ROJEVA 19'Ê ADARA 2021'AN

img
* Xebatkarên Şaredariya Tetwanê ku bi KHK'ê hatibûn îxrackirin, ji bo vegerin ser karê xwe serî li AYM'ê dabûn û AYM'ê jî biryara "binpêkirina mafan" dabû. Piştî vê biryarê dadgeha herêmê biryar da ku karker vegerin ser karê xwe. 
 
* Rewşa girtiyê nexweş Necmettîn Ormanli yê 70 salî giran dibe. Hevsera wî Nahîde Ormanli got: "Heger cenazeyê wî ji girtîgehê derkeve, ê kî hesabê vê bide?" 
 
* Şefîka Bîlîcî ku 11 salan Newrozê li girtîgehê pîroz kiriye got: "Dîwarên betonî û têl bi agirê Newrozê de winda dibûn. Ruhê berxwedanê, girtîbûna tê ferzkirin têk dişikand û bi ser diket." 
 
* MEB'ê di pirtûka danasînê ya bi navê "Bajarê Me Amed" de, peyvek jî behsa kurdan û kurdî nekiriye. Tişta balkêş jî zimanê bajêr şibandiye tirkiye Bakuya Azerbêcanê. 
 
* Waniyan nerazîbûna xwe ya ji bo doza derbarê girtina HDP'ê de anîn ziman û gotin: "HDP, ne partî ye, bîrdozî ye. Ev rastî nayê tunekirin. Girtina partiyekê, bi qasî derbeyê xirab e." 
 
* Jinan ji bo Newroza amedê bang kirin: "Em bi ruhê Zekiyeyan dakevin qadan û li dijî tecrîd û tahdey ji bo azadiyê biqîrin." 
 
* Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Omer Farûk Karahan ku hatibû revandin, diyar kir ku sîxurtî lê hatiye ferzkirin û Endamê Meclîsa Ciwanan Selamî Erkîz jî anî ziman ku kesên wî revandine berê çekê dane wî û lêxistine. 
 
* Nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar wê di roja 11'emîn de li ber Edliyeya Rihayê berdewam bike. 
 
* Li gelek bajaran wê amadekariyên pîrozbahiya Newrozê berdewam bikin. (10.00-19.00)
 
* 10’emîn danişîna doza Komkujiya Gara Enqerê ya di 10’ê Cotmeha 2015’an de ji aliyê DAIŞ’ê ve pêk hat wê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqerê bê dîtin. (10.00)
 
* Koma Tifaka Kurdistanî, bi beşdarbûna Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, wê têkildarî biryara girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li ber buroya şêwirmendiyê ya DBP’ê daxuyanî bide çapemeniyê. (11.00)
 
* Berdevka Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran, wê derbarê êrişên li dijî partiya xwe de, li avahiya Navenda Giştî civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)
 
* Li avahiya Nûnertiya HDP’ê ya Giresûnê, wê derbarê pîrozbahiyên Newrozê de civîna çapemeniyê bê lidarxistin. (12.00)
 
* Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antalyayê, têkildarî betalkirina wekîltiya Parlamenterê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû û doza girtina derbarê HDP’ê, wê li Qada Attalos daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30) 
 
* Nûçegihanê DÎHA’yê Volkan Eryîgît ê li Edenê di hilbijartina herîmî ya sala 2004’an de, di dema şopandina nûçeyê de qeza derbas kir û jiyana xwe ji dest da bû, wê li ser gora xwe bê bibîranîn. (14.00)
 
* 7’emîn Danişînî Hevşaredara Navçeya Geverê Remziye Yaşar a girtiye, wê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê bê  dîtin. (14.00)
 
 

Sernavên din

20/03/2021
13:25 Amed wê agirê Newrozê sibê bi tevlêbûna milyonan geş bike
13:25 Hevserokên HDP’a Stenbolê: Vaye bi milyonan kes li pişta HDP’ê ye
13:24 Qedexeya sosret a belavoka Newrozê ya HDP’ê: Hêmana sûc nîne, doza girtinê heye
13:14 Polîsan li Aydinê maşîneya banga Newrozê girêda
13:01 Kelemçeyên xwe şikandin û çûn qada Newrozê
12:40 Geverî ji Newrozê re amade ne: Em ê azadiyê qîr bikin
12:37 Meclîsa Jinan a HDP'ê: AKP-MHP'ê dijminantiya Jinê tecsîl kir
12:36 Jinan banga derketina qadan kir: Ji hêrsa me bitirsin
12:36 Bi dûrişmeya ‘Ji Ocalan re azadî’ diherikin Yenîkapiyê
12:35 Du bira 26 sal in winda ne
12:20 Dayikên Şemiyê pirsa faîlên Hasan Ocak kirin
12:19 Gelê Çewlîgê diherike qada Newrozê
11:43 Di saetên ji Peymana Stenbolê hat vekişandin de 2 jin hatin qetilkirin
11:28 Ji Serokwezîrê Kanadayê peyama ‘Newroz pîroz’
11:25 Ji bo Newroza Êlihê bang kirin: Agirê berxwedanê qet venamire
11:19 Li Erzînganê erdhej çêbû
10:49 Bi deh hezaran kes diherike qada Newroza Stenbolê
10:39 Daxwaza ‘edaletê’ ya Şenyaşaran di roja 12’emîn de ye
10:39 Ji Ciwanên azerî pîrzbahiya rengîn a Newrozê
10:19 Wekîlê SHP'î yê berê: HDP dê bêtir bi hêz bibe
09:42 Her sal Agirê ku Mazlum Dogan pê xistibû geş dike
09:34 Li Mêrdînê operasyona binçavkirinê
09:29 Piştî girtina xwe bi 3 rojan hat angaştkirin ku intihar kiriye
09:26 Li Botanê qadên Newrozê dê bi kincên herêmî bixemilin
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 114'emîn de didome
09:08 Ji bo girtiyê nexweş Îvrendî bang
09:03 Bavê girtiyê ku di greva birçîbûnê de: Heya tecrîd bi dawî nebe pirsgirêk çareser nabe
09:03 Ê gelê Êlihê bi yekdengî strana ‘Ew roj wê bê’ bibêje!
09:03 Bangawazî ji bo Newroza Rihayê: Ê agirê Newrozê veguhere baxçeyê gulan
09:03 Ji Sûltan Nevrûzê ber bi Newroza kurdan...
09:03 Serokê Baroya Mêrsînê: Heger bi rastî jî dilê we û çêkirina qanûneke sivîl hebe...
09:03 11 sal in nehatiye qedandin: Xebatên ji bo çêkirina rêya hawirdorê cardin hatin sekinandin
09:03 Hevseroka Giştî ya OHD'ê: Daxuyaniya dozger qîm nake, divê hevdîtin çêbibe
09:00 ROJEVA 20'Ê ADARA 2021'Ê
08:08 Serokê Bankaya Navendî ji peywirê hat girtin
08:05 Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiya
19/03/2021
22:22 Li Stewrê û Qoserê agirê Newrozê gur kirin
21:50 Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Turkdogan hat berdan
20:30 Kesê ku Aysel Y.'yê kuştibû hat girtin
20:27 Li Mêrsînê 14 kes hatin binçavkirin
20:23 87 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
19:32 Ji bo Newroza Geverê destûr hat dayîn
18:03 'Werin em li ber tîna agirê Newrozê li hev kom bibin'
17:10 Bangên dawî yên tevlîbûna Newrozê
16:57 Komîteya Amadekar a Newroza Amedê: Bi Koda HES’ê werin Newrozê
16:13 Ji dayikên aşitiyê banga tevlîbûna Newrozê
15:57 Denîz Kaya: Em ê gireva birçîbûnê bi coşa Newrozê bidomînin
15:47 SES’ê serdana malbata Şenyaşar kir
15:46 Rapora Binpêkirina Mafan a ÎHD’a Îzmîrê: Dawî li tecrîdê bînin
15:30 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên Egeyê destûr hat dayîn
15:27 Piştgiriya ji bo HDP'ê mezin dibe: Li dijî darbeya sivîl banga têkoşînê
15:26 Malbatê, Rojnameger Eryîgît li ser gora wî ew bibîr anî
14:16 Rêxistinên civakî yên sivîl bang kirin: Divê daxwaza girtina HDP'ê were redkirin
14:13 Doza 10’ê Cotmehê: Ji bilî hevjînê xwe kesek din nas nekir!
13:47 Di sala destpêkê ya pandemiyê de 816 karkeran jiyana xwe ji dest da
13:37 Fîdan jî tevlî hevdîtina Zarîf û Çavûşoglû bû
13:22 Başaran: HDP hevgirtina mîrateya jinan e
13:08 Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Em bang li CPT dikin ku tavilê bi erka xwe rabe
13:01 Tifaqa Kurdistanî: Li dijî girtina HDP’ê biherikin qadên Newrozê
12:53 Parastvanên mafên mirovan piştgirî dan Gergerlîoglû
12:31 Kujerê Gulbahar Asabayê qetil kir hat girtin
12:31 Îmamoglû: Vekirina doza girtina HDP’ê li dijî demokrasiyê ye
12:30 KESK’ê serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
12:09 Ferît Şenyaşar: Bila dozger peywira xwe bi cih bîne
12:05 Hevdîtina parêzeran a bi Turkdogan re hat qedexekirin
12:04 3 partiyên li Başûr ji bo HDP’ê bang kirin
11:57 Ji gelan banga Newrozê: Em bi hev re xwe bi ser agirê Newrozê re biavêjin
11:44 ÎHD û TÎHV: Divê Turkdogan demildest were berdan
11:43 Malbat, wasî û parêzerên Ocalan cardin serlêdan kirin
11:27 Amed ji Newrozê re amede ye: Em ê bersiv bidin AKP'ê
11:27 Wê li qada Newrozê daxwazên xwe biqîrîn
11:17 Hejmara 12’an a kovara Psychology Kurdî derket
10:53 Serokê AYM’ê ji bo HDP’ê raportor peywirdar kir
10:44 Li Stenbolê rêveberên HDP û DBP’ê hatin binçavkirin
10:37 Keça Serhildêr a Agiriyê: Sema Yuce
10:35 Erbaş: Li Îmraliyê tu tiştek ne tesadufî ye
10:22 Wezîrê Karên Derve yê Îranê Zarîf tê Tirkiyeyê
09:14 Leyla Guven piştgirî da kampanya ziman
09:13 Ji bo Newroza Îskenderûnê destûr hat dayîn
09:00 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 113'emîn de didome
09:00 Sîxurtiyê li endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ferz dikin
09:00 'Em bi ruhê Zekiyeyan li dijî tecrîdê azadiyê biqîrin'
09:00 Dengê kuçeyê: Girtina partiyê derbe ye
09:00 Li gorî MEB'ê zimanê Amedê tirkiya Bakuyê ye!
09:00 Rewşa girtiyê nexweş ê 70 salî giran dibe
09:00 Behsa Newrozên li girtîgehan kir
09:00 Karkerên KHK'î bi ser ketin
09:00 ROJEVA 19'Ê ADARA 2021'AN
08:49 Li Wanê jinek hat qetilkirin
08:22 Li Edeneyê operasyona binçavkirinê
08:19 Polîsan Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan binçav kir
18/03/2021
22:26 Li Mêrdînê ciwanan Newroz pîroz kir
21:50 Îro 20 hezar û 49 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
18:42 Li Cizîrê 4 kes hatin binçavkirin
16:59 Ji Ewropayê bertek: Girtina HDP’ê gava dawî ya diçe dîktatoriyê ye
16:38 Paşînyan biryara hilbijartinê pêşwaxt da
16:30 ÎHD: Di 2020'an de tundî li 1075 jinan hat kirin
16:07 Hevserokên HDP'ê: Hewldana girtina partiya me encama tecrîdê ye
15:58 Baskin Oran serdana ‘Nobeta Edaletê’ kir
15:29 Odeya Bijîşkên Amedê rapora Kovîd-19’ê ya çile û sibatê eşkere kir