WAN - Endamên Komîteya Amadekar a Newroza Wanê li 3 navçeyan belavok belav kirin û xelkê Wanê vexwendin pîrozbahiya Newrozê.
Li Wanê Newroz li ber Keleha Wanê ya dîrokî di 21’ê Adarê roja yekşemê tê lidarxistin. Endamên Komîteya Amadekar a Newroza Wanê li ji bo banga tevlibûna pîrozbahiya Newrozê li navçeyên navendî Rêya Armûşê û Tûşba û her wiha li navçeya Erdîşê li esnaf û welatiyan belavok belav kirin. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Sezaî Temellî, rêveberên HDP’ê û DBP’ê jî di nav de li Erdîşê serdana esnafan kirin û şande ji aliyê esnafan bi kêfxweşî hat pêşwazîkirin û welatiyan vexwendin pîrozbahiya Newrozê.
RÊYA ARMÛŞÊ
Hevseroka Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Wanê Handan Karakoyûn û şandeya li gel wê jî li taxa Yenîmahelle ya navçeya Rêya Armûşê mal bi mal geriyan û Newroza welatiyan pîroz kirin û xelkê vexwendin pîrozbahiyê. Welatiyên belavok ji destê HDP’iyan wergirt gotin “Em ji bo Newrozê amade ne.”
TÛŞBA
Rêveber û endamên HDP’ê û DBP’ê û aktîvîstên TJA’yê jî li navçeya Tûşbayê belavok li xelkê belav kirin û welatiyan vexwendin pîrozbahiya Newrozê.