Dayika Zulkuf Gezen: Divê tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin

img

AMED - Havva Gezen a dayika Zulkuf Gezen ku bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dawî li jiyana xwe anî xwest ku partî, rêxistinên civakî yên sivîl û gel xwedî li çalakiya greva birçîbûnê derkevin û got: “Bila êdî ji zindanan cenaze dernekevin û hevdîtin bi Serokê me re were kirin." 

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 8’ê mijdara 2018’an de li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribû. Çalakî li tevahiya girtîgehên Tirkiye û heremê belav bûbû. Ûgûr Şakar li Almanyayê û Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Yonca Akîcî, Sîraç Yuksek, Mahsum Pamay jî li girtîgehên cûda li dijî tecrîdkirina Ocalan çalakiyên fedaî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. Guven di roja 200'emîn de piştî banga Ocalan di 26'ê gulana 2019'an de daxuyanî da û çalakiya xwe bi dawî kir. Di encama çalakiyê de, parêzerên Ocalan piştî 8 salan, di 2-22’yê Gulanê de, di 12-18’ê Hezîranê de û herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de, bi muwekîlên xwe re hevdîtin kiribûn.
 
Girtiyê bi navê Zulkuf Gezen ku li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê dima, li dijî tecrîdkirina Ocalan di 16’ê adara 2019’an de dawî li jiyana xwe anî. Li Balafirgeha Stenbolê polîsan cenazeyê Gezen desteser kir û bêagahiya malbatê cenaze anîn li Goristana Yenîkoya Amedê veşartin. Piştî greva birçîbûnê bi dawî bû dayika Gezen, Havva Gezen çû ser gora kurê xwe û wiha gotibû: “Daxwaza Heval Leyla û hevalên te pêk hat. Ez hatim mizgîniyê bidim te.” 
 
Havva Gezen bi minasebeta salvegera 3'yemîn a Zulkuf Gezen û derbarê çalakiya grevên birçîbûnê ku girtiyên PKK'î û PAJK'î ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dane destpêkirin ji ajansa me re axivî. 
 
ÇALAKÎ GIHIŞT ARMANCA XWE
 
Gezen bi bîr xist ku lawê wê ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan rabe dawî li jiyana xwe anîbû û wiha got: “Ji ber hevalên wî yên ketibûn çalakiya greva birçîbûnê jiyana xwe ji dest nedin û tecrîd rabe xwe feda kir. Çalakiyan deng da. Çend sal bû hevdîtin qedexe bûn. Hevdîtin bi Serokatî re çêbû.” Gezen destnîşan kir ku çalakiya kurê wê û hevrêyên wî ya wê demê gihişt armanca xwe.
 
‘DIVÊ KES BÊDENG NEMÎNE’
 
Gezen bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ku girtiyan niha ji bo tecrîda ser Ocalan bê rakirin dane destpêkirin û wiha berdewam kir: “Ev çalakiya hevalan ya niha jî cardin ji ber ku tecrîd bê rakirin hatiye destpêkirin. Ji bo ku bi Serokê wan re hevdîtin bê kirin, azad bibe, gelê wan û ew bi xwe azad bibin. Ev çalakî jî bi vî awayî didome. Divê kes bêdeng nemîne. Li girtiyan û li Serokê xwe xwedî derkevin. Em ê heta kengî wiha bindest bin.”
 
‘EV TENÊ NE BARÊ GIRTIYAN E’
 
Gezen çalakiyên greva birçîbûnê yên di sala 2018’an de jî bi bîr xist û got: “Bila dayik careke din derkevin kolanan. Ev tenê ne barê girtiyan e. Divê bêxwedî nemînin. Divê partî, saziyên civakî yên sivîl û gel li girtiyan xwedî derkeve. Tişta ji destê wan tê bila bikin. Hêj ku girtiyan çalakiya xwe ne vegerandî ya bêdorveger û rojiya mirinê. Ji bo cenaze ji girtîgehan dernekevin divê xwedî li çalakiya girtiyan bê derketin. Êdî bes e. Bila ji girtîgehan mirin dernekeve, dilê me şewitî bila yê tu dayikan ne şewite.”
 
‘ÇI JI DESTÊ ME BÊ DIVÊ EM BIKIN’
 
Gezen xwest ku daxwazên girtiyan bi cih bên û wiha got: “Ji bo ku daxwazên girtiyan werin qebûlkirin divê hevdîtin bi Serokê me re bê kirin. Ji xwe daxwaziyên wan daxwazên me ne. Ji bo me, ji bo gelê xwe ketine çalakiya greva birçîbûnê. Çi ji destê me bê divê em bikin. Bese heta kengî em ê bindest bin. Banga me ew e ku cenaze ji zindanan dernekevin û li tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin." 
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Cengîz Ozbasar 
 

Sernavên din

19/03/2021
20:23 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:32 Ji bo Newroza Geverê destûr hat dayîn
18:03 'Werin em li ber tîna agirê Newrozê li hev kom bibin'
17:10 Bangên dawî yên tevlîbûna Newrozê
16:57 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê: Bi Koda HES’ê werin Newrozê
16:13 Ji dayikên aşitiyê banga tevlîbûna Newrozê
15:57 Denîz Kaya: Em ê gireva birçîbûnê bi coşa Newrozê bidomînin
15:47 SES’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:46 Rapora Binpêkirina Mafan a ÎHD’a Îzmîrê: Dawî li tecrîdê bînin
15:30 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên Egeyê destûr hat dayîn
15:27 Piştgiriya ji bo HDP'ê mezin dibe: Li dijî darbeya sivîl banga têkoşînê
15:26 Malbatê, Rojnameger Eryîgît li ser gora wî ew bibîr anî
14:16 Rêxistinên civakî yên sivîl bang kirin: Divê daxwaza girtina HDP'ê were redkirin
14:13 Doza 10’ê Cotmehê: Ji bilî hevjînê xwe kesek din nas nekir!
13:47 Di sala destpêkê ya pandemiyê de 816 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:37 Fîdan jî tevlî hevdîtina Zarîf û Çavûşoglû bû
13:22 Başaran: HDP hevgirtina mîrateya jinan e
13:08 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bang li CPT dikin ku tavilê bi erka xwe rabe
13:01 Tifaqa Kurdistanî: Li dijî girtina HDP’ê biherikin qadên Newrozê
12:53 Parastvanên mafên mirovan piştgirî dan Gergerlîoglû
12:31 Kujerê Gulbahar Asabayê qetil kir hat girtin
12:31 Îmamoglû: Vekirina doza girtina HDP’ê li dijî demokrasiyê ye
12:30 KESK’ê serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
12:09 Ferît Şenyaşar: Bila dozger peywira xwe bi cih bîne
12:05 Hevdîtina parêzeran a bi Turkdogan re hat qedexekirin
12:04 3 partiyên li Başûr ji bo HDP’ê bang kirin
11:57 Ji gelan banga Newrozê: Em bi hev re xwe bi ser agirê Newrozê re biavêjin
11:44 ÎHD û TÎHV: Divê Turkdogan demildest were berdan
11:43 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
11:27 Amed ji Newrozê re amede ye: Em ê bersiv bidin AKP'ê
11:27 Wê li qada Newrozê daxwazên xwe biqîrîn
11:17 Hejmara 12’an a kovara Psychology Kurdî derket
10:53 Serokê AYM’ê ji bo HDP’ê raportor peywirdar kir
10:44 Li Stenbolê rêveberên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
10:37 Keça Serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
10:35 Erbaş: Li Îmraliyê tu tiştek ne tesadufî ye
10:22 Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf tê Tirkiyeyê
09:14 Leyla Guven piştgirî da kampanya ziman
09:13 Ji bo Newroza Îskenderûnê destûr hat dayîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 113'emîn de didome
09:00 Sîxurtiyê li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ferz dikin
09:00 'Em bi ruhê Zekiyeyan li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin'
09:00 Dengê kuçeyê: Girtina partiyê derbe ye
09:00 Li gorî MEB'ê zimanê Amedê tirkiya Bakuyê ye!
09:00 Rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî giran dibe
09:00 Behsa Newrozên li girtîgehan kir
09:00 Karkerên KHK'î bi ser ketin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2021'AN
08:49 Li Wanê jinek hat qetilkirin
08:22 Li Edeneyê operasyona binçavkirinê
08:19 Polîsan Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan binçav kir
18/03/2021
22:26 Li Mêrdînê ciwanan Newroz pîroz kir
21:50 Îro 20 hezar û 49 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:59 Ji Ewropayê bertek: Girtina HDP’ê gava dawî ya diçe dîktatoriyê ye
16:38 Paşînyan biryara hilbijartinê pêşwaxt da
16:30 ÎHD: Di 2020'an de tundî li 1075 jinan hat kirin
16:07 Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
15:58 Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
15:29 Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir
15:26 Parêzer: Em îro li Gebzeyê hatin kuştin
14:51 Îdeanameya girtina HDP'ê ji qeydên UYAP'ê pêk tên
14:40 Li Botanê xebatên Newrozê didomin
14:36 Bertekên li dijî doza girtina HDP’ê: Em ê li qadên Newrozê bersiva wan bidin
13:57 Wekîlê AKP’ê yê berê: Girtina partiya kurdan ne çareserî ye
13:40 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: HDP ramanê mîlyonan e
13:40 Ji bo Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê destûra Newrozê hat dayîn
13:20 Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn
13:04 Derbarê 687 HDP’iyan de qedexeya siyasî bo 5 salan hat xwestin
13:03 Ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin destûr derket
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin
12:03 Omer Ocalan: Divê li tavilê malbat û parêzer biçin Ocalan bibînin
12:02 ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê di roja duyemîn de ye
11:52 Ji AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara ‘binpêkirina maf’
11:41 Kelek noqî avê bû: 2 ciwan winda bûn
11:36 ‘Bi ruhê berxwedanê ber bi Newrozê ve’
11:35 Malbata Şenyaşar: Dixwazin bi destê darazê qetliama duyem pêk bînin
11:35 Polisan Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Ozîş binçav kirin
11:19 Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê
10:51 Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin
10:45 Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve
10:21 Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me
10:10 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
09:44 Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye
09:43 Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû
09:30 Li ser navê restorasyonê dest danîn ser malên Sûrê
09:05 Daxwaza ji bo edaletê veguheriye zemîneke têkoşîna civakî
09:05 Wanî dê ji bo azadiya Ocalan û yekîtiyê dakevin qadan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 112'emîn de didome
09:02 ‘20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedîtî li min nekir'
09:02 Civaknas Turkoglû: Newroz qadeke berxwedana polîtîk e
09:02 Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê
09:02 Ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin
09:02 Seferên trênê piştî Newrozê bi rojekê dest pê dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'AN