Mifteya Aştiyê di nameya Ocalan de veşartî ye

img
STENBOL - Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di Newroza 2013'an de nameya çareseriyê parve kir û "Pêvajoya çareseriyê" dest pê kir. Piştî Serokomar Erdogan pêvajo red kir, 6 salin li dijî gelê Kurd tundî, zext, înkar û îmha didome. Polîtîkayên tundiyê didomin. Lê li gel vê yekê gelê Kurd û Tirkiyeyê hêj bi hesret û bêrîkirina vê nameya çareseriyê li benda Newrozê ne. 
 
Newroz ji bo gelên Rojhilata Navîn roja nû û biharê ye. Lê ji bo gelê Kurd Newroz roja berxwedan û azadiyê ye. Ji ber ku Kawayê Hesinkar, li dijî zilma Dahhâqê zilmkar serî hilda û bi ser ket, gelê Kurd vê rojê wekî roja berxwedanê pîroz dikin. Newroz ji bo gelê Kurd rojek dîrokî ye. Piştî gelê Kurd li Newrozê xwedî derketin û bi girseyî pîroz kirin, her sal polîs û eskeran mudaxale kirin û gelek kes binçav kirin. Gelek caran li ser gel gule reşandin û gelek welatî qetil kirin. Bi taybetî piştî salên 1990’an gelê Kurd wateyek azadiyê li Newrozê bar kir û tevî hemû qedexeyan bi coş û girseyî Newroz pîroz kirin. Piştî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîl hat girtin, gelê Kurd ji bo li Ocalan xwedî derkeve bi milyonan li qadên Newrozê kom bûn û Newroz bi coşa herî mezin pîroz kirin. Bi milyonan gelê Kurd ên li qadên Newrozê kom bûn ji bo Ocalan azadî xwestin. Bi taybetî di sala 2013'an de piştî ku heyet çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin hatin kirin, ji ber di Newroza 2013'an de Nameya Ocalan a ji bo çareseriyê hat xwendin, bi milyonan berê xwe da qadên Newrozê û bi hester û evîna li nameya Ocalan guhdar bikin herikîn qadan. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriya demokratîk a Rojhilata Navîn deklarasyona "Pêvajoya  çareseriyê" amade kir û nameya Ocalan li qada Newrozê ya Amedê hate xwendin. Ji ber vê yekê Newroza 2013'an bû destpêka "Pêvajoya Çareseriyê" Newroza 2014'an û 2015'an jî bi heman coş û kelecanê hat pîrozkirin. Herî zêde gelê Kurd di van salên pêvajoya çareseriyê de bi girseyî beşdarî Newrozan bûn. 
 
Wê demê Ocalan fikrên xwe bi rêya heyeta HDP'ê ku diçû Îmraliyê bi raya giştî re parve dikir. Dîsa nexşeya çareseriyê ya li Qesra  Dolmabahçe ji aliyan ve hat îmzekirin bû hevî û baweriya çareseriyê. Lê piştî îqtîdara AKP'ê û  Serokomar Erdogan pêvajo xera kir êdî pêvajoya şer dest pê kir. Wê demê Ocalan gotibû "Eger pêvajoya çareseriyê xelas bibe, dê mekanîka darbeyê dest pê bike." Piştî AKP'ê pêvajo xelas kir, di 15'ê Tîrmeha 2016'an de darbe pêk hat û gotina Ocalan cihê xwe girt. Piştî AKP'ê pêvajo xera kir û darbeyê dest pê kir, Tirkiye hat ser piyê zinar û bi talûkeyek pir mezin re rû bi rû maye. 
 
NEWROZA 2013'AN Û NEXŞERÊYA ÇARESERIYÊ
 
Girîngtirîn bûyera Newroza 2013'an manîfestoya Ocalan bû. Piştî ku bersivên nameyan hatin dayîn jî Ocalan got, ‘Ez dixwazim di Newrozê de peyamê ragihînim.’ Bi vê yekê re jî balkişand ser Newroza 2013’an. Piştî van gotinên Ocalan jî gelê kurd bi coşeke mezin Newroza 2013’an pîroz kir û weke ‘Newrozeke dîrokî’ pênase kir. Li Amedê biqasî 2 milyon kes tev li Newrozê bû û gelê Amedê şahidiya mezintirîn çalakiya girseyî ya di dîroka xwe de kir. Di heman demê de milyonan kesan jî li ber ekranên televîzyonan peyama Ocalan a dîrokî guhdarî kir û bi vê yekê re jî pêvajoyeke nû ya têkoşînê hate ragihandin.  Her çiqas pêvajoya çareseriyê ku demek piştre ji hêla AKP’ê ve hate xerakirin jî, di herkesî de ji bo aşitiyê hêviyeke mezin çêkir. Ocalan di hevdîtina 23'ê Sibata 2013'an a bi heyetê re xwest nexşerêya wî di pîrozbahiya Newrozê de parv bike. Ocalan di hevdîtina 18'ê Adarê de got "Me destpêka muzakereyê amade kir. Muzakereya esasî piştî fermî bû û zagon derket wê têkeve meriyetê. Ocalan, di Newroza 2013'an de jî bi rêya Heyeta Îmraliyê peyamek şandibû û gotibû: "Silav li gelên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn ku roja vejînê Newrozê bi girseyî û tifaqê pîroz dikin... Silav gelên bira ku roja mîadeke nû û ronahiyê Newrozê bi coşeke mezin pîroz dikin. Silav li rêwiyên ku rêya mafên demokratîk, azadî û wekheviyê ji xwe re dikin rêber... Êdî mîadê rejîmên dagirker, çewsîner û ferasetên kor tije bû. Êdî gelên Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn hişyar dibin. Vedigerin xwe û eslê xwe. Ji şer û pevçûnan re dibêjin bes e. Êdî milyon doza aştî û çareseriyê dikin. Dibêjin, biratî, aştî û çareseriyê dixwazin." 
 
BILA ÇEK BI DAWÎ BIBIN SIYASET PÊŞ BIKEVE 
 
Ocalan di Newrozê de peyama aştiya demokratîk da û xwest dengê çekan bi dawî bibin û li şûna çekan siyaset pêş bikeve û wiha got: "Şetê me tu carî li dijî nijad, bawerî, mezheb û koman pêk nehatiye. Şerê me li dijî serdestan, înkar, îmhayê û neheqiyê ye. Li dijî hemû tundîeû zextan e. Me bi dehan salên xwe ji bo mafê gelan feda kir. Me bedelên pir mezin dan. Tu bedel vala neçûn. Kurdan bi vê yekê nasnameya xwe ji nûve bi dest xist. Êdî em hatin asta 'Bila çek bêdeng bibin û li şûna çekan siyaset bi axive'. Paradîgmaya modernist a înkar dike û tune dike êdî ser û bin bûye. Xwîna diherike ji mirovên Tirkmen, Kurd, Laz, Çerkez û hemû gelan diherike. Divê em hemu gelên Rojhilata navîn li ser esasê hêza xweya xweser bi çand û nirxên xwe yên cewherî re bi hevre bijîn. Ez bang li hemû gelan dikin ku li ser esasê modernîteya demokratîk em li hev kom bibin. Ne dema şer û aloziyan e, dem dema yekîtî, tifaq û hembêzkirina gelan e." 
 
‘TÊGEHA 'ME' KIRIN 'YEK' 
 
Ocalan di nameyê de anî ziman ku li gel kêmasî û şaşiyan hewl didin ku ji bo mafê kesên mexdûr û bi felaketên mezin re rû bi rû mane modelek çareseriyê ava bikin û wiha got: "Ez bang li hemû kesan dikim ku ji bo tarza wekhevî, azadî, demokrasiyê ava bikin û bi rêxistin bikin li hev kom bibin. Li bi Misak-î Mîllî perçe bûn û îro li Iraq û Sûriyeyê di nava şer û pirsgirêkan de dijîn. Ez bang li Gelê Kurd, Turkmen, Asûrî, Ereban dikim ku li ser bingeha "Konferansa Aştî û Piştevaniya Neteweyeyî" kom bibin dikim. Têgeha "Em" hatiye teng kirin û bi îqtidarê re daxistine ‘Yek'ê. Divê têgeha "Em" em dîsa li rastiya xwe vegere."  
 
Piştî di sala 2013'an de Berxwedana Gezî dest pê kir û Heyeta Mirovên Aqîl hatin avakirin, di navbera AKP-Cemaatê de alozî derket û “Operasyona Nelirêtiyê ya 17'ê Kanûnê" anîn rojevê.  Bi van geşedanan re di sala 2014'an de hilbijartina herêmî ket rojevê. Di sala 2014'an de AKP-Cemaat ji hev qut bû. TIR'ên aydî MÎT'ê hatin rawestandin û îfadeya Hakan Fidan hat girtin. Şerê navxweşî yê li Sûriye geş bû  Kurdan projeyên Ocalan xistin meriyetê. 
 
NEWROZA 2014'AN: OCALAN CAREKE DIN MAFDAR DERKET 
 
Newroza 2014’an jî ku fînala wê li Amedê bû, bi dehan navendan bi tevlêbûna milyonan bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di qada Newrozê de cara yekemîn peyama hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik bi dîmen hat weşandin û bi milyonan kesî temaşe kir. Peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate xwendin. Peyama Ocalan li qadê bi baldarî hat guhdarkirin.  Ocalan di nameya xwe ya dîrokî de Newroza gelan pîroz dikir û ev hişyarî dikir: “Di dîrokê de hatiye dîtin ku ger ji bo rêvebirina vîneke xurt nebe, pirsgirêkên dîrokî li gorî xwe teşe digirin û bi gelemperî jî bersivên bi xwîn bi xwe re di afirînin. Di pêşiya me de girîngtirîn mijar bersivandina pirsa ‘Gelo em ê bi darbeyên dubare yan dê bi demokrasiyeke radîkal rêya xwe berdewam bikin?’ e.” Piştî xerakirina ‘Mutabaqata Dolmabahçeyê’ ji hêla AKP’ê ve ku pêvajoya aşitiyê jî bi dawî kir, hemû hişyariyên Ocalan ên ku di Newrozê de kirin, yek bi yek pêk hatin. 
 
'HER TEM AŞTÎ JI ŞER DIJWARTIR E'
 
Ocalan di nameyê de anî ziman ku dê an Modernîteya Kamitalîst a di 200 salên dawî de bi rejîma  kompo û darbeyan pêş ketiye xwe ji nûve restore bike û hebûna xwe berdewam bike, an jî dê rejîma zagona demokratîk ku li ser têkiliyên Kurd û Tirkan a dîrokî ava bûye di refgormên demokratîk re derbas bibe û mekanîzmaya komloger pûç bike. Heta niha pêvajoya  dîyalogê bû. Ev girîng bû. Herdu aliyan xwest nîyeta hev a baş fêr bibin û nas bikin. Ji niha û şûnde li gel helwesta hikûmetê ya giran û pêvajoyê bi yek alî dimeşîne û ji rastkirina zagonan direve, biryara me ya lêgerîna aştiyê dîsa derketiye holê. Di vê pêvajoya ku em hatinê êdî muzakere mijarek jêveneger e. Her tem aştî ji ber dijwartir e. Lê her şerek teqez aştiyek wê heye. Piştî her şerî aştiyek wê jî heye. Em ne tirsiyan û me li ber xwe da. Dema em li hev bên jî em ê netirsin. Ji ber vê yekê aştiya me ne ji bo hikûmet û îqtîdaran e. Aştiya me ji bo gelê Anadolû, Kurdistan  û Mezopotamya ye."
 
NEWROZA 2015’AN: ROJA DERBASBÛNA DEMOKRASIYÊ YE
 
Di pîrozbahiyên 2015’an ên Newrozê de ku zêdetirî li sed navendan agirê Newrozê pê ket, navnîşana dawî dîsa Amed bû. Nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku li Îmraliyê di bin tecrîdê de ye mora xwe li pîrozbahiyan xist. Di pîrorozbahiya li Parka Newrozê ya Amedê de zêdetirî 2 milyon mirov ku sefîrên DYA, Îngilistan, Fransa Avustralya jî di nav de yên 25 welatan amade bûn. Piştî peyama Newrozê ji ber hilbijartina herêmî dîsa AKP'ê, rêxistina HDP'ê kir hedefa xwe. Li Bakurê Sûriyeyê şer geş bû. Tegera Siyasî ya  Kurdan û rayedarên KCK'ê diyar kirin ku pêvaja ji Ocalan ne qût e. Lê Dîsa Erdogan di şerê Kobanê de piştgirî da DAîŞ'ê. Ev jî bû sedem ku bi çalakiyên 6-8'ê Cotmehê pêvajo bêtir bixetime. Çalakiyên li dijî Kobanê bi mudaaleya Ocalan bi dawî bûn. Ocalan di 21'ê Cotmehê de bi heyeta Îmraliyê re hevdîtin kir û diyar kir ku dê di 15'ê Cotmehê de derbasî pêvajoya muzakereyan bibe û xwest lez bidin xebatên xwe. Li ser xebatên aliyan di 28'ê Sibata 2015'an de Mutabakata Dolmabahçe hat îmzekirin. Di 14'ê Adara 2015’an de heyet çû Îmraliyê. Ocalan di hevdîtinê de got “Têkoşîna herî mezin a li dijî dewletê min pêş xist. înkara dewletê nêzîkatiya lobiyê ye. Îdama Denizan û kuştina Mahiran bandorek pir mezin li ser min çêkir. Ya ku ez xistim nava vê têkoşînê Kuştina Mahîran bû. Ji ber vê yekê ez girîngiya vê muzakereyê dizanim. Me di peyama Newrozê de ev yek îlan kir.  
 
OCALAN PEYAMA 'RUHÊ EŞME' DA
 
Ocalan di Newroza 2015'an de bal kişand ser Ruhê Eşme ku di 21'ê Sibatê de Tirba Suleylan Şah a li sînorê Gundê Karakozak ê li tenişta Çemê Firatê ku ji êrîşên DAIŞ'ê revandin. Operasyona neqilkirina "Tirba Şah Silêman a bi navê “Operasyona Şah Fırat" bi agahiya YPG'ê pêk hat. Ocalan di Newroza  2015'an de di hevdîtina Heyetea Îmraliyê de gotibû “Ruhê Eşmeyê" û xwestibûn ew jî Ruhê Eşme pêş bixin. Xwestibû aştî û xwik û biratî dualî pêş bikeve û deriyên xwe li hev vekin." 
 
Piştî peyama Oclana li bendê bû carek din heyet biçe Îmraliyê, lê carek din heyet neşandin Îmraliyê. Piştre Serokomar Erdogan got “Me pêvajoya çareseriyê xist dolabê." Piştî Erdogan pêvajo xera kir, ji 5'ê Nîsana 2015'an û şûnde careke din heyet neşandin Îmraliyê û dawî li hevdîtinê anîn. Bi xerakirina pêvajoyê re, şer, alozî, kaos, tundî, kuştin, binçavkirin û girtin zêde bû. Tirkiye xistin nava kaosê û anîn ser serê zinarekî. Piştî tecrîd giran bû, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di 7'ê mijdara 2018'an de li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kir û pişti berxwedana girtiyan a 200 rojan dîsa hevdîtina bi Ocalan re dest pê kir. Parêzer di 6'ê Gulana 2019’an de çûn îmraliyê. Parêzeran diyar kirin ku ew sekn û ruhê Ocalan ê Newroza 2013'an di hevdîtina dawî de dîtin. Parêzeran anîn ziman ku mifteya çareserî, aştiyê di hevdîtin û peyamên Ocalan de veşarî ne. Lê AKP'ê li şûna gavan bavêje, di tecrîdê de israr kir û tecrîd her ku diçe girantir dibe. Parêzeran piştî 5 caran bi Ocalan re hevdîtin kirin, ji 7'ê Tebaxa 2019'an heta niha nikarin biçin îmraliyê.
 
MA / Ferhat Çelîk
 
 
 
 
 
 
 
 

Sernavên din

16/03/2021
16:49 Ji 27’ê nîsana 2020’an ve ji Îmraliyê agahî nîne
16:37 Ji bo Newrozê serdana 4 navçeyan kirin
16:36 Dayikên Aştiyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin
16:11 Doza sereke ya Demîrtaş hat taloqkirin
15:51 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî hat kirin
15:46 Haci Zengîn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:41 Komkujiya Helebce sedema yekîtiya Kurdan e
15:30 Ji bo Newroza Tekîrdagê destûr hat dayîn
15:26 Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin
14:56 Gotinên Demîrtaş mohra xwe li dozê dan: Danişîna min taloqî tîrmeha 2023’yan bikin
14:49 Ji bo xizmeta tenduristiyê daxwaza zimanê zikmakî
14:47 Koordînasyona Saziyên Demokratîk: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
14:43 Li Cizîrê starta Newrozê bi pêxistina agir hat dayîn
14:21 Li bavê Rozerîn Çûkûr ku li Sûrê hat kuştin ceza birîn
13:50 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qedexeya hevdîtinê
13:27 Li Stenbol û Îzmîrê banga tevlibûna Newrozê hat kirin
13:19 Ocalan ê HDP’î serî li Wezareta Dadê da: Bila fikar bên derbaskirin
13:05 33 sal in bêhna sêvan ji Helebceyê neçûye!
13:03 Dozgerê bi Şenyaşaran re hevdîtinê nake, baxçeyê edliyeyê qedexe kir
12:59 Parêzeran Ocalan ji bo hevdîtinê ji nû ve serlêdan kirin
12:31 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Komkujiya Helebceyê îro jî berdewam dike
12:17 Mifteya Aştiyê di nameya Ocalan de veşartî ye
11:48 Hêj bersiva serlêdana parêzerên Ocalan nehatiye dayîn
11:46 Gunay: Angaşt encama tecrîdê ne, divê fikar bên derbaskirin
11:37 Doza Demîrtaş bi îtîraza biryara DMME’yê dest pê kir
11:02 Bêrîvan Cizîrî qala Newroza 1992’yan kir: Berxwedanê ruhê Newrozê geş kir
11:01 Li herêma Bestayê cerdevanan bi deh hezaran dar birîn
10:38 Zilamê keça xwe tacîz kir hat binçavkirin
10:23 Li sînor cenazeye qerisî hat dîtin
10:11 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Navê vê erdnîgariyê Kurdistan e
10:06 Gergerlîoglu: Ez ê li meclîsê li ber xwe bidin û naqetim
09:55 Gelo kî hawara Emîne Şenyaşar dibihîze?
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 110'emîn de didome
09:07 Keça Haci Zengîn: Newroz ji bo me ne roja şînê, roja berxwedanê ye
09:07 Schuller: Rakirina tecrîdê bivê nevê ye
09:07 Kurd berbayî lîstika dewletê neketin: Ne 'Nevruz', Newrozê pîroz dikin
09:07 Paylan: Îqtidar wê di nêz de topavêtina xwe aşkere bike
09:07 Bi ruhê 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve
09:01 Wan li benda roja Newrozê ye
09:01 Li Cizîrê jin çima çarikên reş li xwe dikin?
09:01 Ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe difiroşe
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2021'AN
15/03/2021
20:56 Li Stenbolê agirê Newrozê hat vêxistin
20:49 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Li Xalfetî û Amarayê dorpêça Newrozê
16:29 Emîne Şenyaşar serbest hat berdan
16:27 Giliyê dozgerê operasyona MEBYA-DER’ê birêve biriye ji HSK'ê re hat kirin
15:54 Yilmaz ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li gundê wî defin kirin
15:38 Mehmet Ocalan: Em bi fikar in
15:33 EMEP'ê ji Gola Çeto bang kirin: Hemû projeyan betal bikin
15:27 Li Riha, Çewlig, Wan û Êlihê bangên beşdariya Newrozê hatin kirin
15:19 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtina lezgîn kirin
14:49 Li Mêrsînê banga beşdariya Newrozê hat kirin
14:29 Li Girtîgeha Meraşê zextên sîstematîk li girtiyan tê kirin
14:28 HDP'ê Yilmaz ê li girtîgehê mir ji Wezîrê Dadê pirsî
14:20 Ji ber tevlî daxuyaniyên partiya xwe bû 6 sal ceza lê hat birîn
14:09 Ji parêzerên Ocalan daxuyanî
14:04 Li Colemêrgê starta Newrozê hat dayîn
13:59 Polisan rêveberê DBP’ê binçav kirin
13:55 Zarokê ku polîsan maşîne lê xistibû mir
13:55 Li xebatkarê çapemeniyê yê HDP’ê ku hatibû revandin dan û gef lê xwarin
13:16 Polîsan Emîne Şenyaşar binçav kir
12:46 Piştî biryara DMME’yê danişîna ewili ya Demîrtaş sibê tê lidarxistin
12:39 Tirkiye li ser gel şerê avê dimeşîne
11:32 Ji bo kurdî rexne û pêşniyaz li HDP’ê hatin kirin
11:13 Li Rihayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:09 ‘Newroza li Kadîfekaleyê mîrateya zarokên me ye’
11:00 Malbata Şenyaşar ji bo çalakiya xwe banga piştgiriyê kir
10:22 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 109'emîn de didome
09:22 Rayedarên HDP’ê banga beşdariya Newrozê li xelkê kirin
09:21 Rojnameger Oktay qala Nisebîne kir: Ez bûm şahidê zilm û berxwedanê
09:21 Zarok ji tirsa di mal de ye û îstîsmarkar li derve ye!
09:20 Ji bo Newroza Wanê bang: Em bi ruhê berxwedana Newroza 2008’an beşdar bibin
09:19 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
09:06 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan
09:05 Şahidê Newroza Nisêbînê ya 1992’yan: Hêj ew hovîtî li ber çavê min e
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2021'AN
14/03/2021
20:08 68 kesên din jî bi Kovîd-19'ê mirin
18:56 Serokên baroyên 14 bajaran: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
18:41 Komeleya Wêjekarên Kurd kongreya xwe ya ewil li dar xist
17:43 Derbarê Ozturk de lêpirsîn hat destpêkirin
16:53 Qerenfîl avêtin Çemê Dîcleyê û xebatkarên tenduristiyê bi bîr anîn
15:07 Komisyona Ziman a HDP bi nivîskar û rojnamegerên Kurd re civîya
15:07 Girtiyê nexweş Yilmaz jiyana xwe ji dest da
14:32 Li Mêrdînê banga tevlibûna Newrozê
13:25 Kovara Zrîng bi berga 'Bijî Newroz' derket
13:20 Zêmarên Emîne Şenyaşar li avahiya edliyê deng vedan
12:24 Li Londonê jin ji bo Everard daketin kolanan
12:15 Xebata Îtîfaqa Kurdistanî biryara 'Komîsyona Hevpar' girt
11:55 Di ser qedexeya Şirnexê de 5 sal derbas bûn: Dewletê kurê min kuşt
11:38 Di sala 5’emîn de doza Nisêbînê: Girtiyan têkoşîna heysiyetê nîşan dan
11:37 Cerdevan tecawizî jinek astengdar kir
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 108'emîn de ye
09:08 Rêgeha masîpankan ji qirêjiyê xalî nabe
09:08 Bi tazmînata ku bi dest xist ji bo jinan xerc kir
09:07 Hestiyê girtiyê nexweş roj bi roj dihile
09:04 Jinên ku her sal Newrozê pîroz dikin: Wê agirê Newrozê netefe
09:03 Malbata Elefterîa Newroza gelê kurd pîroz kir
09:02 Ew evîndara Newrozê ye