Sal bi sal agirê Newrozê bêtir geş dibe

img

AMED –  Ji salên 1990'î heya niha gelê Kurd tevî hemû astengî û qedexeyan bi coşek mezin Newrozê pîroz dike. Girseya Newrozê sal bi sal mezin dibe û sal bi sal Agirê Newrozê bêtir geş dibe. Bi milyonan Kurdên ku par ji ber şewba Covîd-19 qadên Newrozê vala hiştin, îsal li bendê ne ku dakevin qadan û li dor agirê Newrozê govendê bigerînin.

 
Gelê kurd ji salên 90'î heya niha tevî hemû astengî û qedexeyan bi coşeke mezin Newrozê pîroz dike. Newrozên ku ji salên 90'î heya niha hatine pîrozkirin, bi coş û rengîniya xwe di bîra mirovan de mane. 
 
NEWROZA GIRSEYÎ YA EWIL: 1991 
 
Cara ewil di sala 1991'ê de Newroz bi awayekî girseyî li Nisêbîn, Cizîr, Amed, Stenbol, Edene, Bismil, Kerboran, Pirsûs, Pasûr û Hênê hat pîrozkirin. Bi hezaran kesên ku paxav bi qedexeyên dewletê nekirin, derabeyên dikanên xwe danîn û dibistan boykot kirin û daketin qadan. Wê demê li Nisêbînê pîrozbahiya Newrozê hatibû gulebarankirin û di vê gulebaranê de 31 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Lê belê ev berxwedan her çû mezin bû û wêne û dîmenên wê demê hatibûn girtin hîn jî li ber çavan e. 
 
NEWROZA 1992'YAN 
 
Di sala 1992'yan de Rewşa Awarte hebû. Lê belê çendî ku qedexeyên Rewşa Awarte hebûn jî, li Nisêbîn û Cizîrê gel qadan bi rengên kesk û sor û zer xemilandibûn û Newrozê pîroz kirin. Ji xeynî Nisêbîn û Cizîrê li gelek deverên din jî agirê Newrozê hatibû vêxistin û xwendekaran jî hewşên dibistanan veguherandibûn qadên Newrozê. 
 
Dewletê di Newroza îsal de jî êrîş biribû ser gel. Nemaze di êrîşên tîmên taybet de, li Cizîr, Nisêbîn, Amed û Êlihê û bajarên din 96 kesî jiyana xwe ji dest dabû. Di van êrîşan de Hatîce Katar a 5 salî, Mehdî Gungenê 9 salî, Ramazan Bayerê 70 salî, Nebahat Kakûç a 65 salî û nûçegihanê rojnameya Sabahê Îzzet Kezer jiyana xwe ji dest dabûn. 
 
NEWROZA 1993'YAN 
 
Newroza vê salê leqayî agirbestê hatibû ku PKK'ê agirbest ragihandibû. Newroz li tevahiya bajaran bi coşeke mezin hatibû pîroz kirin. Çendî ku li gelek deveran pîrozkirin hatibû qedexekirin jî, lê gel li taxan û kuçeyan agir vêxistibûn û bi pêşengiya Partiya Kedê ya Gel (HEP) Newrozê pîroz kiribûn. 
 
NEWROZA 1994'AN 
 
Îsal ji ber ku beriya Newrozê gelek kes hatibûn girtin û binçavkirin, hema bibêje bajarên kurdan hemû hatibûn dorpêçkirin. PKK'ê jî pîrozbahiyên berê bibîr xistibûn û li hemberî provakasyonên muhtemel bang li gel kiribû ku "Newrozê li malên xwe pîroz bikin." Gelek kesan guh li vê bangaziyê kiribûn, lê belê li Amed û Cizîrê û gelek deverên din ciwan û zarok daketibûn qadan û Newroz pîroz kiribûn. Li navçeya Rezan, semta Şehîtlîk û Melîk Ahmedê yên Amedê esnafan vê rojê heya nîvroj dikanên xwe venekiribûn. Her wiha têketin û derketina bajêr jî hatibûn dorpêçkirin. 
 
Li semta Încîrlî, Merter û Sarigazî yên Stenbolê jî bi pêşengiya Partiya Demokrasiyê (DEP) Newroz li eywanên werzîşan hatibû pîrozkirin. 
 
NEWROZA 1995'AN
 
Çendî ku li bajarên kurdan pêkanînên Rewşa Awarte hebûn jî li tax û kuçeyan agir hatibûn vêxistin û govend hatibûn gerandin. Li bajarên wekî Mêrsîn, Stenbolê û Enqereyê jî bi pêşengiya HADPE'ê civîn hatibûn çêkirin. Gava dewletê dîtibû nikare bi qedexeyan pêşî li ber pîrozbahiyên Newrozê bigire, polîtîkaya xwe ya derbarê Newrozê de guherandibû û di bin navê "Cejna Newrozê" de îşaret bi civînên fermî kiribû. Ji Azerbêcanî Qirgizîstan û Turkmenîstanê heyet tevli civînên fermî bûbûn. 
 
NEWROZA 1996'AN 
 
Îqtidarê ji bo pêşî li ber pîrozbahiyên Newrozê bigire, zabitnameyên bi navê "Amadekariyên Newrozê bikin" ji rektorên zanîngehan re şandibûn. Hin pîrozbahiyên ku Serokomar Suleyman Demîrel û Serokwezîr Mesût Yilmaz tevlê bûbûn hatibûn lidarxistin. Lê belê li bajarên kurdan kes tevli pîrozbahiyên fermî yên dewletê nebûbûn, berevajî vê gel daketibû qadan û li Amed, Meletî, Mêrsîn, Êlih, Edene, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Balikesîr, Edîrne û gelek deverên din Newroz pîroz kiribû. 
 
NEWROZA 1997'AN 
 
HADEP'ê xwestibû hin çalakiyan li dar bixe, lê belê çalakiyên wê hatibûn qedexekirin. Lê belê di serî de li Amedê û bi giştî li her derî bi deh hezaran kes agir vêxistibûn û Newroz pîroz kiribûn. Li Batikent û Qûrûçeşmeya Amedê jin bi alayên xwe yên kesk û sor û zer daketibûn qadan. Li Batikentê jî polîsan mudaxileyî girseyê kiribû. Li Stenbolê jî bi pêşengiya HADEP'ê hatibû pîrozkirin. Çendî ku baran bû jî bi deh hezaran kes tevli pîrozbahiyê bûbûn. 
 
NEWROZA 1998'AN: NEWROZ YA ME YE DÊ YA ME BE 
 
Li Stenbolê HADEP, ODP, SÎP û EMEP'ê bi hevre li Kazliçeşme ya Zeytînbûrnu bi tevlêbûna hezaran Newroz pîroz kir. Di newrozê de bê navber dirûşmeyên "Newroz ya me ye, dê ya me be" berz kirin. Beriya Newrozê li bajarê Kurdan operasyonên binçakirinê dest pê kir û gelek welatiyên Kurd hatin binçavkirin. Heyetên ku ji derve hatin, dîsa hatin dersînorkirin û destûr nedan ku çavdêriyê bikin. Di serî de li Amedê û gelek bajarên din dema gel daket qadan polîsan êrîşî girseyê kir. Di êrîşa polîsan de herî kêm 20 kes birîndar bûbûn. Beriya Newrozê polîsan bi ser rêxistina HADEP'ê Rojnameya Gundemê û gelek rêxistinên çapemeniyê de girt. Gelek kes hatin binçavkirin. 
 
NEWROZA 1999'AN: LI DIJÎ KOMPOLOYÊ ‘BIJÎ SEROK APO’
 
Piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan teslîmî Tirkiyeyê hat kirin, li bajarên Kurdan çalakî û daxuyanî hatin qedexekirin. Li gelek bajaran esnafan dikan girtin û çalakî li dar xistin. Newroz di bin sîya kompoyê de hat pîrozkirin. Gel tevî astengî û qedexeyan dîsa bi deh hezaran daketin qadan û Newroz pîroz kir. Gel li qadan bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” Newroz pîroz kir. Polîsan li gelek bajaran mudaxale kir. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) li tevahiya Tirkiye 8 hezar û 174 kesên Newroz piroz kirin hatin binçavkirin. 
 
NEWROZA 2000'AN: BI SED HEZARAN GIHÎŞTIN HEV 
 
Bi îlankirina agirbestê ya PKK’ê re qedexe nerm bûn û destûr ji bo Newrozê derket. Li Amed, Êlih, Wan, Colemêrg û Sêrtê bi sed hezaran kes herikîn qadên Newrozê û beşdarî pîrozbahiyan bûn. Newroza li Amedê bi pêşengiya HADEP’ê li ser riya Erxenî li qada fuarê hat lidarxistin. Ji sed hezarî bêtir welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Li Rihayê bi hinceta Newroz qedexeye polîsan mudaxele kir û 20 kesan binçav kir. 
 
NEWROZA 2001'AN: NE ÎNKAR Û NE VEQETANDIN KOMARA DEMOKRATÎK 
 
Di sala 2001’ê de bi şîara “Ne înkar ne veqetandin, komara demokratîk” ji milyonekê bêtir mirov li bajarên wek Amed, Êlih, Wan, Şirnex, Colemêrg, Mêrsîn, Ceyhan, Elbîstan, Îskenderûn, Hatay, Osmaniye, Edene, Stenbol, Dîlok û gelek deverên din daxwaza aştiyê anî ziman. Newroz bi hemû coş û rengîniya xwe hat pîrozkirin û heybetiya Newrozê mohra xwe li dîrokê da. Di pîrozbahiyan de sloganên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” derketin pêş û mohra xwe li pîrozbahiyan dan. Rojnameya Yenîden Ozgur Gundemê di 22’ê adarê de bi manşeta “Erd û asîman heybet” Newrozê gihand xwînerên xwe. 
 
NEWROZA 2002'AN: MILYONAN DAXWAZA AZADIYÊ DUBARE KIR 
 
Li gel Newroz ne qedexe bû jî di nav pêvajoyek hişk de derbas bû. Newroza 2002’an milyonan anî ba hev. Di vê serdemê de pêvajoya Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropa (YE), dagirkirina Iraqê û girtina HADEP û binçavkirina rêveberên wê di rojevê de bû. Di serî de li Amed, Êlih, Wan, Colemêrg, Şirnex û gelek navendên din bi milyonan kes beşdarî pîrozbahiyan bû. Li Amedê, pîrozbahiya Newrozê di bin dorpêça polîsan de ku ji bajarên derdorê jî anîbûn derbas bû. Li qadê bi sed hezaran aştîxwaz gihîştin hev û daxwaza azadiya ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kirin û banga aştiyê kirin. 
 
NEWROZ 2003'AN: JI ŞER RE NA
 
Di sala 2003’an de rojnameya Yenîden Ozgur Gundem bi manşeta “Li dijî Dehaq agirê Newrozê” pîrozbahiya Newrozê ji xwînerên xwe re serwîs kir. Li dehan navendan pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin û heybetiya Newrozê mohra xwe li dîrokê da û bê bûyer bi dawî bûn. Di pîrozbahiya Newroza Amedê bi sed hezaran mirov bal kişand ser dagirkirina Iraqê û pirsgirêka kurd û bi dirûşmeya “Ji şer re na” bersiv da rayedaran. Gelek siyasetmedar, nivîskar, rewşenbîr û hunermend beşdarî Newroza Amedê bûn. 
 
Di Newroza bi heybet a Amedê de hunermend Kazim Koyuncu, Ferhat Tunç, Reşo, Koma Agirê Jiyan û Teoman derketin ser dikê û konser dan. 
 
NEWROZA 2004'AN: RENGÊ HILBIJARTINÊ MOHRA XWE LI QADÊN NEWROZÊ DA 
 
Di arîfeya hilbijartina herêmî ya di 28’ê adara 2004’an de pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Pîrozbahiyên Newrozê di heman demê de li bajarên kurdan rengê hilbijartinê jî dan diyarkirin. Li dehan navendan pîrozbahiyên pêk hatin qadên Newrozê bi rengê kesk, sor û zer hatin xemilandin. Cara ewil li Şirnex û navçeyên wê destûra pîrozkirina Newrozê hat dayîn. Şirnex û navçeyên xwe di sala 1990’î de jig elek bûyer û komkujiyan re şahidiyê kiribû. Li Amedê milyonek kes, li Êlihê 150 hezar, li Stenbolê 100 hezar, li Riha 50 hezaran beşdarî pîrozbahiyan bûn û daxwaza aştiyê derket pêş. 
 
NEWROZA 2005'AN: ALTERNATÎFA NETEW-DEWLETÊ KONFEDERALÎZMA DEMORKATÎK 
 
Di Newroza 2005’an de alternatîfa li dijî netew-dewletê Konfederalîzma Demokratîk ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hat îlankirin. Di serî de li Amed, Êlih, Wan, Mêrsîn, Stenbol û Îzmîrê li gelek navendan bi milyonan mirov li qadên pîrozbahiyan cihê xwe girtin. Di pîrozbahiya Newroza li Mêrsînê provokasyona ala tirk a ji aliyê kontrayan ve pêk hat demek dirêj di rojeva welat de cihê xwe girt. Rojnameya Ulkede Ozgur Gundem di 20’ê adarê de bi manşeta “Ocalan di Newrozê de projeya demokratîk aşkere dike, Konfederalîzm îro tê îlankirin” derket û di 21’ê adarê de jî bi manşeta “Ev Newroz cuda ye” cihek berfireh da pîrozbahiyan. 
 
NEWROZA 2006'AN: OCALAN VÎNA ME YA SIYASÎ YE
 
Pîrozbahiyên Newrozê li gel ku li gelek bajaran hat qedexekirin jî, bi milyonan kes carek din hatin cem hev. Jin bi cilên xwe netewî û rengîn beşdarî pîrozbahiyan bûn û bi milyonan kes bi yek dengî got: “Ocalan vîna me siyasî ye.” Di Newroza vîna siyasî ya Ocalan derket pêş, li gelek bajaran jî polîsan mudaxeleyî pîrozbahiyan kir. Rojnameya Ulkede Ozgur Gundem di 21’ê Adarê de bi manşeta “Gotin dora Amedê ye” derket û rojek şûn ve jî bi manşeta “Peyama gel a Newrozê” gihîşt destê xwînerê xwe. 
 
 
NEWROZA 2007'AN: TENDURISTIYA OCALAN TENDURISTIYA ME YE 
 
Bi milyonan gel li qadên Newrozê bal kişand ser tecrîd û tenduristî û jehrîkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û bi dirûşmeya “Tenduristiya wî tenduristiya me ye” derket pêş û gel û Ocalan bû yek. Rojnameya Guncel bi manşeta “Newroz pîroz be” rengê Newrozê ragihand. Newroza lig elek bajaran hat pîrozkirin li gorî salên din bi aramî derbas bû. 
 
NEWROAZ 2008'AN: ÊDÎ BES E
 
Li qadên Newrozê bi milyonan kes bi dirûşmeya “Êdî bes e” ji polîtîkayên înkar û îmhayê re got na û xwest Girtîgeha Îmrali bê girtin û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê berdan. Gel banga muhatabiya ji çareserkirina pirsgirêka kurd re kir. Newroz li gelek bajaran hat qedexekirin, lê bi deh hezaran kes li dijî qedexeyan derket qadan û di nav berxwedanê de Newroza xwe pîrozkirin. Polîs û leşkeran di serî de êrîşî pîrozbahiya Newroza Wanê, Colemêrgê, Geverê û gelek deverên din kir. Lê gel gav paş de neavêt û tevahiya rojê li ber xwe da. Di êrîşên li Wanê de welatiyên bi navê Ramazan Dal û Zekî Erînç, li Geverê jî Îkbal Yaşar a 20 jiyana xwe ji dest dan. 
 
Pîrozbahiyên Newrozê di çapemeniya kurd de rojnameya Haftaya Bakiş Gazetesi bi manşeta “Newroza xweseriya demokratîk” derket pêşberî xwînerên xwe. 
 
NEWROZA 2009'AN: JI OCALAN NIRXANDINA NEWROZÊ 
 
Beriya hilbijartina herêmî ya 2009’an pîrozbahiyên Newrozê hatin lidarxistin. Pîrozbahiyên Newrozê bi rojan beriya hilbijartinê rengê serkeftina hilbijartinê ya li bajarên kurdan diyar kiribû. Di Newroza Amedê de nirxandina Newrozê ya salên 90’î ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi sînevziyonên mezin hat guhdarkirin û temaşekirin. Li qada Newroza Amedê ji milyonekê bêtir mirov kom bûn û li vê sînevziyonê temaşe kirin. Peyam û temaşekirin di raya giştî de dengek mezin veda. PKK’ê berê daxuyaniya “Em ê Newrozê bê pirsgirêk pîroz bikin” xwe li qada da hîskirin. Li dehan navendan bêyî pirsgirêkek derkeve holê pîrozbahî pêk hatin. 
 
Rojnameya Gunluk a wê demê bi manşeta “Milyonan kes hilbijartina xwe kir” cih da pîrozbahiyên Newrozê. 
 
NEWROZ 2010'AN: LI 104 NAVENDAN 4 MILYON KES DERKET QADAN 
 
Newroza 2010’an bi şîara “Rêberiya azad, nasnameya azad û xweseriya demokratîk” li 108 navendan hat pîrozkirin. Li qadên Newrozê ji 4 milyonî zêdetir kes gihîştin hev û muxatabê pirsgirêka kurd Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nîşan dan. Newroza herî mezin a dîrokê li Amedê hat pîrozkirin. Wek sala berê nirxandina Ocalan a Newrozê hat pêşandan. Piştî pêşandanê ji milyonekî bêtir kes bi deqîqeyan li çepikan dan û tîlîliyan kirin. 
 
Rojnameya Gunluk bi nûçe û manşeta “Erd û asîman bû Newroz” û “Bi milyonan kes got erê” gihîşt ber destên xwînerê xwe. 
 
NEWROZA 2011'AN: AN AZADÎ AN AZADÎ
 
Newroza 2011’an bi şîara “Ji bo jiyanek bi rûmet an azadî an azadî” li 130 navendan hat pîrozkirin. 
 
Agirbesta ji aliyê KCK’ê ve hat îlankirin bê bersiv hat hiştin. Pişt re Ocalan bi riya parêzerên xwe daxuyaniya “Em ê heta Newrozê çavrê bikin” girse û beşdariya Newrozê xurtir û zêdetir kir. Di pîrozbahiyan de bi milyonan kes Ocalan wek çareseriya pirsgirêka kurd nîşan da û wek modela çareseriyê jî modela “Xweseriya Demokartîk” a Ocalan pêşkêş kirin. 
 
Rojnameya Gunluk jî bi manşetên “Newroz bû jiyan”, “Agirê azadiyê li her deriye” û “Zarokên Kawa azadiyê înşa dikin” cih da pîrozbahiyan. 
 
NEWROZA 2012'AN: GEL QEDEXEYAN NAS NEKIR 
 
Li ser fermana Wezarîê Karê Derve yê wê demê Îdrîs Naîm Şahîn ê ji FETO biryara girtina wî heye, Newroza 2012’an di serî de li Amed, Êlih, Cizîr, Stenbol û gelek bajaran qedexe kir. Li gel hemû qedexe û astengiyan li Amedê ji milyonekê bêtir mirov ji çar milan ve barîkatên polîsan şikandin û ber bi Parka Newrozê ve dest bi meşê kirin. Li gel ku li gelek deveran polîsan êrîşî girseyê kir jî girse hemû xwe gihand qada Newrozê. 
 
Pîrozbahiya Newroza li Stenbolê jî dê li Qada Kazliçeşme ya Stenbolê bihata li darxistin. Lê ev der jî li gel hat qedexekirin. Li gelek navçe û semtên Stenbolê di navbera polîs û girseyan de pevçûn qewimîn. Di pevçûna li nêzî qada Newrozê de rêveberê DBP’a Arnavutkoy Haci Zengîn ji ber bombeya gazê li serê wî ket jiyana xwe ji dest da. 
 
Li Êlihê jî dê li Qada Newrozê ya li kêleka Otogara Navbajaran bihata lidarixstin. Lê hemû riyên diçûn qadê ji aliyê polîsan ve hatin girtin. Di saetên serê sibê de gel ji sê milan ve berê xwe da qada Newrozê. Li bendê bû Newrozek bi heybet bihata lidarxistin, lê polîsan bi her aliyî ve êrîşî girseyê kir û heta êvarê pevçûnan dewam kir. Her der bû qada şer. Otobusa ku wekîlên DBP’ê û Hevserokê KCD’ê yê wê demê Ahmet Turk têde bûn, rastî êrîşa polîsan hat û bombeyên gazê avêtin hundirê otobusê. Li vir polîsek êrîşÎ Ahmet Turk kir û Turk birîndar bû û rakirin nexweşxaneyê. 
 
NEWROZA 2013’AN: JI OCALAN MANÎFESTOYA DÎROKΠ
 
Newroza 2013’an di ‘pêvajoya çareseriya demokratîk’ de bi dirûşma ‘Ji Ocalan re azadî, ji kurdan re statû’ hat pîrozkirin. Girîngtirîn bûyera Newrozê jî manîfestoya Ocalan bû. Di 3’yê çileyê de Ahmet Turk û Ayla Akat, di 23’yê sibatê de jî Pervîn Buldan, Altan Tan û Sirri Sureyya Onder çûn Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Di encama hevdîtinan de jî Ocalan ji bo Qendîl, Ewropa û BDP’ê sê nameyên cuda şandin. 
Piştî ku bersivên nameyan hatin dayîn jî Ocalan got, ‘Ez dixwazim di Newrozê de vê peyamê ez ragihînim.’ Bi vê yekê re jî balkişand ser Newroza 2013’an. Piştî van gotinên Ocalan jî gelê kurd bi coşeke mezin Newroza 2013’an pîroz kir û weke ‘Newrozeke dîrokî’ pênase kir. Fînala pîrozbahiyên Newrozê jî li Amedê bû. 
 
Li Amedê biqasî 2 milyon kes tev li Newrozê bû û gelê Amedê şahidiya mezintirîn çalakiya girseyî ya di dîroka xwe de kir. Di heman demê de milyonan kesan jî li ber ekranên televîzyonan peyama Ocalan a dîrokî guhdarî kir û bi vê yekê re jî pêvajoyeke nû ya têkoşînê hate ragihandin. 
 
Her çiqas pêvajoya çareseriyê ku demek piştre ji hêla AKP’ê ve hate xerakirin jî, di herkesî de ji bo aşitiyê hêviyeke mezin çêkir. 
 
Çapemeniya hawîz a ku di 21 Adarê de bi sernavên ‘Îro dîrok tê nivîsandin’ girîngiya rojê vedigot, di 22’yê adarê de jî bi manşetên ‘Pêncşema bi xêr’, ‘Çek êdî bêdeng dibin’ û ‘Çek êdî bêdeng bûn, dora aşitiyê ye’ derketin pêşberî xwendekarên xwe. 
 
NEWROZA 2014’AN: OCALAN CAREKE DIN MAFDAR DERKET 
 
Newroza 2014’an jî ku fînala wê li Amedê bû, bi dehan navendan bi tevlêbûna milyonan bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Li gelek deverên cîhanê bi sedan kes ji bo şahîdiya li Newroza Amedê, hatin Amedê. Bi rojan beriya Newrozê, hemû balafirgeh tejî bûn û di roja Newrozê de jî zêdetirî 3 milyon kes li qadê kom bûn. Di qada Newrozê de cara yekemîn peyama hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik bi dîmen hat weşandin û bi milyonan kesî temaşe kir. Peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi zimanê kurdî ji hêla serokwekîla BDP’ê ya demê Pervîn Buldan û ya bi zimanê tirkî jî ji hêla parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ve hate xwendin. Peyama Ocalan li qadê bi baldarî hat guhdarkirin. 
 
Ocalan di nameya xwe ya dîrokî de Newroza gelan pîroz dikir û ev hişyarî dikir: “Di dîrokê de hatiye dîtin ku ger ji bo rêvebirina vîneke xurt nebe, pirsgirêkên dîrokî li gorî xwe teşe digirin û bi gelemperî jî bersivên bi xwîn bi xwe re di afirînin. Di pêşiya me de girîngtirîn mijar bersivandina pirsa ‘Gelo em ê bi darbeyên dubare yan dê bi demokrasiyeke radîkal rêya xwe berdewam bikin?’ e.”
 
Piştî xerakirina ‘Mutabaqata Dolmabahçeyê’ ji hêla AKP’ê ve ku pêvajoya aşitiyê jî bi dawî kir, hemû hişyariyên Ocalan ên ku di Newrozê de kirin, yek bi yek pêk hatin. 
 
Newroza Amedê ya dîrokî ku ji hêla bi dehan tv’yên dewleta tirk ve bi zindî dihate dayîn, di serî de çapemeniya hawîz, di gelek rojnameyên dewletê de manşetên weke ‘Ocalan: Aşitî dê bidome’, ‘Newroza berdewamkirina çareseriyê’, ‘Di Newrozê de nameya Ocalan hat xwendin: Dema em silha xwe dikin jî na tirsîn’, ‘Peyama bibiryariyê’, ‘Newroza aşitiyê’, ‘Êdî bila pêvajoya muzakereyan dest pê bike’ û ‘Bihara çareseriyê’ hatibûn avetin. 
 
NEWROZA 2015’AN: ROJA DERBASBÛNA DEMOKRASIYÊ YE
 
Di pîrozbahiyên 2015’an ên Newrozê de ku zêdetirî li sed navendan agirê Newrozê pê ket, navnîşana dawî dîsa Amed bû. Nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye mora xwe li pîrozbahiyan xist. Di pîrorozbahiya li Parka Newrozê ya Amedê de zêdetirî 2 milyon mirov ku sefîrên DYA, Îngilistan, Fransa Avustralya jî di nav de yên 25 welatan amade bûn. Li gel vê rojnameger, nivîskar, rewşenbîr, hunermend, akademîsyen, siyasetmedar, dîplomat, parlamenter  jî din av de 437 mêvan amade bûn. Her wiha hevseroka PYD’ê Asya Abdullah jî di nava mêvanan de bû. Di pîrozbahiyê de peyama serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî jî hate xwendin.
 
Li gel baranê jî zêdetirî 2 milyon mirov heta nameya Ocalan nehat xwendin, ji qadê veneqetiyan.
 
Di nameya Ocalan ku bi kurdî û tirkî hat xwendin de KCK vedixwend lidarxistina kongreyê û ev peyam dida: “Êdî roj ew roje ku em dawiyê li vê dîroka bi êş û wêranker bînin û li gorî rabûrduya xwe derbasî aştî, biratî û demokrasiyê bibin. Li gorî hewcehiya zanyar û baweriya xwe; mecbûriyeta me ew e ku li şûna netewe dewleta şerok, têkbirî, hilweşêr a ku nijatperestiyê diafirîne, bi siyaseta demokratîk vê derbas bikin û bi nasnameyên demokratîk em dikarin biçin hevpariyekê. Ji bo vê yekê jî ez bang dikim ku di nav netewe dewletan de bi rêbazê hevpariya demokratîk bi pêşxistina siyaseta demokratîk û dîsa di navbera netewe dewletan de mala demokratîk a Rojhilata Navîn ava bikin.”
 
NEWROZA 2016’AN:  NEWROZA XWERÊVEBERIYAN
 
Piştî bi dawîkirina pêvajoya çareseriyê ji aliyê AKP’ê ve, yekemîn Newroz bû ku dihat pîrozkirin. Ji ber vê jî li gel astengiyan jî bi milyonan kes ji bo pîrozkirina Newroza 2016’an herikîn Parka Newrozê ya Amedê. Li gel lêgerîneke zêde û asetengiyên ku derketin pêş di 5 cihê lêgerînê de nêzî 2 milyon mirov bi cil û rengê xwe yên kesk, sor û zer qada Newrozê veguherandin qada berxwedanê. Newroza ku ji aliyê KCD’ê ve hat organîzekirin, bi hinceta “propagandaya rêxistinê” dike gelek poster û afîş ji aliyê polîsan ve hatin berhevkirin. Careke din nameya Ocalan a di Newroza Amedê, ya berê de hatibû xwendin hat xwendin. Her wiha ji derveyî welat jî gelek rojnameger, siyasetmedar, aktîvîst û hunermend tev li Newrozê bibûn.
 
Ji ber di heman demê de li Nisêbîn, Gever, Cizîr, Silopî û Şirnexê berxwedana xwerêveberiyan pêk dihat bi milyonan beşdarên Newrozê ji bo berxwedêran silav şandin.
 
NEWROZA 2017’AN: BI SED HEZARAN DI NEWROZÊ DE "TEQEZ EMÊ BI SER BIKEVIN" BERZ KIRIN
 
Beriya Newrozê ji ber şerê ku di 2017’an de hêj zêde hatibû gûrkirin, çapemeniya hawiz û desthilatdariya AKP’ê antî propaganda dikirin û digotin ‘dê kes beşdarî Newrozê nebe’ xwestin tevlêbûn kêm be. Lê belê dijberî van gotinan zêdetirî milyonek mirov herikî Parka Newrozê ya Amedê. Newroza ku ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ve hat organîzekirin li gel 35 navendan agirê yekemîn li Nêsêbînê pê xist.
Newroza Amedê ya ku bi sedhezaran kes tevlê bû polîsan li ber çavên çapemeniyê ciwanê bi navê Kemal Kurkut ê xwendekarê Zanîngeha Înonu yê Beşa Muzîkê bû û ji Meletiyê hatibû qetil kirin. 
Ji ber Newroz beriya referanduma 16’ê nîsanê bû, beşdaran sekna xwe jî nîşandan. Bi sedhezaran flamayên ku bi kurdî û tirkî li ser “NA” dinivîsî li ba dikirin. Newroz bi şîara “Teqez emê bi ser bikevin" hat pirozkirin. Tevî qedexeya OHAL'ê bi milyonan daketin qadan û Newroz pîroz kirin. 
 
NEWROZA 2018'AN: BANGA YEKÎTIYÊ KIRIN
 
Kurdan bi dagirkirina Efrînê Newroz pêşwazî kir. Dema Kurdan xebata Yekîtiya Neteweya Kurd dikirin û Tirkiye êrîşî Efrînê kir, Kurdan Newroza 2018'an de li gelek bajaran tevî hemû qedexeyan bi coş û girseyek mezin pîroz kirin. Dîsa wekî her sal berîya Newrozê polîsan li gelek bajaran gelek kes binçav kirin. Li Amed, Mêrdîn, Riha, Êlih û Mêrsînê gel daket qadan û banga yekîtiya neteweya Kurd kirin. 
 
NEWROZA 2019'AN: PEYAMA 'EM LI VIRIN DAN' 
 
Gelê Kurd Newroza 2019'an di bin sîya qeyûm û polîtikaya tecrîdê de pîroz kir. Girtiyên siyasî li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kiribûn. Gel li dijî tecrîdê bi şîara "Teqez em ê bi ser bikevin û tecrîdê bişkînin" Newroz pîroz kirin. Bi milyonan Kurd li dijî tecrîdê û hemû zextan daketin qadan û gotin "Em li vir in" û Newroz pîroz kirin. 
 
NEWROZA 2020'AN: KURDAN JI BER COVÎD-19 PÎROZKIRINA GIRSEYÎ BETAL KIR
 
Kurdan her sal tevî hemû qedexe û astengiyan Newroz bi girseyî pîroz kirin. Lê di sala 2020'an de piştî vîrûsa Corona (Covid-19) li hemû Cîhan û Tirkiyeyê belav bû û bi sed hezaran kes ji ber vê şewbê mirin, Kurdan Newroz ji ber Covîd-19 bi girseyî pîroz nekirin. Ji ber Covîd-19 Kurdan Newroz li pêş malên xwe û baxçeyên xwe pîroz kirin. Li Amedê Parka Newrozê ku 12 salan bi milyonan kom bûn û Newroz pîroz kirin, di 21'ê Adara 2020'an de vala ma. Mirovan li kolan û ber malên xwe agirê Newrozê geş kirin û Newroz pîroz kirin. 
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

14/03/2021
09:08 Rêgeha masîpankan ji qirêjiyê xalî nabe
09:08 Bi tazmînata ku bi dest xist ji bo jinan xerc kir
09:07 Hestiyê girtiyê nexweş roj bi roj dihile
09:04 Jinên ku her sal Newrozê pîroz dikin: Wê agirê Newrozê netefe
09:03 Malbata Elefterîa Newroza gelê kurd pîroz kir
09:02 Ew evîndara Newrozê ye
09:02 Gulum: Têkoşîna jinê êdî pir xurt e, AKP nikare bi ser bikeve
09:01 Hunermendên Edenê: Bi ruhê Newroza 90'î em dakevin qadan
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2021'AN
08:57 Gelê Wanê dê di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin
08:07 Dayikên Aştiyê agirê Newrozê li Stenbolê geş kirin
13/03/2021
20:14 Îro 15 hezar û 82 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:55 Komeleyên Dersimiyan HES û bendav şermezar kirin
16:41 Li Wanê projeya ‘Em tundiyê frên dikin’
16:28 KESK: Kesên hatin îxrackirin bila vegerin ser karê xwe
16:05 Wekîlê HDP'ê Turan: Tifaqa Cumhur li Garê şikest
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de berdana girtiyê nexweş Aktaş hat xwestin
15:12 Newroza Wanê dê li qûntarên kelehê bê lidarxistin
14:58 Li Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
14:46 Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl avêtin behrê
14:45 ÎHD: Girtiya nexweş Ozbay berdin
14:28 Girtiyê nexweş ê 65 salî nikare bi tenê bijî
13:58 Dayikên Şemiyê aqûmeta Mirze Ateş pirsîn
13:57 Ji bo pênaberê hat xwestin bê dersînorkirin serî li AYM’ê dan
13:53 Li Amedê yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin
13:24 HDK deklerasyona Newrozê aşkere kir
12:53 Emîne Şenyaşar: Ger edalet di binê beton de be, ez ê ji wir derxînim
12:51 Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP'ê bi jinên Filîstinî re civîyan
12:33 Cemal Temîzoz got me kuştiye lê kujer nayên cezakirin
12:00 Dayika Kaya li ser wesiyeta xwe li rex kurê xwe hat definkirin
11:59 ‘Ji bo kurdî em li deriyê her malê bidin’
11:45 Wekilê HDP'ê Paylan: Hûn çima ser hestiyên Ermeniyan beton dikin?
10:56 Gurmez: Qedexeya li dijî Xwebûnê qebûlnekirina kurdî ye
10:33 Girtiyên siyasî xistin nava girtiyên edlî
09:59 Girtiyê nexweşê giran Ahmet Karaş ê 81 salî 10 meh in girtiye
09:49 'Em bi ruhê Kawayê hemdem Mazlum Newrozê pîroz bikin'
09:48 Li Mûglayê cînayeta jinê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 107'emîn de ye
09:01 Wêneyên pîrozbahiyên Newrozê
09:01 Di 26 salan de 5 caran ketiye greva birçîbûnê
09:01 Lewhe, saet û stran sûc hatine hesibandin
09:01 Bijîşk Ozturk: Em dizanin a ku me dikuje tenê ne vîrus e
09:01 Li Geverê piştî qedexeyan kes nemaye ku nehatiye darizandin!
09:01 5 sal in li hestiyên zarokên xwe digerin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 20221'Ê
12/03/2021
21:29 Li Çêrmûgê ji bo erdan şer kirin: Kesek mir
21:05 14 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:35 Dadgehê daxwazên parêzerên malbata Şenyaşarê red kirin
16:58 AKP’î û cerdevan li pêş avahiya HDP’ê ne
16:16 Wê ji nû ve doza Leyla Aydemîr bê dîtin: Danişîna destpêkê di 28’ê Gulanê de ye
16:06 Dayika Kaya jiyana xwe ji dest da
16:06 Li Girtîgeha Şirnexê pirtûkên kurdî hatin desteserkirin!
16:06 Bi hezaran li dijî komkujiya Gazî meşiyan
15:51 Pasûr bi berfê xemilî
15:42 Mezlûm Ebdî: Serhildana Qamişlo bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû
15:32 Polîsan bi ser mala serokê CHP’î de girtin û lê dan
15:20 TUM BEL-SEN: Qeyûm îxracê pêşniyar kir û wezaretê jî erê kir
15:13 Rastiya komkujiyên Gazî û Umraniyê qebûl bikin
15:12 Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de dij hiqûqê ye
14:45 Li Wanê ‘komkujiyên meha adarê’ hat şermezarkirin
14:41 Li Çorûmê kesekî 2 zarok kuştin
14:36 Doza beşdariya merasîma cenaze hat taloqkirin
14:23 Fezlekeya derbarê Gergerlîoglû de gehişt Meclîsê
14:15 Navnîşana Newroza Stenbolê Yenîkapi ye
13:47 Karkerên çandiniyê: Em ji mal bi şev derdikevin û bi şev vedigerin
13:45 Sarısaç bertek nîşanî dorpêçê da: AKP dê nebe hêviya dayikan
13:20 Endamên SGDF’ê 5 mehin di hucreya yek kesî de dimînin
13:13 Çiftyurek: Newroza 2021'an dê bibe Newroza Yekîtiyê
Buldan: Divê dîsa li Ruhê Newroza 2013'an vegerin
12:47 Emîne Şenyaşar beşdarî danişînê nebû
12:41 Rêveberê HDP’ê Orûç jiyana xwe ji dest da
12:41 Xebata Tifaqa Kurdistanî deklarasyona Newrozê eşkere kir
12:22 Strana Newroza 2021'an: Dîsa li Newroza
12:17 Rêveberiya Girtîgeha Baybûrtê kartên 8'ê Adarê paş vegerandin
12:10 Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar didome
11:58 Rojnameya Xwebûn bi hinceta ‘zimanê biyaniye’ nedan girtiyan
11:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:31 Li 3 bajaran tundiya zilaman: Kuştin, tundî û dîl girtin
10:56 Hozanek dildarê doz û welatê xwe: Dilgeş
10:44 Tirkiye di nûnertiya jinê de paşde çû
10:43 Berxwedana Qamişlo: Bi şoreşa Rojava, xwîna ciwanan li erdê nema
10:28 Kuçeya avahiya HDP’a Wanê carek din hat girtin
09:22 Sal bi sal agirê Newrozê bêtir geş dibe
09:01 Koma 22'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Di vê seqemê de 40 roj in bê ceryan in
09:01 Biryara ku dadgehê xera kiribû kirin fezleke
09:01 Ekîncî yê ku eskeran ew birîndar kiribû: Kesê min birîndar kir hîn jî esker e
09:01 'Guh bidin daxwazên me'
09:01 Qeyûm bi milyonan pere lê xerc kiribû, niha bûye çop
09:01 Li Mala Hunerê ya Lîlîthê huner a jinan e
09:01 Berxwedana karkeran a li dijî Kod-29'ê 28 roj in didome
09:01 3 girtiyên îşkence li wan hat kirin sewq kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2021'AN
11/03/2021
21:36 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:37 Hevdîtina şandeya Şengalê ya bi hikûmeta Iraqê re bi dawî bû:Em ê xwedî li vîna xwe derkevin
16:59 DAD’ê kesên li Koçgiriyê hatin qetilkirin bibîranîn
16:35 Gelo zaroka ku malbata wê bi zorê ‘testa keçaniyê’ pê da kirin hatiye kuştin?
16:26 Danişîna biryarê ya Kaceroglû hat taloqkirin
16:03 Xebatkarên tenduristiyê yên bûn qurbaniyên koronayê bi bîr anîn
15:47 Dayikên Aştiyê li dadgehê bi kurdî xwe parastin
15:43 Ji bo girtiyên nexweş ên nehatin berdan ji dozê vekişiya