ŞIRNEX - Li herêma Bestayê ya Şirnexê, cerdevanan bi deh hezaran dar birîn.
Li herêma Bestayê ku dikeve navbera bajarokê Gundikêmelê ya navenda Şirnexê û bajarokê Sêgirkê yê navçeya Qilabanê, cerdevanan bi deh hezaran dar birîn. Hat angaştkirin ku cerdevan bi fermana Fermandariya Alaya Cendirmeyan a Şirnexê van daran dibirin. Tê gotin ku birîna daran di 5 rojên dawîn de zede bûne û li gundên Rîsor, Şerevan, Cemîller, Xirbekbesta, Toşemî û Deloşerê yên navçeya Qilebanê hê jî birîna daran didome.
Nehat hînbûn ku darên tên birîn dibin kuderê.