Koordînasyona Saziyên Demokratîk: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin

img
STENBOL - Koordînasyona Saziyên Demokratîk têkildarî parvekirinên medya civakî yên derbarê Ocalan de daxuyanî da wiha bang kir: “Em dixwazin ku Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re demildest hevdîtinê pêk bîne.”
 
Koordînasyona Saziyên Demokratîk ku Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Xizmên Xwe Windakirine ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) jî di nav de têkildarî parvekirinên medya civakî yên derbarê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan de li avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê daxuyanî da. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Hikumxwar û Girtiyan a Marmarayê (MATUAY-DER), Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD), Partiya Heremên Demokratîk (DBP) û Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
TECRÎDA MUTLEQ BERDEWAM DIKE
 
Li ser navê Koordînasyona Saziyên Demokratîk Hevserokê MATUHAY-DER’ê Husnu Taş metna daxuyaniyê xwend û xwest ku demildest pêşiya hevdîtinên li Îmraliyê bê vekirin. Taş bi bîr xist ku hevdîtina parêzeran a herî dawî  di 7’ê tebaxa 2019’an de hatiye kirin û wiha got: “Dîsa ji ber şewata li Girava Îmraliyê derket malbatan di 3’ê adara 2020’an de hevdîtin pêk anî. Pişt re malbatan di 27’ê Nîsana 2020’an de ji ber pandemiyê cara ewil hevdîtîna telefonê pêk anî. Rewşa niha ya li Îmraliyê dide nîşandan ku tecrîda mutleq a giran berdewam dike.”
 
Taş gotinên xwe wiha domandin: “Di demeke k tecrîda mutleq berdewam dike de di 14’ê adara 2021’an de li ser hin hesabên medya civakî derbarê jiyana Birêz Ocalan hin îdea avêtin holê. Îdîayên ku avêtin holê di raya giştî de fikarên asta herî jor de dane avakirin. Ji ber pêk neanîna sepandina hiqûqa navnetewî û qanûnên Tirkiyeyê niha ne pêkane îdîayên avêtine holê bên kontrolkirin. Tecrîda li Girtîgeha Îmraliyê ya ji kontrolkirina malbat, parêzer, saziyên sivîl ên civakî, saziyên navnetewî û partiyên siyasî re girtî ye tê pêkanîn bê hiqûqî ye û bandorê li hemû civakê dike. Çalakiya grevê ya girtiyan ji 27’ê Mijdara 2020’an û vir ve daye destpêkirin û daxuyaniyên saziyên nav netewî bandora tecrîda heyî dide nîşandan.”
 
BILA HEVDÎTIN BÊ KIRIN
 
Taş destnîşan kir ku polîtîkayên tecrîdê yên li Girtîgeha Îmraliyê tên sepandin derveyî qanûnên netewî û navnetewî ne û got: “Pêkanîna tecrîda heyî vegeriyaye îşkenceyê. Daxuyaniyên derbarê Birêz Ocalan de li ser medya civakî hatin kirin me dixe nava fikaran de. Di vê astê de divê parêzer û malbat bi awayekî domdar li gorî qanûnan li Girtîgeha Îmraliyê  hevdîtinê bikin, mafê xwe yê hevdîtin û telefonê bê kemasî bikarbînin. Derbarê mijarê de em hemû saziyên rayedar vedixwînin ku peywîra xwe pêk bînin. Em weke saziyên demokratîk dixwazin ku Birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re demildest hevdîtinê pêk bîne. Dema hevdîtin hat kirin wê demê dê fikarên me ji holê rabin. Em daxuyaniyên Dozgeriya Bûrsayê têrker nabînin. Ji ber ku tu daxuyaniyên fikara me ji holê tune ne, Divê malbat û parêzerên wî demildest biçin Îmraliyê.”
 
DIVÊ QANÛN JI BO OCALAN JÎ BÊN SEPANDIN
 
Pişt re Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Elîf Bûlût jî diyar kir ku hevdîtina ku Ocalan nikare bi malbat û parêzerên xwe re bike sûcê mirovahiyê ye. Bûlût da zanîn ku tecrîdkirina Ocalan hem li gorî hiqûqa netewî hem jî ya navnetewî sûce û wiha got: “Divê riya hevdîtina bi Ocalan re bê vekirin. Qanûnên heyî divê ji bo Birêz Ocalan jî derbas bibin.” Bûlût, herî dawî bang kir ku beriya Newrozê hevdîtin bi Îmraliyê re bên kirin.
 
DIVÊ WEZARETA DADÊ MIJARÊ ZELAL BIKE
 
Aktîvîsta TJA’yê Zekiye Îlbasan jî derbarê mijarê de wiha axivî: “Divê Wezareta Dadê derbarê îdiayên Birêz Ocalan de daxuyaniyekê bide.
 
 

Sernavên din

18/03/2021
16:07 Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
15:58 Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
15:29 Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir
15:26 Parêzer: Em îro li Gebzeyê hatin kuştin
14:51 Îdeanameya girtina HDP'ê ji qeydên UYAP'ê pêk tên
14:40 Li Botanê xebatên Newrozê didomin
14:36 Bertekên li dijî doza girtina HDP’ê: Em ê li qadên Newrozê bersiva wan bidin
13:57 Wekîlê AKP’ê yê berê: Girtina partiya kurdan ne çareserî ye
13:40 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: HDP ramanê mîlyonan e
13:40 Ji bo Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê destûra Newrozê hat dayîn
13:20 Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn
13:04 Derbarê 687 HDP’iyan de qedexeya siyasî bo 5 salan hat xwestin
13:03 Ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin destûr derket
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin
12:03 Omer Ocalan: Divê li tavilê malbat û parêzer biçin Ocalan bibînin
12:02 ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê di roja duyemîn de ye
11:52 Ji AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara ‘binpêkirina maf’
11:41 Kelek noqî avê bû: 2 ciwan winda bûn
11:36 ‘Bi ruhê berxwedanê ber bi Newrozê ve’
11:35 Malbata Şenyaşar: Dixwazin bi destê darazê qetliama duyem pêk bînin
11:35 Polisan Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Ozîş binçav kirin
11:19 Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê
10:51 Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin
10:45 Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve
10:21 Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me
10:10 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
09:44 Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye
09:43 Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû
09:30 Li ser navê restorasyonê dest danîn ser malên Sûrê
09:05 Daxwaza ji bo edaletê veguheriye zemîneke têkoşîna civakî
09:05 Wanî dê ji bo azadiya Ocalan û yekîtiyê dakevin qadan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 112'emîn de didome
09:02 ‘20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedîtî li min nekir'
09:02 Civaknas Turkoglû: Newroz qadeke berxwedana polîtîk e
09:02 Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê
09:02 Ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin
09:02 Seferên trênê piştî Newrozê bi rojekê dest pê dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'AN
17/03/2021
21:47 73 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
21:43 Li Peyasê ciwanan Newroz pîroz kir
21:06 Li Hezexê agirê Newrozê gur kirin
19:52 Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê dê sibê civîneke awarte li dar bixe
19:01 Serdozgerê Dadgeha Bilind ji bo HDP'ê bê girtin serî li AYM'ê da
17:20 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
17:04 Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe bang li CPT û NY kirin
16:55 Ji bo Newroza Sêrt, Mêrsînê û Antalyayê destûr hat dayîn
16:51 Dîroka Newroza Bazîdê hat guhertin
16:37 Malbata Şenyaşar bi Walîtiyê Rihayê re hevdîtin kir
16:35 Gergerlîoglu: Ez biryarê nas nakim
16:32 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bang hatin kirin
16:01 Li Sînopê zilamekî jinekê giran birîndar kir
15:44 Parlamenterê berê yê AKP’ê ji ber dûrişm berz kir ji Lîjneya Giştî ya Meclisê hat derxistin
15:43 Doza nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin
15:33 Beştaş: Biryara Gergerlîoglû siyasî ye
15:21 Bîden: Pûtîn kujer e
15:19 Parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin
15:13 Li dijî zeyendperestiyê kampanya: Hay ji gotinên xwe hebe
15:10 Li Qoserê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin
15:03 5 ESP’î di danişîna ewil de hatin berdan
14:45 Cezayê pereyan li rojnamevan Demîrhan hat birîn
14:39 Wan xwe ji bo Newroza bi heybet amade dike
14:37 Olûç: Bêwijdanî li Malbata Şenyaşar tê kirin
14:15 Kelemçeyên elektronîk tên şikandin
13:53 Tecrîd bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin
13:49 Ji Aydinê peyama Newrozê: Di her şertî de em ê pîroz bikin
13:18 Qoser û Nisêbîn ji Newrozê re amade ne
12:44 Dadgehê 8 sal ceza li Hevşaredarê Kopê birî
12:34 Di êrişa Amerîkayê de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest da
12:19 Ji siyasetvanan bang: Pêwîste tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
11:55 Efrîn kirin warê DAIŞ'ê
11:41 Mehmet Ocalan: Nexwe tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were
11:40 ‘Em bibin perçeyek ji agir û biherikin qadên Newrozê’
10:48 Hasan Tûnçlar ê keça xwe îstismar kir hat girtin
10:38 KESK dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
09:49 Di rojnameyan de Newroz: Çapemeniya kurd li gel, medya tirk jî li dewletê nihêrî
09:42 Bi salan e kiras û fîstanên Newrozê didirû
09:13 Romaneke dîrokî ku xwe dispêre bûyereke rast: Ezemşêr
09:07 Newroza Amedê ji salên 1990'î heta niha bû dîrok
09:07 Koma 23'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Dayika Zulkuf Gezen: Divê tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin
09:07 Ji ber tahdeya di dema Newroza 2008'an de serî li DMME'yê da
09:07 ‘Em li Qada Gundogdûyê bi hev re govendê bigerînin'
09:07 Nivîskar Yilmaz: Newroz cejna gelan e
09:07 Bangawaziya ji bo Ocalan: Tavilê divê hevdîtin bên kirin
09:07 Kesên kampanyaya ziman îmze kirin: Berpirsiyarî ya me hemûya ye
09:07 Beriya Newrozê eleqeya ji bo kincên herêmî zêde bûye
09:07 Rojnamevan Balikçi: Newroza Cizîrê ji bîra min naçe
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'AN
08:43 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan hat veşartin
16/03/2021
23:01 Li Qoserê agirê Newrozê
21:12 Bi govend û tilîliyan Newrozê pîroz kirin
20:31 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Daxuyaniya Serdozgeriya Bûrsayê ya derbarê Ocalan de
16:49 Ji 27’ê nîsana 2020’an ve ji Îmraliyê agahî nîne
16:37 Ji bo Newrozê serdana 4 navçeyan kirin