Gulum: Têkoşîna jinê êdî pir xurt e, AKP nikare bi ser bikeve

  • jin
  • 09:02 14 Adar 2021
  • |
img
ENQERE - Parlamentera HDP'ê Zuleyha Gulum, anî ziman ku îqtîdar di polîtîkayên dijminatiya jinê de êdî nikare bi ser bikeve û wiha got: "Ji ber ku êdî têkoşîna jin pir xurt bûye. Pîrozbahiya 8'ê Adarê nîşaneya vê yekê bû. Biryara me ya têkoşînê her ku diçe zêde dibe."
 
Îqtîdara AKP'ê ji bo ser tundiya jinê bincil bike û kujeran biparêze bi gotinên mêr dibarêze dikeve rojevê. Herî dawî gotina "Mêr ji jinan bêtir tên kuştin" bal kişandibûn ser xwe. Herî dawî wekîla AKP'ê Ozlem Zengin lêgerîna tazî înkar kir û xwest dersa “sincî" bide jinan. Dîsa parlamentera AKP'ê Hulya Atçi Nergis, rastî înkar kir û got: “Mêr ji jinan bêtir tên kuştin". Piştî van gotinan êrîşên zayendî yên li dijî jinan bêtir zêde bûn. Têkildarî polîtîkayên îqtîdara AKP'ê ya li dijî jinan, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê Zuleyha Gulum anî ziman ku her çend îqtîdar bi van gotinan ser tundiyê bigire jî têkoşîna jinan rastiya îqtîdarê teşîr dike. Gulum, destnîşan kir ku popîtîkayên îqtîdara AKP-MHP'ê ya dijminantiya jinan li her derê xwe dide der û wiha got: "Di demên dawî de gotinên îqtîdarê yên tundiyê diparêzin zêde dibin. Îqtîdar bi qeyrana ku nikare bi rêve bibe re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê herî zêde li dijî jinan şer pêş dixin. Ji ber ku êdî têkoşina azadiyê ya jinan pir pêş ketiye. Êdî jin li kolanan û qadan têdikoşin û mafê xwe diparêzin. Dema îqtîdar dixwazin destkefiyên jinan ji wan bistînin bertekên hişk derdikevin holê. Jin bi têkoşîna xwe zorê li îqtîdarê dikin ku gavan bavêjin. Tevî hemû qedexeyan jin dîsa li qadan bûn." 
 
'PERSPEKTÎFA EM LI CEM HEV BIKEKININ HEYE' 
 
Gulum, da zanîn ku îro yekîtiya ku muxalefeta civakî bike tune û wiha got: "Jin tên cem hev û yekîtiyê ava dikin. Muxalefetê dikin. Em bi rengên xwe yên cuda têne cem hev. Perspektifa me ya em bên cem hev heye. Tevî bîrdoziyên me yên cuda û rengê cuda em dikarin li dijî feraseta mêrê serdest bên cem hev. Em dikarin bi hevre têkoşîna hevpar pêş bixin. Ev yek zorê li îqtîdarê dike. Ji ber vê yekê îqtîdar dixwaze li ser jinê civakê ji nûve bi teşe bike. Dixwaze li gorî xwe modelek jinê ku karibe li ser wê serdestiyê bike ava bike." 
 
NIKARIN ZÊDE BÎNIN MECLÎSÊ
 
Gulum, da zanîn ku îqtîdar nikare van gotinên xwe yên yên nifrîn û zayendîparêz li meclîsê bîne ziman û wiha lê zêde kier: "Ji ber ku li derve çapemenî pirsan ji wan nake. Ji ber vê yekê van daxuyaniyan didin. Lê li meclisê jinên ku têkoşîna azadiyê didin hene. Dizanin ku dê bersîva çawa bidin wan. Gotina wekîla AKP'ê Nergis nîşan dide ku naxwazin pirsgirêka pergalê ya di mijara jinê de fam bikin. An jî nîşan didin ku dixwazin ser pirsgirêkan bigirin. Em ji vê yekê re dibêjin ‘Cinayetên jinan polîtîk in' Êrîşa li dijî jinekê li dijî hemû jinan tê kirin. Em dizanin ku ji bo mêr serdestiyê li ser jinan ava bike tundiyê pêk tîne." 
 
KUŞTINA JINAN PIR ZÊDE DIBE
 
Gulum, anî ziman ku kuştina jinan bêtir zêde dibe û wiha berdewam kir: "Bi van gotinan dixwazin ser kuştina jinan bigirin. Li aliyekî dibêjin 'Me hemû mekanîzmayên ku rê li pêş tundiya jinê bigire ava kir. Me ev zagon derxist. Me ev mekanîzma ava kir.' Wê demê çima ew qas jin tên kuştin. Hûn dê vê kuştinê bi cih îzah bikin. Li welatê ku mekanîzmayên parastina jinê nayê kirin û jin tên kuştin, dixwazin bi van gotinan ser vê yekê bincil bikin. Heta niha bi piranî mêran ev yek dikir. Lê ji bo bêtir bandorê bike van gotinan bi devê jinê tînin ziman. Van gotinan bi jinan didin gotin û dixwazin civakê îkna bikin. Lê siyaseta 18 salan a îqtîdarê dijminantiya jinê pêş xistiye. Êdî nikarin vê dijminantiyê veşêrin."  
 
Gulum, bal kişand ser bertekên jinan ên li dijî helwdana AKP'ê ku xwest Peymana Îstanbul paşve vekişîne û wiha bi dawî kir: "Mînaka herî berbiçav bertekên jinan ên li dijî hewldana îqtîdarê ku xwest Peymana Stenbolê paşve vekişîne bû.  Jinan li gelek qadan bertek nîşanî vê yekê da. Ji ber vê yekê AKP'ê gav paşve avêt. Disa di mijara Nafaka de jî wisa bû. Dîsa di Efûya tecawizkaran de jî bi heman rengi. Têkoşîna jinan ev encam bi dest xist. 
 
Îqtîdar di polîtîkayên dijminatiya jinê de êdî nikare bi ser bikeve. Ji ber ku êdî têkoşîna jin pir xurt bûye. Pîrozbahiya 8'ê Adarê nîşaneya vê yekê bû. Biryara me ya têkoşînê her ku diçe zêde dibe."
 

Sernavên din

16/03/2021
16:37 Ji bo Newrozê serdana 4 navçeyan kirin
16:36 Dayikên Aştiyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin
16:11 Doza sereke ya Demîrtaş hat taloqkirin
15:51 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî hat kirin
15:46 Haci Zengîn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:41 Komkujiya Helebce sedema yekîtiya Kurdan e
15:30 Ji bo Newroza Tekîrdagê destûr hat dayîn
15:26 Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin
14:56 Gotinên Demîrtaş mohra xwe li dozê dan: Danişîna min taloqî tîrmeha 2023’yan bikin
14:49 Ji bo xizmeta tenduristiyê daxwaza zimanê zikmakî
14:47 Koordînasyona Saziyên Demokratîk: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
14:43 Li Cizîrê starta Newrozê bi pêxistina agir hat dayîn
14:21 Li bavê Rozerîn Çûkûr ku li Sûrê hat kuştin ceza birîn
13:50 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qedexeya hevdîtinê
13:27 Li Stenbol û Îzmîrê banga tevlibûna Newrozê hat kirin
13:19 Ocalan ê HDP’î serî li Wezareta Dadê da: Bila fikar bên derbaskirin
13:05 33 sal in bêhna sêvan ji Helebceyê neçûye!
13:03 Dozgerê bi Şenyaşaran re hevdîtinê nake, baxçeyê edliyeyê qedexe kir
12:59 Parêzeran Ocalan ji bo hevdîtinê ji nû ve serlêdan kirin
12:31 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Komkujiya Helebceyê îro jî berdewam dike
12:17 Mifteya Aştiyê di nameya Ocalan de veşartî ye
11:48 Hêj bersiva serlêdana parêzerên Ocalan nehatiye dayîn
11:46 Gunay: Angaşt encama tecrîdê ne, divê fikar bên derbaskirin
11:37 Doza Demîrtaş bi îtîraza biryara DMME’yê dest pê kir
11:02 Bêrîvan Cizîrî qala Newroza 1992’yan kir: Berxwedanê ruhê Newrozê geş kir
11:01 Li herêma Bestayê cerdevanan bi deh hezaran dar birîn
10:38 Zilamê keça xwe tacîz kir hat binçavkirin
10:23 Li sînor cenazeye qerisî hat dîtin
10:11 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Navê vê erdnîgariyê Kurdistan e
10:06 Gergerlîoglu: Ez ê li meclîsê li ber xwe bidin û naqetim
09:55 Gelo kî hawara Emîne Şenyaşar dibihîze?
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 110'emîn de didome
09:07 Keça Haci Zengîn: Newroz ji bo me ne roja şînê, roja berxwedanê ye
09:07 Schuller: Rakirina tecrîdê bivê nevê ye
09:07 Kurd berbayî lîstika dewletê neketin: Ne 'Nevruz', Newrozê pîroz dikin
09:07 Paylan: Îqtidar wê di nêz de topavêtina xwe aşkere bike
09:07 Bi ruhê 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve
09:01 Wan li benda roja Newrozê ye
09:01 Li Cizîrê jin çima çarikên reş li xwe dikin?
09:01 Ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe difiroşe
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2021'AN
15/03/2021
20:56 Li Stenbolê agirê Newrozê hat vêxistin
20:49 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Li Xalfetî û Amarayê dorpêça Newrozê
16:29 Emîne Şenyaşar serbest hat berdan
16:27 Giliyê dozgerê operasyona MEBYA-DER’ê birêve biriye ji HSK'ê re hat kirin
15:54 Yilmaz ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li gundê wî defin kirin
15:38 Mehmet Ocalan: Em bi fikar in
15:33 EMEP'ê ji Gola Çeto bang kirin: Hemû projeyan betal bikin
15:27 Li Riha, Çewlig, Wan û Êlihê bangên beşdariya Newrozê hatin kirin
15:19 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtina lezgîn kirin
14:49 Li Mêrsînê banga beşdariya Newrozê hat kirin
14:29 Li Girtîgeha Meraşê zextên sîstematîk li girtiyan tê kirin
14:28 HDP'ê Yilmaz ê li girtîgehê mir ji Wezîrê Dadê pirsî
14:20 Ji ber tevlî daxuyaniyên partiya xwe bû 6 sal ceza lê hat birîn
14:09 Ji parêzerên Ocalan daxuyanî
14:04 Li Colemêrgê starta Newrozê hat dayîn
13:59 Polisan rêveberê DBP’ê binçav kirin
13:55 Zarokê ku polîsan maşîne lê xistibû mir
13:55 Li xebatkarê çapemeniyê yê HDP’ê ku hatibû revandin dan û gef lê xwarin
13:16 Polîsan Emîne Şenyaşar binçav kir
12:46 Piştî biryara DMME’yê danişîna ewili ya Demîrtaş sibê tê lidarxistin
12:39 Tirkiye li ser gel şerê avê dimeşîne
11:32 Ji bo kurdî rexne û pêşniyaz li HDP’ê hatin kirin
11:13 Li Rihayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:09 ‘Newroza li Kadîfekaleyê mîrateya zarokên me ye’
11:00 Malbata Şenyaşar ji bo çalakiya xwe banga piştgiriyê kir
10:22 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 109'emîn de didome
09:22 Rayedarên HDP’ê banga beşdariya Newrozê li xelkê kirin
09:21 Rojnameger Oktay qala Nisebîne kir: Ez bûm şahidê zilm û berxwedanê
09:21 Zarok ji tirsa di mal de ye û îstîsmarkar li derve ye!
09:20 Ji bo Newroza Wanê bang: Em bi ruhê berxwedana Newroza 2008’an beşdar bibin
09:19 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
09:06 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan
09:05 Şahidê Newroza Nisêbînê ya 1992’yan: Hêj ew hovîtî li ber çavê min e
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2021'AN
14/03/2021
20:08 68 kesên din jî bi Kovîd-19'ê mirin
18:56 Serokên baroyên 14 bajaran: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
18:41 Komeleya Wêjekarên Kurd kongreya xwe ya ewil li dar xist
17:43 Derbarê Ozturk de lêpirsîn hat destpêkirin
16:53 Qerenfîl avêtin Çemê Dîcleyê û xebatkarên tenduristiyê bi bîr anîn
15:07 Komisyona Ziman a HDP bi nivîskar û rojnamegerên Kurd re civîya
15:07 Girtiyê nexweş Yilmaz jiyana xwe ji dest da
14:32 Li Mêrdînê banga tevlibûna Newrozê
13:25 Kovara Zrîng bi berga 'Bijî Newroz' derket
13:20 Zêmarên Emîne Şenyaşar li avahiya edliyê deng vedan
12:24 Li Londonê jin ji bo Everard daketin kolanan
12:15 Xebata Îtîfaqa Kurdistanî biryara 'Komîsyona Hevpar' girt
11:55 Di ser qedexeya Şirnexê de 5 sal derbas bûn: Dewletê kurê min kuşt
11:38 Di sala 5’emîn de doza Nisêbînê: Girtiyan têkoşîna heysiyetê nîşan dan
11:37 Cerdevan tecawizî jinek astengdar kir
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 108'emîn de ye
09:08 Rêgeha masîpankan ji qirêjiyê xalî nabe
09:08 Bi tazmînata ku bi dest xist ji bo jinan xerc kir
09:07 Hestiyê girtiyê nexweş roj bi roj dihile
09:04 Jinên ku her sal Newrozê pîroz dikin: Wê agirê Newrozê netefe
09:03 Malbata Elefterîa Newroza gelê kurd pîroz kir
09:02 Ew evîndara Newrozê ye
09:02 Gulum: Têkoşîna jinê êdî pir xurt e, AKP nikare bi ser bikeve