09:10 'Em kampanyaya ji bo kurdî berbelav bikin'
09:05 Hozan Canê: Ez li ser çoka Şakiro û li ber dengê Meryemxanê mezin bûm
09:00 ROJEVA 9'Ê ADARA 2021'AN
08/03/2021
22:35 64 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
19:07 Bi hezaran jin daketin Taksîmê
17:16 Jinan ji Enqerê bang kirin: Têkoşîn didome
16:45 Ayşe Gokkan: 8’ê Adarê serhildan e
16:32 Jinên Êlihê qedexeya walîtiyê nas nekirin û meşiyan
16:29 Jinan di mitînga 8’ê Adarê ya Wanê de bertek nîşanî tecrîdê dan
16:15 Aydenîz: Em ê li dijî tecrîdê bêdeng nemînin
15:31 Jinan ji qadan bang kirin: Em ê bi tekoşînê azad bibin
14:39 Yuksekdag: Em li ku bin jî di heman dilî de tên ba hev
14:17 Çûbûk a ji bo 8’ê Adarê hefsa xwe ya malê bi dawî kir: Em ê serbikevin
13:59 Li gel qedexeya reklamê jî afişê Erdogan bi Sûran ve kirin
13:55 Jin bi reng û dengê xwe dimeşin mîtingê
13:53 Jinan li Botanê 8'ê Adarê pîroz kir: Em ê tecrîdê têk bibin û azadiyê pêk bînin
13:27 Ji Şentop daxuyaniya Gergerlîoglû
13:24 Dozger xwest kujerê Şîrîn Tosûn heta hetayê were cezakirin
13:12 Li YE’yê ji bo berdana Demîrtaş kampanya dan destpêkirin
13:10 Ji jinên baroyan peyama 8'ê Adarê: Em hebûn, em hene emê hebin
12:53 Midurê Giştî yê Borsaya Stenbolê Hakan Atîlla îstîfa kir
12:23 Coşa 8'ê Adarê li Wanê dest pê kir
11:38 Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê: Em li vir in û bi hev re ne
11:25 50 girtî sewgî girtîgehên din kirin
11:04 Di zimanên xizmetê yên KADES’ê de kurdî tuneye
10:46 Li Wanê bi pîleya 3,6 erdhej çêbû
09:45 Li Farqînê qezaya duyemîn a trafîqê: 2 birayên hev jiyana xwe ji dest dan
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê 102 roj in berdewam dike
09:00 ‘Em ê li zanîngehan rê nedin tundiya zilaman’
09:00 Dadgehê ji doza Onkol Wezareta Karên Hundir mahkûm kir
09:00 Piştî 16 salan atolyeya xwe ya tekstîlê vekir
09:00 Li dijî cihêkariya zayendî jin li her derê ne
09:00 ROJEVA 8'Ê ADARA 2021'AN
07/03/2021
22:00 Beriya 8’ê Adarê jinên di greva birçîbûnê de silav kirin
20:05 Li Midyadê kesekî dawî li jiyana xwe anî
19:58 Hejmara qurbaniyên koronayê ji 29 hezarî derba bû
19:32 Li Amedê qezaya trafîqê: 2 jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
19:19 Kesên ku li Kadikoyê hatibûn binçavkirin hatin berdan
17:55 Li Dîlokê meşa 8'ê Adarê: Em natirsin û îtaet nakin
17:29 Li Enqerê jinek hat qetilkirin