Mehmet Ocalan: Nexwe tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were

img

RIHA - Birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, diyar kir ku daxuyaniya Serdozgeriya Bûrsayê fikar ji holê ranekirine û wiha got: “Nexwe tiştek tune ye, divê malbat an jî parêzer hevdîtinê bikin. Divê ne bi telefonê rûbirû be.”

Li ser medyaya civakî derbarê tenduristî û ewlehiya jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de hin îdea hatin parvekirin. Piştî van îdeayan fikarên derbarê tenduristî û ewlehiya jiyana Ocalan de zêdetir bûn. Her çiqas Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê derbarê îdeayan de bibêje derveyî rastiyê ne û rewşa tenduristiyê ya Ocalan baş e jî malbat û parêzerên wî diyar kirin ku daxuyanî têrê nakin. Derbarê mijarê de birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Ocalan, destnîşan kir ku divê demildest riya hevdîtinên bi malbat û parêzeran re bên vekirin û bang li saziyên navnetewî kir ku berpirsyartiyê bigirin ser xwe. 
 
11 MEH IN AGAHÎ NAYÊ GIRTIN
 
Ocalan, anî ziman ku herî dawî di 3’ê adara 2020’an de hevdîtina vekirî, di 27’ê nîsanê de jî cara ewil hevdîtina bi telefonê pêk anîne û bi lêv kir ku birayê wî di her du hevdîtinan de jî têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd nirxandinan kiriye. Ocalan, da zanîn ku 11 meh in ji birayê xwe de tu agahî negirtine û wiha axivî: “Derbarê tiştên li giravê qewimin de ne agahiya malbatê ne jî ya parêzeran heye. CPT diçe seredana gelek girtîgehên Tirkiyeyê. Lê naçe Girava Îmraliyê. Ev nakokiyeke mezin e. Çima naçe wê derê? Berpirsyartiyeke CPT’yê heye. Qaşo saziya herî mezin a li dijî îşkenceyê ye. Lê naçe giravê. Difikirim ku îdeayên avêtine holê û ev helwest girêdayî êkûdu ne.”
 
‘DIVÊ DERIYÊ ÎMRALIYÊ BÊ VEKIRIN’
 
Ocalan, da zanîn ku li gel dewlet dizane çi li Girava Îmraliyê diqewime jî gel agahdar nake û xwest ku îdeayên li ser medya civakî baş bên şopandin. Ocalan, destnîşan kir ku divê armanç û sedemên îdeayan bên pirsîn û wiha got: “Li wir bi Serok re çar kes hene. Divê deriyê Îmraliyê demildest bê vekirin. Ji ber ku li holê îdeayeke cidî heye. Divê neçûyîna CPT’yê ya Girava Îmraliyê bê pirsîn. Bi hezaran mirov niha di girtîgehan de di çalakiya greva birçîbûnê de ne. Ev çalakiya grevê ji bo kê ye? CPT çima vê yekê li ber çav nagire? CPT ne tenê li ser parvekirinên beriya du rojan tên kirin, çima têkildarî rewşa giştî neçû wê derê? Ev ne tişteke ji rêzê ye û nayê qebûlkirin.”
 
‘BI TELEFONÊ NAYÊ QENEHKIRIN’
 
Ocalan, anî ziman ku parvekirin û gotinên hatine kirin ne ji rêzê ne û wiha berdewam kir: “Nexwe tiştek tune ye divê parêzer hevdîtinê pêk bînin. Êdî telefon jî têra nake. Ji ber ku di vê rewşê de bi telefonê nayê qenehkirin. Ev pirsgirêka dewletê ye. Her gotina Wezîrê Dadê tenê di gotinê de dimîne. Ji îdea û tiştên diqewimin wezaret berpirsyar e. Li gorî qanûnên Tirkiyeyê mafê her girtî heye. Bila ev mafên me bi cih bên.”
 
‘ÇIMA MAF NAYÊN NASÎN?’
 
Ocalan, xwest ku rêxistinên mafên mirovan ên Tirkiyeyê û navnetewî li dijî îdeayan bêdeng nemînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê rêxistinên mafên mirovan van îdeayan ji dewletê bipirsin. Pêkanîn li Girava Îmraliyê li welatekî din hene? Hemin dibêjin em dewleta hiqûqê ne çima mafên me nadin me? Divê ev sazî bi gotinê ne gavan biavêjin. Em bang li hemû mirovên me yên rewşenbîr, demokrat dikin, di holê de xeletiyeke mezin heye. Divê gelê me yê dibêje ‘Serok vîna me ye’ gavê biavêje. Dixwazin Newrozê hem li gelê kurd hem li gelê Rojhilata Navîn bikin jehr. Serok Rojhilata Navîn temsîl dike. Divê ev yek berçav bê girtin û herkes tişta dikeve berê wê bike.”
 
Ocalan, bi bîr xist ku pêwistiya herkesê bi aştiyê heye û bang kir ku gelê kurd li qadan, li qadên Newrozê dengê xwe bilind bike. 
 
MA / Emrûllah Acar - Bariş Polat 
 

Sernavên din

19/03/2021
20:23 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:32 Ji bo Newroza Geverê destûr hat dayîn
18:03 'Werin em li ber tîna agirê Newrozê li hev kom bibin'
17:10 Bangên dawî yên tevlîbûna Newrozê
16:57 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê: Bi Koda HES’ê werin Newrozê
16:13 Ji dayikên aşitiyê banga tevlîbûna Newrozê
15:57 Denîz Kaya: Em ê gireva birçîbûnê bi coşa Newrozê bidomînin
15:47 SES’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:46 Rapora Binpêkirina Mafan a ÎHD’a Îzmîrê: Dawî li tecrîdê bînin
15:30 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên Egeyê destûr hat dayîn
15:27 Piştgiriya ji bo HDP'ê mezin dibe: Li dijî darbeya sivîl banga têkoşînê
15:26 Malbatê, Rojnameger Eryîgît li ser gora wî ew bibîr anî
14:16 Rêxistinên civakî yên sivîl bang kirin: Divê daxwaza girtina HDP'ê were redkirin
14:13 Doza 10’ê Cotmehê: Ji bilî hevjînê xwe kesek din nas nekir!
13:47 Di sala destpêkê ya pandemiyê de 816 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:37 Fîdan jî tevlî hevdîtina Zarîf û Çavûşoglû bû
13:22 Başaran: HDP hevgirtina mîrateya jinan e
13:08 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bang li CPT dikin ku tavilê bi erka xwe rabe
13:01 Tifaqa Kurdistanî: Li dijî girtina HDP’ê biherikin qadên Newrozê
12:53 Parastvanên mafên mirovan piştgirî dan Gergerlîoglû
12:31 Kujerê Gulbahar Asabayê qetil kir hat girtin
12:31 Îmamoglû: Vekirina doza girtina HDP’ê li dijî demokrasiyê ye
12:30 KESK’ê serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
12:09 Ferît Şenyaşar: Bila dozger peywira xwe bi cih bîne
12:05 Hevdîtina parêzeran a bi Turkdogan re hat qedexekirin
12:04 3 partiyên li Başûr ji bo HDP’ê bang kirin
11:57 Ji gelan banga Newrozê: Em bi hev re xwe bi ser agirê Newrozê re biavêjin
11:44 ÎHD û TÎHV: Divê Turkdogan demildest were berdan
11:43 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
11:27 Amed ji Newrozê re amede ye: Em ê bersiv bidin AKP'ê
11:27 Wê li qada Newrozê daxwazên xwe biqîrîn
11:17 Hejmara 12’an a kovara Psychology Kurdî derket
10:53 Serokê AYM’ê ji bo HDP’ê raportor peywirdar kir
10:44 Li Stenbolê rêveberên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
10:37 Keça Serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
10:35 Erbaş: Li Îmraliyê tu tiştek ne tesadufî ye
10:22 Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf tê Tirkiyeyê
09:14 Leyla Guven piştgirî da kampanya ziman
09:13 Ji bo Newroza Îskenderûnê destûr hat dayîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 113'emîn de didome
09:00 Sîxurtiyê li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ferz dikin
09:00 'Em bi ruhê Zekiyeyan li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin'
09:00 Dengê kuçeyê: Girtina partiyê derbe ye
09:00 Li gorî MEB'ê zimanê Amedê tirkiya Bakuyê ye!
09:00 Rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî giran dibe
09:00 Behsa Newrozên li girtîgehan kir
09:00 Karkerên KHK'î bi ser ketin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2021'AN
08:49 Li Wanê jinek hat qetilkirin
08:22 Li Edeneyê operasyona binçavkirinê
08:19 Polîsan Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan binçav kir
18/03/2021
22:26 Li Mêrdînê ciwanan Newroz pîroz kir
21:50 Îro 20 hezar û 49 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:59 Ji Ewropayê bertek: Girtina HDP’ê gava dawî ya diçe dîktatoriyê ye
16:38 Paşînyan biryara hilbijartinê pêşwaxt da
16:30 ÎHD: Di 2020'an de tundî li 1075 jinan hat kirin
16:07 Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
15:58 Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
15:29 Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir
15:26 Parêzer: Em îro li Gebzeyê hatin kuştin
14:51 Îdeanameya girtina HDP'ê ji qeydên UYAP'ê pêk tên
14:40 Li Botanê xebatên Newrozê didomin
14:36 Bertekên li dijî doza girtina HDP’ê: Em ê li qadên Newrozê bersiva wan bidin
13:57 Wekîlê AKP’ê yê berê: Girtina partiya kurdan ne çareserî ye
13:40 Rêxistina HDP'ê ya Şirnexê: HDP ramanê mîlyonan e
13:40 Ji bo Îzmîr, Bûrsa, Kocaelî û Çanakkaleyê destûra Newrozê hat dayîn
13:20 Li Şirnexê starta Newrozê li ser banê avahiya HDP’ê hat dayîn
13:04 Derbarê 687 HDP’iyan de qedexeya siyasî bo 5 salan hat xwestin
13:03 Ji bo Newrozê li Qada Gundogdu pîroz bikin destûr derket
12:42 Malbat û parêzerên Ocalan xwestin biçin Îmraliyê
12:41 Ji HDP’ê bi bîr xistina Kavakçi
12:26 Ji bo Newroza Tekîrdagê banga tevlibûnê
12:22 Şenoglu: Li dijî tecrîdê dakevin qadan
12:04 Kiliçdaroglû: Divê em dest ji girtina partiyan berdin
12:03 Rojnameger Arîf Aslan beraet kirin
12:03 Omer Ocalan: Divê li tavilê malbat û parêzer biçin Ocalan bibînin
12:02 ‘Nobeta Edaletê’ ya HDP’ê di roja duyemîn de ye
11:52 Ji AYM’ê derbarê 9 HDP’iyan de biryara ‘binpêkirina maf’
11:41 Kelek noqî avê bû: 2 ciwan winda bûn
11:36 ‘Bi ruhê berxwedanê ber bi Newrozê ve’
11:35 Malbata Şenyaşar: Dixwazin bi destê darazê qetliama duyem pêk bînin
11:35 Polisan Hevserokê HDP’ê ya Aydinê Ozîş binçav kirin
11:19 Şener: Ne yên girtin ên didin girtin wê bikevin zorê
10:51 Hilbijêrên Kocaeliyê: Vîna 90 hezar mirovan hat desteserkirin
10:45 Serokên giştî yên partiyên hatibûn girtin: Wê ev hewldan jî bi ser nekeve
10:21 Gergerlîoglû: Heta AYM biryara xwe aşkera bike di nobetê de me
10:10 Gelê Botanê ji Newrozê re amade ye
09:44 Di ser kuştina Kûrkût de 4 sal derbas bûn: Vê dozê hêj dest pê nekiriye
09:43 Ji Amerîkayê berteka HDP’ê û Gergerlîoglû
09:30 Li ser navê restorasyonê dest danîn ser malên Sûrê
09:05 Daxwaza ji bo edaletê veguheriye zemîneke têkoşîna civakî
09:05 Wanî dê ji bo azadiya Ocalan û yekîtiyê dakevin qadan
09:02 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 112'emîn de didome
09:02 ‘20 sal in bacê didim dewletê, lê dewletê 20 mehan xwedîtî li min nekir'
09:02 Civaknas Turkoglû: Newroz qadeke berxwedana polîtîk e
09:02 Bang li karkeran kirin: Li dijî zilma Kod-29'ê dakevin qadên Newrozê
09:02 Ne tê berdan ne jî tê tedawîkirin
09:02 Seferên trênê piştî Newrozê bi rojekê dest pê dikin
09:00 ROJEVA 18'Ê ADARA 2021'AN