Ji bo nûçeyê çû Sêwregê, lê 27 sal in venegeriyaye

img

RIHA - Di ser windakirina nûçegihanê Rihayê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû re 27 sal derbas bûn. Birayê wî Cemal Babaoglû, anî ziman ku şahid hene, lê dosye ji bo bê girtin hatiye sekinandin. 

Nûnerê Sêwregê yê Ajansa Anadolûyê (AA) Mûrat Yogûnlû, di 12'ê Adara 1994'an de ji nûçegihanê Rihayê yê Rojnameya Ozgur Gundemê Nazim Babaoglû re dibêje, "Li Sêwregê nûçeyek heye, ecele were." Piştî vê Baboglû diçe Sêwregê. Lê belê ji wê rojê heya niha tu xeber ji Babaoglû nehatine girtin. Beriya winda bibe bi 2 rojan, derbarê cerdevanên eşîreta Bûcakê de bi sernavê "Va ne cerdevanên tecawizkar" nûçeyekê çêdike û ev nûçe dibe manşeta rojnameyê. 
 
MÛRAT YOGÛNLÛ GAZÎ WÎ KIR 
 
Birayê wî Cemal Babaoglû, anî ziman ku birayê wî wê demê hem di rojnameyê de dixebitî hem jî xwendekar bûye. Babaoglû, diyar kir ku Mûrat Yogûnlûyê ku gazî birayê wî kiriye wê demê di AA'yê de dixebitî û têkiliyeke wî ya baş bi çapemeniya kurd re hebûye. Babaoglû got: "Mûrat, ji ber vê pêwendiya xwe hatibû binçavkirin. Gava tê berdan telefonî rojnameyê dike û dibêje, 'Nûçeyek girîng heye, ecele werin Sêwregê.' Nazim jî diçe. Lê ji wê rojê heya niha me xeber jê negirtiye." 
 
QEBÛL NEKIR 
 
Babaoglû, bibîr xist ku piştî birayê wî winda bûye rayedarên Rojnameya Ozgur Gundemê ji Stenbolê hatine Rihayê û hevdîtin bi walî û midûriyeta polîsan re çêkirine û got: "Wê rojê walîtiyê gazî Mûrat kir. Lê wê rojê Mûrat got, 'Ez di rojnameyê de naxebitim û min telefonî kesî jî nekiriye.' Wê çaxê serî li PTT'ê hat dayîn. Ji bo aşkere bibe bê ka kî telefon kiriye. Lê aşkere nekirin. Mûrat, li xwe mikur nehat." 
 
Babaoglû, anî ziman ku paşê Mûrat Yogûnlû mala xwe biriye Stenbolê û li vir tim çûye Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) û got: "Wê çaxê Serokê BDP'ê yê Stenbolê Îhsan Avci, gazî Mûrat dike. Bûyerê jê dipirse. Mûrat dibêje, 'Ez dikarim her tiştî aşkere bikim, lê ditirsim. Heger min bikin şahidê nepen, ez ê bibêjim.' Piştî vê diçin cem dozger. Lê belê dozger dibêje ji bo vê nikare garantiyekê bide." 
 
LÊKOLÎN NEKIRIN 
 
Bira Babaoglû, destnîşan kir ku li gor qeydên fermî birayê wî hîn jî sax e û got: "Me û rojnamevanên din, me aqûbeta birayê min vekola. Di dema lêkolanê de em rastî şahidekî hatin. Azîz Taşkaya, wê çaxê ji bo aqûbeta brayê xwe diçe mala Bûcakan. Gava diçe, dibîne ku Nazim anîne wir. Piştî vê em û Taşkaya çûn Dozgerê Xwedî Erka Taybet ê Amedê Ahmet Karacan û me îfade da. Şahdi hebû, lê cardin jît iştek nekirin. Derbarê dosyeyê de tiştekî nekirin. Ji bo bê girtin wê dan sekinandin." 
 
Babaoglû, bilêv kir ku şahid tên zanîn û tê zanîn bê kî Nazim biriye, lê cardin jî lêpirsîn nehatiye kirin û got: "Ji bo lêpirsîn çêbibe, divê erka siyasî telîmatê bide. Yanî em nikarin behsa darazeke serbixwe bikin. Heya telîmat neyê dayîn, ev tevnagerin." 
 
Babaoglû, anî ziman ku serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane û got: "Piştî me serî li DMME'yê da, Şaxa Têkoşîna Li Dijî Terorê ya Rihayê gazî bavê min kir. Li wir heqaretê li bavê min dikin û dibêjin, 'Te giliyê me kiriye.' Bavê min jî gotiye, ew li kurê xwe digere. Polîsan jî gotiye 'Madem tu li kurê xwe digerî, tu yê werî giliya xwe ji me re bibêjî û em ê jî li kurê te bigerin' û kaxezekê pê didin îmzekirin. Ji ber ku tirkiya bavê min tirkiyek şikestîbû û xwendin û nivîsandina wî tune bû, îmzeyê datîne bin kaxezê. Piştî bavê min kaxezê îmze dike bi du mehan parêzer dibêje, DMME'yê dosye betal kiriye. Em qet hîn nebûn bê ka çi pê dane îmzekirin. Lê li gor texmîna me, daxwaznameyek bûye, ji bo betalkirina dozê." 
 
Ê DA ÎMZEKIRIN ÇATLI BÛYE 
 
Babaoglû, bilêv kir ku piştî windakirina Nazim bi 2 salan, bavê wî di televîzyonê de Abdullah Çatli dibîne û dibêje yê ku li midûriyeta polîsan gef lê xwarine ev kes bûye û got: 'Bavê min ji min re got, 'Ê ku li TEM'ê heqaret li min kir ev bû, ê ku kaxez bi min da îmzekirin ev bû.'" 
 
‘MIRINA MIROVAHIYÊ' 
 
Bira Babaoglû, destnîşan kir ku mirina Nazim qebûl nakin û got: "Her cara ku derî vedibû, dêya min digot qey Nazim e. Bi vî awayî jiyana xwe ji dest da. Windakirina mirovekî, a rast windakirina hemû hestên mirovbûnê yên civakekê ne. Yanî, mirina mirovahiyê ye. Tenê ne meseleya me ye, bûyereke civakî ye."
 
MA / Lezgîn Tekay - Bariş Polat

Sernavên din

13/03/2021
12:51 Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP'ê bi jinên Filîstinî re civîyan
12:33 Cemal Temîzoz got me kuştiye lê kujer nayên cezakirin
12:00 Dayika Kaya li ser wesiyeta xwe li rex kurê xwe hat definkirin
11:59 ‘Ji bo kurdî em li deriyê her malê bidin’
11:45 Wekilê HDP'ê Paylan: Hûn çima ser hestiyên Ermeniyan beton dikin?
10:56 Gurmez: Qedexeya li dijî Xwebûnê qebûlnekirina kurdî ye
10:33 Girtiyên siyasî xistin nava girtiyên edlî
09:59 Girtiyê nexweşê giran Ahmet Karaş ê 81 salî 10 meh in girtiye
09:49 'Em bi ruhê Kawayê hemdem Mazlum Newrozê pîroz bikin'
09:48 Li Mûglayê cînayeta jinê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 107'emîn de ye
09:01 Wêneyên pîrozbahiyên Newrozê
09:01 Di 26 salan de 5 caran ketiye greva birçîbûnê
09:01 Lewhe, saet û stran sûc hatine hesibandin
09:01 Bijîşk Ozturk: Em dizanin a ku me dikuje tenê ne vîrus e
09:01 Li Geverê piştî qedexeyan kes nemaye ku nehatiye darizandin!
09:01 5 sal in li hestiyên zarokên xwe digerin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 20221'Ê
12/03/2021
21:29 Li Çêrmûgê ji bo erdan şer kirin: Kesek mir
21:05 14 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:35 Dadgehê daxwazên parêzerên malbata Şenyaşarê red kirin
16:58 AKP’î û cerdevan li pêş avahiya HDP’ê ne
16:16 Wê ji nû ve doza Leyla Aydemîr bê dîtin: Danişîna destpêkê di 28’ê Gulanê de ye
16:06 Dayika Kaya jiyana xwe ji dest da
16:06 Li Girtîgeha Şirnexê pirtûkên kurdî hatin desteserkirin!
16:06 Bi hezaran li dijî komkujiya Gazî meşiyan
15:51 Pasûr bi berfê xemilî
15:42 Mezlûm Ebdî: Serhildana Qamişlo bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû
15:32 Polîsan bi ser mala serokê CHP’î de girtin û lê dan
15:20 TUM BEL-SEN: Qeyûm îxracê pêşniyar kir û wezaretê jî erê kir
15:13 Rastiya komkujiyên Gazî û Umraniyê qebûl bikin
15:12 Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de dij hiqûqê ye
14:45 Li Wanê ‘komkujiyên meha adarê’ hat şermezarkirin
14:41 Li Çorûmê kesekî 2 zarok kuştin
14:36 Doza beşdariya merasîma cenaze hat taloqkirin
14:23 Fezlekeya derbarê Gergerlîoglû de gehişt Meclîsê
14:15 Navnîşana Newroza Stenbolê Yenîkapi ye
13:47 Karkerên çandiniyê: Em ji mal bi şev derdikevin û bi şev vedigerin
13:45 Sarısaç bertek nîşanî dorpêçê da: AKP dê nebe hêviya dayikan
13:20 Endamên SGDF’ê 5 mehin di hucreya yek kesî de dimînin
13:13 Çiftyurek: Newroza 2021'an dê bibe Newroza Yekîtiyê
Buldan: Divê dîsa li Ruhê Newroza 2013'an vegerin
12:47 Emîne Şenyaşar beşdarî danişînê nebû
12:41 Rêveberê HDP’ê Orûç jiyana xwe ji dest da
12:41 Xebata Tifaqa Kurdistanî deklarasyona Newrozê eşkere kir
12:22 Strana Newroza 2021'an: Dîsa li Newroza
12:17 Rêveberiya Girtîgeha Baybûrtê kartên 8'ê Adarê paş vegerandin
12:10 Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar didome
11:58 Rojnameya Xwebûn bi hinceta ‘zimanê biyaniye’ nedan girtiyan
11:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:31 Li 3 bajaran tundiya zilaman: Kuştin, tundî û dîl girtin
10:56 Hozanek dildarê doz û welatê xwe: Dilgeş
10:44 Tirkiye di nûnertiya jinê de paşde çû
10:43 Berxwedana Qamişlo: Bi şoreşa Rojava, xwîna ciwanan li erdê nema
10:28 Kuçeya avahiya HDP’a Wanê carek din hat girtin
09:22 Sal bi sal agirê Newrozê bêtir geş dibe
09:01 Koma 22'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Di vê seqemê de 40 roj in bê ceryan in
09:01 Biryara ku dadgehê xera kiribû kirin fezleke
09:01 Ekîncî yê ku eskeran ew birîndar kiribû: Kesê min birîndar kir hîn jî esker e
09:01 'Guh bidin daxwazên me'
09:01 Qeyûm bi milyonan pere lê xerc kiribû, niha bûye çop
09:01 Li Mala Hunerê ya Lîlîthê huner a jinan e
09:01 Berxwedana karkeran a li dijî Kod-29'ê 28 roj in didome
09:01 3 girtiyên îşkence li wan hat kirin sewq kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2021'AN
11/03/2021
21:36 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:37 Hevdîtina şandeya Şengalê ya bi hikûmeta Iraqê re bi dawî bû:Em ê xwedî li vîna xwe derkevin
16:59 DAD’ê kesên li Koçgiriyê hatin qetilkirin bibîranîn
16:35 Gelo zaroka ku malbata wê bi zorê ‘testa keçaniyê’ pê da kirin hatiye kuştin?
16:26 Danişîna biryarê ya Kaceroglû hat taloqkirin
16:03 Xebatkarên tenduristiyê yên bûn qurbaniyên koronayê bi bîr anîn
15:47 Dayikên Aştiyê li dadgehê bi kurdî xwe parastin
15:43 Ji bo girtiyên nexweş ên nehatin berdan ji dozê vekişiya
15:18 Lêgerîna tazî li jinên tevlî meşa şevê bûbûn hat ferzkirin
15:15 Gardiyanan dest danî ser kelûpelên girtiyan
14:56 Amûrên 50 girtiyên ku sewq kirin nadin wan
14:53 Doza rojnamevan Şerîfe Orûç hat taloqkirin
14:45 Berkîn Elvan li ser gora xwe hat bibîranîn
14:36 Ji TTB’ê rapora saleka Kovîd-19: Divê dane bi zelalî werin eşkerekirin
13:54 Sibê starta Newrozê tê dayîn
13:54 DAD’ê qûrbaniyên Koçgiriyê bi bîr anîn
13:42 Nûnerên Êzîdiyan bi rayedarên Iraqê re civiyan
13:27 Dozger xwest Hevşaredara Erdîşê were cezakirin
13:13 Daxwaza rawestandina darizandina Parlamenter Kaya nehat qebûlkirin
13:13 Jinên binçavkirî birin edliyê: Hilavêtin sûc hat hesibandin
13:06 Dozger xwest rojnamevan Boltan were cezakirin
12:53 Li Cizîrê di nav çend deqeyan de qamyonetek xasên bêheq xelas bû
12:53 TEV-DEM: Serhildana Qamişlo fikrên Baasê yên nijadperest aşkere kir
12:36 HDP bi nivîskar û rojnamevanan re civiya
12:26 Tanrikûlû ji bo rojnamegerên êriş li wan tê kirin daxwaza lêkolîna meclisê kir
12:05 Jinên Şengalî dixwazin astengiyan derbas bikin: Jinek birîndar bû
11:57 Polîsan li Riha û Meletiyê 5 kes binçav kirin
11:50 Di doza KCD’ê de şertê kontrola edlî ya 28 kesan rabû
11:44 Hêzên Iraqê nahêlin êzidî bimeşin
11:36 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:25 Ji bo Komkujiya Gaziyê 26 sal in têkoşîna edaletê didome
10:52 Kovara Dilopê 3 sal li pey xwe hişt
10:46 Jinên ku hatibûn binçavkirin wê derxin edliyeyê
10:11 Malbata Şenyaşar edaletê dixwaze
Yên sûc kirine serbest digerin
10:02 Ji bo xwedî li cenazeyê keça xwe derket tê darizandin