WAN – Dogan Demîr ê HPG’î ku beriya 6 mehan li navçeya Îskenderûnê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû li navçeya Qelqeliyê hat veşartin.
Dogan Demîr ê HPG’î ku beriya 6 mehan di 26’ê cotmeha 2020’an de li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest dabû û duh li Edenê radestî malbata xwe hatibû kirin, li Qoçqiran ê navçeya Qelqeliyê ya Wanê di bin dorpêça leşkeran de ji aliyê xizmên xwe ve hat veşartin.