Çalakiya greva birçîbûnê di roja 107'emîn de ye

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên PKK û PAJK'ê ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, 107 roj in li ber xwe didin. Çalakiya li Mexmûrê di roja 86’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 69’an de dewam dikin. 

Girtiyên siyasî yên ji doza PKK û PAJK'ê girtî ne, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 22 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F a Ewlehiya Bilind girtî ye û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan zêde bûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bidorveger kirin. Çalakiya girtiyên siyasî ku koma 22’yemîn dewr girt, di roja 107’emîn de dewam dike.
 
GREVA LI MEXMÛRÊ DI ROJA 86’EMÎN DE YE 
 
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, jinan di 18’ê Kanûna 2020'an de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya ku li Komeleya Malbatên Şehîdan a Mexmûrê dest pê kir, di roja 86’emîn de didome.
 
LI YEWNANISTANÊ DI ROJA 69'AN DE YE 
 
Penaberên ku li Kampa Lavrîo ya Yewnanistanê dijîn jî ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û piştgiriya çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan dewam dike, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Ev grev di roja 69'emîn de didome. Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Tevgera Jinên Kurdistanê ya Ewropayê (TJK-E) û Navenda Çanda Kurdistanê pêşengiya çalakiyê dikin.
 
SALA 2012'AN: 68 ROJ
 
Yekemîn çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, di 12’ê Îlona 2012’an li girtîgehan hatibû destpêkirin. Çalakiyê 68 rojan dewam kiribû. Çalakî bi banga Rêberê PKK’ê Ocalan bi dawî bibû. Di encama çalakiya girtiyan de, di 3’yê Çileya 2013’an de, di navbera Ocalan û dewletê de, heya sala 2015’an pêvajoya diyalogê hatibû destpêkirin.
 
SALA 2016'AN: 8 ROJ
 
Di 5’ê Nîsana 2015’an de, pêvajoya diyalogê ya bi Ocalan re bi dawî bû û dîsa tecrîdkirina Ocalan giran kiribûn. Piştî darbeya 15’ê Tîrmehê, di raya giştî de fikar û guman mezin bûn. 50 siyasetmedarên kurd li ser vê yekê, bi daxwaza “Hevdîtina bi Ocalan re”, di 5’ê Îlona 2016’an de, li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Amedê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di encama çalakiyê de, birayê Ocalan Mehmet Ocalan, di 11’ê Îlona 2016’an de çûbû Girava Îmraliyê û hevdîtin bi birayê xwe re kiribû. 50 siyasetmedarên kurd, piştî hevdîtina bi Ocalan re, di roja 8’emîn de, dawî li çalakiya xwe anî bûn.
 
SALA 2018'AN: 200 ROJ
 
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, di 8’ê Mijdara 2018’an de, li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Di 16’ê Kanûnê de jî girtiyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn û di 1’ê Adarê de jî çalakiya Guven li tevahiya girtîgehan belav bûbû. Li bajarê Hewlêrê ya Herêma Kurdistana Federe endamê HDP’ê Nasir Yagiz, li Kampa Mexmûrê Fadîle Tok, li Strasbûrgê 14 siyasetmedarên kurd, li Galler Îmam Şîş û li navçeya Kelar a girêdayî Germiyan jî Herêm Mahmûd ketibûn greva birçîbûnê û çalakiya wan li tevahiya cîhanê deng vedabû.
 
Di heman demê de, Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Mûrat Sarisaç, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’yê Adara 2019’an de tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûbûn.
 
ROJIYA MIRINÊ
 
Ji ber ku daxwazên girtiyan nehatin qebûlkirin, 15 girtiyan bi heman daxwazan, di 30’ê Nîsana 2019’an de, dest bi çalakiya rojiya mirinê kiribûn. Dîsa li girtîgehên cuda, 15 girtiyên din di 10’ê Gulanê de, tevlî çalakiya rojiya mirinê bûbûn.
 
8 CIWANÊN KURD LI DIJÎ TECRÎDÊ XWE FEDA KIRIN
 
Çalakiyên greva birçîbûnê her ku çû belav bûn. Bi vê yekê re li bajarê Krefeld a Almanyayê, di 20’ê Sibatê de, welatiyê bi navê Ûgûr Şakar li ber dadgehê agir berda bedena xwe û li nexweşxanê di 22’yê Adarê de jiyana xwe ji dest da. Bi armanca şermezarkirina bêdengiya li dijî çalakiyên greva birçîbûnê û tecrîda li ser Ocalan, Zulkuf Gezen (33) di 17’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2 a Tekirdagê, Ayten Beçet (24) di 23’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, Zehra Saglam (23) di 24’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa T a Oltûyê, Medya Çinar (24) di 25’ê Adarê de, li Girtîgeha Tîpa E ya Mardînê, Yonca Akîcî di 9’ê Adarê de, li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Şakranê, Sîraç Yuksek di 2’yê Nîsanê de, li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyê û Mahsum Pamay jî, di 5’ê Nîsanê de, li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengtiya Leyla Guven hatibû destpêkirin, 200 rojan dewam kiribû. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.

Sernavên din

14/03/2021
09:08 Rêgeha masîpankan ji qirêjiyê xalî nabe
09:08 Bi tazmînata ku bi dest xist ji bo jinan xerc kir
09:07 Hestiyê girtiyê nexweş roj bi roj dihile
09:04 Jinên ku her sal Newrozê pîroz dikin: Wê agirê Newrozê netefe
09:03 Malbata Elefterîa Newroza gelê kurd pîroz kir
09:02 Ew evîndara Newrozê ye
09:02 Gulum: Têkoşîna jinê êdî pir xurt e, AKP nikare bi ser bikeve
09:01 Hunermendên Edenê: Bi ruhê Newroza 90'î em dakevin qadan
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2021'AN
08:57 Gelê Wanê dê di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin
08:07 Dayikên Aştiyê agirê Newrozê li Stenbolê geş kirin
13/03/2021
20:14 Îro 15 hezar û 82 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:55 Komeleyên Dersimiyan HES û bendav şermezar kirin
16:41 Li Wanê projeya ‘Em tundiyê frên dikin’
16:28 KESK: Kesên hatin îxrackirin bila vegerin ser karê xwe
16:05 Wekîlê HDP'ê Turan: Tifaqa Cumhur li Garê şikest
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de berdana girtiyê nexweş Aktaş hat xwestin
15:12 Newroza Wanê dê li qûntarên kelehê bê lidarxistin
14:58 Li Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
14:46 Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl avêtin behrê
14:45 ÎHD: Girtiya nexweş Ozbay berdin
14:28 Girtiyê nexweş ê 65 salî nikare bi tenê bijî
13:58 Dayikên Şemiyê aqûmeta Mirze Ateş pirsîn
13:57 Ji bo pênaberê hat xwestin bê dersînorkirin serî li AYM’ê dan
13:53 Li Amedê yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin
13:24 HDK deklerasyona Newrozê aşkere kir
12:53 Emîne Şenyaşar: Ger edalet di binê beton de be, ez ê ji wir derxînim
12:51 Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP'ê bi jinên Filîstinî re civîyan
12:33 Cemal Temîzoz got me kuştiye lê kujer nayên cezakirin
12:00 Dayika Kaya li ser wesiyeta xwe li rex kurê xwe hat definkirin
11:59 ‘Ji bo kurdî em li deriyê her malê bidin’
11:45 Wekilê HDP'ê Paylan: Hûn çima ser hestiyên Ermeniyan beton dikin?
10:56 Gurmez: Qedexeya li dijî Xwebûnê qebûlnekirina kurdî ye
10:33 Girtiyên siyasî xistin nava girtiyên edlî
09:59 Girtiyê nexweşê giran Ahmet Karaş ê 81 salî 10 meh in girtiye
09:49 'Em bi ruhê Kawayê hemdem Mazlum Newrozê pîroz bikin'
09:48 Li Mûglayê cînayeta jinê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 107'emîn de ye
09:01 Wêneyên pîrozbahiyên Newrozê
09:01 Di 26 salan de 5 caran ketiye greva birçîbûnê
09:01 Lewhe, saet û stran sûc hatine hesibandin
09:01 Bijîşk Ozturk: Em dizanin a ku me dikuje tenê ne vîrus e
09:01 Li Geverê piştî qedexeyan kes nemaye ku nehatiye darizandin!
09:01 5 sal in li hestiyên zarokên xwe digerin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 20221'Ê
12/03/2021
21:29 Li Çêrmûgê ji bo erdan şer kirin: Kesek mir
21:05 14 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:35 Dadgehê daxwazên parêzerên malbata Şenyaşarê red kirin
16:58 AKP’î û cerdevan li pêş avahiya HDP’ê ne
16:16 Wê ji nû ve doza Leyla Aydemîr bê dîtin: Danişîna destpêkê di 28’ê Gulanê de ye
16:06 Dayika Kaya jiyana xwe ji dest da
16:06 Li Girtîgeha Şirnexê pirtûkên kurdî hatin desteserkirin!
16:06 Bi hezaran li dijî komkujiya Gazî meşiyan
15:51 Pasûr bi berfê xemilî
15:42 Mezlûm Ebdî: Serhildana Qamişlo bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû
15:32 Polîsan bi ser mala serokê CHP’î de girtin û lê dan
15:20 TUM BEL-SEN: Qeyûm îxracê pêşniyar kir û wezaretê jî erê kir
15:13 Rastiya komkujiyên Gazî û Umraniyê qebûl bikin
15:12 Baroya Amedê: Lêpirsîna derbarê 18 parêzeran de dij hiqûqê ye
14:45 Li Wanê ‘komkujiyên meha adarê’ hat şermezarkirin
14:41 Li Çorûmê kesekî 2 zarok kuştin
14:36 Doza beşdariya merasîma cenaze hat taloqkirin
14:23 Fezlekeya derbarê Gergerlîoglû de gehişt Meclîsê
14:15 Navnîşana Newroza Stenbolê Yenîkapi ye
13:47 Karkerên çandiniyê: Em ji mal bi şev derdikevin û bi şev vedigerin
13:45 Sarısaç bertek nîşanî dorpêçê da: AKP dê nebe hêviya dayikan
13:20 Endamên SGDF’ê 5 mehin di hucreya yek kesî de dimînin
13:13 Çiftyurek: Newroza 2021'an dê bibe Newroza Yekîtiyê
Buldan: Divê dîsa li Ruhê Newroza 2013'an vegerin
12:47 Emîne Şenyaşar beşdarî danişînê nebû
12:41 Rêveberê HDP’ê Orûç jiyana xwe ji dest da
12:41 Xebata Tifaqa Kurdistanî deklarasyona Newrozê eşkere kir
12:22 Strana Newroza 2021'an: Dîsa li Newroza
12:17 Rêveberiya Girtîgeha Baybûrtê kartên 8'ê Adarê paş vegerandin
12:10 Nobeta edaletê ya malbata Şenyaşar didome
11:58 Rojnameya Xwebûn bi hinceta ‘zimanê biyaniye’ nedan girtiyan
11:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:31 Li 3 bajaran tundiya zilaman: Kuştin, tundî û dîl girtin
10:56 Hozanek dildarê doz û welatê xwe: Dilgeş
10:44 Tirkiye di nûnertiya jinê de paşde çû
10:43 Berxwedana Qamişlo: Bi şoreşa Rojava, xwîna ciwanan li erdê nema
10:28 Kuçeya avahiya HDP’a Wanê carek din hat girtin
09:22 Sal bi sal agirê Newrozê bêtir geş dibe
09:01 Koma 22'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:01 Di vê seqemê de 40 roj in bê ceryan in
09:01 Biryara ku dadgehê xera kiribû kirin fezleke
09:01 Ekîncî yê ku eskeran ew birîndar kiribû: Kesê min birîndar kir hîn jî esker e
09:01 'Guh bidin daxwazên me'
09:01 Qeyûm bi milyonan pere lê xerc kiribû, niha bûye çop
09:01 Li Mala Hunerê ya Lîlîthê huner a jinan e
09:01 Berxwedana karkeran a li dijî Kod-29'ê 28 roj in didome
09:01 3 girtiyên îşkence li wan hat kirin sewq kirin
09:00 ROJEVA 12'Ê ADARA 2021'AN
11/03/2021
21:36 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:37 Hevdîtina şandeya Şengalê ya bi hikûmeta Iraqê re bi dawî bû:Em ê xwedî li vîna xwe derkevin
16:59 DAD’ê kesên li Koçgiriyê hatin qetilkirin bibîranîn
16:35 Gelo zaroka ku malbata wê bi zorê ‘testa keçaniyê’ pê da kirin hatiye kuştin?
16:26 Danişîna biryarê ya Kaceroglû hat taloqkirin
16:03 Xebatkarên tenduristiyê yên bûn qurbaniyên koronayê bi bîr anîn
15:47 Dayikên Aştiyê li dadgehê bi kurdî xwe parastin
15:43 Ji bo girtiyên nexweş ên nehatin berdan ji dozê vekişiya