SÊRT - Girtiyê nexweş Hayrettin Yilmaz ê li Girtîgeha Afyonê ji ber nexweyiyê jiyana xwe ji dest da li gundê Bereşa yê Navçeya Dihê ya Sêrtê defin kirin.
Girtiyê nexweş Hayrettin Yilmaz ê 65 salî ku li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 1 a Afyonê ji ber nexweyiyê jiyana xwe ji dest da, li gundê wî yê Bereşa yê Navçeya Dihê ya Sêrtê defin kirin. Malbatê piştî cenaze ji morga Nexweşxaneya Dewletê ya Afyonê girtin, birin Sêrtê. Malbatê di saetên serê sibê de cenaze li Gundê wî yê Bereşa defin kirin. Nêzî 300 kes beşdarî merasima cenaze bûn. Heta karwana cenaze gihişt gund 3 caran di kontrolê re derbas bûn. Dema cenaze defin kirin welatîyan wêne kişandin. Lê eskeran wêneyê ku welatiyan kişandibûn jê birin .